1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. SEDEM, ENCAM Û HELWESTA RAST
SEDEM, ENCAM Û HELWESTA RAST,sedem,encam,û,helwesta,rast

SEDEM, ENCAM Û HELWESTA RAST

A+ A-

Mahabad Felat

Destnîşankirina sedemên bingehîn di vekirina rêyên ber bi serkeftinê ve roleka mezin a encamê diyar dike dilîze.

Têkilkirina sedem û encaman dikarin bibine asteng û kelemên herî mezin ên li ber xwegihandina rastiyan û dema birêxistinkirina têkoşîna çarenûsa gelekî bindest ne li ser rastiyan bê honan û reng û teşeya xwe li ser wan rastiyan negire, jixwe bi pêş nakeve, lê dikare an têk here, an ji wê jî xerabtir, bibe lîstik di destê dagirkerên xwe bi xwe de. 

Tişta di vê rêyê de bû sedema pêşkeftina Tevgera Azadiyê ev bixwe bû û tişta bû sedema partî û rêxistinên din jî her ev bû. 

Lê têre nake, divê rewşenbîrên vî gelî û ev gel bixwe jî, helwest û tevgerên xwe li ser bingeha destnîşankirina sedemên bingehîn ên bûyer û pêşkeftinên rojane diyar bikin û dînamîzma xwe bikine xizmeta wan rastiyan. Hêza tewre mezin mirov bikaribe bide Tevgera Azadiyê yek jê ev e.

Xiyanet ne sedem e, lê encam e!

Nakokiyên rê li ber yekîtî û hevkariya partî û rêxistinên kurd digirin encam in ne sedem in!

Xiyanet û nakokiyên navxweyî ne tenê di nav gelê kurd de rû daye û bi van gotinan civaka xwe piçûkdîtin û piçûkxistin bi nezanî be jî xizmeta dagirkeriyê ye!

Dîroka gelên cîhanê bixwînin! Yahûdiyên ku ewçendî pesnê wan tê dayîn, xiyaneta wan a navxweyî ne kêmî ya kurdan bûye û ev ji serdema wan a Misirê ve jî her wisa bûye û her sedema serê wan bûye jî. Li ciyekî dîrokê jiyan ji wan re keniya tenê. Baş jî bû. Lewre bindestî û mirin divê ne qedera tu gelî be.

Daweta her çivîkî li ser garisê me ye dibêjin pêşiyên me. Ev ne gotineka vala ye, encama serpêhatiyên kûr, dûr û bi êş e.

Tu gel bi qasî gelê kurd bi dilsozî bi axa xwe û azadiya xwe ve girêdayî û dilsoz nebûye. Eger em li îxanet û nakokiyan dinêrin ku sedema serê me ne jî, divê em zanibin ev encam in, sedem dagirkerî û bedewiya welatê me bixwe ye! Lewre ev şer şerê Ahrîman û Hurmuz bixwe ye! Em bi biryar eniya xwe diya rbikin, govenda gel nêzîktir e. Tenê di anîna rastiyan de bêtirs bin û ji bo xwegihandina rastiyan jî ji her çavkaniyî bixwînin, bêtir bizanibin, bêtir û bêtir.

Mahabad Felat


Gotinên miftehî :