SEKVAN -9-,sekvan,9

SEKVAN -9-

A+ A-

Werger: Mordem ZEL

“Bi şev gur nehatin?”

 

“Di tevahiya şevê de li derdora min zûriyan. Lê her çi bû nizanim, bi aliyê min de nehatin.”

 

“Tu netirisî?”

 

“Ez pir tirsiyam! Pir!”

 

“Tu bireviyana biçûna?”

 

Pîr Elî got: “Ez bêjim vê nefikirîm derew e. Lê di dawî de ez biserketim û nereviyam.”

 

Destê xwe da ser singê xwe û ber bi malê ve meşiya.

 

“Ji bo daliqandina kevirê tu yê werî ber deriyê min Pîro?” Gava min li dû bang kir, sekinî.

 

“Na Cem, ez ê ji bo daliqandina kevira nehletê neyêm ber deriyê te. Heta ez ê behsa vê mijarê ji kesê re nekim. Ev ji bo min ezmûnekî girîng bûn. Cara ewilî ye fêmdikim ez çiqas bi baweriya xwe ve girêdayî me. Te ez di ezmûneke baş da derbas kirim. Ji te re minetdar im! Ji xêra te re min girêdana xwe ya bi baweriya xwe pîva. Ji bo hesabdayîna bi xwe re, ez mecbûrim bikevim silûkê, tirs û şik û gumanên di dilê xwe de paqij bikim. Cara ewilî ye têdigîjim ku di mijara baweriyê de hin gumanên min hene. Bi van gumanan re ez ê nikaribim bijîm. Divê ez xwe bi xwe hesabê bidim û bipirsim!”

 

Mêze kir ez tiştekî nabêjim, meşiya çû. Di nav çend deqeyan de ji ber çavan wenda bû. Ez jî ketim ser rêya malê. Ji bona tiştek bi serê Pîr Elî nehatibû kêfxweş bûm. Heke bimirana, an ji aliyê guran ve bihatana perçekirin ez ê pir bi ber biketama û ji ber ezeba ujdanê ez bimirama. Ji xwe ger ez bizanibûma dê wê şevê di nav xêza çemberê de bisekine di dinyayê de min wî li wir nedihiştin.

 

Ji seetekî zêdetir hebû, li pişt zinarê ku min xwe lê veşartibû bi dûrbînê min li mala xwe temaşe kir; milîsên Hesen Axa û esker diketin malê û derdiketin. Tenê carek be jî ne dêya min, ne xwişka min, ne jî Zel'a hevala min ji malê derneketin. Bi nedîtina wan ez şayîşdar bûm. Hestekê xirab dilê min dorpêç kir. Ez dizanibûm heta agahiyeke ji min negirin dê zirarekê nedin wan, lê dîsa jî ez diqirqiliyam, çimkî meriv bi van însanan ne bawer bûn.

 

Wekî me bi Şêx Seîd re xeberdanê xwe kiribû yek, min ê ji wan re bigotana ku min tifing bi Şêx Seîd ve daye, lê gule wî negirtiye û piştre bi eskerên Şêx Seîd re me şer kiriye, ez bi herzanî ji ber destê wan xilas bûm e. Piştî ku bi van gotinan bêne îqnakirin, min ê di demeke guncav de ji fersendê îstîfade bikira û malbata xwe bigirta biçima gundê Zîver ê girêdayî ser navçeya Palo ya Xarpêtê. Şêx Seîd, dê bihatana li wê derê mehra min bibirandana. Kurta mijarê ev bûn; ez bi Hesen Axa bidim bawerkirin ku em bi eskerên Şêx Seîd re ketine şer û min canê xwe bi zorê xilas kiriye. Heke di vê mijarê de ez biserbiketama wekî din hêsan bûn. Lê îqnakirina qurnazekî wek Hesen Axa ne hêsan bûn. Min xwe fêm kiribû nekiribû ez rastgotî bûm; ji heqê derewan nedihatim ku bi awayekî din xwe nîşan bidim. Ez bi kelecan bûm. Her çiqas di rêwîtiya şevê de ez meşqa gotinên xwe yê ji Hesen Axa re bêjim bikim jî baweriya min bi min tune bûn. Xwezî min bi gotina Şêx Şerîf bikira û tevî Nebî û çend milîs em bihatana me hewl bidana malbata min ji destê Hesen Axa xilas bikirana. Wê çaxê, min fêmdikirin ku bi qebûlnekirina vê planê min şaşî kiriye. Êdî derengî bûn. Tenê şensekî min hebû, ez xwe bidim hev û bi Hesen Axa bidim bawerkirin ku ez bi eskerên Şêx Seîd re ketime şer. Lê ez ne bawer bûm dê Hesen Axa, milîs û esker ji vê derewa min bawer bikim. Lewra jî ez bi seetan li binê berfê sekinî bûm, ji sermana diricifiyam û nediçûm malê. Wekî mejiyê min bisekine. Difikiriyam, lê min tu biryareke nedida. Min ê çi bikirana? Heke Hesen Axa rojekê qewl nedana min ez ê vegeriyama. Lê, êdî ez dizanibûm ku bi vegera min re dê Hesen Axa dê û xwişka min û hevala min bikujtana. Nizanim min çima bi gotina Şêx Şerîf nekir. Niha Nebî û çend milîs li gel min bûna, me yê Hesen Axa û milîs û eskeran dîl bigirta û malbata min ji destê wan xilas bikirana. Hezar caran ez poşman bûm.

