Romana Kurdî Heye,romana,kurdî,heye

Romana Kurdî Heye

A+ A-

 

 

Mijar: Romana Kurdî, nexweşiya rika hebûn û nebûna wê, pirsgirêkên romana Kurdî, Rexnegirî, danasîna wê û nexweşî û psikolojiya reşkirinê.

 

Armanc: Romana kurdî ji destên psikolojiya xwepiçûkdîtin, ya dagirkeriyê di pêvajoya salên bişaftinê de bê ku em hajî hebin, bi kotek û kodên „nebûnê û tinebûnê“ di paşxana mejiyê me de  daye rûniştin, derxistin,

bi wê ve girêdayî nexweşiya bi navê rexnegiriyê berheman reşkirin,

tengasiyên danasîna romanê û piyasaya kurdî bi sebeban re li ber çavan raxistine.

 

Şirove û vekirina mijarê

 

Em wek netew bi hezaran salan e, li qada şer, di bin nîrê bindestiyeke hov de hatine perçiqandin û piçûkxistin, bi bawerî, anor û rûmeta me hatî û tê lîstin, li gel kotekek wehş bê navber tinebûna me, tinebûna zimane me, tinebûna dîroka me, tinebûna welatê me, tinebûna denge me, tinebûna gotina me, tinebûne alfabeya me, tinebûna helbesta me, tinebûna çîroka me, tinebûn û tinebûn her û her wek sîleyekê li rûyê me dixin. Ev jî weke mînaka – 40 kes ji kesekî re bêje; „tu nexweş î,“ ew kes nexweş dikeve – di pêvajoya salên kûr û dirêj de bêku em hay jê hebin, di paşxana mejiyê me de rûniştiye, lema, çi mijar vebe, em bê ku li rastiya we bigerin û bibînin, bi peyva „tine, nabe, em nikanin“ û û û bersiv didin. Yanê êdî wek nexweşiyeke kironîk pêşkalê cihana derûniya me bûye.

Ev liserêmexistina bê dawî weke nexweşiya şizofrenî di mejiyê me de rûniştiye. Divê em quretî û psikolojiya qaşo xwe mezin û zana nişandayînê – Ez dizanim, tine – jî lê zêdekin. Ji ber vê sedemê jî serêşên me yên di kodên „tine, nabe“ de veşartî, dibe wek mijeke çavên me digire û têgîhîştina me difetisîne. Jiwê pirsgirekên me yên derûnî di her warî de hene û naqedin, xwerû jî di warê wejeyê de. Belê, ne tenê hin kesên dixwazin ku bi hin gotinên piçûkxistina berhemên heyî, xwe derxin pêş, mixabin ku hin kesayetiyên tên nasîn, di nava civakê de hetanî radeyekê cihekî wan ên giranbiha hene û em jê re rêzdigirin jî, dema mijara Roman yan jî berhemeke wêjeyî tê pirsîn, li hemberê mîkrofonê bê ku li encama gotinê bifikire, weke derkirina encama nexweşiyê şiraq dibêje „Romana Kurdî tine!“ Hopala! Kurt û kurmancî mijar ne hebûn û tinebûn e, yê gotî kî dibe, bila bibe, mijar mijareyeke psîkolojîk, pirsgirekê derûniya nexweş e.

Min bi xwe nêzîka 200 romanên kurdî – kurmancî, hima bigire hemû berhemên kirmanckî (Zaza) xwendine. Mixabin ku min tenê du berhemên Soranî (bi soran) xwendine. Min gelek jî redekte kirine. Li gel wan min li dora heştê romanê jî, bi forma danasîn û rexeneyeke kurt di rojnameyan de daye nasîn. Min gelek romanên Tirkan, bi tirkî û romanên nivîskarên Alman bi almanî xwendine. Ez bi serbilindî û bi rikî dikanim bêjim, romana Kurdî ji romana tirkî serkeftîtir e. Ne kêmê romanên ewropîyan e jî. Ha çima Romana Kurdî di piyaseya netewî û navnetewî de olana ku tê xwestin venedaye, ne mijara qelsiya romana kurdî ye. Mijara belavkirin, ajansên wergerê, bi navnetewî ne nasîna ziman û nivîskariya Kurd, tîcaret, pîyasa zimanê Kurdî ye. Xwerû jî di van deh, pazdeh salên dawiyê de medya dîgîtal wek kelemekî bêkêr derketiye pêş berhemên wêjeyî. Mînak weşangerên Alman bi aşikarî dibêjin; „piyaseya berhemên wêjeyî ji sedî 50 / 60 ketiye.“ Dema yê Almanê ewqas ketibe, ji bo Kurdî kareset e.

