SEKVAN -6-,sekvan,6

SEKVAN -6-

A+ A-

WERGER: Mordem ZEL

Bi sedan çivîkên beytik û qijikên alik ku di nav guliyên spîndaran de bûn, ji ber tirsa canê xwe firiyan bi hewa ketin û di ser xanî da çûn û hatin. Tam li nava gund di nav bexçeyekî darên fêkiyan de mizgeftekî hebû, mozinê mizgeftê derketibû ser minareyê azan dida, dengê wî heta zinarên ez tê de bûn jî olan dida. Li ber xaniyekî nêzîkê mizgeftê şeş heft zarokên emrê wan deh donzdeh salî li hev civiyabûn û kevokan difirandin. Bi dûrbînê min li kevokan temaşe kir. Di nav wan de du heb jê hebûn pir xweş teqle diavêtin. Kevok bi awayekî lez û bez bi hewa diketin, piştre weke miriyan xwe berjêr berdidan. Gava nêzîkê erdê dibûn dîsa bi ezman de dikişiyan jor. Zarokên ge bi wan re dilîstin difîkandin û bi kêfxweşî destê xwe li hev dixistin. Niha min dixwestin ez jî bi wan re bim. Dema min li wan mêze dikir kevokên min ketin bîra min; gelo çi bi serê kevokê min de hatibû, gelo vegeriyabû malê? Li aliyê rojhilatê gund li qontara tepikekî goristanek hebû, di nav goristanê de çend heb darên biyan, di têketina goristanê de pîrozgehek hebû. Çend heb jin li bexçeyê pîrozgehê civiyabûn û destê xwe di kevirên dîwarê wê de didan û dia dikirin. Yek ji wan jinan xwe di çamûrê de weke bangeranê lox dikirin, du heb jî bi destan li çokê xwe, singê xwe û serê xwe dixistin. Gaboxeyekê li nav goristanê diçeriyan jî, dev ji çerê berdabû û bi sebra dewrêşekî li wan temaşe dikirin. Êdî roj, giran giran ber bi rojava ve diqesidî, bi vê kêfxweşiya min zêde bû. Dême Şêx Seîd nedihat. Pir bextewar bûm. Ji avabûna rojê re bi qasî çend seetan mabû. Di navbera çend seetan de ku Şêx Seîd nehatana ji kuştina însanekî xilas dibûm. Lê hê ji avabûna rojê re çend seet mabûn. Pirî tengezar bûm di hundirê şikeftê de parî geriyam. Te digot qey dem sekiniya ye. Bi zehmetî min nefesê digirt û dida.

 

 

 

Car caran min dikir dev ji kuştina Şêx Seîd berdim, ji şikeftê derkevim heta av di qûna min de bavêje bibezim. Di kêliyên wisa de min dê û xwişka xwe yên di destên leşkeran de bû bibîrdianî û xwe zeft dikirin. Ber êvarê ewrê li ezman hate hev mezin bû, bû tarî û tirsnak bû. Siya çiyayên Çewlikê girt ser gund, hê roj neçûbû ava gund hêdî hêdî ket binê tarîtiyê. Bi lezgirtinê re, bayê bi awayekî dijwar li zinarên tê de bûm xist. Bizin, mêşîn û garana pezên li qontara tepikê hember diçeriyan ber bi gund ve qesidîn. Çar çav bûbûm. Bi dûrbînê min çavdêriya gund û hawirdorê dikir. Min hew dît, ji dûr ve, ji aliyê rojhilatî ve însanekî ber bi gund ve tê, bi ferqkirinê re min lê temaşe kir. Piştî wî yekî din jî xuya kir, piştre yekî din jî, yekî dîn jî... Min ew jimartin, şeş mêr yek jin bû. Ji bo siya çiya li ser wan rûniştîbû min wan baş nedidîtin. Çokê min şikiyan; yê dihatin dibe ku Şêx Seîd be. Min bi baldarî mêze kir, pişta wan bi min da bû. Di destê tu kesî de mim çek nedît, mîralay ji min re gotibû Şêx Seîd ji aliyê bi dehan milîsên çekdar ve tê parastin, ji bilî wan bi dehan şêx û mele jî pê re digerin. Ez fikirîm, min got dibe ku ji para ve werin. Niha min ê çi bikira? Bi seknê min ê destûra têketina Şêx Seîd bida ku bikeve gund? Başe, gelo ji nav ew ên dihatin de kîja Şêx Seîd bû. Ji vêderê min baş fêm nedikirin, divê ez baştir nêzîk biçûma. Ji şikeftê derketim, ber bi şiverêya ku rêwî tê de dihatin ve çûm û li wir di nav kutleya deviyê de ketim sîperê; min berê lûleya tifinga xwe bi şiverê da kir û sekinîm. Heke Şêx Seîd di nav wan da be felata wî ji destê min tune bû. Ger min bixwesta di guleyekî da dikaribûm ew bikujim. Ji bona dê û xwişka min bijiyan divê min Şêx Seîd bikujtana. Yezdan şahid e, ew êşa ku min di çend deqeyên di sîper de kişand tu însanekî nekişandî ye.

 

 

Hemû rewî yekoyek di şiverê de, di ber min de derbas bûn çûn; min dît ku Şêx Seîd ne di nav wan de ye, min dikir ji kêfa ji cihê xwe rabim rêwiyan hembêz û maç bikim. Bi qasî min ji axaftina wan fêm kir, diçûn xwazgîniyê. Min bihîst dibêjin bavê qîzikê panzdeh mêşin qalind xwestî ye. Piştî ku rêwî derbas bûn, ez ji sîperê derketim, piçek evdalî, piçek bi zarokî, bi awayekî kêfxweş di derdora xwe de çûm hatim û leyîstim. Dema roj di lûtkeya çiyayên Çewlikê da nîvco bû bi bayê bezê ez ji gund derketim min gund terikand. Te digot qey bi sedan kesên çekdar bera min dane. Beriya Şêx Seîd bê divê ez ji vêderê biçûma. Dema tarîtiyê girt ser xwezayê dîsa baranê destpê kir. Di vê şeva tarî û xir û xalî de, ji bilî dengê guregura ewr, barîna baranê, bayê û dengê gurşagurşa lehiyê tu dengekê tune bû. Weka xeyalan min rê didîtin. Tengezariya ku dema ketim rê li ser min bû êdî rabûbû û ez parî rihet bûbûm. Niha di şivereyeke asayî de dimeşiyam. Piştî ku min Şêx Seîd nekuştibû, ne hewce bû di çiya, daristan û cihên sape de bimeşim. Lê ez weke tedbîrî nediçûn gund û mezreyên ser rêya xwe û di derveyî wan de derbas dibûm. Piştî çar, çar seet û nîv ku ketibûm rê gundekî derket pêşiya min; min xaniyên gund nedidît lê ronahiya lembeyên bi qazaxiyê vêketî ji dûr ve jî xuya dikirin. Herhal gundekî mezin bû. Çimkî pêla ronahiyê li qadekî fireh belav bûbû. Berî wextan ku ez hê dûrî gund bûm, se û kûçikên gund bêhna min girtîbûn û bi ewte ewtê welweleya şevê rakiribûn. Ez neketim nav gund û di nav erdekî jêrê gund da min dest bi meşê kir. Pir derbas nebû min fêm kir ku min biryareke rast daye; hin cihên ku soring lê hebû, ez heta çokê diketim çamûrê û bi zehmetî dimeşiyam.

