SEKVAN - 2-,sekvan,2

SEKVAN - 2-

A+ A-

Got; “Bîranînên milîsekî serhildana Şêx Saîd tê da ne. Azadî û hebûna gelekî ya tê înkarkirin tê da ye. Destaneke evîniyê tê da ye. Lênûskê baş biparêze. Dixwazim rastiyên hatine berevajî kirin bêne zanîn." Zêde neaxivî, niqirîskan qirika wî xitimand. Min qet wî ewqas hestiyar nedîtibûn. Ev camêrê zanyar ê di demên herî xirab da hestên xwe diparast niha weke zarokek xwezayî bêkontrol bûn. Dema ez lê nihêrîm, min fêm kir ku xalên zehîf ê kesên zanyar jî hene. Min hew dît çavên kalepîr tije rondik bûn û bi ser rûyê wî yê spî ve hatin xwarê. Ev rewşa wî hem min hestiyar kir hem jî tirsand. Heta îro li ser vê sira wî, bi hezaran pevxistin min di serê xwe da çêkiribû; lê di nav tu pevxistinek da ez nefikirîbûm ku milîsekî serhildana sala 1925'an a Kurdan û Şêx Saîd be. Sed sal bifikiriyam tiştek wisa nedihat aqilê min. Min serhildana 1925'an a bi pêşengiya Şêx Saîd bihîstibû. Bi rastî ne di derbarê Şêx Saîd da û ne jî di derbarê serhildanê da zêde xwedî agahî nebûm. Lewra jî, zêde nefikirîm û ji bo di demên pêş da biweşînim min lênûska dostê xwe girtibû.

 

Şêxmûs, destmaleka bi dîmenê kulîlka Berfînê neqişkirî ji bêrika xwe derxist û got; “Pir xemgîn dibim ku min nivîsandina bîranînên xwe temam nekir. Heke ez nemirim, neyêm kuştin, ez ê nivîsandina bîranînê xwe bidomînim." û hêstirên xwe paqij kir.

 

“Tiştên di lênûskê da ne, te nivîsandî ye?”

 

“Erê dostê min. Min nivîsand."

 

“Di serhildana Şêx Saîd de tu milîs bûn”

 

“Erê. Ji serî heta dawiyê ez di nav serhildanê de bûm.”

 

“Tu ji ku yî?”

 

“Ez ê ji te re nebêjim ez kî me û ji ku me. Ev nayê wateya ez bi te ne bawer im. Li dijî gelekî ez xwe berpirsiyar hîsdikim lewra nabêjim.”

 

“Navê te ne Şêxmûs e?”

 

“Na.”

 

“Yaa! Baş e, tu ji bo çi hatî vî bajar î?”

 

“Ji bo kuştina kesekî hatim.”

 

“Kî?”

 

“Ji bo kuştina Bînbaşî Qasim hatim.”

 

“Bînbaşî Qasim kî ye?”

 

“Ew xayînê ku damezrînerê rêxistina Azadî Mîralay Xalid Begê Cibrî û hevalên wî îxbar kiribûn û Şêx Saîd kiribû kemînê, dabû girtin. Zavayê Mîralay Halid Begê Cibrî û hevçengê Şêx Saîd e."

 

“Baş e, te wî kuşt?”

 

“Na, min nekuşt.”

 

“Çima? Te wî nedît?”

 

Şêxmûs kir pistepist û got, “Min dît!”

 

Dema trênekî kete garê û dengê dûdika wê bi ser taxê ket, bêdeng bû. Baran her diçû dijwar dibû. Ne barîna baranê, ne ava ku newalê bi dev re kiribû têra tepisandina dengê beq û qîrqîrokan kiribû. Wekî her carî bêar û bêfedî diqîriyan. Dengê lihevxistinekî li devê deriyê kerxaneyê heta şûna me dihatin. Bi sekinandina dengê dûdika trênê Şêxmûs axaftina xwe domand.

 

“Di efûya 1928'an de ji girtîgehê derketim bi Zel'ê re zewicîm. Piştî zewacê, bi destpêka serhildana Agiriyê ra em herdû jî tevlî serhildanê bûn. Bi têkçûna serhildanê ra, dewletê ji bo min û Zel'ê biryara girtinê derxist. Demekê em li çiyayan qaçax geriyan. Piştî ku bi hezaran leşker ketin dû me, ez û Zel derbasî Sûrî bûn.