 

Kelemên li pêş berhemên Kurdî

 

Gelek pirsgirêk, kelemên parçebûn û xetên siyasî li pêş weşanger û berhemen zimanê kurdî hene. Bê guman ya yekem bikaranîna du alfabeyên cûda ne. Ji % 99 ên xwinêrên bakurî nikanin bi alfabeya Aramî-erebî bixwînin, her wiha yên başûr jî alfabeya latînî baş nizanin. Li gel wê sînorên dagirkeran li ser sînga welatê me danîne, helwesta hin rêveberiyan ya li hemberê beşên din yên Kurdistanê jî wek malxirabiyan e. Mînak; ji bo weşangereke/î bakur bikane biçe başûr, divê nasekî weşanger yê nêzîkê rêveberiya Hewlêrê hebe ku ew bikane berhemên çapkirî bigihîne Başûr. Jixwe sînorên Rojava bi aliyê dagirkeran ve weke dîwarên girtîgehekê hatiye girtin. Li hin beşan nebûna dibistanên Kurdî, li gel wan nebûna saziyeke, yan jî pergaleke belavkirina berhemên Kurdî jî kelemeke mezin e. Mînak min tenê çend berhemên nivîskarên başûr xwendine. Piraniya bakuriyan nizanin ka nivîskar li beşên din (bê Rojava) hene, yan na. Divê mirov vê jî bi tîpên mezin lê zêdebike. Mixabin ku „komperestî, herêmperestî“ jî li ber qirikê ye.  

 

Piyaseya Cihanê û berhemên Kurdî

 

Min hin çîrokên xwe wergerand almanî. Ez bi xwe çûm ba çend weşangerên navçe (ne piçûk ne pir mezin). Piştî wan çîrok xwendin, gotin çîrokên wêjeyî ne, gelek baş in. Lê lê!!! Mixabin ku hûn di piyaseya Alman de nayên nasîn, hûn ne nivîskarekî îngîlîz in, ji wê em nizanin, ka wê were firotin yan na! Em ji bo tîcaretê pirtukan çap dikin. Em nikanin rîzîkoyê werbigirin. Li Almanyayê her sal bi hezaran nivîskarên Alaman berheman amade dikin, hin di nivîsandinê de ji nivîskarên Amêrîkan û Alman ên naskirî serkeftîtir in, lê ji ber ku nayên nasîn, nikanin têkevin piyaseya Alman. Di encamên hewldanan de, yan ji bo kovarên magazîn dibin nivîskarên Groschen Roman, yan jî dev ji nivîskariyê berdidin. Romana Yaşar Kemal „Memê Zirav“ wergerandine almanî, lê ti kes lê nanêre. Eger Yaşar Kemal Îngîlîz ba, wê rewş bi awayeke din ba.

 

Rola giyanê demê

 

 Min di xala berê de mînaka nivîskarên Alman yên nû dest bi nivîsandinê kirine, da. Em di paralêla wê de bê şirove û teoriyên kûr bi çend mînakên balkêş yên cihanê mijara giyanê demê zelal bikin. Her çendî romanên zevengî /şehwetê ji ber rewşa me, neketibe piyaseya me jî, vê deme li cihanê bi giranî mijareyên zevengî (şehwetê) derketine pêş û tên girtin. Mînak; romana li cihanê herî zêde hatiye firotin û fîlma wê hatiye kişandin, romana  nivîskara Îngîlîz E. L. James ya bi navê „Fifty Shades of Grey“ (pencî sersîkirinên Grey) ye. Li Almanyayê jî rengek wisa heye, em bi du mînakên balkêş mijarê li ber çavan raxînin. Romanên Gunter Gras ku gorbihuşt Gras xelata Nobelê jî wergirtibû, li dor 400 000 - 700 000 dihat firotin, lê romana niviskara Alman Charlote Roche ya zevengî ya bi navê „Schossgebete“ (Duayê Hemêzê) ku bi aliya rexnegirên Alman ên navdar ve weke „letste Dreck“ (qirêja herî dawiyê /pîs) hatibû binavkirin 6 mîlyon hate firotin. Ango gelek caran ji romaneke baş bêtir, piyaseya demê û ya zimanê roman pê hatiye nivîsandin girîng e.