 

 

Hezar poşmanî bi min re çêbû ku ez berevajî tepikên jorê gund, di nav erdên jêrê gund de çûbûm. Weka benîşt çamûrê bi lingê min digirt, rêveçûna min asteng dikir. Nîv seet şûnda di nav xwêdanê de man. Ji gund gelekî dûrketibûm ku min dengekî bihîst. Ewilî min got qey dengê bayê ye bi min re dilîze. Çimkî, dema di çiyayan de derbas bûbûm car caran ba bi min re lîstibû, tiştên wisa anîbû serê min û min tirisandibû, dilê min di devê min da anîbû der. Her ku meşiyam deng zêde bû, zelal bû; na, ev deng ji dengê bayê bêtir dişibiyan dengê jinekî êşkişandî. Min dest avêt tifinga xwe ya li milê min ê rastê bû û ber bi deng ve meşiyam. Kûçik çawa bêhnê digire û digere, ez jî wisa di tarîtiyê de, mîna şînkê baran û bayê, di navberê da jî weke dengê guregur û şêrqîna ewr bi dû şopa dengê jinikê yê carna dihat carna nedihat ketim. Min, jineke bi qurmê darek hirmiyê ya kevnare ve girêdayî dît. Di tarîtiyê de ku min jinikê weka xeyalan didîtin, bi şêrqîna brûskê re baştir xuya dikir. Li ber jinika bi dara hirmiyê ve girêdayî çar heb mêr hebûn. Di nav wan de yekê rîdirêj û extiyar hebû. Berika xwe bi keviran dagirtibû. Her sêyê din ciwan bûn; yek jê ji min jî biçûktir bû. Hemêza hemûyan bi keviran tije bûn. Ewilî, min fêm nekir, bê ka di vê seetê de çima hemêza wan bi keviran dagirtî ye û dor ji jinikê girtine. Lê ev bûyera min dîtibû bala min kişandibû. Êdeta min xwe bi erdê ve zeliqand û bi kerekaşoyî nêzîkê wan bûm; hema li nêzîkê wan di nav darek hêjîrê de min xwe veşart û li wan guhdarî û temaşe kir; min mereq kiribû, van însanan çi dikirin? Gelo çima jinikê bi dara hirmiyê ve girêdabûn, gelo jinik çima digiriya û dinaliya? Niha min jinika bi dara hirmiyê ve girêdayî baştir didîtin. Porê jinikê yê dirêj, di xwîn û çamûrê de bûbû weke egalê û sûreta wê girtibû.

 

 

Ji bona dest û lingê wê girêdayî bû, nikaribû ji ber ew mêran bireve, tenê di nav êşa xwe de dinaliya û lavayan dikirin.

 

“Ûy bavo! Min nekuje qey çi dibe? Qurbana te me bavo!”

 

Lê weke wê nebihîze, yek du kevirên di koya xwe de li jinikê xist.

 

Dengê jinikê ku weke “Ûy... Ûy!” dinaliya dilê min perçe kir.

 

Dengê wê, ewqas bi êş û ewqas hewcedariyê alîkariyê bûn ku... Gavekî nemabû ji cihê xwe rabim û biqîrîm bêjim; “Wiha nekin!”

 

Yê extiyar qîrîya; “Sebî ji kî ye?” Kevireke din jî li jinikê xist.

 

Jinikê kir zarînî; “Ûy! Ez mirim bavo!”

 

“Sebî ji kî ye?”

 

“Min got ya, sebî ji Mihemed e! Bavê wî/wê Mihemed e!”

 

Ciwanekî ji nav wan kir qîrînî: “Orispî qehpe! Te namûs û şerefa malbata me kir nav lingan, te em rezîl kirin!” û kevirekî li nav serê jinikê xist: “Bicehime!”

 

“Kekê Ûsiv, qey dê çi bibe min nekujin! Ez qurban! Ez xwişka we me. Qey heyfa we bi min nayê! Canê min diêşe ûy!”

 

Dengê jinikê ewqas bi êş, ewqas bê hêvî bûn ku, pûrtê canê min bû weke stiriyê jîjoyek di ser laşê min de derbas bibin. Weke bikevim tayê canê min ricifiya. Min ê çi bikirana? Dê li ber çavê min însanekî bihatana kuştin û ez ê jî bêdeng bûma?

 

“Bimire! Biceheme!”

 

“Gava te zîna kir tu fikiriyana!”

 

“Ji bona em bijîn, hewce ye tu mirî.”

 

Êdî ez bawer bûm, van her çar zilaman bi kevir û beran jinikê recim dikirin. Niha her çaran bi hevdû ra berê keviran dabûn jinikê. Nizanibûm ez ê çi bikim. Gelo divê min ev qetla nav malbatî ya ku min jê ra şahidî dikir ji nedîtî ve bidîtana û rêya xwe biçûma? Nikaribûm vê bikim.

 

 

Zêde derbas nebû, min biryarê da ku ev mêrê hanê zêde zirarê nedin jinikê û mudaxale bikim; li pişt dara hêjîrê ketim çeperê û qîriyam.

 

“Bisekinin! Keviran li jinikê nexin!”

Bi bihîstina dengê min re, her çar mêran kevirên di hemêza xwe de avêtin û bi awayekî şaşwaz li hevdû mêze kirin.

 

“Ji jinikê dûrkevin.”

 

Yê kalepîr, piştî şaşwaziya wî derbas bû û xwe da hev got: “Tu kî yî?”

 

“Rêwiyekî me.”

 

“Başe, tu bi çi heqî qarişê me dibî? Ev qîza min e.”

 

Bi awayekî hêrsok ez qîriyam û min got: “Dibe qîza te be, lê ev nayê wateya ku tu xwedî mafê kuştina wê bî!”

 

Yek ji ciwanan got: “Namûsa me kiriye nava lingan!” Dengê wî ewqas nizim bûn, bi zehmetî min ew bihîst. Ji nîşka ve ba û bablîsok rabû, toz û gevzik û pelê daran berhev kir anî bi ser me de lod kir. Ji bona ez bi ser çokan di nav çalekî bi ava baranê tije bûbû de bûm, lingê min qerisî bûn, weke bitevizin pûç bûn. Di vê rewşê da min zêde li ber xwe neda û rabûm ser piya, min berê çeka xwe di weziyeta teqandinê da kir û meşiyam.

 

“Destê xwe bilind kin!”

 

Yê kal destê xwe bilind kir û got: “Tu dixwazî çi bikî?”

 

Ez bi ser ewên ciwan ve qîriyam û min got: “Hûn jî destê xwe bilind kin!”

 

Camêrê kalepîr bi hêrs got: “Destê xwe rakin kurê min!”

 

Yên ciwan bê dil be jî destê xwe rakirin.

 

Yê Kal got: “Tu dixwazî me bikujî?”

 

“Ez ê çima we bikujim, gava hûn gotina min bikin ez ê zerarê nedim we.”

 

“Tu dixwazî em çi bikin?”

 

“Qîzikê nekujin!”

 

Yek ji ciwanan qîriya û got: “Ji te re çi, çi îşê te pê ketiye!

 

“Çawa yanê, ez ji qetla we re bêdeng bimama?”

 

“Ev ne qetl e, em namûsa xwe paqij dikin.”

 

“Li ber çavên min hûn qetlê dikin!”

 

Camêrê extiyar ciwanê bi min re diaxiviyan biçûk xist û jê re got: “Hiş be!” piştra berê xwe bi min da kir û bi awayekî kelogirî ji min ra lavayan kir; “Jê veger, em qîzikê bikujin! Em niha nekujin, paşê em ê bikujin! Ev qîz hatiye qirêjkirin. Divê bê kuştinê. Tu hê pir ciwanî, tu nizanî ev tê çi wateyê. Were li min guhdarî bike eleqeya me neke, jixwe rêya xwe here. Ne te me dît, ne jî me te dît.”

 

“Bavê min mafdar e, encax mirin vê qîzê paqij bike.”

 

“Biteqize here!”

 

“Ew xwişka we ye, wê bibexşînin.”

 

“Em nikarin wê bibexşînin.”

 

“Hetanî hûn wê dikujin, bizewcînin çêtir e.”

 

Camêrê extiyar axaftina min birî û got: “Yeka bê qirêjkirin kî pê re dizewice kurê min?”

