Romanên Dîrokî,romanên,dîrokî

Romanên Dîrokî

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Ma mafê nivîskar heye ku pîrozwerekî bibe ber lingê xwînxwarekî?

 

Zanyar bi giranî romanên dîrokî wisa şirove dikin: „Nivîskar; ji bo romanên dîrokî; mijarê ji alav û agahîyên dîroknas û arkeologan digire, li ser tiştên nayên zanîn sêwirandina xwe avadike û careke din wê bûyara dîrokî bi sêwirandinên xwe re pêşkêşî bala mirovan dike.“

 

Di romanên dîrokî de mijarên sêwirandî û serbest hene, bes divê giyan û jiyana wê serdemê rast biteyîsîne. Yek jî mijareyên li ser kesayet û bûyareyên tên nasîn û rast hene, di nivîsîna vî awa romanî de divê mijara bingehîn li ser lêkolînên rast rûne, lê şirove berfirehkirin, karekterên alîkar, bûyareyên di nava karekterên alîkar û karektere sereke de rûdidin, dikane li ser sêwirandina nivîskar bimîne. Lema Zanyar bi giranî dibêjin; Romanên dîrokî di navbera rastiyên dîrokî yên tên zanîn û yên tên sêwirandin de reng digire.

 

Weke mînak: Dema em romana Zerdeştê roştî binivîsînin, divê em dîroka wê baş bizanin. Her wiha divê em bikanin xalên jiyana Zerdeşt bê kêmasî li pey hev rêz bikin. Li gel wê divê em baş bizanin; ka „Kavî Vîştaspa“ kî ye, kesayetiyekî çawa ye. Ji bo vê jî divê nivîskarên Kurd herî kêm xebata Dr. Ezîzê Cewo „Zerdeşt Pexember rûpelên dîroka wendabûyî“ xwendîbe û têgîhîştibe. Yanê Romana dîrokî ya li ser Zerdeşt bi derewên Fîrdewsî nayê nivîsandin. Ji ber ku ti têkiliya derewên Fîrdewsî û jiyana Zerdeşt bi hev re tune. Hele Goştaspa /xwînxwareke bê perwa ye. Ti kes nikane baweriya xwe bi keseki di bin siya kujêr de bîne. Hişmendiya vê mijarê dijê baweriyê ye. Bêguman nivîskar karekterên alîkar, cîh, bûyarên di navber Kavî Vîştaspa û Zerdeşt de pêk hatine, bi xwe diafirîne. Yanê di van mijareyan de sêwirandin bi nivîskar ve girêdayî ye.

 

Min çawa wek xala yekem vekiribû, bêguman hin mijareyên dîrokî jî hene, tenê dikane li ser sêwirandina nivîskar bimîne. Weke mijara „Herpago!“ Nivîskar bê ku wî wekî qehremanekî mafdar û giyanwer, yan jî rêberekî netewî nîşan bide, lê wek kesayetiyekî di nava îxanet û ne îxanetkirinê de bigire dest û binivîsîne. Yan jî qehremanekî din. Herwiha mirov dikane karektereke sereke biafirîne ku ew bide pey rûdanên dîrokî, yên nehatine çareserkirin. Mînak wek romana Wolf Kunik „Der Katalane“ (Gernasê Katalonya)

 

Di wejeya Alman de romanên dîrokî wiha tê venivîsandin: „Ji bo romana dîrokî pêvajoyeke dîrokê tê hilbijartin, nivîskar bi hemû awayî hewl dide ku jiyana wê pêvajoyê bi hin sêwirandinên xwe ve li ser bingehên rastiyên dîroka wê demê rabigîhîne xwinêr.“

 

Yanê di romana dîrokî de rastiyên dîrokî nayên belovajîkirin, anegorî daxwaziyên hin derdoran kesayetên wê serdemê nayên guhertin. Xwînxwar nabin mirovên herî baş û herî pîroz, her wiha xwediyê pêkhatinên demê jî nayên înkarkirin. Lê şer, evîn, hestên derûnî, daxesî û nakokiyên heyî, li ser bingehê sêwirandin û xwejîna nivîskar tên berfirehkirin û xemilandin. Yekê van rastiyan nizanibe û binivîsîne, ew li dîrok û kesayetiyên dîrokê heqaret dike û ji şaş têgîhîştinan re rê vedike. Heta li welatê wek welatê me dikeve xizmeta şovenîzm û nijadperestiya dagirkeran.