 

Mijara Rexnegiriyê

 

Yên dikane romanan derxe pêş; yek çapemenî, yan jî bi zimanekî zelal danasîn û reklam e. Ji bo baş zelalkirinê, em di vir de gotina têcirekî Cihû bikarbînin. Têcir dibêje: „Eger sed panotê te hebe, 99  panotan têke reklam, panotek sermaye bes e!“ Ev derfetên aborî yê me Kurdan xwerû yê nivîskarê Kurd hima bigire hîç tine. Hin malper vê bikin jî, nagihîje tevahiya civakê. Hin malperên Kurd  jî tenê reklema yên derûdor yan jî yên dostên nêzîkê xwe dikin.

Mijareya din jî rexnegiriye. Di me de rexnegirên koman, yên herêmî, yên heval û dostan hene. Lê rexnegirên bi çavekî bêlayan bê kom û heremparêzî li her nivîskarî wek hev binêre, hima bigire tine. Li gel wê yên heyî yan bi dijminî reş dikin, yan jî bi pesnê derdixin ezmanê heftan. Ev jî pêşî li danasîna hin berhemên hêja digire.

Ev hê ne bes e, piraniya rexnegiran anegorî têgîhîştina herêma xwe li mijareyan dinêrin, yan jî berhemê dinirxînin. Mînak: Hin rexnegir peyva „şîrîn“ wek „şêrîn“ dizane, anegorê wî peyva şîrîn xetayeke rastnivîsandinê ye. Lê di rastiyê de rengdêra „şêrîn“ tiştek din e. Mînak; deme ez wiha binivîsim; „Keça min şêrîn e!“ yanê kaça min gernas e, wekî şêr bi hêz û bê tirs e, ji vê wêdatir ti wateyeke xwe ya din tine. Lê ew vê nizane, ew peyva şîrîn wek şêrîn dizane. Dema ez „çarşî“ binivîsim, ewê bibêje; „ev Tirkî ye“ nizane ku çarşê ji Xoriyan /Horiyan ji me re diyarî maye, Mînak Çarşîxelta /Çarşikelta (bajarê nava kelehê) Tirkan ji me wergirtiye. Ew tenê „sûka“ erebî dizane. Ez „devhêran“ (gotin gerandin, galagal û xeyba kesan kirin) binivîsim, ewê ji vê re heremî bêje. Ez di cihê Fön yan jî perikên li bakirinê de „baweşîn“ binivîsim, ewê bêje, te ev çêkiriye. Lê nizane ku ev di stranên gel yên dused sêsed sal berê de derbas dibe. Dema nivîskarekê/î awayê vegotina çîrokbêjiya Kurdî bikarbîne, wê kevir û kuçan lê wer bike û bêje ti çima wekî îngilîzan nanivîsînî!... Eh deme rexnegir ev kes bin, malik li berhemê dişewitînin û qaşo rexneyê diguhezînin dij bangaşiya berhem û nivîskar.

Bi gotineke kurt û kurmancî pirsgirêk ne roman e, pirsgirêk ji aliyekê ve jî rexnegir e, bi têgîhîştina herêmparêzî û komparêzî nêzîkê berheman bûyîna rexnegir e.

 

Mijara Nivîskarên nijadkurd (!?)

 

Xwenda û nivîskarên nijadkurd yên ketine xizmeta dagirkeran ne nû ye. Ev bi serkarî û zimanê Serdest re tîkildar e. Gelek kesên xwende bi rêbaya siyasî ya demê ketine xizmeta Serdestan. Mînak: Selmanî Faris /Kurd di pêkanîne Quranê de roleke bingehîn lîstiye. Gelek muzisyenên di qesra Ebasiyan de, di nava wan de derbiderkirina Ziryab, Mola Guraniyê di xizmeta Fatîh Sultan Mehmet de. Nîzamî Gêncewî yê bavê mesnewiya Farsî, Fuzulî û gelekên din. Mînakek jî Şêx Riza Talabanî (1831-1910) ye. Wî bi erebî, Farsî, Kurdî û Osmanî nivîsîye.

 

Ji ber ku di salên 50, 60 û 70 yî de li hin beşên Kurdistanê derfetên bi kurdî nivîsandinê nebû. Piştê komkujiyan, bîra Kurd hatibû şikandin, li gel wê hestê netewî hê negihîştibû wê asta ku bikane bibe çirûskek hêvîyê. Bi zimanekî din bi awayê tê xwestin di rojevê de nebû. Bişaftin hetanî radeyekê rûniştibû, bi vê rêbayê gelek kesên xwedan heredariyên nivîsandinê xweber berê xwe dan zimanê dagirkeran. Em ji bakur çend navan bidin: Yaşar Kemal, Ahmet Arîf, Cemal Sureya, û û..