 

“Ez wê ji we bixwazim hûnê bidin min? Hetanî hûn dikujin bidin min. Ez ê pê ra bizewicim.” Min vê biryarê bê fikrandin dabû. Ji bo ez qîzikê ji recmê xilasbikim tu çareseriyek ez bidînim tune bû. Dizanibûm, ger min qîzikê di destê wan da bihiştana dê wê bikujtana.

 

Camêrê extiyar got: “Tu bi rastî dibêjî?

 

“Erê. Ez bi rastî dibêjim.”

 

“Qîza min ducanî ye.”

 

“Dizanim, dengê we hat, min li we guhdarî kir.”

 

“Yanê tu zewaca bi yeka di vê rewşê de qebûl dikî?”

 

“Erê, qebûl dikim.”

 

Yek ji ciwanan ê herî biçûk got: “Qey tu dîn î?”

 

Yê extiyar li zarokên xwe nihêrî û got: “Şaşwaz bûm.” Bi destê xwe yê rastê baranê di ser û çavên wî de dikirin xwarê paqij kir. “ Hûn dibêjin çi kurê min?”

 

 

“Bavo, ev xortê hanê şaş bûye.”

 

“Nizanim çi bêjim, ez jî şaş bûm bavo.”

 

“Em bidin bavo.”

 

“Hetanî em dikujin, em bidin.”

 

“Em vî xortî nasnakin la? Kî ye? Ji ku ye, çi karî dike?”

 

Extiyar: “Ev tişt zêde ne girîngin kurê min.”

 

“Ji xwe me wê dikuştin. Em jê vegerin bila ev xortê hanê wê bigre bibe. Kî ye, kî nîne, ji ku tê, ku de diçe zêde ne muhîm e. Ev jî çarenûs û qedera qîza min e. Mûcîzeya Yezdanî ye, di vê şeva qer û tarî de li ev cihê sape di bin dijwariya baranê de ev tişt ne tesadufî ye. Gunehê Yezdan bi qîza min hat, xwest ku bijî, lewra ev xortê hanê derxist pêşiya me. Divê em li dijî ev fermana Yezdan dernekevin.”

 

“La heke ev xortê hanê însanekî xirab be bavo?”

 

“Çiqas xirab be jî, hey dê ji me çêtir be kurê min.”

 

“Em bidin bavo.”

 

“Tu çi dibêjî Omer?”

 

“Em bidin bavo.”

 

“Başe, dest û lingê xwişka xwe vekin. Tu me bibexşînî Yezdanê mezin, ewqas bêçare me ku nizanim ez çi bikim. Tu gunehê me efû bikî.”

 

Xortên ciwan dest û lingê qîzikê yên bi werîs girêdayî vekirin. Yê extiyar bi destê girt ew rakir piya. Ji her derê qîzikê av dihatin xwarê. Qîzîkek dirêj û bejnzirav bû. Ji jêr de şalwarekî xwînî yê di çamûrê de lewitî, ji jor de jî fistanek tenik li xwe kiribû. Di tariyê de min rûçikê wê nedidît lê carna ku ewr birûsk diavêtin dibûn ronahî weka xeyalan min rûyê keçikê yê werimandî, şipşîn ê nedihat naskirin dît. Ew jî weke min hê ciwan bû, kevir biteqe hivdeh hijdeh salî hebû tunebû.

 

Extiyar. “Here qîza min, bi vî xortî re here. Yezdan li te hate rehmê ev xortê hanê şand.

 

 

Pê ra here, hêvî dikim ciwanekî baş be. Hêvîdarim tê bextewar bî qîza min a xweşik a bextreş.”

 

Zêdetir nikaribû biaxive, qirika wî bi niqirîskan tije bûbû. Rondikên çavên wî tevlî ava baranê bûbû di sûreta wî de dihatin xwarê. Ewr brûskek avêt, dengê wî di nav şeva qer û xir û xalî de dirêj dirêj olan da; şev, kêliyekî ronî bû û piştre dîsa tarî bû. Camêrê extiyar bi destê qîzikê girt û wê ber bi min ve anî. Tam li hember min sekinî, li rûyê min mêze kir û got:

 

“Ha ji te re kurê min. Li qisûrê me mêze neke, qîza min xweşik e û yeka baş e. Hêvî dikim hûnê bextewar bin. Ez rûyê te baş nadînim, te nasnakim, tu kî yî, çi yî nizanim, lê ev tevgera te min hestiyar kir. Tu ciwanekî başî kurê min. Hêvî dikim bextewar bijî. Li qîza min baş mêze ke. Ew can û kezeba min e!”

 

Zêdetir nikaribû biaxive, ser û çavê xwe kir nav destê xwe û bi dengekî bilind giriya, xwe avêt nav çamûrê û axa ji erdê topdikir bi ser serê xwe da kir. Zarokên wî dor jê girtin.

 

“Sekan be bavo!”

 

“Bavo wisa neke!”

 

“Bila ez bimirama, min van rojan nedîtana!”

 

Min ev camêrê extiyar fêm nedikirin û tênedigîştim. Piştî ku ewqas ji qîza xwe hesdika gelo çima bi keviran wê recm dikirin? Divê em gavek zûtir ji vêderê biçûna. La heke ji biryara xwe vegere û hewl bide qîzikê bikuje? Çavê min li ser ciwanan bû. Ez ji wan ditirisiyam. Her gavê îhtîmal hebû ku keysê li min bînin dê lodê ser min bibin, çeka min bigirin û min bêbandor bikin.

 

Min kir pistepist û got: “Hadê em biçin” û meşiyam. Gotin bi devê qîzikê neket û da dû min hat. Demekê dirêj me dengê camêrê extiyar ku weke hirçekî birîndar dinaliyan û axê bi serê xwe de dikirin bihîst.

 

 

 

Ez di pêşî da, qîzik li dû min, di bin barana weke devê meşkê dibariyan de zêdetirî seetekî bênavber em bêdeng meşiyan û me li dû xwe mêze nekir. Baran hêç bûbû. Weke ezman biqelişe tofanên nedîtî li rûyê erdê çêkiribû. Her çiqas em dûrî çem û rûbaran dimeşiyan jî heta çokê em ketibûm avê. Çiya û zinar bûbûn av û diherikiyan, bi dengê avê nalenala şevê bû. Bi min pir sar bûn. Bawer dikim ji min bêtir bi qîzikê sar bû. Car caran vedigeriyam dû xwe, min li qîzikê mêze dikir, bi girtina vê biryara bê wext, di aliyê bawerkirinê de min zehmetî dikêşandin. Qey ez niha zewicandî bûm? Niha ez bi keçikekê nenaskirî ya bi çavên xewan min nedîtibû re zewicandî bûm, bi ser de jî duncanî bû? Gelo, min çawa ev tişt kiribû? Di xewn û xeyal û fenteziyê min de zewacekî wisa tune bû. Ez şaşwaz bûm. Ez nizanibûm nirxandina ev bûyera jiyanê derxistibû pêşiya min çawa bikim. Halbûkî ez ji bo kuştina Şêx Seîd hatibûm vêderê, lê bi jinek ducanî re zewicandî vedigeriyam. Di girtina vê biryarê de poşman bûm na, ne poşman bûm. Wijdana min rehet bûn. Tenê ditirsiyam. Ji bo zewacê hê ez biçûk bûm, di derbarê zewacê de tu fikrek min tune bû. Bi ser de jî bi jineka nenas a qet min rûçikê wê nedîtibû re zewicî bûn. Min ferq kir ku qîzik westiya ye, di tarîtiya şevê de, min li bin qurmê dara mazî ya ku weke dêwê bi sedsalan li dû xwe hiştibû; min pişta xwe spart qurmê wê yê bi qasî nava pêlê du mêran fireh û sekinîm. Li binê darê, du bûst pelên hişk ketibû serhev; di nav pelan de berûyê gayan ê bi qasî hêkê hebûn. Qîzik jî bê deng hat li kêleka min rûnişt û weke min pişta xwe spart dara mazî û bi destên xwe porê xwe esirand. Hewl didan li min mêze bike.

