1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Rêwîtiyek berbi dîroka Kurdan
Rêwîtiyek berbi dîroka Kurdan,rêwîtiyek,berbi,dîroka,kurdan

Rêwîtiyek berbi dîroka Kurdan

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

 

Ji bo gihîştina bingehê dîroka Kurd rêya herî hêsan navên eşîrên Kurd e.

 

1 – Belgehên bingehîn, navê eşîran di dîrokê de

 

Eşîra Lolan, ji mintiqa Lolan a Başûrê Kurdistanê hatine, yên li wir mane jî hene. Em dizanin ku li vê herêmî 2 000 sal berê Mîladê mîrîtîya „Lolobî“ hatibû damezrandin.

Li başûrê Kurdistanê Eşîra Zêbariyan heye. 2500 sal berê mîladê, bi navê Zêbaru /Sebaro li vir mîrîtîyek hebû

Dîsa baş tê zanîn li herêma Batmanê eşîra Xaltan heye. Ev eşîr di nava konfederasyona Urartuyan de erkê rêveberîya Urartûyan wergirtibû.

Piraniya eşîrên Dêrsim, Meletiye û Mereşê (yên Raa Heq /Elewî) eşîrên konfederasyona Şix Hesenan e. Navê wê eşîrê yê qedîm „Hosunan“ e. Hosunan eşîreke federasyona Uratuyan bû. Her wiha eşîrên weke Sîpkî, redikan jî di nav de bûn.

Konfederasyona Massagetan (700 – 400 berê mîladê ji van eşîran Massekan, Reşî, Alanan, Sakan

 û yen din pêk dihat. Ev eşîrana îro jî eşîrê Kurdan e.

Her heft eşîrên ku Herodot wek eşîrên Medan (800 – 550 berê mîladê) destnîşan dike, îro jî li Kurdistanê bi heman navî hene

 

2 – Di warê Ziman de

 

a) Yê ku berê nivîsên mixî yên li ser zinarên Behîstûnê dixwîne. Henry-Creswicke-Rawlinsonê Îngîlîz e.  Rawlinson, Zimanzanên Faris bi xwe re dibe, lê ew zimanê nivîsên Behistûnê fêm nakin. Dema Rawlinson li wir şivanekî Kurdê Kelhûr dibîne, bang li wî dike, şivanê 24 salî nivîsên li ser keviran hatine kolan, werdigerîne farisî. Rawlinson jî dibêje; „ev ne persî, ev Medî ye. Li ser vê gotina wî, Şahê Îranê Rawlinson bi îdîaya ku cudaxwazî kiriye, Rawlinson davêje zîndanê. Ev yek, di navbera şahînşahiya Îranê û ya Îngîlîzan de, dibe pirsgirêkeka mezin. Ji bo agahîyên berfireh li vir binêrin: https://www.britannica.com/biography/Henry-Creswicke-Rawlinson

ttps://www.britannica.com/biography/Henry-Creswicke-Rawlinsonh

 

Belê zarava Kurdî Kelhûr zimanê Medan yê fermî û Hewremî- Kirmanckî jî zimanê baweriya  Mîrgehan (Ocak) û Avestaya orjîn bû.

 

b) Bi sedan peyvên Gutî, Sumerî, Hurî, Mîtanî, Urartû, Mana, Med îro jî di zimanê me de dijîn. Heta formên wan jî di kurdî de dijîn

Mînak1: Sumerî „Dumu gudu“ ev forma danasînê û ev gotin îro jî di kurdî de dijî. Kurmancî „Dundeyên Gutiyan“ / kesê bê dunde.  Kirmanckî „Domanê Gutiyan“ /Domanê ma...

Mînak 2 – Di zimanê Gutî, Sumerî, Hûrî, Mîtanî û Urartuyan de forma ergatîf hebû. Îro li Rojhilata navîn (ortadogu) forma ergatîf  tenê di Kurmancî, Kirmanckî û Hewremî de heye, ji ber bandora farsî di soranîde wendabûye. Yanê li Rojhilata navîn tenê di kurdî de heye.

Di vê formê de lêker paşgîna kirde (özne) yê nagire, paşgîna bireserê (nesneyê) yê digire. Mînak:

Wan ez kuştim.  /Îna ez kişta. Ev ergetîf e. (Wan = kirde, ez= bireser e, lêkerê paşgîna bireserê girtiye.)