 

*

 

Piştî jiyana çend salên di nav şert û mercên xirab da min dest bi ticaretê kir. Karê min gelek baş bû. Di demeke kin de dewlemend bûn. Ketim nava kesên aqilmedên bajarê lê dijiyam, lê li wir bextewar nebûm. Ji jiyana xwe ya borî neqetiyam. Min îxaneta Bînbaşî Qasim ji bîr nekir. Herî dawî li dijî hestên xwe têk çûm. Min hemû destkeftiyên xwe li wir hişt û ji bo kuştina Bînbaşî Qasim ez û hevala xwe di rêyên qaçax de vegeriyan welêt.”

 

Min axaftina Şêxmûs birî û jê pirsî;

 

“Qet zarokên we çênebûn?” Şêxmûs, serê xwe bilind kir û li sûreta min mêze kir. Min hew dît rûçikê wî tehl bû, destên wî lerizîn, çavên wî biçûk bûn. Texmîn dikim pirsa min wî pir aciz kiribû. Piştî çend deqe fikirî û şûnda bêdil be jî bersiva min da. Got; “Bi Zel'ê re weke difikirî em nezewicîn. Ez û ew di heman malê ds me jiyanek derbas kir lê tu caran li ser heman doşekê em nerazan. Ji bo ez ji gotinên wî bawerim an nebawerim li rûçavên min nihêrî. Çimkî gotinên wî dûrî aqil bûn. Însan bi hevjina xwe re jiyanekî derbas bike û di nav heman nivînan da neraze ne pêkan bû. Di wê kêliyê da pirsa ewilî hat aqilê min ev bû:

 

“Qey mêraniya te tune?”

 

Bi awayekî xemgîn keniya û got; “Xwezî sebeb ev bûna!”

 

Şaşwaz bûm, min got; “Başe, sedem?”

 

Gelo tiştek wisa pêkan bû? Du însanên zewicandî bi dehsalan bi hevdû ra bijîn û şa nebin çawa dibe? Heke min Şêxmûsê dostê xwe nasnekiran û bi duristiya wî nizanibama ez ê ji gotinê wî bawer nebama. Texmîn dikim bawer nekir ez jê bawer dikim. Demekê bi awayekî bê biryar li min nihêrî û piştre dest bi axaftinê kir.

 

“Gelek tiştên hewce dikir min ji te re got kurê min. Tu bûyî hevparê gelek sirên min.

 

Texmîn dikim êdî dem hatiye ez sirên xwe bi yekî ra parvebikim. Çimkî dema min çênebû ez ev parçeya jiyana xwe ya niha ji te ra behsdikim binivîsim. Û dibe ji bo nivîsandinê qet jî dema min çênebe. Lewra divê ez vana ji yekî ra behsbikim. Ne bawerim ji te çêtir kesekî bidînim. Zêde heznakim behsa tiştên xwe yê taybet bikim, lê di pêbehskirina vê mijarê da mezhûrekî nabînim. Piştî têkçûna serhildanê ku ez hatim girtinê, ji bo xilaskirina min, Zel, li Amedê bi efserekî saloxgêr ra razabû. Bi boneya vê bûyerê min wê efû nekir!” Dema behsa vê mijarê kir ji hundir da axînekî kûr kişand.

 