Di gelek nirxandinan de zelal dibe ku yên bi Tirkî dinivîsînin di nava du nasnameyên cude de tên û diçin. Kovara „Yasakmeyve“ hêjmara xwe ya çile – sibat 2004 ji bo vê mijara Kurdên ku bi tirkî dinivîsinin veqetandiye. Her wiha di heman demê de rojnameyên din yen tirkan jî bi hestên şovenîzmê nêzîkê vê mijara kurdên bi tirkî dinivîsîne bûne. Yanê her hewldane ku wan teşvîkê nivîsandina bi tirkî bikin.

Psikolojiya kesên bi zimanê dagirkeran dinivîse gelek caran xwe di helbest û nivîsên wan de wek kodên êşê dide der. Biyaniyên dikanin ji nivîsan rastiya nivîskar bixwîne gelek in. Rojnamevan û nivîskara Fransiz  S. Cavaillés ji vê rawşa Kurdên ku bi tirkî helbest û pexşanan dinivîsinin wiha dinirxîne: „Qedexeya kurdî, di divêtiya tirkî nivîsandinê de mayîna van wêjewana di berhemên wan de wek „şikestinekê“ xwe dide dest.“ Yanê bixwenebawerî, tirs, êşa dubendî di nava sewaneyên wan de xweber diteyîse.

Li aliyê din ew nivîskar û helbestvan, bi sedan gotin, biwêj, gotinên pêşiyan, awayê axaftinan, formên hevokan, çîrok, metelok, biwêj, têkiliyên germ yên navmirovî, her wiha gelek anane û kevneşopiyên gelên kurd jî bi werger û nivîsandinê dikin xizmeta zimanê dagirkeran. Em li Bakur û Rojava weke mînak du kesên navdar bigirin.

Aliyê Yaşar Kemal yê baş ev bû: Kurdiya xwe û ji kurdî wergirtina xwe ti car înkar nedikir, wî di gelek hevpeyvînên xwe de wiha ragihandibû: „Aliyê min ê herî dewlemend ev bû; min bi qasî ku sûd ji zimanê Tirkî û derfetên vegotinên Tirkî wergirt, ewqas jî derfetên minên kurdî jî hebû, jiwê min herî kêm ewqas sûd jî ji Kurdî wergirt.“ Em dizanin ku bi sedan kesên ji kurdîtiya xwe diravin, îro bi derfetên ziman û çanda kurdî di xizmeta zimanê tirkî de ne û her tiştên me dikin xizmeta tirkî hene. Heta lêkera tirsîn ê jî kirne xizmeta tirkî; „ben tirstim!“

Nivîskarê hêja rêzdar Cihan Roj, li ser peyv, biwêj û hin formên Yaşar Kemal ji kurdî girtiye û kiriye xizmeta ziman û wêjeya tirk, lêkolîneke hêja pêşkêşê xwinêr û lêkolîneran kiriye. Em ji wê lêkolînê çend mînakan bigirin:

...

“AĞZI AŞAĞI” “deverû”

“AĞZI AYRIK KALMAK” “dev vekirî”  

“ATLAR TEPİŞİR ARADA EŞEKLER ÖLÜR.”  Ker dikin hesp dixwin.

“BAĞIR DÖĞECEKLER” Ê rojekê li sîngê xwe bixe, ez niznaim ew roj kîjan roj e

 “PEL PEL BAKMAK” Pêl pêl nihêrîn

“BİR İPLİK ÇEKSEN KIRK YAMA DÖKÜLÜR.” Takî jê were kişandin hezar pîne jê diweşin.

“ELİN AĞZI TORBA DEĞİL Kİ ÇEKE BAĞLAYASIN” Devê xelkê ne çewal e ku merû bidirû “GERNEŞMEK” girnewkî bûn

“KAN TERE BATMAK” Di nav xwîn û xwêdanê de mayîn

“KAN UYKU” Ketina xewa xwînê

“KERME” kerme

“KESSEN BİR DAMLA KANI AKMAMAK” Tu kêrê lêxî, dilopek xwîn jê naçe 

“KIRAK” qerax

“KULUNÇ” qolinc

 “KURDUN AĞZINA KAN DEĞMEK” Gurê dev bi xwîn

“KÜNCÜ” kuncî

“KÜRNEK” kurn

…...