 

 

 

Ez jî ditirsiyam li qîzikê mêze bikim. Milê wê yê çepê li yê min ê rastê diketin. Min ji qîzikê bêhn û germahiya jinê digirtin û hîsdikirin; te digot qey milê min ê rastê di nav pêtên agir de dişewitiya. Germahiyê ji milê min destpê kiribû weke agirekî xweş li hemû laşê min belav bûbû. Biskek ji porê wê yê reş ê dirêj ku li ber baranê kemitî bû bi ser mil û stûyê min de belav bûbû. Min çavên xwe girt û hewl da ji cihê xwe bileqim. Çimkî hestên niha li ser min çêbûbûn hestên xweş û derasayî bûn. Heta ebediyê qayîl bûm wisa bimînim.

 

Ewr brûskek avêt, dara mazî ya qirase ku em li binê wê bûn hejiya, lerizî, keçik bi metirsî veciniqî, miremir kir, bêhemdî be jî zêdetir xwe nêzîkê min da. Cara ewilî bû ewqas nêzîkê jinekî dibûm, hestên wisa germ û xweş dijiyam. Dara mazî, bi guliyên xwe yê qirase me ji xezeba baranê diparastin, lê bayê, baranê bi ser me de direşandin. Çawa bû nizanim, min serê xwe dabû ser milê qîzikê û wisa di xwe de çûbûm.

 

Bi razanê re min xewekî pir pîs dît. Ez hê deh donzdeh salî me. Li malê tenê me. Bi hîsiyata ku sedra li ser razayî me dilerize û xanî weke însanekî birîndar dinale ji xewê şiyar dibim; ode tariyekî zilamat e. Ji nav cihê xwe radibim û li lembeya qazaxiyê digerim, lê nabînim. Nalînî zêde dibin, rewşeke nedîtî çêdibe. Wê çaxê deriyê odeyê vedibe, bi gulbazeke ronahî ya biriqandî canê wan perçe perçe, miriyên çîpuryan êrişê odeyê dikin; li herî pêş bavê min, ez wî baş dibînim; bi herdû destan bi serê xwe yê ku bi guleyan perçeperçe bûbû girtî ye û dinale. Ew jî weke miriyên din weke ji dayîk bibe çîpuryan bû. Jineke porê wê yê dirêj ê di xwînê de lewitîbû, tevî qaqotika serê xwe kiriye bêrika xwe û bi bavê min re kete hundir. Piştre jineke din dikeve odeyê, weke qîr û komirê ripîreş... ez wê nasnakim; ev dêya min e!

 

 

Gelo dêya min kengê miribû? Ji tirsan dibêjim "Ay dayê" û bi aliyê derî ve xwe davêjim, mirî min paşve diqewirînin. Mêze dikim Şîrîn jî li wir e; ew jî weke dêya min parçeyekî weke qîr ripîreş e.

 

Dema min çavê xwe vekir, min dît qîzikê bi herdû destan bi destên min girtibû. Bi qîzikê re çav bi çav em li hev nihêrîn. Cara ewilî bû min rûçavên wê ewqas ji nêzîk ve didîtin. Di nav rûçavên wê yê xweşik de çavên wê yê gir ê heşîniyê behrê, weke moriya nezerê şewq didan. Pêtekî şeyda ya ji ew çavên hêşînî rijiya, ji çavên min ber bi dilê min ve herikî; agirekî germ û xweş ket dilê min germ kir. Ya Star, ew keçika ku ji tirsa nexweşikiyê newêrabûm li sûreta wê binêrim bi qasî dinyayekî rind û xweşik bû.

 

Qîzik: “Çima tu diqîriyan?”

 

Ez: “Min xew dît. Xeweke berbad û tirsnak bû”

 

Ji bo qîzik biaxive ez sekinim; lê neaxivî, tenê li sûreta min nihêrî. Di wê kêliyê de min dît ku werîsê pê destê hatibû girêdan herdû qevdê destê wê post kiribû hencilandibû. Agir bi dilê min ket. Min ferq kir ku ewqas rê bi lingê tazî û pêxas meşiya ye ez şaşwaz bûm, dilê min pê şewitî.

 

“Qey pêlavê te tune ne?”

 

Bi awayekî pistepistî got: “Dema birayê min di nav devî û pincan de min kerekaşo kiribûn ji lingê min derketibûn.”

 

Min qondereyê xwe yê çerm ê li bazara Çewlikê sandibû ji lingê xwe derxist û kir lingê keçikê; rêneda têxim lingê wê, lê min guhdariya wê nekir; min qondereyan bi zorê kir lingê wê yê tazî ku di nav xwînê de post bûbûn. Ew şewqa bextewarî û evîndariyê ku di çavên wê yê hêşînî de bû, minê tu carî ji bîr nekirana. Ew nêrîn, nêrînê însanekî ku di kêliyekê hêviya wê ya jiyanê nemabû de bi mûcîzeyek nedîtî li jiyanê mabû. Wisa xuya bû, sekanbûn û seknandina baranê tunebû; laserên ji çiyayên Çewlikê yên bi berfê pêçayî diherikiyan newal û rûbaran dikirin xuşînî, gurînî, dioriya, dinaliya, bi dengên tirsnak şeva tarî didan welweleyê.

 

 

Bi min sar bûn. Birçî bûm, bê xew bûm. Ev du şevin ez ranezabûm, lewra jî çavê min venedibûn; min serê xwe da ser milê qîzikê û wisa di xewê de çûbûm.

 

“Rabe, rabe!” Min çavên xwe vekir li qîzikê mêze kir. Destê xwe bi aliyekî ve kir û hirçekî bi du çêlikê xwe ve bi qasî pênc deh metre dûrî me bû nîşanî min da û kir miremir: “Hirç” Çavê hirçan di tariyê de weke lembeyê diçirisiyan. Hirç, li ser herdû lingê xwe rabûbû ser piya, li me dinêriyan û ji çêlikên di derdora wê de digeriyan re weke tiştekî bêje himehim û gumegum dikirin. Min tifinga xwe ya spartibû darê girt û li hirçan rast kir.

 

Keçikê bi lûleya tifinga min girt û got: “Neteqîn e!”

 

Min guhdariya wê kir û tifingê neteqand; ez li bendê sekinîm ku êrişa ewilî hirç bikin. Ez şaşwaz bûm, ji ber tirs û kelecanê, weke dîkekî stûyê wî bê jêkirin diricifiyam, lê keçik heta bêjî sekan bû. Ev wêrekiya keçikê min şaşomaşo kir. Demekê bi hirç û çêlikê wê re rûbirû me li hevdû mêze kir; êrişê me nekirin. Piştî hirç ji me dûr ketin em rabûn dîsa ketin rê meşiyan. Meşa bi pênê pêxwas zehmet bû lê min dev li diranê xwe dikirin û êşa xwe bi keçikê nedida hîskirin. Piştî rêwîtiyeke zor û zehmet rojek şûnda nîvroyekî em gihaştin mala xwe; beriya em biçin malê ewilî min bi dûrbînê mêze kir tu tevgerekî tune bû. Ne min dêya xwe, ne jî xwişka xwe dît. Dihat fêmdikirin hê jî di destê Hesen Axa û leşkeran de rehîn girtî bûn. Vê rewşê bêhna min çikand. Gelo dê ji min bawer bikirana ku Şêx Seîd nehatiye gund? Ji vê ne bawer bûm. Dema gihaştim ber erdê xwe yê ku min nîvê wî ajotîbûn, bi awayekî dirêj ez fîkiyam. Keçikê li min nihêrî, weke bêje tu çima difîkînî serê xwe leqand.