“Sedema ku min pê ra jiyanekî derbas kir û pê şa nebûm ev bû! Tu min fêm dikî ne wisa Metîn? Dizanim, ji bo ciwanên nûjen ev tiştekî ecêb û sosret e. Ez te fêm dikim Metîn. Ne famkirina te ya ji min jî fêm dikim. Di dorpêçkirina Amedê da min milîsekî nas kir. Ne şaş bim navê wî Haydar bû. Dema pê ra hatim naskirin diketin 50 saliya xwe. Di 19 saliya xwe de li ser keçikekî del û dîn bûye û keçik jî aşiqê wî bûye. Haydar, ewqas ji keçikê hezkiriye ku digel xwesteka keçikê pê ra nezewicî ye. Çimkî tirsiya ye. Li gor xwe gotiye qey ez bi qîzikê ra bizewicim dê hezkirina min a jê ra kêm bibe. Bes ji bo hezkirineke bêdawî... Heke mîrov îro behsa tiştekî wisa bike, dê kes pê bawer neke. Ev hemû hatin jiyîn û derbas bûn kurê min. Bûn çîrok. Tu behs bikî ne kes ji te bawer dika, ne jî kes guhdariya te dika. Dibe tu min derewçîn bihesibînî û ji min bawer nekî ku ez û Zel emrekî bi hevdû ra jiyane û şa nebûn e. Çimkî ji dema me tiştekî nema roja îro. Tiştên aydê me çi hebûn dewletê şewitand û tune kir. Me weke xayîn û paşverû bi zarokên me da nasîn. Halbûkî, ji bo hûn bextewar û azad bijîn me li ser vê erdnîgariyê her tişt kir!..” Ji ber çi bû nizanim, bêdeng bû. Bi destmala di destê wî da bû hêstirê xwe paqij kir û piştre destmalê da ber poza xwe û bêhn kir.

 

Di navbera me da kurtedemekê bêdeng çêbû. Min nizanibû çi bêjim. Ji bo rizgarkirina Şêxmûs, razana jinikê ya bi yekî efser ra dihatin fêmkirin, dême ji Şêxmûs pir hezkirî ye. Gelo ez bûma minê wê efû bikira, demekê fikirîm. Ji bo tiştekî wisa hewce dike mirov bijî.

 

“Hevala te ji bo xilaskirina te bi wî efserê saloxgêr re raza ye. Divê tu wê fêm bikî.”

 

Axaftina min biriya û got; "Dizanim, çi hewce dikir min ji te ra got kurê min. Di vê mijarê da zêde pirsan ji min neke, naxwazim biaxivim.”

 

“Dikarim pirsekî dawî ji te bikim?”

 

“Bipirse?”

 

“Te ji Zel'ê hezkir”?

 

“Bi qasî min ji wê hezkir ji tu tiştan min heznekir kurê min. Min ewqas ji xwe jî heznekir. Di vê mijarê da tu pirsek jî bikî ez ê bi te ra bixeyîdim.”

 

Min got; “Başe, paşê te Bînbaşî Kasim dît?

 

A rastî aqilê min li ser mijara Zel'ê mabû. Min pirsên xwe yê di derbarê vê mijarê deşa hişte demekî din. Lê, dê ew dem qet tunebûna.

 

“Erê, piştî lêgerîna demekê dirêj min ew li Xarpêtê dît. Tevî birayê xwe Elî û kurê wî li pêşiya dikanê xwe rûniştî li çûn û hatina rêwiyan mêze dikirin. Kûr kûr ketibûn nav xeyalan û xwe dabûn ser behra aqil. Her çi qas ez du caran di ber da derbas bûm jî qet serê xwe ranekir û li min mêze nekir. Pîr bûbû, pişta wî weke pişta deveyê qilûz bûbû, postê wî perik perik heliya bû, çavên wî di çalên xwe da wenda bûbûn. Ez dikaribûm wî bikujim. Lê min ew nekuşt; min dixwestin beriya ez wî bikujim çend tiştan pê ra biaxivim. Berêvarê ji dikan rabû. Bi gopala di destê xwe da giran giran dest bi meşê kir; Te digot qey nameşe, li her tiştên wenda kirî digere. Herî dawî di kuçeyekî teng da min ew sekinand. Min demançeya xwe derxist û rêya wî birî. Min got 'Bisekine!.' Got, 'Tu kî yî?'

 

Bînbaşî Kasim, serê xwe bilind kir û li sûreta min nihêrî. Balkêş bû, di çavên ew mirovê tirsonek da eser tune bû. Li rûçavên min nihêrî û di nav lêvan da keniya. Tenê di çeneya wî ya jorîn da du heb diranê wî yê qirêj û zingarî mabû. Netirsiya wî hewesa min di qursaxê min da hişt. Min dixwest, xwe bavêje lingê min, bigirî, tikan bike û lêborînê ji min bixwaze. Lê tiştekî jî nekir. Gelo çi bi serê vî mirovî de hatibû? Ez şoke bûbûm. Piştî bersivê ji min negirt, çend caran li ser hev pirs kir 'Tu kî yî?.' Min nasnekiribû. Dê li ku nas bike, piştî ewqas sal şûnda ez jî pir extiyar bûbûm.