 

 

Bi barîna çokî berf re tevahiya xwezayê hatibû pêçandin. Xwezaya ku hê doh rengorengo bûn, îro bi spîbûna berfê re hatibû rapêçandin û çav li ber nedihat vekirin. Guliyê daran bi giraniya berfê re xulîqî bûn û xwarê erdê bûbûn. Xweza bêdeng û xirxalî bûn; tenê xiştîniyek an tevgereke biçûk jî tune bû. Di vê hewaya ku însan dikişandin kûrahiya tunebûnê de bênavber kuliyên berfê ji ezman diketin xwarê. Peleyên ewrî xwe ewqas berjêr berdabûn, ji ku ve binêrî nîvê daran girtibûn. Herî dawî min bi wêrekî xwe da hev û biryara çûna malê girt. Qey hetanî dawiyê ez ê li vêderê nebûma. Ji xwe ger zêde bimama ez ê ji sermana biqefiliyama û bimirama. Di vê hewayê de derfetê min ê vegerê jî tune bû. Divê min ceribandina şensê xwe bikirana. Guliyê dar û berên bexçe û derdora mala me, bi giraniya berfê re hema hema diqijihiyan diketin erdê, bi taybet guliyê dareka me ya sêvê ku hê pel neweşandibû gihaştibû erdê. Qefleya qijik û beytikên nekoçbûyî virda wêda dolamalî dibûn. Fêkiyên dara hirmiyê ya kevnare ku li pêşiya kadînê bû hê pê ve bûn. Gava di wê derê de derbas bûm, min yekê jê kir, avêt devê xwe; lê ez nikaribûm daqurtînim. Qirika min xitimî bûn. Li derve tu milîs û eskerek tune bû. Ji ber sermayê hemû derbasî hundir bûbûn. Li pişt kadîna me zinarekê bi qasî avahiyeke yek qat mezin hebû. Ez nêzîkê wê derê bûm. Beriya têketina malê, min biryar da ez ê careke dawî jî bifikirim. Dengê bizineka li axurê berînî dikirin dihatin. Dest û ling û rûçavê min qerisî bûn. Hela hela tevizandina lingan min dikuştin. Di wê kêliyê de min Zel'ê anî bîra xwe, dilê min bi şewateke cehnemî germ bû. Wisa xuya bûn hêdî hêdî min ji Zêl'ê hesdikirin. Di tevahiya rê de ez fikirîbûm ku ez ê demildest hestên xwe ji Zel'ê re vebêjim. Lê ez ne bawer bûm bê ka dê dêya min vê fersendê bidana min an nedana.

 

