SEKVAN -1-,sekvan,1

SEKVAN -1-

A+ A-

Werger: Mordem ZEL

Di meha Hezîranê ya sala 1974'an de li hala Xarpêtê, min û Şêxmûs hevdû nas kir. Kelekela germa havînê bû; weke bizota agir, bi dijwarî rojê girtibû ser ezmanê Xarpêtê û bajar diqijqijandin. Hal, wê çaxê weke îro ne li derê bajêr, li nav bajêr, li jêrê hala genim a îroyîn bû. Derdora halê bi avahiyên duqat sêqat honandî, diyarê halê, bi qelasên qalind û kiremîtan serbankirî bûn. Li wir bi hezaran kevok dihatin xwedîkirin. Heke, tenê bi gotinekî bê pênasekirin, ev hal a her roj bi hezaran însan dihatinê, weke pêşangeh û marezê bûn.. Ji her polê, pîşeyê, di her tîpê de dîtina mirovan pêkan bû. Ew roj, tevî Celalê kurê meta xwe em çûbûn halê. Celal yekî qeşeng di temenê min de bû û li halê karê selekan dikir. Min, li lîseya Colemêrgê dixwend. Celal, qet neçûbû mektebê, lê ciwanek pir jîr, jêhatî û xêrxwaz bû. Bavê wî, di zarokiya wî de ketibû binê aşîtê û jiyana xwe ji dest dabû. Li hala zerzewatan bi karê selekan ji meta min a qerwaşî dikir re dibû alîkar. Ez û Celal em li halê digeriyan, ji nişka ve me xwe di nav hengameya lihevxistinê de dît. Heft ciwanên temenê wan 18,20 salî, di destê wan de çov, texte û qelasên qalind, li camêrek temenî wî 65, 70 salî, li pişta wî seleka bi qamûşan çêkirî, li ser wî kincên kevn ê qirêj, delingê wî helkirî, li serê wî şewqeyekî reş a heştgoşe ya serê wê bi potekî sor dirûtî, dev û çeneya wî bi similên spî girtî, kesekî dirêj û bejnzirav dixistin. Bi rastî hêz û wêrekiya ew camêrê kalepîr min matmayî hişt..

 

Her çiqas heft ciwan bi dar û text û qelasan bêwijdanî êrişê kalo bikin jî nikaribûn pişta wî bidin erdê; ew jî li dijî derbên li laşê wî yê tenê estî û post mabû diketin li ber xwe dida û ciwanê biketa destê wî poşman dikir ku ji dayîka xwe bûye. Ji bo ciwan jî bi vê dizanibûn dixwestin xwe dûrî wî bidin û weke qefleya gurên birçî hemûya bi hev re ji çar aliyan da êriş dikirin. Her çiqas hal bi dev re tije însan be jî, tu kesî nedigot ev çi ye û qarişê wan nedibûn, hemû bi temaşekirinê têra xwe dianiyan. Her ku pêvçûn dirêj dibûya qelebalix jî zêde dibû. Hin kes hebûn ji bo pêvçûnê baş temaşe bikin sindoqên textikan didan ser hev, hinek jî bi qelasên qalind ê li binê çadira ser halê nuxaftibû ve dikişiyan jor. Sê heb simsar jî zarokek 7,8 salî yê boyaxvan dabû ser milê xwe û jê agahiyên şer digirtin. Dema em nêzîkê pevçûnê bûn Celal bi qîrînî got: " Ev apê Şêxmûs e! Li apê Şêxmûs dixin!" û textekî sindoqa şikandî ji pêşiya dikanê simsarekî girt û fersendê neda ez tiştekî bêjim qîriya û got "ez hatim apê Şêxmûs!" û tevlî şer bû. Ciwaneke wêrek bû; çawa kete nava şer bi textê ku serê wî perçe kiribû ciwanekî zirtepoz li ber lingê apê Şêxmûs dirêj kir. Bi dîtina vê rewşê sê ciwan bi hev re li stûyê Celal siwar bûn û xwe avêtin ser. Min zêde sebir nekir; Nedibû ez kurê meta xwe tenê di şer de bihêlim. Bi vî hawî, ez ketim nav şerekî bi sedema wî nizanim. Ew heft kes bûn, em sê. Dema min Celal ji nav sê ciwanan derxist xwîna ji serê wî hatibû rûçavê wî girtibû. Piştî çar simsar jî piştgiriyê dane ciwanan îşê me xirabtir bû. Celal, çawa bi qîrînî got "werin alîkariyê, faşîst me dikujin!" însanên derdora me jî tevlî şer bûn.