Her çendî Yaşar Kemal ti carî kurdbûna xwe û ji kurdî û wejeya kurdî sûdwergirtina xwe înkar nekiribe, mijare û naveroka romanên Yaşar Kemal ji jiyana Kurdan be jî, ew bi berhemên xwe di xizmeta zimanê tirkî de ye. Mirov nikane wek wêjewanekî Kurd destnîşan bike.

Mijara Selîm Berekat. Ez dizanim wê bi vê nivîsê gelek kes êrişê min bikin, hele yên bêhna erbî jê tên. Ti tiştek Selîm Berekat ne Kurd e û ne jî kurdî ye, pirtûkên wî nekirin û nexwînin. Min di derbarê wî de dîtinên gelek kesayetiyên Rojava girt û min bi xwe jî lêkola. Camêr bê çend gotinên biyaniyekî jî dizane, kurdî nizane. Tim gotiye; „zimanê erebî mala min û giyana min e.“ Di romanên xwe de hin navên Kurdî yan jî karekterên kurdî bikaranîn nayê wê wateyê ku naveroka berhemên wî kurdî ne. Peyva „el ekrad“ erebî jî wekî gotinêtirkan û farisan e, yanê dixwaze bêje Kurd ereb in. Di hemû fîlm û rêzefîlmên Tirkan û mijareyên qeşmerîyên Tirkan de jî navên Kurdan weke „Remo, Memo, Heso, Sila û û“ tên bikaranin. Hem jî yen bikartînin ne Kurd din. Nivîskarê Alman Karl May jî di roman Xwe ya navdar „Durch Wilde Kurdistan“ (Di nav Kurdistana hov re) de behsa hin cihwaran dike û hin navên mirov û heremên Kurdistanê bikartine. Ya herî girîng jî navê Kurdistanê bikartîne. Niha em rabin ji ber vê bikaranînê bêjin Karl May Kurd e? Na. Bi gotineke hişk Karl May çiqas Kurd be, Selîm Berekat jî ewqas Kurd e. 

Em bi vê boneyê bi kurtî mijara roman çi ye jî, vekin:

 

 

Têgîna „Roman“ ê û destpêka romanê

 

Peyva „Roman“ ji fransî derbasê zimanên din bûye. Di bingehê xwe de ev peyv tê wateya vegotinên helbestî, mesnewî û pexşanan. Yanê mesnewiyên ku nivîskarên Kurd yên klasîk ên bi Farsî û Kurdî nivîsîne, bi gotineke din mesnewiyên Nîzamî, Fizulî nivîsîne jî dikeve vê beşê. Romanê dû re rengê xweyê îro wergirtiye.

Li cihanê ji bo peyva „romanê“ hin navên din jî tên bikaranîn. Mînak; di zimanê îngîlîzî de herî zêde peyva „Novel“ ji bo romanê tê bikaranîn. Di almanî de xwerû di nava rupelên gelek kovarên magazîn de peyva „Groschen Roman“ yanê „kurte roman“ jî derketiye pêş, ev „Groschen Roman“ tenê du yan jî sê rûpel in, yanê vegotinên pir kurt in. Di ronahiya van şiroveyên li ser destpêka romane de em dikanin gelek çîrokên weke Ferhat û Şîrîna Nîzamî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, her wiha destanên gel weke Cembelî, Siyabend û Xecê, Derwêşê Evdî û yên di forma mesnewiyên de ji di nava vê çarçoveya romana destpêkê de binirxînin.

Hêjayê gotinê ye ku em bêjin; gelek kesayetî çirokê weke berhemên koçerî û yên gundan, romanê jî wek forma vegotina bajariyan vedinivîsînin. Qelsî û serkeftina romanê jî bi teşe û awayê pêşketina bajarvaniyê ve girê didin. Lê di gelek romanan de jiyana herdu aliyan jî heye.

 

Forma berfireh, yan ji romana kemilî

 

Romana berfihtir tê venivîsandin, yan jî encama pêşketina romanê ya îro bi giranî bi van xalên min li pey hev rêzkirine, tê şirovekirin.