Bi devkenîbûn min got: “Sebir bike.”

 

Min pariyekî çaqa xwe ya rastê firikand. Pir pîs diêşiyan.  Li diyarê dara gûzê ya li jêrê erd ku weke çadirê bi guliyan derdora xwe girtibû, sê hep pilûr hevdû digerandin, çend heb qijikên ku li diyarê dara hirmiyê ya guliyên wê tevlî guliyên gûzê bûbû jî li pilûran temaşe dikirin. Dîsa min fîkand; zêde derbas nebû kevokên min li ezman peyda bûn. Bi dîtina kevokan kêfxweş bûm. Çend qor li dora min geriyan û piştre li ser dest û serê û milê min lîs bûn. Min ew jimartin; temam bûn. Min yekî ji nav wan girt dirêjî keçikê kir: “Ha bigir, bila te nas bikin.”

 

Keçikê kevokê girt nav destê xwe, baskê wê firikand û kir miremir:

 

“Tu kî yî?”

 

Bi devlikenî min got: “Însanek.”

 

Ber bi malê ve em meşiyan. Ji belatê kûçikê min weke bermahî tenê çend heb hestî mabûn; heywanên çolê kûçik xwaribû qedandibûn. Li ser hestiyan jî kirmorî kom bûbûn. Dema em nêzîkê malê bûn, di şibaka axurê de du heb rûvî derketin der û reviyan. Wisa dihat fêmkirin, rûviyan malê bêxwedî dîtibûn û hatibûn li tiştekî xwarinê digeriyan. Dê û xwişka min ne li malê bûn; piştî guhertina ser û cilên xwe, divê biçûma min rewşê ji Hesen Axa re rave bikiran û dê û xwişka xwe ji destê wan xilas bikirana. Piştî min cilê ser xwe guherand, min fistan, şalwar û pêlavên dayîka xwe anî da keçikê. Şalwar kevn bû û bi çend ciyan pînekirî bû, lê fistan hê nû bû.

 

“Ha bigire, ser û cilên xwe biguherîne, dê nexweş bikevî”

 

Dema keçikê cilan ji destê min girt got: “Tu tenê dijî?”

 

“Na. Dê û xwişka min jî hene.”

 

“Bavê te tune?”

 

“Na tune, bavê min xwe kuşt.”

 

“Çima?”

 

“Çîrokek dirêj e, ez ê paşê ji te re behs bikim.”

 

“Başe, dê û xwişka te li kuderê ne?”

 

“Min wan danî kir gund. Ez ê niha herim wan werînim; tu li malê bisekine, du seet şûnda ez ê werim.” Hê min gotina xwe xilas nekiribû weke teyrek dirrinde firiyam û derketim der.

 

 

Du heb teyr, li ser belatê wehşê ku min beriya rojekê kuştibû bi awayekî dijwar şer dikir, li hevdû dixistin. Carna li erdê, carna li hewa şerê xwe didomandin; herdû jî di nav xwînê de; pûrtê wan bi ezman ketibûn. Keçik jî, li ba min li ser piya sekinî bû, şerê teyran temaşe dikir.

 

Min jê re got: “Here kincê xwe bigûherîne û pêlavê min jî bide min.”

 

Keçikê pêçiya xwe bi aliyê bostan ve kir û got: “Çi li wê derê heye.”

 

“Belatê beraz”

 

“Yaa!”

 

Herî dawî yek ji teyran pes kir û reviya, teyrê din jî li dû bi ezman ket hey çû hey çû.

 

Dema di derî de ketim hundir min jê pirsî: “Navê te çi ye?”

 

Keçik zivirî li rûyê min nihêrî û got: “Navê min Zel e.” û dewam kir: “Min digot qey tu yê navê min qet nepirsî.”

 

Min çend caran navê Zel dubare kir û piştre min got: “Navê min jî Cem e.”

 

“Çima te çend caran navê min dubare kir, qey te neeciband?”

 

“Na, navê te pir xweş e, ji bo heta hetayê ji bîr nekim û di hişê min de bimîne min dubare kir.”

 

Zel'ê “Yaa!” got û bi awayekî şaşwaz li rûçavên min mêze kir. Ew çavên wê yê xweşik, bi awayekî şeyda biçûk bûn. Dixwestin tiştekî bêje, lê negot, ji bona guhertina kincê xwe derbasî odeyê bû; ez derketim der; min pişta xwe spart derî û beytikên li ser dara hewrê bi hev digirtin temaşe kir. Bîstek şûnda, Zel, bi şalwar û fistanê dayîka min li xwe kiribû hat û solên min da min. Beriya bikevim rê, min Zel'ê bir ber deriyê odeya ku ew sindoqa tifinga bavê min tê de ye.

 

“Nebe tu bikevî vê odeyê Zel!”

 

“Çima?”

 

“Di odeyê de, cin û perî hene.”

 

Zel'ê bi awayekî tirsnak li rûçavên min nihêrî û got: “Ji bona tu min bitirsînî, henekê xwe dikî?”

 

“Heneka nakim Zel.”

 

“Ji dil dibêjî?”

 

“Erê.”

 

“Tu li ku dizanî di odeyê de cin û perî hene Cem?”

 

“Min gelek caran wan dîtiye.”

 

"Yaa!"

 

Zel tirsiya û xwe da pey min. Bi devlikenî got: Ez hê jî bawer nakim, tu henekê xwe dikî?”

 

“Divê tu bawer bikî. Di ev odeyê de tifingekî xwînî ya canê bi sedan însanên bêsûc û bêguneh girtiye veşartî ye.”

 

Zel'ê destê xwe rakir hewa û got: “Min bawer kir, heta tu werî ez ê nekevim odeyê.”

 

Bi derketina min a derve re, min hew dît çeqelekî ji bona veşartinê dixwest xwe bike bin sêncê bostan; min çend kevira ji erdê berhev kir û tê de wer kir; weke pîrebokê çeqel di nav bostan de ji ber çavê min wenda bû; demekê lê geriyam feqet min ew nedît. Te digot qey erd qelişî tê de çû.

 

Hesen Axa, pişta xwe dabû dara hirmiyê û li rûçavên min mêze kir, got: “Ez li benda te bûm.” Ji bona ez pê re rûbirû nemînim min serê xwe kir ber xwe, li benda xezeba Hesen Axa sekinîm. Ez dizanibûm dê ji min bawer neke û bixwaze min ceza bike.

 

“Nehat.”

 

Devê Hesen Axa beş bû, ji guliyê dara hirmiyê qîjikekî çirpand kir ber diranê xwe yê zingarî pê kola û got: “Ez dizanibûm” “Sê çar seet piştî çûyîna te agahî ji me re hat ku Şêx Seîd plansaziya xwe guherandî ye û neçûye ew gundê gotibû ez ê biçim.

 

 

Her gavê wisa dike; mirovek aqilî ye, weke rûviyê qurnaz e, lê her çiqas qurnaz û aqilî be jî dê rojekê bikeve kemîna me.” Piştî ev axaftinê qijikekî di nav guliyên dara hêjîrê ya nêzîkê me bû de kir çîveçîv û li qijikê mêze kir. Sûreta xwe ya qemer a deqdeqokî çiqirand û got: “Hela kevirekî bavêje wê qijika bêyom, cih nema hat di bexçeyê min de qîjeqîj dike.”

 

Min yek du keviran avêt qijikê; qijik firiya çû. Her çiqas min li Hesen Axa guhdar dikir jî hişê min li ser Zel'ê bû. Divê min Zel'ê tenê li malê nehiştana. Gelo ji Hesen Axa re behsa Zel'ê bikim? Hesen Axa dê çi bertek nîşan bidana? Piştî çend deqe min hişê xwe da hev û min biryar da ku jê re behs nekim. Divê demildest min dê û xwişka bigirtana û vegeriyam malê. Zel tenê li malê bû; di dilê min de xemgînî û tengezariyek hebûn. Du milîsên çekdar ku ber bi me ve hatin, min li Hesen Axa mêze kir. Yek ji milîsan kulek bû.