 

Hinekî ji bo alîkariya me bikin, hinekî ji bo lêdana me tevlî pêvçûnê bûbûn. Pêvçûneke ji rêzê cihê xwe bi wesfê siyasî nixumandi bûn. Yên tevlî pêvçûnê bûbûn bi qîrîna "Bimre faşîzm!", "Bimre Komunîzm!" hala zerzewatan dihejandin û bi bêmerhametî li hevdû dixistin. Pevçûn di kurtedemekê de li tevahiya halê belav bû! Însanên wê derê weke gurên birçî dizûriyan, dirûşman digotin, sindoqên mêwe û zerzewatan perçe dikirin, tiştên di wan de bû di hevdû de wer dikirin. Di vê kêliyê de camên dikanê sîmsaran yekoyek dihatin xwarê. Weke ev hengame têrê neke, bi hezaran kevokên li çatiya halê di nav qelasên qalind ê çam de dijiyan jî, metirsî li ser wan çêbûbûn û qutifî bûn. Weke însanên tevlî ayînekî bibin bi tevahî diqîriyan û difiriyan. Bi dehan însan di nav lingê yên li hevdû dixistin de dihatin pelçiqadin. Hema li ber min jinekê extiyar ketibû erdê. Ger min wê ji erdê ranekirana newa ji zû ve çûbû ber rehma xwedê. Jinik ewqas tirsiya bû, dema min wê ji erdê rakir, te digot qey mêşineke ji nava qefleya guran rizgar bûye bi xirxavî demekê li sûreta min nihêrî û piştre reviya. Edî nizanibûm ez ê çi bikim. Ji lêdana yekî bêtir min parastina xwe dikir. Bi dîtina mirovekî têgihîştî ku bi darek dixwest li min bixe paşve reviyam. Ev mirovî, bi ew darê qalind li sîmsarekî zikmeşko yê digel simêlê qusandî, rûyê wî yê reş ê hejgol bi ser singê wî de hatibû xwarê xist û qîriya; "Bimre komunîzm!" Sîmsarê xwîn ji serê wî dipijiqîn bi gotina "Ez mirin dayê!" qîriya. Her çiqas piştre herdû destê xwe rakir got, "Ez ne komonîst im!" jî ji lêdana çovekê din xilas nebû û li erdê dirêj bû.

 