Nizanim, çiqas wext li pişt zinar sekinîm û min çavdêriya malê kir nayê bîra min. Hema hema roj li berêvarê bûn. Hêdî hêdî dibûn tarî. Bi qasî seetekî şûnda dê şev qer bibûna û hewa bêtir bicemidiya. Heke ez derbasî malê nebûma ez ê li pişt zinar ji sermana biqefiliyama. Ji niha ve min hîsdikirin ku xeweka şîrîn ketibû çavê min, ji bo xewa min bireve min li pişt zinar xwe dilivandin. Ez dizanibûm seeta ku ez razim ez ê ji sermana bimirim. Bi vekirina derî re min hew dît yek ji milîsan Ehmo derket derve. Bi derketina wî re ez sekinîm min xwe avêt paş zinar ketim kemînê. Destê min bi tifingê ve weke dareka hişkorik biringo bûbûn. Bi zehmetî min pêçiyê xwe dilivandin. Çeka Ehmo, di destê wî yê rastê de bûn. Li pêşiya derî sekinî, hes û hewîlê hilanî û derdorê raçav kir. Vê gavê eynî weke kûçikê nêçîrê bû. Kulmek berf ji erdê girt di ser û çavên xwe de da û piştre çû binê dara mazî ya ber kaniya nêzîkê axurê; şalwarê xwe deranî û destava xwe kir. Dema destava xwe dikirin qûndaxa tifinga xwe di berfê de giç kiribûn û bi herdû destan pê girtibû, weke kûçikekê estî bikeve qirika wî intaintê dikirin. Gurmikê qûna wî pûrto û reş bûn; pûrtê wî gurr û dirêj bûn. Min xwe fêm kiribû nekiribû min ji Ehmo hesnedikirin. Ez dikaribûm bi guleyekî wî biqelibînim. Di her dîtina vî hevkarê sûcê bavê xwe de, min bavê xwe bibîrdianiya. Tê bîra min, vî camêrî carekî behsa bûyerekî tevî bavê min jiyabûn kiribû. Li gorî behskirina wî, malbateka Ermen a ji pênc kesan girtine û ji wan zêr û zîvan xwestin e, lê, ji bo malbateke feqîr bûne zêr û zîvê wan tune bûne. Bi boneya li xwe mikûr bên rûnê nivîşk qijilandine û yekoyek bi qirika wan de kirine kuştin e. Gava ji min re behsa vê bûyera erjeng kiribû min dîtibûn ku misqalekî jî ujdana wî nerihet nedibûn û weke pesindayînê behsdikir. Li ser vê min bêtir jê nifretê dikirin. Dema van pêbehskirinên Ehmo diketin bîra min, bi zehmetî min xwe digirtin ku wî nekujim.

 

Ji pişta zinarê lê veşartî bûm derketim ber bi Ehmo ve meşiyam. Bi dîtina min re Ehmo bi lez û bez şalwarê xwe kişand jor û doxîna xwe girê da.

 

“Tu bi derengî ketî.”

 

“Hewa sar bûn, berf dibariyan, encax ez hatim.”

 

“Te Şêx Seîd kuşt?”

 

“Na, min nekuşt.”

 

“Çima? Nehat gund?”

 

“Hat gund.”

 

“Çima te wî nekuşt?”

 

“Qey tu kuştina Şêx Seîd wisa hêsan dibînî? Li dora wî bi sedan çekdar hebûn. Nikaribûm zêde nêzîkê wî bibim. Min ji dûr ve pê ve da. Mixabin min lê nexist. Çekdarên ku Şêx Seîd diparastin bi seetan bera min dan, bi zorê min xwe xilas kir.”

 

Gava ez diaxiviyam Ehmo bi dengekî nizim got: “Yaa!” Min li rûçavê wî mêze kir, têgihîştim ku ji gotinên min nebawer e. Bi awayekî mizewirî dev û diranê xwe fîq dikirin. “Te baş nekiriye Cem. Divê te Şêx Seîd bikuştana. Dê Hesen Axa bi te re bixeyîde.”

 

“Hesen Axa li vir e?”

 

“Erê, li hundir rûniştî ye. Li benda te ye.”

 

“Dêya min û ew li ku ne?”

 

“Wan kirine odeya paşîn. Çi dayîkeka te hebûye Cem. Ev du rojin me anî emanê, em nikarin wê zeft bikin.”

 

“Çima dêya min çi dike bi we?”

 

“Dijmîna dide, diqîre dibêje we kurê min şandiye ku derê?”

 

“Niha çawa ye?”

 

“Gava ez derketim derve, nifiran li Hesen Axa dikirin. Tu dizanî bavê te hevalê min ê herî baş bûn. Nekuştina Şêx Seîd baş nebûye Cem. Hesen Axa dê çi bika bi te nizanim. Du eskerên di derî de derketin der bi dîtina min dîsa vegeriyan çûn hundir. Qasekî şûnda Hesen Axa, esker û milîs derketin derve.

 

Hesen Axa li pêş bû. Weke fermandarekî serfiraziyê bidest bixe ber bi min ve meşiya; esker û milîs jî li dû meşiyan. Hesen Axa, ji aliyekî de dimeşiyan ji aliyekî de şaşika xwe girêdidan. Bi dîtina wî re giranî hate ser canê min. Ji gotinên min Ehmo bawer nekiribû, min ê çawa bi Hesen Axa'yê gojêkirî bidana bawerkirin? Yekten baweriya min bi min nema. Nexwe bi dehcaran min provaya pêbehskirinên xwe yê ji Hesen Axa re bêjim kiribû. Tewra ez fikirîbûm ku li hemberî Hesen Axa bigrîm. Halbûkî vêgavê hişkobiringo bûbûm. Ez dizanibûm dê Hesen Axa ji min bawer nekirana û hewl bidana zirarê bide min û malbata min. Çawa dibe bila bibe divê min Hesen Axa bidana bawerkirin. Ji bona ku bawer bikin min hatanî guleyê dawî bi çekdarên Şêx Seîd re şer kiriye, min tevahiya fişekên xwe avêtibû avê. Niha têdigihîştim ku min bi avêtina hemû fişekan şaşî kiribû. Tu şensê min ê parastina min û malbata min nemabû.