 

“Ez dikarim biçim?”

 

Hesen Axa got: “Here, lê bi cihekî de wenda nebe, li benda agahiya me be. Ez ê ji re ragihînim tu çi bikî!”

 

Ev gotinên Hesen Axa min xemgîn kirin, ez pê hêrs bûm lê min tiştek negot. Wisa dihat fêmkirinê dê ev camêr weke bavê min dev ji pêsîla min jî bernedana. Ez nizanim bê ka çi bikim, serê xwe hilînim ji van deran biçim jî nabe, çimkî dê û xwişka min û Zel hebûn.

 

“Dê û xwişka min çawa ne?”

 

“Ew baş in.”

 

“Ez dikarim wan bibim malê?”

 

“Erê, tu dikarî.”

 

Min kir miremir û got: “Sax bî!”

 

Min tifinga di destê xwe de, dûrbîna li stûyê xwe, rextê fişekan ê li nav min girêdayî bû derxist da Hesen Axa. “Keremke bigir.”

 

“Ew yê te ne, mîralay da te.”

 

“Ez naxwazim bigrim.”

 

Hesen Axa qîriya û got: “Rextê xwe girê bide! Careke din wan gotinan nebihîzim!”

 

Ji tirsa rûçavê Hesen Axa yê kirêt ê firewnî ku weke agir jê dibariyan bêdeng bûm. Dema hatim ber deriyê bexçe, min dît pênc heb milîs yekî navser ê kinik çîpuryan kirine û lê dixin. Min ev camêr nas dikirin; Cemîl bû. Ji dûr ve mervatiya wî û dêya min hebû. Laşê Cemîl ê estî û post mabû di nav xwînê de bû. Jina wî ya weke wî kinik digiriya û diqîriya xwe li erdê dixist digot: “Mêrê min rihet berdin!”

 

Min got: “Hûn çima li xalê Cemîl dixin?” yek ji milîsan çova destê xwe ya ji dara biyê ji min re leqand û bi ser min de qîriya.

 

“Kera wî ketiye erdê Hesen Axa”

 

Cemîl, bi girînî dest bi axaftinê kir: “Kerê min çend rêsî nefelê xwariye ez du qatî didim.”

 

Milîsekî got: “Hiş be!” û pêna xwe li ser dilê Cemîl xist. Cemîl, bi qasî du metre dûr bi ser piştê li erdê ket.

 

Bi êşa xwe naliya “Ûy!” înî jê çû; min li ber xwe neda zêdetir li ev dîmen temaşe bikim û bi bayê bezê ji wir dûr ketim.

 

Min dê û xwişka xwe, bizin, mange, hesp û mirişkê xwe girt û vegeriyam. Heta em ji gund derneketin gotin bi devê dêya min neket, lê di rûçavê wê de min ezmanê ku tûfanê bibarîne didîtin û ji tirsana dileriziyam. Dema em derketin derveyî gund mafdariya min hat fêmkirin; dêya min weke dîn û har bibe kevirên ji erdê berhev kiribû di min de wer dikir, dijmînên nedîtî didan min û êrişê min kir; ez reviyam, wê berda min. “Kurê kûçik! Kurê kujer! Ew Hesê Kûçik te şande kuderê? Wê tifingê ji bona çi dane te? Te kî kuşt lawê kûçik? Te şandin ji bo kuştina kî, bêje?”

 

 

Gava dêya min bersiva van pirsan ji min negirt bêtir hêrs bû. Dîsa nobeta dînîtiyê wê girtibû. Di demên wisa de ez pê dizanibûm nizane çi dike.

 

Her çiqas min got: “Min tiştekî xirab nekiriye dayê, min yekî nekuştiye! jî dengê min neçû dêya min; gilêz bi devê ketibû, bênavber çêrî min dikir û dixwestin min bigire. Xwedê nîşan nede, di demên wisa de, heta biketama destê dêya xwe ji hendefekî de xwe bavêjim xwarê hindiktirîn min ê êşê bikêşanda û bimirama. Ji aliyekî de min xwe ji kevirên ku dêya min weke baranê bi ser min de dibarandin diparastin, ji aliyekî de jî bi teyrê ku ji bo mirîşkekî ji me bigire di ser me digeriyan ve girîftar bûm. Lewra jî kevirek dêya min avêt li serê min ket û serê min pê şikiya. Ser û çavê min di xwînê de lewitiyan. Heke xwişka min dêya min sekan nekirana halê min xirab bû. Dêya min li ber hêstirê xwişka min li ber xwe nedida. Bi têketina nav erd û zeviyên me re, dêya min ji lêdana min bihûrî û weke zarokek kûr kûr dest bi girînê kir. Ji tirsana newêrabûm nêzîkê wê bibim, xwişka min jî nikaribû dil bide kê û wê hedar bike. Dema em nêzîkê malê bûn, ewrê ku ji serê sibehê de di ser hev de diçû dihat, kir xirînî û hûr hûr baranê lê kir. Ji dûr ve min tîrêjê brûskê didîtin ku ber bi rojava ve davêtin, lê dengê şêrqîniya wê bi zorê min dibihstin. Erd şil bûn; ji her derê av dihatin. Ji destpêka rê ve ew teyrê bi ser me de bilind û nizim dibû hê jî li dû me bûn; wisa xuya bû niyeta wî tune bû pes bike. Bi hemû hêza xwe ez bi ser de qîriyam ku dev ji mirîşkan berde, lê qet min nebihîst. A rastî ez dikaribûm bi guleyekî teyr ji ezman bînim xwarê, lê min nedixwestin vê bikim. Ez ditirsiyam ku carekî berê lûleya tifingê rast bikim, ez ê bibim girtiyê çekê. Min nedixwestin tu zindiyekî bikujim.

 

 

Min nedixwestin bibim kesekî wek bavê xwe. Min dixwestin li ev mezre ya yek malî ku lê hatibûm dinê, jiyaneke ji rêzê bijîm û bimrim. Her ku gotina Hesen Axa ya “Li benda fermandayîna min be!” dihat bîra min hundirê min dibûn weke bûzê, pûrtê canê min weke stiriyê jîjoyê gij dibû. Dayîka min mafdar bû. Hesen Axa, weke benîştê ecem bi min girtibûn û min kiribû nav destê xwe. Dê dawiya min jî weke ya bavê min bûna. Bi dorjêgirtina kevokan re Zel ket bîra min. Qasek min Zel'ê ji bîr ve kiribû. Min xwe û aqil da hev, gelo ji dêya xwe re behsa Zel'ê bikim. Bi bihîstina zewaca min, dê dêya min şaşwaz bibana û dîsa berê keviran bidana min. Ez fikirim, çêtir ew e bêdeng bim. De ka em ê binêrin dêya min Zel'ê li malê bidîne dê çi bike? A rastî min bawer nedikir û ez ditirsiyam dêya min zewaca min qebûl neke; ev jina dîn dê hemû hêrsa xwe di serê Zel'ê de derxîne. Dema min heywanan dibirin axurê, dê û xwişka min çûn malê. Min heywanan kir axurê, hesp girê da hinek giya kir ber û vegeriyam malê. Dêya min a li ber Zel'ê rûniştî, bi destê xwe rûçavên Zel'ê yên werimandî û mor bûbû dimistiyan hel firî ser xwe.

 

“Ev keçik kî ye?”

 

“Navê wê Zel e dayê.”

 

“Zel li mala me çi digere?”

 

Hema cîda min got: “Zel hevjina min e dayê. Ez zewiciyam.” Qet nefikirîbûm dê ev gotin ewqas bi hêsanî ji devê min derkevin.