 

Hin awayên romanê dîrokî

 

 – Mirov dikane karekteran biafirîne û hin bûyarên dîrokî li ser jiyana wan karekteran ragîhîne bala giştî, ango sêwirandineke serbest û xewjînî. Lê divê şêl û pêla karekteran û têgihîştina wê demjiyanê baş ragîhîne. Mînak: Ali Husein Kerim, bi navê „Bazos“ karekterek afirandiye, li pey bûyarên dirokî ketiye.

 

 – Romanên dirokî yên li ser kesayetiyên dîrokî xwedan hin taybetiyan e. Divê reng û rastiyên wan kesayetiyan neyên guhertin, bes dikane bi sêwirandinan were xwirtkirin. Yan jî bi karekterên alîkar hin bûyarên wê serdemê werin vekirin.

 

Mirov di romanên dîrokî de nikane Kleopatrayê bîne, têke hemêza Omer bîn Xattab, Her wiha mirov nikane kesayetiyeke wek Zerdeşt bibe ber lingê xwînxwarekî wek Hystaspa /Goştaspa, ev dibe reşkirin û belovajîkirina tevahiya dirokê. Lê dibe Ayetullah madalya bide. Yên ku ji bo madalya Ayetullahan dinivîsin, bila kerem kin.

 

Çima ev mijar?

 

Min bihîstiye ku kesekî tê nasîn, di romana xwe de nirxeke payeberz û pîroz daye Xwînxwarê heram Goştaspa /Hystaspa. Ev rasterast li Zerdeştê roştî, hemû Medan û hemû Kurdan heqaret e. Carê Zerdeştê Roştî herî kêm 25 sal berê bûyîna Hystaspa çûye ser dilovaniya xwe û fîlozof û mirovekî herî pîroz yê wê serdema dîrokê ye, lê mixabin ku wî nivîskarî Zerdeşt biriye ber lingê Hystaspa û alîkarî ji wî daye xwastin. Yanê wekî ku mirov gorîyekî bibe ber lingê celat û celat pîroz nîşan bide. Bê vê ti wateyeke din ya vê rastiyê tine. Mafê nivîskarekî tine ku vê bike.

 

Faris /Persan kengê baweriya Zereştî pejirandine?

 

Ji bo vê em berê mijara farisan vekin, faris kî ne? Li ser bingehê farisan angaştên cuda hene.

 

Angaşt 1. Pers ji Arattî ku eşîreke gelê Arî bû tên, Arattî ji nava Dariyan hatine li eyaleta Fars ya îro bi cih bûne, li Pasar Gedehê mîrîtiyeke avakirine, bi awayê strapiyek bi Medan ve grêdayî bûne. Piştî îxaneta Herpago û hin eşîran, Pers li hember Medan bi ser ketine.

 

Angaşt 2 – Tê îdîakirin ku eşîreke ji nava welatê Rûs û Ukrayna tê, hetanî Afganîstan diçin, di nava Dariyan de dimînin, devoka xwe û dariyan têklihev dikin û dû re jî, peyvên rêvebirî, leşkerî ji Medan û Elaman werdigirin û persiya iro pêk tînin. Lew re persî û zimanî Tatî (tete) ya li Daxistanê tê axaftin û anatomiya mirovên wan herdu gelan hev digirin.