Esnafên halê yên dîndar, ji bo mêwe û zerzewatên xwe xilas bikin diperpitîn. Devê xwe yê bimbarek ê ji bo xapandina însanên feqîr û belengaz her roj hezar derew li ser lingî dikirin bi dijmîn û çêrên kirêt xira dikirin. Lê hewldana wan a ji bo malê xwe xilas bikin bêhûde bû. Êdî tu hêz nikaribû van însanên har bide rawestandin. Sê heb sîmsaran fêm kirin ku êdî nikarin malê xwe xilas bikin, her wekî zabitayan pevçûnê derxistiye, te digot qey yên malê wan perçe kirine û pê li hev xistine ew in, te digot qey camê dikanan wan şikandî ye û malê tê de ye wan pê li hev xistî ye, wekî ezîzên xwe vê dinê û wê dinê mîsoger bikin zabitayê xeracê girtibûn çipuryan kiribûn û lê dixistin. Yek ji sîmsaran têra xwe bi lêdana zabita nedianî û boriya demir a di destê xwe de bi hewada dikir, weke kerekî nêr kerekî mê bidîne diziriya û bi ser kesên li hev dixistin ve diqîriya, "Li zabitayan xin! Li zabitayan xin!" Lê, kesên li hev dixistin wî nedibihîstin. Jin û mêrên parsek ku ji serê sibehê heta êvarê mêwe û sebzeyên sîmsaran diavêtin tenekê çopê ji xwe berhev dikirin bi boneya vê pêvçûnê fersendê dîtibûn û torbeyên xwe tije dikirin û dipekiyan. Sîmsarên ku nikaribûn mêwe û sebzeyên li ber çavên wan dihatin revandin asteng bikin jî din û har dibûn. Bi vî hawî kî biketana pêşiya wan êriş dikirin. Sîmsarekî bi qilafetê xwe qirase bû, yekî parsek ê di nav qirêjiyê de wenda, ji bilî pişta stûyê wî tayek por bi serî ve nemabû bi torbeyê tijî ku dixwestin ji halê derbikeve girt. Nîyeta parsek a tiştên kiribû torbe wenda bike tune bû. Weke pisîkek gurrî û çeqelok li hemberî kûçikek xişin bisekine li binê poza sîmsar xwe rep kir. Ji nîşka ve tevgeriya û êrişê sîmsar kir. Qolê wî kir devê xwe. Bû hewar hewara sîmsar, temamê halê bi xwe hesand. Ji aliyekî de sîmsar dixwestin qolê xwe ji devê parsek derxîne, ji aliyekî de jî lê dixistin.

 

Lê, parsek weke zelûyê xwînê bidîne diranê xwe yê zingarî ji qolê sîmsar dernedixist. Devê wî bi xwîna sîmsar tije bûbû. Jineke şîşman, camêrekî qama wî normal dirêj, kincên taximî li ser wî bû li erdê dirêj kiribû, bi qûna xwe ya wek distarê li ser singê camêr rîniştibû bi nikûkê xwe yê weke bêran sûreta camêr pencûriko dikir. Qûna xwe wek kevira aşê li ser dibir û dianî parsûyê camêr diperçiqandin. Çavên camêr ji çalika wan şiqitî bû der. Ji bo nefesê nedigirt wek kûçikek ji germa havînê tengezar bibe bostek ziman dirêj kiribû. Hema li nêzîkê min camêrekî wek mêşa ku çêle derxîne qîriya û ji bo xwe ji kevokên hawirdorê digîfiriyan biparêze bi dev û rû avêt erdê. Kevok jî, firîyan û xwe li dikanê sîmsarekî yê camê wî hûr û herafo bûbû qelibandin. Li aliyekî min ê din, digel lêdanê nexwaribû jî jeneke di binê sindoqan de diqîriya. Ciwanekî kincên ser wî fîtolo bûbû, bi du kesan re şer dikir. Ji nîşka ve zebeşekî ji cihekî ne diyar ve hat li nav pişta vî ciwanî ket û wî li erdê dirêj kir. Ev ciwan hema cîda xwe da hev û rabû ser piya û qîriya: "Bimre faşîzm!" Lê zêde li ser piya nema; herdû mirovên pê re şer dikirin qîriyan û gotin "Bimre komunîzm!" û weke qijikên alik û keçelokan bi ser ciwan ve cil bûn. Min hewl da alîkariya vî ciwanî bikim, lê Celal bi qolê min girt û got "Hadê em diçin." Dev û poz û cil û bergên Celal di nav xwînê de mabû, îçlikê ser fîtolo bûbû. Seleka ji qamûşan çêkiribûn û wek çavê xwe lê miqate dibû ji çend ciyan ve hatibû şikandin. Di nav şer û pevçûnên li tevahiya halê belav bûbû de me bi destê hevdû girt û reviyan. Dema em reviyan ji para ve bi dehan firingî û xiyar li nav pişta min ketin. Dema em ji nav hengameya şer û pêvçûnan derketin û ber bi deriyê halê yê aliyê başûr ve hatin, dengê sîrenê wesayîtê polês û ambûlansan hat. 