 

Hesen Axa bi devkenî got: “Bi xêr hatî Cem” ji kêfa devê wî çûbû pişt guhê wî.

 

“Te pê ve da? Te wî kuşt?” Ez nizanibûm çi bêjim. Min deng nekir.

 

Ehmo dît ku ez neaxivîm got: “Na, nekuştî ye.”

 

“Çima. Qey Şêx Seîd nehatiye gund?”

 

“Hatiye gund.”

 

“Başe, çima nekuştî ye?”

 

“Li gor ku ji min re behs kir, tifing bi Şêx Seîd ve daye, lê gule lê neketî ye. Piştre bi çekdarên Şêx Seîd re ketiye şer û canê xwe bi zorê xilas kiriye.”

 

Hesen Axa qîriya û got; “Raste Cem?” Hesen Axayê ku bîstek berê devbiken bû rûçavê wî mosmor bû, reng û rung lê neman.

 

“Rast e?”

 

“Rast dibêje. Min pê ve da, lê min lê nexist; ez zêde nikaribûm nêzîkê wî bibim, ez neçar mam ji dûr ve min pê ve da. Çekdarên wî bi dû min ketin, min bi zorê xwe ji ber wan xilas kir. Şev nebûna ne pêkan bûn xilas bikim.”

 

Hesen Axa bi dengek nizim got: “Yaa!”

 

“Ehmed, tifinga Cem ji min re bîne.”

 

Ehmo çeka min girt da Hesen Axa. Hesen Axa ewilî lûleya tifingê bêhn kir. Piştre tifingê vekir, li hûndirê lûleya wê mêze kir û bi tîqetîqî keniya. Milîsên li dora wî civiya bûn jî dest bi kenînê kirin.

 

“Tu min dikî şûna ehmeqan Cem? Tu dibêjî qey di vî emrê xwe de tu yê gurebozê wek min bixapînî? Me bi sedan fişek dabûn te. Tu dibêjî ez bi seetan bi çekdarên Şêx Seîd re ketime şer, halbûkî bi vê çekê tenê guleyekî jî nehatiye avêtin. Ez te biaqil dizanibûm, nexwe tu pir bêkêr bûyî Cem. Te guh neda fermana min, erkê yekem ê min da te, te bi cih neanî, bi ser de jî te xwest min bixapînî. Dê cezayê te giran be. Wî bigrin!”

 

Du esker û sê heb milîs xwe avêtin ser min û hişk bi min girtin. Tiştekî ez bikim nemabûn. Her çiqas li hemberî wan dernekitibûm jî, yek ji eskeran qûndaxa tifingê bi dijwarî li zikê min ê vala xist. Min got qey aşîtên Çiyayên Çewlîgê bi ser min de hatin xwarê. Tofana êşê ya ji zikê min dest pê kir, weke sermaya bagerê di nav damarên min de geriya û tevahiya laşê min qeland. Weke dareka di nav virtoneya berfê de bilerize ricifiyam. Bi serî bilindkirina min re ku min hewl da rabim ser xwe, Hesen Axa linga xwe ya rastê da ser singê min û pêhn lê kir. Bêhna min çikiya; çavên min ji çalikê wan derketin, zimanê min weke zimanê kûçikekê di germahiya meha Tîrmehê de bixurife bûstekî hat derve. Te digot qey min danî kirine ser kevireka aşê. Her tişt di dora min de diçûn û dihatin; esker, milîs, dar, mal, her tişt diziviriyan. Min dixwestin tiştek bêjim, lê nikaribûm bêjim.