 

Angaşt 3 – Tê gotin ku Pers eşîreke Hîndiyan bûye, hatine nav sînorên Afganîstan û Pakîstana îro, ji wan re „Hazaran“ dihat gotin. Ev Hazaran îro jî li Afganîstan û Pakîstanê hene. Dîsa tê gotin ku ezbeta eşîra Hazaran ya bi navê Axtî, (Aratî, Artî) ji wan qetyane, hatine eyaleta Fars ya îro. Dîsa îdiaya navê Axamenît, ji axtî tê, kesek wisa nejiyaye, yan jî Axtî axayê wan bûye, heye. Bes tê zanîn ku di dema Teipê de rengê mîrîtiyeke piçûk werdigirin, Kuroş I. ê kalikê Kuroşê II. (mezin) ê lawê Kambîs I. hineke din reng didiyê. Piştî Kuroşê mezin bi ser dikeve jî, nav û dengê wan tê bihîstin. Her tiştên Medan û Eleman ji xwe re dikin mal. Mînak Hans Wagner wiha dinivîse: „... Pers/ Fars hatine derbider kirin, eşîrên wan li Hîndîstanê geryane, bi sedan salan pey re vegeryane...“

 

Têbinî:

 

Divê Mirov Parsiyên di dema Tomrîsa de hetine derbiderkirin û çûne Hîndîstanê û li gel wê mirov zerdeştiyên di dema êrişên îslamê de çûne hîndîstanê û bingehê farisan têklihev neke. Lê dibe ku wan xwe li bingehê xwe girtibin.

 

Faris berê ku baweriya zerdeştî werbigirin û di dema Medan de xwedanê baweriyeke nêzîkê baweriya Hîndiyan bûn. Di nava xwe de dizewicîn. Yên baweriya Farisan ya berê Zerdeştî bi baweriyên bakurê Hîndîstanê ve girê didin jî hene.

 

Darios I. ji bo ku bikane Zerdeştiya weke çeka giyana Medan ku bingehê serhildanan bû, ji destê Medan derxe. Dema Persepolîs avakir. Berê wêneyê xwe di nava Faravaharê de bi cih kir, ew kir sembola şahînşahiya Persan. Û pişt re jî bi zorê dînê zerdeştî dike xizmeta împaratoriya xwe. Yanê Hystaspa ti car baweriya Zerdeştî nepejirandiye, bi baweriyeke naye zanîn, ji vê cihanê qeşitiye.

 

Goştaspa /Hystaspa kî ye?

 

Di her çavkaniyê de heta di ansiklopediya îslamê de jî dinivîsîne ku Hystaspa /Goştaspa bi tevê kurê xwe Darios I. hemû serhildanên Mediyan di nava xwînê de fetisandiye. Li aliyê din, Ksitas Von Kîndos dinivîsîne ku keça Aştiyago ya ji Alyanîse, ya bi navê Xormada /Xormedya bi kurê serokê eşîra Magan (neviyê Keyxwidayê Aştiyago) re zewiciye, kurek wê hebûye, di dibistanên Magan de veşartine û perwerde kirine. Goştaspa /Hystaspa bi fermana Kuroş II. di ser bi dehan Mihrgedehên Zerdeştiyan de girtiye û bi dehan dibistanên Magan/Zerdeştiyan di nava xwînê de difetisîne. Yanê Kujêrê zarokên Zerdeştiyan e. Ev zarok yan jî neviyê Aştiyago dû re bi navê Gaumata /Gaumada (Ev îro jî bi navê Gomerd, comerd, Gamor, Gayê Mardo wek çîrok di wêjeya gelê Kurd de dijî.) Gaumada di dem Darios I. de bi tevê Fravartîş pêşengiya serhildanên Medan werdigire. Romana min ya bi navê Serwerê Med Aştiyago li ser vê mijarê ye.