 

3 – Di warê baweriyê de

Dema em li baweriyên dînastiyên berê Mîladê yên li ser axa Kurdistanê hatine damezrandin dinêrin, bi zelalî dibînin ku baweriyên wê serdemê îro jî, di nava gelê me de serdest e.

a) Sumer ji bo ku nêzîkê rojê bin 12 Zîgurat (ziyaret, di forma pîramîtan de) avakirin Ruhaniyên wan li ser wan zîguratan berê xwe didan rojê.

Îro jî li her derê Kurdistanê zîyaret hene hemû ziyaret li ser gir û bilindane. Mînak Goşkar Baba, Qolîbaba, Girên ziyaretan,  Duzgun Baba, Baxir Baba, her wiha Ji Hewreman bigire hetanê Koçgirî hemû ziyaretên Kurdan tevahî li ser gir û bilindan e.

b) Dîsa li ser Sîlîndîra Gudea  (2500 berê Mîladê) 12 xizmet hene ev xizmetên baweriyê îro jî di cemgirêdanê de hene.

Di Sumeran de Xwedayê rojê „Ea“ ye, ev li ba Hûrîyan Temmûz e. Ev iro li ba Kurdên êzdî „Tawîs  e M= W“. Meha Temmuzê navê xwe ji wir digire.

c) Di mîrgeh û atêşgedehan de tim agirê pîroz dişewitî. Ango roj, agir di nava hemû dînastî û mîrîtîyên li Kurdistanê hatine damezrandin de pîroz bû. Îro jî pîroz e.

d) Di nava Kurdên misliman de dema zarokek nû tê dunê, hetanî çil rojî agir nadin der û agir di ocax /pêxêrîgê de venamire. Av di ser agir de nakin, ji zarokan re dibêjin: „belê agir neke, cin li te dixin!“

Di sondxwarinan de

 „Bi wê guriya Agir!“

„Agir bi mala min keve min nekiriye!“

„Wî jixwe destê min li ber rojê vekirî bû!“

 

4 – Mijara Girê Mirazan /Göbeklî Tepe.

Berê her tîştî Girê Mirazan li ser girê herî bilind yê rêzeçê hatiye avakirn. Yanê bi baweriya ziyaretê û pîrozahiyê.

 

Kurte nirxadinek li ser sembolên Girê mirazan

 

1 - Di rolyefên li ser Stûnên Girê Mirazan de çivîka serdest Quling e. Quling hê jî di çanda me de pîroz e, kuştin û nêçîra wan gunehê herî mezin e. Mijara Evdalê Zeynikê û qulingê jî ne tesadûf e. Ji ber vê pîroziyê hatiye hilbijartin.

2- Royefê rovî di çanda me de ciheke gelek girîng digire, ji stranan bigire hetanê şanoyên nava gel tê bikaraîn.

3 - Bi taybetî jî marê reş pîroz e. Ji bo ji giyanên xirab parastinê tê bikaranîn. Mînakek balkêş; ji bo jina duxaskan û dergûşê parastinê, werîseke reş ê dişibe marê reş li dora wan re tê çerixandin ku dayik û dergûşê ji giyanên xirab biparêzin. Her wiha li ba Kurdên Êzdî jî marê reş sembol e, li ser derê avahiya Lalişê jî heye.

4 - Şêr hima bigire di nava hemû gelan de sembola hêz û bêtirsbûnê ye. Xwerû jî di nava gelê me de. Dema em li destana Gilgamêş dinêrin, dibînin ku şêrek wekî berxik kiriye hemêza xwe. Her bav ji kurê xwe re, „şêrê min,“ ji keça xwe re „karxezala min“ dibêje.

5 – Li ser hin stûnên Girê Mirazan Rolyefên  Roj û stêrkan hene. Ev îro jî pîroziya Kurdan e.

Bi gotineke kurt û kurmancî, em dibînin ku ew sembolên wê serdemê hê jî di baweriya me de weke pîrozî serdest e. Lema mirov dikane bibêje; Girê Mirazan belgeyeke bingehê baweriya gelê me ye. Me wê demê jî baweriya xwe bi roj û stêrkan, bi bilindahîyan bi remzên ezman weke quling, dibe hin wekî Tawisî jî venivîsîne, aniye. Ev baweriya me ji hebûna Samiyan jî pirr pirr kevntir e. Anegorî daneyên Tewrat, încîl û çavkaniyên îslamê Adem 7000 sal berê Mîladê ji heriyê hatiye afirandin. Lê Girê Miraza 10, 12 000 sal berê Mîladê hatiye avakirin.

 

Li ser zaravayên kurdî

 

Em zimanê Kurdî berê wek du zaravayan dinirxînin:

Yek, zaravayên bakur;

du, zaravayên başûr.

Hin cûdahiyên bingehîn di navbera zaravayên bakur û başûr  de  hene.