“Tu kengê zewicî?”

 

“Em doh êvarê zewicîn dayê.”

 

Dêya min kir mirinî û li Zel'ê mêze kir: “Yaa!”

 

Ji min bawer nekiribû. “Tu heneka dikî ne wisa?”

 

“Na dayê rast dibêjim, ez zewicîm.”

 

Dêya min bi ser Zel'ê ve zivirî û got: “Ez ji gotinên vî kurê kûçikê bêbav bawer nakim. Tu bêje qîza min, tiştê Cem dibêje rast e?

 

Zel, bi awayekî pispisand û got: “Erê, rast e.”

 

 

Bi miremir got: “Yaa!” û bi awayekî şaşwaz li ser û çavê min nihêrî. Xwişka min bi kêfxweşî hemêza xwe vekir û min ko kir. Ez jî bi herdû qolê xwe li xwişka xwe lefiyam û min têr û tijî wê maç kir, porê wê firikand.

 

“Te qîzikê bi zorê revand?”

 

“Na dayê, min wê bi zorê nerevand.”

 

“Kurê kûçik, heke te bi zorê nerevandî ev çi halê qîzikê ye? Te lê xist û bi zorê wê ji malê revand ne? Çiqas mezin dibî dişibî bavê xwe îblîs! Gava tu biçûk bûn çima min te nefetisand kî! Vê carê xilasiya te ji destê min tune!” Bi van gotinan re dest avêt kursiya ji dara mazî ya li ber kuçikê û di min de wer kir. Min xwest birevim lê bi ser neketim. Kursî, ewilî li dîwarê pey derî ket, piştre zivirî hat li serê min ket. Xwîna ji serê min hat di ser û çavên min de ket devê min. Êşekê pîs ket serê min, çavê min tarî bûn; gavek mabû bikevim erdê. Her çiqas xwişka min bi qîrînî got: “Wiha neke dayê!” jî, deng neçû dêya min. Qotekê êzingê ji ber kuçikê girt û pê êrişê min kir. Ez reviyam, lê min çend derbe li ser hev xwar. Min li ber xwe neda û min xwe spart pay Zel'ê. Zel'ê herdû qolê xwe vekir û min parast.

 

“Berde qîza min! Berde ez vî kurê kûçik geber bikim! Tu nabînî, piriya li te xistiye te kiriye çi halî!”

 

Zel'ê bi darê destê dêya min girt û got: “Cem li min nexist dayê. Sekan be.”

 

“Başe, nexwe kî li te xist qîza min?”

 

“Bi şevê tarî bû, baraneke dijwar dibariya, ji bona min pêşiya xwe nedidîtin ji hendefekî de ketim û xilolo bûm, heke Cem bi min re negîştana vêga ez mirî bûm.”

 

Dêya min got: “Yaa!” û darê di destê xwe de danî.

 

“Te dît dayê, min li Zel'ê nexistî û bi zorê nerevandî ye. Bi dilê xwe bi min re hat. Çima tu ji min bawer nakî?”

 

 

“Rast dibêje qîza min?”

 

“Erê, rast dibêje dayê.”

 

Dêya min got: “Wê çaxê were ez te maçî kim bûka min!” û darê di destê xwe de danî ber kuçikê û Zel'ê maç û hembêz kir. Piştre sûreta Zel'ê kir nav destên xwe û lê mêze kir; “Tu çi rindî Zel. Ez xawliyê germ bikim bidim ser rûyê te. Şîrîn, bazde here ji kaniyê satilekî av werîn.”

 

Şîrînê got: “Temam dayê.” Satila paxir girt û derket der.

 

Pir bi kêf bû.

 

Bi derketina Şîrînê re min ji ber kuçikê kulmek xwelî girt û da ser serê xwe yê şikandî. Zel'ê bi destê xwe xwîna di eniya min de dihat xwarê paqij kir. Çavên wê wek tîrêjên rojê dibiriqiyan.

 

“Diêşe?”

 

“Erê!”

 

Dayîka min got: “Bi erzanî ji destê min xilas bû.” Li ber xwe neda, hat li serê min ê şikandî nihêrî. Baran zêdetir dijwar bûbû. Bin qatiyê odeyê bi çend cih dilop dikir. Min xwest biçim ser xanî lox bikim, lê dêya min xwest ez bizinan bibim çolê. Ez westiyayî bûm, bê xew bûm, lê dîsa jî min dilê dêya xwe nehişt û min bizin û mêşinan ji axurê deranî bir çolê. Ji bo baran dibariyan min çêlekê bi xwe re nebir. Zêde derbas nebû min heywanan paşve anî; baran pir dijwar bûbû. Rojekê ecêb bû; her çiqas ji avabûna rojê re du seet bimîne jî tariyekî zilamet girtibû ser xwezayê û çav çavan nedidîtin. Ewrê ku li ezman reş û tarî bûbû, xwe berdabû ser çiya û rûyê erdê kiribû weke gola avê. Ji her derê av diherikiyan, avên diherikiyan dibûn laser û gelî û newalan tije kiribû. Lasera bi rengê axê lîşo diherikan dabû ser çend erdan. Dema ketim hundir min dît ku Zel li ber şibakê sekinî ye û barîna baranê temaşe dikir. Ketîbûn kûrahiya xeyalan. Têketina min a odeyê qet ferq jî nekir.

 

Çîta xwişka min a avêtibû serê xwe, bi ser milê wê de hatibû xwarê ser û çavên wê girtibûn. Min wê ji kûrahiya xeyalan ranekir û min kursiyekî girt li ber agirê kuçikê rûniştim. Ji her derê min av dihat xwarê, diricifiyam. Min li Zel'ê mêze kir; gelo niha çi difikiriyan, gelo bêriya mala xwe kiribû, an ew heskiriyê xwe yê jê ducanî mabû û lê xwedî derneketibû difikiriyan? Dê û xwişka min go çûn axurê ez û Zel'ê bi tenê man. Zel di dinyaya xwe de bûn; ji hebûna min bêxeber bûn. Hem dilê min pê şewitî, hem min hesûdiyan kir. Gelo ew kesê Zel jê ducanî bûn, însanekî çawa bûn? Gelo Zel'ê jê heskiribû? Van pirsan bêhna min teng dikirin, li dijî ew kesê nenas min kîndar dikirin. Bi ber diketim ku di derbarê Zel'ê de zêdetir tiştek nizanibûm. Min dixwestin bi zewq û xeyal û daxwazên jina pê re zewicîbûm bizanibim. Gelo zewaca bi jineke ku di derbarê wê de tiştek nizanibûm şaş bû? Gelo dê min û Zel'ê ji hev hezbikirana? Bi mehrêniya karikekî li axurê ewr birûsk avêt û erd û ezman lerizî; gulbazek ronahiya ku şewq dida çavan odeya ku bi ronahiya agirê kuçikê ronîkirî bûn bêtir ronak kir. Dengê ewr, demekê çingînî ji guhê min anî, camên şibakê lerizand, çûçik û çivîkên ser daran ji tirsan bi hewa ketin. Epeyî şûnda Zel vegeriya li min nihêrî. Werm û morbûna sûreta wê parî da hatibûn. Di nav lêvan de keniya. Wisa xuya bû, tedawiya dêya min encamekî erênî li dû xwe hiştibû. Niha nexşên sûreta wê baştir dixuyabû. Rûyekî wê yê xweşik ê xwerû, dirêj, hestiyê hinarikên wê werimandî, pozek wê ya dûz a serê wê piçek bi hewa de hebûn. Te digot qey, di ev rû de hêzeke efsûnî heye mirov dikêşîne xwe. Bi lêmêzekirinê re agirekî pêtî diket nav damarê min, dilê min germ dikir. Bextewar dibûm ku ev jina xweşik hevjina min e. Hela hela ew nêrînên wê yê deryayî ne nêrîn bûn, te digot qey bi çavê xwe dilê min digirtin ji cihê wî derdixistin.