 

‘Emîn.’

 

‘Emîn? Min nasnekir?’

 

‘Bifikire. Dê were bîra te. Ew milîsê kû li ser pireya Evdilrehman Paşa ji ber xiyaneta te xwe berda bû ava har a çemê Miradê.’

 

‘Haa! Hate bîramin, tu ew xortê qaçax ê li kêleka Şêx Saîd î. Tu jî pir extiyar bûyî Emîn. Tu çawa xilas bûyî?’

 

‘Ez heft rih im.’

 

‘Bawer bikî bi xilasbûna te kêfxweş bûm. Beriya tu min bikujî were ez te hembêz bikim Emîn. Min pir bêriya wan salan û wan însanan kiriye. Ax Emîn ah! Heke derfetê vegera wextê hebûna ez ê jî di refên pêş da bi we re bimeşiyama. Xiyaneta min bi dost û gelê xwe re kir min xwar qedand. Hembêza xwe vekir û min ko kir. Li hemberê wî min xwe ranegirt. Wisa, li cihê xwe sekinîm bûm kevir. Sûreta min maç kir. Hêstir ji çavên min melûl bûn û hatin xwarê. Piştî min berda, ji bêrika şalê xwe destmalekî derxist û hêstirên xwe paqij kir. Got, 'Niha tu dikarî min bikujî Emîn! Nizanibûm ez çi bikim, şaşomaşo bûbûm. Kîn û nefreta bi salan min jehrî kiribûn û helandibûn firîbû çûbû. Ev camêrê hanê li hemberî min qediya bû, gunehê min pê dihatin. Hadê Emîn. A niha ku kes nehatiye karê xwe biqedîne. Tu şaşwaz bûyî ne wisa? Netirsîna tirsonekek wek min te şaşwaz kir. Edî ji mirinê natirsim Emîn. Ez bi salan berê mirim e. Ev bû 35 salin hevala min Gulê Xanim doşeka xwe ji ya min veqetandî ye. Fedî dikim li rûçikê wê û zarokên xwe û gelê xwe mêze bikim. Wêrekiya ez xwe bikujim bi min ra çênebû. Başîyekî ji min ra bike, min bikuje. Min ji vî ezabî xilas ke. Hadê Emîn, hêzdar be min bikuje! Tu dizanî çima ez bûm mirovekî wisa Emîn? Tu qet fikirî? Sedema tirsonekî û xayîntiya min bavê min e. Heke bavê min di heşt saliya min da, min neşandana Mektebên Eşîretan ê li Stembolê ku ez tenê peyvekî Tirkî nizanibûm dibe ku ez bibûma mirovekî din. Tiştên li mektebê jiyame ji te ra bêjim tu yê rûnî bikî bi min ra bigirî Emîn. Li wir, bi me tirs û xofê û îbadetkirinê dan fêrkirin. Şûçdarê ev kesayetiya min bavê min e. Ji ber vê min jê nefret kir, min wî jî îxbar kir û da kuştinê. Dema leşkeran wî ji malê girtin ez li gund li malekî din bûm. Ez dizanibûm dê leşker ew bibin li çiya bavêjin ber singûyan û bikujin. Bawer bikî, qet heyfa min pê nehat. Min tenê rondikek jî, ji bo wî nerijand. Ez çima ji te re behsa van mijaran dikim nizanim? Ka êdî çi hewcedarî pê heye. Piştî ku jiyanek hat tunekirin êdî kişandina ezaba wijdanî mirovên çûyî venagerîne kî? Hadê, min bikuje Emîn!' ”

 

Di vê dera axaftina xwe de Şêxmûs bêdeng bû. Çavên wî bi derekê da asê mabûn.

 

Min got; “Te ew kuşt?” Min mereq dikirin.

 

“Na, min ew roj wî nekuşt. Di salên pêş da jî bi sedcaran min hewl da wî bikujim lê ez nikaribûm.”