I - Zaravayên Bakur II- Zaravayên Başûr

1- Kurmancî 1-Soranî (Kurmanciya xwarû)

2- Kirmanckî (Kirdkî/Zaza) 2- Zaravayên başûra rojhilat

(Lor, lek, zaravayên navîn)

*Hewramî (Goranî) bi gelek hêlên xwe ve digêhêje zaravayên bakur, heta mirov dikane di nav zaravayên bakur de binirxîne. Bi hin hêlan ve jî dişibe zaravayên başûr.

Z. 6 - CUDAHIYÊN DI NAVBERA ZARAVAYÊN BAKUR Û BAŞÛR DE

 

Em dikanin van cûdahiyên di navbera zaravayên bakur û başûr de bi kurtî wisa  rêzbikin:

Zaravayên  bakur                                                                                 Zaravayên  başûr

1 - Zayend   heye.                                         1-zayend tune  (çîno)

Kurmancî        /Kirmanckî                             Soranî

Mêrê min        Mêrdê mi (n)                          Piyawî min

Jina min          Cêniya mi(n)                          Jinî min

 

2 - Cînavên kurtkirî tine                             2 -Cînavên  kurtkirî  henin

..m, ...t, ...y, ...man, ...tan, ...yan

 

3 - Du awayên Cînavan hene                      3 -Yek  awayek  Cînavan  heye.

I - Cînavên radêr (rectus)                           I- Cînavên radêr tine.

Kurmancî        Kirmanckî                              Soranî

ez        em       ez        ma                               ...         ...

Tu        hûn      ti          şima                            ....        ...

ew       ew       a/o       ê (êw, ow)                   ...         ...

 

II - Cînavên  tewangî (oblîgus)                   II- Cînavê  tewangî (oblîgus)

Min     me                   mi(n)   ma                   min      ême

te         we                   to         şima                to         êwe

wî/wê  wan                 ê/ayê    îna                   ew       êwan

 

Di Kurdî de tinebûna cînavên radêr sîstema lêkerên têper û têneper tevlihev dike. Ji wê di zaravayên başûr de her çendî pêşveçûnek din jî hebe, cudakirina lêkerên têper û têneper gelek zehmet e;  tenê bi alîkariya Cînavên kurtkirî tê fêmkirin.

 

4 - Di zaravayên bakur de tîpa “v” heye. 4-Di zaravayên başûr de tîpa nîne

Di cihê tîpa „v“ de tîpa „w“ tê          bikaranîn.

5- Ji tesîra zimanê Kafkasî                                     5- Ev variyantên wiha tune

di zaravayên bakur de variyantên

tîpên yê bi hulm pêkhatiye.

 

6 - Di zaravayên bakur de forma                           6- Di zaravayên Başûr Soranî de bi alîkariya

pasîv  bi  alîkariya  lêkera  hatinê  tê              navgîrên ,  tê  tê çêkirin.

çêkirin.                                                           Yên din awayeke  formên kevin parastine.

 

Kurmancî                    Kirmanckî                   Soranî.           

Kurd tên kiştin           K. yêno kiştenê.         Kurdekan dekujrên.

                                  

Zaravayên başûrên rojhilat di vir de ji Soranî diqetin, ew formek wek forma  bakur bikartînin

 

Hewremî                                                        Lekî                           

Kurdeyl miyon kiştey.                                   Kurdeyl ê kujiyên.     

 

7-Forma ergatîv yan jî pasîva dizî                             7-Forma ergatîv ne zelal û ne xûyaye. Tine

heye û gelek  zelal  e.

 

Kurmancî                    Kirmanckî                   Soranî

Wan ez kuştim            Inan ez kişta               Ewan minyan kuşt.

 

8-Di zaravayên Bakur de, yekhêjmar û     8-Di zaravayên başûr de xuyaye.

gelhêjmariya peyvan ne xuyaye.    

yewm.             gelhêjmar                                yekhêjmar       gelhêjmar

Mêr                 mêr                                         Piyaweke        piyawekan

 

Cûdahiyên bingehîn ev in, di warê peyvan, bikaranîna daçekan de, di avahiya hevokê de hinek cûdahiyên din jî hene, lê em naxwazin têkevin nava wan, ev mînakên me li vir dane, bes in. Ev cûdahiyan wiha gelek bi zelalî rê dide ku em zaravayên Kurdî berê wek bakur û başûr ji hev biqetînin. Ji ber ku kesandina lêkeran di Kurmancî û Soranî de hima bigire wek hev in, Pirr kes van herdu zaravayan wek komek zaravayan dinirxînin.