 

Kalepîr, li devê deriyê aliyê başûr li benda me bû. Kincê ser fîtolo bûbû, di nav xwînê de mabû. Şalê wî yê bi deh ciyan pînekirî ji aliyê rastê ve heta qorekê bişkivî bû. Yek ji papûçên wî yê kevin di linga wî de nebû. Dihat fêmkirin di nav hengameya şerê halê de papûça xwe wenda kiribû. Seleka li pişta wî ketibû wisa rewşeka êdî kêrî tiştekî nedihat. Ji bêrika xwe desmala xwe derxist da ser serê Celal ê şikandî. Dengê sîrenên polês û ambûlansan her diçû nêzîkê halê dibûn. Çend deqe şûnda dê bigîştana hala zerzewatan. Kalepîr got:

 

"Hadê, xortno em birevin polês tên!" 

Em her sê jî reviyan. Bîstek şûnda em gelek ji halê dûrketin. Dema me qenaet pê anî ji halê dûr ketine, di siya darekî darcêwî ya guliyê wê bi qasî avahiyeke duqat rabûbû weke sîwanokê dirêjî ser cadeyê bûbû em sekinîn. Ez û Celal, bênefes mabûn, te digot qey Kalepîr bi me ra baz nedaye qet xema wî nebû. Li binê dara darcêwî çong da û seleka xwe danî kir ber xwe. Papûça xwe ya mayî jî derxist avêt selekê û lingê xwe yê ji qirêjiyê reş bûbû dirêj kir. Heta bêjî rihet bûn. Te digot qet ne li kuçeyê li odeyekî qralan a hotelekî pênç stêrk e. Ji nêzîk ve min li kalepîr mêze kir; di nav rûçavên wî yê xwîn û xirarê de, çavên wî weke kevirek almasî dibiriqiyan. Nêrînên wî kûr û bi zanyarî bûn. Cûda bû. Te digot qey ji nêrînên wî zanyarî, heskirin û mezinî diniqutî dilê min. Dilê min bi pêtek germahî tije bû. Bi tirsnakî çend gavan paşta kişiyam. Kalepîr, çeneya xwe ya werimandî xurand û bi ser min de zivirî û got, "Ooo çavên te pir reş bûne xorto." Bi ser Celal de zivirî: "Ev hevalê ciwan kî ye?"

 

Celal got, "Kurxalê min e" û li kêleka wî rûnişt. Bi destekî xwe bi destmala dabû ser birîna serê xwe digirt. Xwîn sekinî bû.

 

 

 

"Navê te çi ye?" 

 

"Metîn." 

 

Kalepîr destê xwe yê bi xwîn û qirêj dirêj kir: 

"Bi xêr hatî Metîn. Navê min Şêxmûs." 

 

Min jî bi destê wî girt û jê re got, "Bi nasîna te xweşhal bûm." Çavên min şil bûn, çiziyan û şewitîn. Êşa zikê min her diçû zêdetir min diêşandin.

 

 

"Di rûçikê min de te lêdanê xwar. Li qisûr mêze nekî."

 

 

"Wan mirovan çima li te dixistin? Te çi kiribû bi wan? 

 

"Ez wan ciwanan nasnakim. Texmîn dikim çend sîmsarên sofî yên di halê de ji min hesnakin wan bi ser min de şandin." 

 

"Çima? Sîmsar çi ji te dixwazin?" 

 

“Ji fikr û ramanên min ditirisin." 

 

"Çima fikr û ramanên te ewqas xeternak in?" 

 

"Nizanim. Her hal, li gor xwe xeternak dîtine lewra xwestin min ceza bikin."

 

 

Celal got, "Xwe biparêze. Dê van kesan dîsa êrişê te bikin." "Kesên xeternak in." 