 

“Başe, îxbara te nekir?”

 

“Na. Di derbarê jiyana min da tu gotinekî ji hevala xwe Gulê û zarokên xwe ra negot. Piştî ku min îxbar nekir baweriya min pê çêbû ku bi rastî jî êşê dikêşîne.

 

Dema neçûma hevdîtina wî li min digeriya. Rojekî min nediyana dîn dibû. Pirî caran ji malê derdiket rasteqîn dihat halê gel min. Dema karekî derdiket jî giran giran li dû min dihat.”

 

“Paşê?”

 

“Ji bo kuştina Bînbaşî Kasim min welatê Sûrî terikand û hatim welatê xwe yê ku weke girtiyê siyasî lêgerîna min hatiye derxistin. Di nav şert û mercan neyînî de ku dijiyam li Bînbaşî Kasim geriyam û min ew dît. Lê nikaribûm wî bikujim. Di nav demekê de ku li dû kuştina wî digeriyam bi Bînbaşî Kasim re em bûn dost. Di her hevdîtina me de lava dikir ku ez wî bikujim. Lê min jê re digot, mirin ne çare ye, ji bo telafîkirina şaşî û kêmasiyên xwe divê tu bijî. Lê fikrê mirinê di dilê Bînbaşî Kasim de bûbû weke nexweşiyekî. Ji bo ku xwe bi xwe nikare bikuje dema nexweş diket jî bi rojan di nav êşa xwe de digeviziya û nediçû nexweşxaneyê. Bi salan ji bo girtina rihê wî li benda Azraîl an jî yek were wî bikuje sekinî lê ne Azraîl rihê wî girt, ne jî yekî ew kuşt. Ji bo yek wî bikuje piştî çend salan şûnda vegeriya Gimgimê.”

 

“Baş e, tu çima li ev bajar mayî? Tişta ku te bi ev bajar ve girê da çi bû?”

 

"Min amadekariya derketina ev bajar dikir lê ji nîşka ve hevala min a jiyanê û têkoşînê Zel çû ser dilovaniya xweda. Me wê li goristana Gulmezê ya li jorê bajar spart axê. Gelek caran min xwest ev bajar biterikînim, lê ez nikaribûm; nikaribûm hevjina xwe ya hêja û hevala xwe ya têkoşînê biterikînim û biçim! Li van deran bi tenê bû! Tu kesan ew nas nedikir. Qenebe heftê carek be jî dikarim destegulek kulîlkên Çiyayê Zel bibim û pê re biaxivim! Ax jiyan ax! Min hergavê ji te dixwest beriya Zel'ê bimirim. Lê, te berevajî xwesteka min, ewilî Zel'ê ji min girt!”

 

Birûskek ket, kepir di cihê xwe da lerizî. Şêxmûs, axaftina xwe birî û rabû çû devê derî li derve mêze kir.

 

*

 

“Niha ku nederengî ye, hadê rabe ji vêderê here. Hewce dikir, ji te ra behsa parçeyek biçûk a jiyana xwe bikim, min kir. Wekî din çi mereq dikî, dê bi xwendina bîranînên min hîn bibî. Hatim dawiya birê ya salan. Gîhaştin şopa min. Li ku bin dê werin. Defterê veşêre. Ji tu kesan re pê behs neke.”

 

“Yên werin kî be?”

 

“Hadê tu here!”

 

Min defterê di boşetek naylon de pêça û kir binê parkeyê xwe yê heşîn, bi Şêxmûs ra me hevdû hembêz kir û derketim derve. Ew jî bi dû min ket, di baxçe de gihaşt min.

 

“Daxwaziyeke min a dawî ji te heye Emîn.”

 

“Çi ye daxwaziya te?”

 

Destmala xwe ya derdora wê honandî, li nava wê kulîlka Berfînê neqişandî nîşanî min da û got;

 

“Ev destmala di destê min de dibînî?”

 

“Erê dibînim.”

 

“Heke roj bê ez bimrim, an jî ji aliyê hêzên tarî û veşarî ve bêm kuştin tu yê werî merasîma cenazeyê min, vê destmalê bi min re bike gorê. Ji bîr neke, destmalê danî ke ser dilê min!”