 

Anegorî daneyên ku dîrokzan pê bawer dikin; Zerdeşt di navbera 640 – 590 berê Mîladê de jiyaye. Dema Zerdeşt diçe ser dilovaniya xwe, hê Goştaspa /Hystaspa nehatiye dunê. 20, 25 sal li pey kiras guhertina Zerdeşt jî ew heramê Goştaspa /Hystaspa tê dinê. Anegorî daneyan Hystaspa di navbera 565 – 485 berê Mîladê de ev cihan herimandiye.

 

Baş tê zanîn ku Hystaspa ji fermandarên Kuroş yê herî zalim bû, Kuroş bi fermandariya wî dikeve qesra Medan „Qesra Rojê“ û her derî tar û mar dike. Ji bo ku bikane Aştiyago bigire, Zevayê wî Spîtamayê II. ku ew kurê keyxwidayê Aştiyago ye, digirin Spitamayê II ji malbata serokê eşîra Magana e. Tevahiya dibistanên Magan /zerdeştiyan di destê eşîra magan de bû. Li pey jî Keça Aştiyago „Xormada“ digirin. Lê Xormada bi jîrî ji destê Kuroş û wî heramê Hystaspa xwe xilas dike û xwe di zinêr de davêje. (li Ksitas Von Kîndos  binêrin) Çawa me li jor nivîsiya Hystaspa di dema şahînşahiya kure xwe Darios I. de jî serhildanên Medan di nava xwînê de dixeriqîne.

 

Di hin daneyan de tê ragihandin ku Hystaspa di sefera ser Massagetan de jî serfermandare Kuroş e. Tomrîsa serê Kuroş I. jêdike, dike meşka xwînê, bi tevê laş Kuroş li kerê bardike û dike pêşya generalên Kuroş û dişîne. Dibe yê ku bi teriya kerê girt û termê Kuroş bir jî Goştaspa /Hystaspa be! Yanê divê mirov şerm bike, payeya başiyê nede Goştaspa

 

Goştaspa /Hystaspa her bi xewna şahîşahiyê jiyaye. Ti car nebûya şahînşah. Lê Hystaspa û kurê xwe Darois I. bi dek û dolaban berê kurê Kuroş II. (Kuroşê Mezin) ê piçûk û baqil „Bardiye /Simartîs“ dikujin, Li pey jî Kurê Kuroş yê mazin Kambîsê II: ku li pey Kuroş bûbû şahînşah di sefera Misirê de didin kuştin. Lê ji bo ku Darios bikane bibe şahînşah divîbû bi keça Kuroş II. Atosa re bizewiciya. Wê ji bi dekpaziya qiralîçebûne bi Darios I. ve girê dide û bi wî awayî Xewna Hystaspa pêk tê û Kurê wî Dariyos I. dibe şahînşah û zarên Darios şahînşahiyê didomînin.

 

Kê Hystaspa pîroz nîşan da?

 

Helal be ji gelên din re her dem keçelokên xwe, weke şahmêr û camêran, xwînxwarên xwe weke pêximber û pîroziyan nîşan didin û pîroziyên gelên din jî weke xwînxwar, gunehkar û tewanbar lanse dikin. Fîrdewsî di mesnewiya xwe ya bi navê „Şahname“ de du tişt kirine. Yek Aştiyagoyê wek ferîşte, sembola başî û Ameşa Spenta (Li Kîropedya Xanephon binêrin) weke cinawir, wehş nişan daye û jê re „Azli Dahaka“ gotiye. Ya dudyan xwînxwarê farisan Goştaspa /Hytaspa jî kiriye ferîşte û peximberê cihanê. Ango Gûştaspa yan jî Gostasp /Hystasp di Şahnameya Fîrdesiyê de bi vî rengî derbas dibe. Mixabin ku kesekî tê nasîn jî, bi ser bilindî ev bêbaviya Fîrdewsî kiriye, weke çavkanî girtiye û Xwînxwar Hystaspa bi awayê Kavî Vîştaspa nîşan daye.