 

Di wê kêliyê de kamyonetekî derbas bû û bêdeng bû. Di serê kuçeyê de di destê wê de gopal jineke xuya kir. 

 

Kalepîr got:: 

"Tu mekteb dixwînî Metîn?" 

Bi zanatî mijara axaftinê guhertibû. 

 

"Erê. Li lîseya Colemêrgê dixwînim." 

 

“Tu ne ji Dersîmê yî?" 

 

"Erê." 

 

“Pekî çima ne Dersîmê, li Colemêrgê dixwînî?" 

 

“Piştî dibistana seretayî, min şeş salan lîseya Dersîmê ya razanê qezenç kir. Piştî sê salan min koçî lîseya Colemêrgê kirin." 

 

"Çima? Te li mamosteyan xist?” 

 

“Na ezbenî. Ji ber sedemên siyasî min koçî lîseya Colemêrgê kirin.” 

 

“Ooo! Di vî temenî de! Ka hela rûnî li kêleka min kurê min. Weke tu ciwanekî têgihîştî bî. Bi nasîna te şanaz bûn." Bi destê xwe qolê min girt û min da rûniştin. Bêhna cixareyê jê dihat. Weke dostê wî yê dehsalan bim destê xwe da ser milê min û porê min firikand. Çavên wî çirçirsok û şewq didan. 

 

"Em diçin." 

 

Kalepîr zivirî ser Celal: "Hûn diçin ku?" 

 

“Em diçin malê.” 

 

“Ger hûn bi vî halê xwe biçin malê dê dayîka te diltirsî û xemgîn bibe. Hadê em biçin malê me. Dest û ser û çavên xwe bişonin, birînên xwe paqij bikin, ez ê seleka te jî tamîr bikim wisa herin malê." 

 

Celal, li rûçikê min mêze kir û serê xwe hejand: 

 

“Tu dibêjî çi Kurxal?” 

 

Min got: “Tu dizanî.” 

 

Celal, rabû ser piya û got: 

“Baş e, em biçin.” 

 

Di wê kêliyê de du ciwanên heskiriyên hev di ber me de derbas bûn û li me mêze kirin. Celal bi nêrîna wan bi fikar bû. Piştî Celal, Kalepîr jî rabû. 

 

“Em herin.” 

 

Me dest bi meşê kir. Mala Kalepîr, li jêrê xeraca trênê, li nêzîkê kerxaneyê bûn. Mala lê diman bi perçê textikên kevn çêkirî bû. Pir biçûk bû, tenê bi qasî cihê doşekekê mezin bû. Niha bi çend avahiyên bêtonî tije bûye ev tax. Wê çaxê bi bax û baxçeyan rûgirtî bû. Ji bilî kozik û kepirên nav bax û baxçeyan li taxê tu xaniyek tune bûn. Tabî ger em kerxaneyê nehesibînin. Derdora kerxaneyê bi qasî qama du însanan bilind, bi dîwarê keviran honandî, li devê deriyê wê du kesên gir û qirase heta êvarê nobedarî dikirin. Newala ku tevahiya ava qenalan diherikiyanê, derdora wê bi qamûşan rûgirtî, weke belat bêhn didan, ji tunêlê tarî yê binê xeraca trênê destpê dike bax û baxçeyan ji hevdû diqetîne ber bi Vartatîlê ve diherikiyan. 

 

Beq û qirqirokên vê newalê bi şev û rojan bênavber biqîreqîr xewê li xwecihiyê taxê û kesên kerxaneyê heram dikirin. Vinevina beq û qirqirokan weke har bibin û trênê dikevin xeracê bi dûdikên xwe erd û ezman dihejandin. Kozika Kalepîr lê diman, di nav baxçeyekî darên sêv, hirmî, tû, qeysî, hinar, biyok, gûz û erûkan de bû. Guliyên daran bi giraniya fêkiyan xwar bûbû gihaştibûn erdê. Qeysî û erûk bi guliyan ve zer bûbûn. Dema em ketin nava bexçe, dengê çûkan bi dengê beq û qîrqîrokên li qenalê başûrê bexçe bû ketibûn pêşbirkê. Giya û çîçekên wê derê qama me derbas dikirin. Di nav ev bexçeyê giya û çîçekan de bi sedan cûreyên kêzikan, mêş û perperok di nav tevgereke bêatlehî de bûn. Şaşwaz bûm bi ku derê ve bimêyzînim. Ev der weke cinete bûn...