 

“Ev destmal, çima ji bo te ewqas girîng e?”

 

“Dema li zindana Amedê girtî bûm, vê destmalê Zel'ê bi destê xwe çêkiribû û ji min re şandibû. Dibe tu bawer nekî, lê di rojên herî tirsnak û xofdar ên jiyanê de vê destmalê min li ser piya girt. Ev destmal ji bo min pir girîng e Metîn. Heke tu jî rojek wek min li ser keçikekî del û dîn bibî, dê ew çax min fêm bikî çima ewqas girîng e. Ev destmal timî li ser dilê min e. Tu dikarî wê li wir bidînî! Hadê, niha here,” got û dîsa min hembêz kir.

 

“Here. Li ku bin dê werin!”

 

Her çiqas bi bazdanê ji wir dûr ketim jî hişê min li ser dostê min Şêxmûs mabû. Bi rastî jî di milê fêmkirina wî de min zehmetî dikişand. Tu caran min rast nedidît, çawa bi heskiriya xwe re jiyanekî di heman malê de derbas bike û bi hev şa nebin.

 

*

 

Çawa biserketibû. Ji bo vê serkeftinê divê bi meriv ra îradeyek derasayî hebe. Metirsîdariya dostê min, min jî diltirsî kiribû. Yên wî tirsandibûn kî bûn? Gelo li benda kî bûn? Min ew roj behsa van tiştan ji Celal ra kir. Rojek şûnda ez û Celal em çûn kozika ku Şêxmûs tê da diman, lê ne li wir bû; ew roj û rojên şûnda jî em li bajêr lê geriyan lê me wî nedît. Sal li dû salê herikîn. Piştî derbeya 12'ê Îlonê ya 1980'an ez hatim girtinê. Gava ku ez tême girtinê, beriya leşker biçin mala me, bavê min xebatên min ê piraniya wan çîrok û helbest bûn hemûyan veşartî ye. Piştî çend salan ku ez vegeriyam gund, bavê min jibîr kiribû û nizanibû li ku veşartî ye. Em pir geriyan, lê me nedîtin. Di meha Kanûnê ya sala 1994'an de ku leşkeran gundê me şewitandin û me bi darê zorê derxistin em li Elezîzê bi cih bûn. Bavê min, li dijî şewata xaniyê xwe û gund zêde li ber xwe neda; ji qehran û fikrandinê jana giran lê peyda bû. Me ew li serwîsa Nexweşxaneya SSK ya Okmeydaniya Stembolê razandin. Beriya hefteyekî ku bavê min li ser hişê xwe bû cihê dosyayên min veşartibû got. A rastî, cihê dosyayan jibîr nekiribû, li gor xwe gotibû tiştên xeternak in û ji bo parastina min negotibû. Li dijî vê helwesta wî şaş nebûm; çimkî kesekî zîrek ê wek bavê min ne pêkan bû tiştekî bi destê xwe veşêre jibîr bike. Dewletê têra xwe tenê bi şewitandina malê me û koçkirina me neanîbû, têketin û derketina gundê me weke herêma qedexekirî îlan kiribû û rê girtibû. Ji bo dosyayan ji cihê veşartî derxînim çend caran min serî li rayedarên dewletê da lê daxwaziya min nehat qebûlkirin. Herî dawî di Payîza sala 2003'an da, bi şertê vegerê min destûra rojekî girt û ez çûm gundê xwe yê şewitandî û xirabe ku ev deh salin ji çûn û hatinê ra hatibû qedexekirin. Bavê min, dosyayên min di şikeftek baş da veşartibû, lewra jî tiştek bi wan nehatibû.

 

*

 

Dema min dosyayên xwe ji cihê vaşartî derxist, çavê min bi deftera ku Şêxmûs dabû min ket û min ew bibîranî. Halbûkî bi salane min Şêxmûs û deftera wî ya dabû min jibîr kiribû. Dema min defterê girt destê xwe çavên min tije bûn. Gelo dostê min ê hêja niha li ku derê bûn? Gelo ji aliyê hêzên tarî ve hatibû kuştin? An reviyabû û xilas bûbû?

 

Min defterê vekir û dest bi xwendinê kir...

 

Dê bidome..


Gotinên miftehî :