 

Her çiqas Zel li hemberî min sekinandî be jî, min bawer nedikir û bi xwe nedidan qebûlkirin ku jineke wisa rind û bedew li rûyê dinê hebe. Car caran jî min diqot qey di nav xew û xeyalan de me, an jî yek ji wan xeyalên bi zanatî min di serê xwe de çêdikirin. Zel çi jineke xweşik bû. Hema wisa bi salan min li rûçavên wê mêze bikira têr nedibûm. Herhalde ew zilamê ku wê ducanî hiştibû û lê xwedî derneketibû, ji jina xas fêm nedikir. Nexwe meriv jineke weka Zel'ê çawa berdide? Dême merivekî bê hest bû ye. Miheqeq li dijî bûyerên bi vî rengî qatîbûna civakê û tiştên tirsnak ên bêne serê Zel'ê dizanibû. Bi fêmkirina hestên ku niha li ser min çêbûbûn û min hîsdikirin min zehmetî dikêşandin. Ev germahiya ku bi mêzekirina li Zel'ê dilê min pê dixistin çi bûn gelo? Çima, min vê germahiyê berê qet hîsnekiribû?

 

Zel'ê di ber xwe de kir miremir û got: “Dibare”

 

Ez rabûm ser piya û derbasî ber Zel'ê bûm. “Erê”

 

“Tu çi difikiriyan Zel?”

 

Miremir kir: “Jiyanê”

 

Çavên wê yê heşînî ku min del û dîn dikir şil bûn. Rondikên wê yê bi qasî heba nokê di dav bijangê wê de asê mabûn. Têr têr li rûçavên min nihêrî. Te digot qey tê de ronahiyeke bi şewq û şemal heye. Ew şewq û şemaleka ku min di jineke din de nedîtibû... Ji çavên wê ber bi çavên min re, ji wir jî dilopê dilê min kir. Te digot qey li hemberî min ne jineke hîvdeh hijdeh salî, jineke sedsalî ya temendirêj a xwedî tercube û têgihîştî heye.

 

“Çi bû ye bi jiyanê?”

 

“Min ji jiyanê tiştek fêm nekir Cem. Hetanî doh jî di jiyana min de, di xewn û xeyalên min de tu tune bûn. Min te nasnedikirin. Niha jî bi te re zewicandî me. Divê ev çawa bê şîrovekirin; tiştê ku jê re qeder dibêjin ev e gelo? Gava bav û birayên min doh êvarê min ji malê girtin birin derveyî gund, ez dizanibûm dê min recm bikin û bi keviran bikujin. Tu bi ew êşa tirsnak a li ser canê min nizanî Cem. Hêviyên min ê jiyanê qediyan. Ez dizanibûm dê min bikujin. Kesekî min ji destê wan derxîne û xilas bike tune bûn. Ez li benda mirineke kêm êşkişandinê bûm xwedê te da. Te digot qey tu ji bo xilaskirina min ji heft diwêlên dûr hatibû şandin. Ev jî çarenûsa min bû.”

 

“Dibe tu mafdar bî Zel.”

 

“Ew ê şevê, tu li wê derê li çi digeriyan Cem?”

 

“Ez nikarim vê ji te re bêjim Zel. Lê viya jî bizanibe, ew ê şevê ez bi zorê ber bi wê derê ve hatibûm şandin. Ji bo min bişînin wê derê, dê û xwişka min rehîn girtibûn.”

 

“Xuya ye tu ji bo karekî xirab hatî şandin.”

 

“Erê, wisa ye, lê ji vê jî bawer be, ew xirabiya ku xwestin bi min bidin kirin min nekir. Niha ez nikarim behsa vê mijarê bikim lê di demên pêşda ez ê behs bikim.”

 

“Cem.”

 

“Bêje Zel.”

 

Hêstir di ser sûretên wê de hatin xwarê û weke çivika beytikê ya di bin berfê de ji serman biricife lerizî û got: “Tu xortekî pir hêja yî.”

 

“Ez ne însanekî başim Zel.”

 

“Tu însanekî başî Cem.”

 

Çênd deqeyan me qet xeber neda û li hevdû mêze kir. Germahiya Zel'ê, awirên wê, bêhna wê, weke gulên biharê min dikişandin xwe.

 

Tam min ê bigotana “Evîndarê…” te kesekî çawa bû, Zel'ê destê xwe da ser devê min.

 

“Soz bide min Cem. Sozê ne pirskirina jiyana min a borî. Naxwazim jiyana xwe ya borî bibîrbînim. Dixwazim ji bîr bikim.”

 

Min bi destê wê girt û got: “Temam Zel. Mereq neke. Soz, careke din ez ê pirseke têkildarî jiyana te ya borî de nekim.”

 

Weke beytikek biçûk a bikeve destê însanan diricifiyan, hêstirê wê weke şirikê baranê di sûretên wê de dihatin xwarê. Ji bo min dilê wê şikand, ez bi xwe re xeyîdîm. Min êşa wê ji kûr ve hîs kir. Çavên min jî tije bûn. Ji bo girîniya min nedîne ji ber şibakê derbasî ser sedrê bûm û min rûnişt.

 

Ewê şeva qer a tarî ku min Zel'ê dîtibû hate bîra min, ez veciniqîm. Çend deqeyan bi derengî biketama dê Zel'ê bi keviran bikuştana. Her tişt girêdayî çend deqeyan bû. Bi têketina hundir re, dêya min dît ku Zel digirî, satila paxir a tije şîr ji destê xwe danî nav şibakê û bi ser min de qîriya û êriş kir: "Dîsa te çi kir bi bûka min kurê wehşî?" Ji ser sedrê rabûm û li kunekî geriyam ku bikevimê. Vê jinê bi lêdanê dê min bikuje. Nizanim ez ê çi bikim?

 

Zel'ê herdû qolê xwe vekir û xwe da pêşiya dêya min û got:

“Cem tiştekî nekir dayê.”

 

“Başe, wê çaxê tu çima digrî qîza min? Te bêriya mala xwe kiriye?

 

Zel'ê hêstirê xwe paqij kir û got: “Erê dayê. Min beriya malê kiriye.”

 

Dêya min ko li Zel'ê anî û got: “Êdî ev der mala te ye qîza min.” Zel'ê serê xwe da ser singê dêya min û kûr kûr giriya. Min wan wisa hişt û derbasî odeya din bûm. Li ber şibakê sekinîm û min çavên xwe hişk girt, her çiqas min çavê xwe hişk girtibû jî dîmenên girîna Zel'ê ji ber çavê min nediçûn. Li ser kursiyekî ji daran çêkirî bû rûniştim û min li dengê ewr û baranê temaşe û guhdarî kir. Bi seetan ji cihê xwe tevnegeriyam û fikirîm; hem rojên xwe yê borî, hem siberoja xwe fikirîm, hem jî tu tiştekî nefikirîm. Digeriyam diziviriyam dihatim heman cih û nuqteyê. Dîmenên Şêx Seîd ê ku du salan berî niha li hala Çepexçûrê min dîtibû di tarîtiya şevê de li bin baranê ji min ve xuya dikir. Tenê ne Şêx Seîd, min halê xwe yê du sal berê jî didîtin. Şêx Seîd nêzîkê min dibe, destê xwe di serê min de dide û dibêje "Navê te çi ye kurê min?" Ez jî, serê xwe dikim ber xwe û dibêjim navê min Cem ezbenî." Şêx Seîd ji min re dibêje, "Tu xortekî hêja yî." Tevî bi sedan însanên derdora xwe dûr dikevin diçin. Ez jî li dû wan zîq mêze dikim. Niha jî, ji min dixwestin ez vî camêrî bikujim. Gelo ez ê dikaribama wî bikujim?

 

Dê bidome..


Gotinên miftehî :