1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selîm Biçûk
  4. Rojava, berpirsiyariya dîrokî kurdistanî û xefkên Tirkiyê
Rojava, berpirsiyariya dîrokî kurdistanî û xefkên Tirkiyê,rojava,berpirsiyariya,dîrokî,kurdistanî,û,xefkên,tirkiyê

Rojava, berpirsiyariya dîrokî kurdistanî û xefkên Tirkiyê

A+ A-

Selîm Biçûk

Bi awayekî sade û sernivîsan be jî, em ê hewil bidin dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê rêz bikin. Di avakirina PKK û bang û armanca bingehîn de, ev daxwaz zelal hatin diyarkirin; Kurdistan yek e, bindest û dagîrkirî ye divê bê rizgar kirin „ Yekîtî û serxwebûna Kurdistanê“. Li ser vî bingehî şerê leşkerî hat destpêkirin. Di bingeha hizir û felsefa serok Öcalan de, tenê yek hêz hebû ku bikaribe alîkariyê bide vê tevgerê, ew jî Sofviyeta berê bû. Dema ku serok pişta xwe da Tirkiyê jî, çû dewleta girêdayî Soviyetê Sûriyê, bi fermana wan Sûrî bêçare ma ku rê bide wî û li ba xwe bicih bike. Piştî guherînên di hizir û felsefê de çêbûn jî, ku berê PKK bilind kirîbûn wek xwe man, lê tiştê ku bû xweguncandina bi pilanên navnetewî re bû û her weha têkçûna dostê ku derfet hebû piştgiriyê bike. Di dawiya 1990 de, Soviyet têkçû, di despêka sala 1991 ê de, pirojeyên Ibrahîmî dest pê kirin û pişt re jî guherîna Rojhilata Navîn. Li gora van pirojeyan vegera netew û dînên herêmê li ser koka xwe ya berê û têkbirina netewperestên yên bêkok ku herêm li wan hatibû parevekirin û dewletên pîç ku hatibûn avakirin. Ne ew netew li herêmê hebûn û ne ew dewlet hebûn û netewên ku hebûn jî ne xwediyê wê xakê bûn. Bi awayekî din netew û dînên kevin dê bibin xwediyê xaka xwe. 

Di vir de, serok Öcalan pirsa nûjeniya demokrasî û netewa demokrat da pêş bê ku hizrê bingehîn „Yekîtî û serxwebûna Kurdistanê“ biguherîne. Yê ku bixwaze bi firehî li ser Manîfesto bixwîne, ji kerema xwe li analîza hêja Mahabad Felat, ji xelek 1 heta 3 û hin analîzên din jî di Amida Kurd de bixwînin: https://www.amidakurd.net/ku

Tiştê hat guhertin rê û awayê vê armancê bû ku lihevkirina me bi pilanên navnetewî re hesan dike.

Ji şerê li dijî daişê heta tunekirina PKK wek rêxistin û aşitiya bi Tirkiyê re

Derketina daiş pilanekî navnetewî bû ku ji destpêkê çirandina sînorên herêmê bû. Serkêşiya daiş Tirkiya dikir, di serî de ji Kurdistanê dest pê kir. Berê wan dan Şengalê û ji wir ber bi Kerkûkê û Hewlêrê û her weha Rojava heta ku li Kobanî asê man. Li wir hêzên navnetewî nas kirin ku pilanê wan dikeve metirsiyê. Vê carê hevpeymaniya navnetewi têkilî bi kurdan re danîn û di hema demê de, Tirk ji nav pilanê xwe avêtin. Di serkeftina Kobanî de, pilanê Mîsaqê Milî têkçû. Kurdên Rojava û Şengalê û Başûr ji qirkirineke teqez hatin rizgarkirin û ji wir û şûn ve xeyala 1500 salî ya Xîlafeta Islamî jî têkçû. 

Birêz serok Öcalan bi pilanekî navnetewî hatibû girtin û radestî Tirkiyê bûbû. Baş e çima hat girtin tevî ku pilanê wî hema mîna pilanê navnetewî bû? Tê bawerkirin ku berî hêzên navnetewî ji bo wî pilanî amade bibin, yanî berî wext dest bi pilanê xwe kir, li vir hêzên navnetewî tirsiyan ku pilanê wan têk here yan jî dereng bimîne. Dema pilanê navnetewî nêzîk bû, bi awayekî ji awayan pilanê wî jî kirin rê û li gora wan pilanan gava aşîtî û demokratiya Tirkiyê dest pê kir. Bi qasî ku mirovên fikir û ramanên birêz Öcalan baş nas dikin dikarin van encaman ji vê tegera aşîtiyê nas bikin:

-Birêz Öcalan baş dizane ku Tirkiya ber bi şerekî navxweyî ve diçe. Da ku gelê kurd ji wî şerî biparêze dixaze wî ji vî şerî dûr bike.

-Di xwest ku giraniya êrîşên Tirkiyê ji ser Başûr û Rojava rawestîne.

-Avakirina yekîtî û yekrêziya di nav kurdan de xurt bike.

-Li aliyê din ku Rojava bi cihê xwe yê giosiyasî û istratîjî dibe kilîta vekirina rizgariya Kurdistanê li her çar perçeyan û divê hemî hêzên kurdî piştgiriya vî perçeyî bikin. 

-PKK rola xwe heta niha baş lîst û ji niha û şûn ve divê xwe ji bo nûkirina ramanên nû û nûjeniyê amade bike û her weha navê terorê yê li ser kurdan dikare bê rakirin.

Di vê pêvajoyê de, Tirkiya hewleke mezin da ku kesayetiya birêz Öcalan bişkîne û nava wî û gelê kurd cudahiyekê çêbike. Bi axaftinên wî dilîşt û peyamên nerast derdixistin lê di wir de jî dewlet têkçû. Niha jî lîstikeke din dixwazin bikin, vê carê jî di rêya Rojava re û hem jî nêzîkbûna ji serok Öcalan re. Li aliyekî gurê boz Baxçelî hindik maye ku ew jî dirûşma: „Bê serok jiyan nabe“ bilind bike, helbet e bi niyeteke pîs û xirab. Li aliyê din ragihandina wan hewildanê dike ku general Mezlûm Abdî bê xwestin û têkiliyan bi rêya wî bimeşînin. Lê her du alî jî, aliyên her du serokan vê xefkê baş nas dikin û di rastiyê de siyaseta tevgerê bi tevahî hatiye guherîn û hemî bûne pisporên siyasî û şerê taybet. Dê bi tu awayî nekevin xefka Tirkiyê.