 

Vegotina bi awayê berfireh (long piece of written fiction)

sêwirandinên mijareyên pêkhatî (fictional events

avakirinên kompleks (complexity in structure)

çîroka bi gelek xelekan (complex plotlines)

hebûne gelek karekteran (plurality of characters)

li pey hev rêzbûna perspektîfan (change in perspective)

di ber çavan re derbaskirin (flashbacks)

pêşdîtinî (forecast)

karekterê sreke (protagonist)

 

Dema di pexşaneke dirêj de herî kêm nîvê van xalên jor hebin, mirov dikane bibêje ku ew roman e. Ev ne qelsiya romanê ye, di romanê de hûnandin û vegotin girîng e.

 

Di destpêkê de roman

 

Mirov li her welatî rastê pêşketin û vegotinên cûda tê. Bêguman ev rewş bi pêşketina civaka wan gel û welatan re têkildar e. Her wiha li her welatî pêvajoyên cûda yên pêşketina romanê jî hene. Roman di destpêkê de cihaneke xwedan avahiya hêsan, xweşikî, evinî, başî, her wiha baweriyeke dilsaf û zimanekî hêsan bû. Bi aliyê lêkolîneran ve bi giranî „Donkişota“ Cervantes weke destpêka vê romana hêsan û klasîk tê destnîşankirin. Ew roman wekî serdema çîrokên dirêj yên di nava gelê me de ye. Heta çîroka Şêxmûs û Sindiyan, Rustemê Zal, Tevahiya strana „Dewrêşê Evdî“ Destana Memê Alan ji romanên sedsala 19. û destpêka sedsala 20. yên ewropiyan pir pir pêşketîtir û berfirehtir in, bes wê demê ne nivîsandî devkî bûn. Di vegotina wan de hin cudahî hene. Ew jî ji cûdabûna pêşketin û xwezaya me û wan tê. Mînak; min di romana „Serwerê Med Aştiyago“ de forma vegotina destana „Memê Alan“ bingeh girt.

 

Romana dema modern yan jî lêgerînên cûda

 

Ev awa nivîsên wêjeyî xwerû bi teoriya Freud û pêşketina psikoanalîzê reng wergirt. Romanên bi vî rengî ji lixwegerînê bigire, hetanî lêgerînên derê têgihîştinan di naveroka xwe de wer digire. Ango di romana modern de hin formên demên berê yên di romanên rastiyên jîyîne, xwezayî û romantîk de hebûn, hatin guhertin. Dema mirov dixwîne wan cûdahiyan bi zelalî dibîne. Di romana demê yan jî modern de, monologên hundirîn, herikîna têgîhîştina hişmendiyê, bê navber tiştên di mejî re derbas dibe, bê rêz û nijinandinekê li pey hev rêzkirin heye. Li gel wê hêlîdanên bîranîn û pêşdîtinan bi egerên wan ve bi hev ve girêdan û her wisa formên xemilandinê jî cuda ne.

 

Romana Postmodern

 

Di vê awayê romanê de naverok û teşe ji romana modern diqete. Bi formeke wisa tê nivîsandin dem û cîh bi kar nayne, li ser têgîhîştina xwinêr dihêle. Bi giranî li ser gotin û biwêjan lîstin bi rengên din teyîsandin heye, nivîskar hewl dide ku bi rêya van lîstikan dîtinên cûda ragîhîne. Lema dema xwinêr dixwîne, mîna ku metnê ji nû ve binivîsine, yan jî bi xwe avabike digîhîje encamên cûda. Her wiha nivîskar dikane li metnên berê vegere û wê li ser xeteke din bi rengê metneke din ragîhîne xwinêr. Gelek caran darezandin û li bersivê gerîn li ser xetekê yan jî li gel hev dimeşin.

 

Hin çavkani

 

https://www.studienkreis.de/englisch/roman-merkmale-novel-genres/

https://lektuerehilfe.de/merkmale-textsorten/epik/roman/der-moderne-roman

https://modern-roman.nedir.org/

https://www.turkedebiyati.org/edebiyat_akimlari/postmodern-edebiyat.html

https://xwebun.org/romana-kurdi-tune-ye/?fbclid=IwAR0ewBcz0-Ig2Xwj50ezpCwSGqeplzjg9EHWc3SAL0NzWSd-lhuJKeJjHA4

https://www.hurriyet.com.tr/turkce-yazan-kurt-sairler-212775

http://turkoloji.cu.edu.tr/pdf/salih_ucak_seyh_riza_talabani_turkce_siirler_hiciv.pdf

https://www.birgun.net/haber/turkce-ve-kurtce-kiriklikla-ve-kirginlikla-iliski-161129

Gotinên kurdî yên di berhemên Yaşar Kemal de  -  Cihan Roj

 


Gotinên miftehî :