 

 

... 

 

Hevnasîna bi Şêxmûs re wisa destpê kir. Beriya hevnasîna pê re yekê ji min bipirsiya bigota xortekî 20 salî û kalepîrekî 70 salî dikarin bibin heval. Minê bigotana na. Lê Şêxmûs mirovekî cûda bû. Hem zarok, hem ciwan, hem jî, weke zanyarekî mezin hezaran salan jiya bû. Di her hatina min a Elezîzê de miheqeq diçûm serdana hevalê Şêxmûs. Herî dawî di hefteya destpêka meha Îlonê de min ew dîtin. Rojekê bi baran bû. Li halê min ew nedît û çûm kozika wî. Li wir bû. Deriyê kozikê yê bi darên qalind ê mazî çêkiribû dabû ser piştê û li ser kursiya lingekî wê şikestî rûniştî li baranê temaşe dikir. Bi dîtina min kêfxweş bû, rabû min hembêz kir, maç kir, weke hergavê porê min ê şil firikand. Min ew baş nedît; diltirs bû.

 

 

Weke yek wî bişopîne diqirqiliyan. Her çiqas dixwestin bextewar û rehet xuya bike jî di veşartina diltirsiya xwe de bi ser neket. Min ev sedemên vê diltirsiya wî pirsî, bersivê neda. Em ketin hundir; dostê min ê kalepîr deriyê hulikê negirt. Texteyekî biçûk û kursiyek girt û li devê deriyê hulikê sekinî û temaşekirina barîna baranê domand. Xunavên baranê bi ser darên mêweyan ê weke lafokê hulikê pêça bû ve dilop dikir û weke çîniqro li sacê kevin ê zingarî yê ser hulikê dixistin. Demekê dirêj li ser piya li benda behskirina derd û kul û axaftina dostê xwe yê kal sekinîm.

 

 

Dostê min ê kal zivirî li rûçavên min mêze kir û got; "Baş bû min tu dît. Ez jî li benda dostek wek te bûm. Niha min baş guhdar bike Metîn. Tu ciwanekî têgihîştî yî. Ez ê tiştekî radestî te bikim. Tu yê sozê veşartina wê bidî?" 

 

Baweriya Şêxmûs a bi min û parvekirina sirên wî, zêdetir min şanaz kir. Çimkî ji naskirina ev camêrê kalepîr û şûnda, min fêmkiribû ev mirovekî cûda ye û li pişt jiyana wî ya sefaletî sireke wî ya girîng heye. Lê ji tirsan min jê nepirsîbû. Çimkî min fêmkiribû dê ev kalepîr sira wî her çi be ew ê bi min re parve bike. Niha jî wê demê bû, qet nefikirîm û min bersivê dayê:

 

 

"Dikarî bi min bawer bî." 

 

Di nav lêvan de got, "Pir baş e," û ji cihê xwe rabû; sandoqa kevn a li kêleka doşeka xwe ya singêr a li ser çend perçeyên textikan raxistibû vekir û lênûskek qalind a di nav caketekî kevn de pêçayî derxist dirêjî min kir. "Vê lênûskê bigir veşêre. Kengê roja wê hat bide weşangerekî û bide weşandin."

 

 

Bi girtina lênûskê min got; "Çi tê de nivîsandî ye? 

 

Min lênûskê vekir û li rûpela ewilî çav gerand. Bi tîpên mezin, "EZ, LI BIN SÛRA AMEDÊ MIRIM!" nivîsandî bû.

 

 

Dê bidome...


Gotinên miftehî :