1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. SALVEGERA KOMARA BÎJÎ
SALVEGERA KOMARA BÎJÎ,salvegera,komara,bîjî

SALVEGERA KOMARA BÎJÎ

Komara tecawizkaran bila bibe demokrat! Ji hêstirê re dibêjin bila bizê!

A+ A-

Mahabad Felat


Qoçgirî, Amed, Reşkota, Sason, Xerzan, Agirî, Hezro, Mutkî, Tendurek, Zîlan, Colemêrg, Nisêbîn, CIzîr, Farqîn, DIhê, Şirnex, Newala Qesaba, Hewlêr, Kobanî, Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî…

Bajarên wêran, jiyanên parçebûyî, bi milyonan koçberî, penaberî, bi sedhezaran gor û bi milyonan hêstirên çavan, xiyalên şikestî, keserên di gewriyan de girêkên ji tayên hirî; dil û kezebên peritî, bazarên gemar ên mirovan, talan, destdirêjî, bajarên kavilbûyî, înkar tunekirin, bişaftin, jihevdexistin, komkujî…..

 

Welatê we dizî, alaya we dizî, navê we dizî, dîroka we dizî, zimanê we dizî, çanda we dizî, wêjeya we dizî, muzîka we dizî, xwarinên we dizî, hebûna we dizî, Allahê we dizî….

 

Gotina we derew, bextê we derew, dîroka we derew, dostaniya we derew, çepê we derew, rastê we derew, demokratiya we derew, olperestiya we derew, hebûna we seranpê derew…

 

Bila xirab bibe ew komara we bi serê we de û hûn di bin de bimînin û dê xirab jî bibe. Lew hebûna li ser dizî, derew, talan û xwînê avabûyî nikare temendirêj be!

 

Lewra hûn tunebûna xwe di hebûna me de dibînin, ev hovîtî û bêperwatiya we ji wê ye, lê ne çare ye ji bo tunebûna we.

 

Bila bimire Komara Tirk a Faşîst!

Bijî kurd, bijî Kurdistan!…


Gotinên miftehî :