 

Firdewsî ki ye?

 

Fîdewsî bi navê xwe yê dirêj: „Abu ´l Qasimî Firdausî“ ye. Di sala 940 piştî Mîladê hatiye dinê. Li Baz (Tabara Tus) Parêzgeha Mahşedê hatiye dinê. Helbestvan e. 60 000 bend di forma mesnewî de nivîsîye û ji bo vê pere û pûl ji Mehmudê Xezneyî girtiye.

 

Ew nijadperestek faris e. Her tiştê baş ji şahînşahên Farisan yên berê xwe re kiriye mal. Mînak di malîkek de dinivîse ku Zerdeş hatiye ba Guştasp, Guştasp lê xwedî derketiye. Zereşt jGoştasp re „Kavî Vîştaspa“ gotiye!“

 

Fîdewsî ne dîrokzan e, ne arkeolog e. Lema jî cidi nayê girtin, ti dîrokzanên hişmend jî, serî li dîtinê wî nadin. Mixabin ku camêrekî Kurd yê tê nasîn romanek li ser Zerdeşt amadekiriye û Fîrdewsî wek murşîdê dîrokî bingeh girtiye. Lema min di facebooka xwe de li ser vê mijarê nivîsiye, beşek nivîsê wiha ye.

 

Camêr Fîdewsî bingeh girtiye. Hem jî ji asîklopediya îslam girtiye

 

Mirov ne Fîrdewsî, mirov çîrokên Kurdan wek „Comerd / Gomerd /Gamor“ bingeh û ciddî digire

 

Pîroziya Goştaspa /Hystaspa dereweke yan jî xeyalek Fîrdewsî ye. Helal be ji mêrik re, bi vê gotinê, xilçek di mejiyê xwendayên Kurd de kutaye.

 

Ti têkiliya çîroka Firdewsî bi rastiya dîrokê re tine.

 

Ti dîrokzanên cihanê jî Fîrdewsî cidî nagire, bê hin Kurdên xwebaqil.

 

Fîrdewsî hewl daye ku xwînxwarê xwe bi her kesî şîrin bike.

 

Hystaspa wek Generalê Faris Qasim Suleyman xwînxwarekî bû. Dibe sibe wî jî, Qasim Suleyman wek qehreman bifiroşin xwendayên Kurd.

 

Yanê çîrokek vala ye.

 

Ti cudahiya bi gotinê Fîdewsî li ser Zerdeşt nivîsandin û bi gotinên Silêman Soylu li ser Selattin Demirtaş nivîsandinê tine.

 

Çîrokên Ayetullah û Erdoganan wek dîrok û pîroz dernexin pêşberê Kurdan.

 

Hin çavkanî:

 

Zerdeşt Pexember û rûpelên dîroka wendabûyî Dr. Ezîzê Cewo

 

Hemû çavkaniyên Romana min „Neviyê Aştiyago Gaumada“

 

Behistun-Inschrift (DB), Tafel 2, §35 In: Roland G. Kent: Old Persian-Grammar Texts Lexicon. American Oriental Society, 1953.

 

http://docplayer.org/37370258-Das-phantom-des-medischen-grossreichs-und-die-behistun-inschrift-von-robert-rollinger.html

 

https://www.academia.edu/1795751/Robert_Rollinger_Der_Stammbaum_des_achaimenidischen_K%C3%B6nigshauses_oder_die_Frage_der_Legitimit%C3%A4t_der_Herrschaft_des_Dareios._In_Arch%C3%A4ologische_Mitteilungen_aus_Iran_und_Turan_30_1998_99_S._155-209

 

http://www.eslam.de/begriffe/h/hystaspes.htm

 

http://www.institutakurdi.com/kur/columnist/fergin/rastiya-faravhare-ya-jibirbuyi

 

Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê

 

 

Gotinên miftehî :