 

Weke qijikeka li ber mirinê tenê devê min vedibûn û dihatin girtin. Tîzikek li laşê min ê ciwan ket, piştre zîtikek jî, piştre yeka din, yeka din... Ez bi êşeka agirî lihevgeriyam. Hesen Axa hin tişta digotin, esker û milîsên di dora xaniyê min de digeriyan bang dikirin, diqîriyan, feryad û fîxana dê û xwişka min û Zel'ê bilind dibûn, lê ez nizanibûm bê ka çi diqewime. Te digot qey ev tiştên ez dijiyam ji rastî dûr dîtina kapûsekî di xewê de ye. Min dît ku, esker û milîsan deriyê kadînê vekirin, giyayê ku biharê me bi hezar zehmetiyan bi dasok û qirimê çiniya bûn kiribû rêsî li dora xanî rêz kirin, min fêm kir ku dê xaniyê me bişewitînin ez dîn û har bûm. Dê çawa vê bikirana? Dêya min û Şîrîn û Zel di hundir de bûn. Gelo wan jî bi xanî ve dişewitandin. Ew êşa di wê kêliyê de li ser canê min peyda bûbû nayê tarîfkirin Ya Rebî. Min xwe wenda kir. Ji bo xilaskirina dayîk û xwişka xwe û Zel'ê ez pirpitîm, qîriyam, min xwest rabim êrişê esker û milîsan bikim. Lê xilas nebûm. Ez dimiriyam. Çi kirin bi min nizanim. Herhalde ez di xwe ve çûbûm. Gava min çavê xwe vekir, min dît ku xanî, axur û kadîna min weke topa agir lê bikeve dişewitin. Xurî û pêtên agir her diçûn bi berfirehî mezintir û belav dibûn. Bi şewtandina darên derdora xanî, axur û kadîna me ezman bi tebeqeya dûmanê derdora xaniyê me girt. Kuliyên berfê ku ji ezman diketin xwarê, di nav xuriya agir de diheliyan dibûn weke xunavê baranê. Heywanên min ê ji axurê hatibûn derxistin ji malê dûr di nav berfê de bi hev re dikirin bereber. Kevokên min li dora malê dolamalî dibûn, carna jî weke aqil bifirînin noqî nav dûmana li ezman belavkirî dibûn.

 

Ev dûmana reş a ku dilê meriv di devê meriv de dianiya der, weke pif bikî balonekê xwezayê dipêçandin. Di nav topa vî agirî de min dengê qajîna jinekî dibihîstin. Gelo ev dengê kê bû? Dêya min bû, Zel bû an xwişka min bû? Êdî min dengan ji hevdû dernedixistin. Weke ez dîn bibim. Di vê dinê de sê kesên ku di oxira wan de dikaribûm canê xwe bidim di rûçikê min de ganî ganî dihatin şewitandin. Dê ev dil çawa giraniya vê êşê rake? Gava agir ber bi me ve xurî da, yek ji milîsan bi çaqa min girt û di nav berfê de weke belat kerekaşo kir. Wisa xuya bû digot qey hê jî ez jixweveçûyî me. Ha ev milîs di jiyana xwe de şaşiyeka mezin kir; dê min wisa weke hirçekî dirinde yê birîndar nehiştana. Ew ê çiya li ber hêrsa dilê min li ber xwe nedana. Bi ew halê xwe yê birîndar min çawa tifingê ji destê milîsê min kerekaşo dikir girtibû û bi qûndaxa wê li serê wî yê weke kundirê xistibû û wî li ser berfê dirêj kiribû nizanim. Xweajoyan min girtibûn bin qontrola xwe. Her tişt ewqas di demeke kin de bû çû ku milîs û eskerên nizanibûn çi bi serê wan de hat, fersendê nedîtin tifing bi min ve bidin, min xwe avêt pişt dara hewrê ya ku kalê min di ciwaniya xwe de danî bûn û min sîper girt. Tebeqeyeka dûmanê her derê rapêçabû û çav çavan nedidîtin. Min ji cihê ku sîper girtibûn berê tifingê bi hember de rast kir, di guleyê ewilî de dengê zarîna însanekî bilind bû. Min vî dengî nasdikirin; dengê Ehmo'yê hevalê bavê min bûn. Bi guleyê didûyan min eskerekê ber bi min ve dihatin li ser berfê dirêj kir. Ev esker bi qasî çend deqeyan di nav berfê de perpitî û piştre hişkobiringo bû. Xwîna ku ji ser singê wî diheriya, berfê sorûsirçiko kir. Bi bersivdayîna esker û milîsan re gule di gewde û guliyên dara hewrê ya ku min xwe li pişta wê veşartibû de diçûn. Berfa ku li ser guliyên dara hewrê topbûbûn bi ser min de hate xwarê. Qijik û beytikên tevî kevokên min şaşomaşo bûbûn di ser min de diçûn û dihatin.

 

Hespê min ji ber dûmanê bêhnteng bûbû û ji malê dûr çûbûn nav erd li şewatê temaşe dikirin. Dilê min li hev diketin, vereşîna min dihatin, lê ka bê ji ber çi bû venedireşiyam. Min berfê di çavên xwe yê ji dûmanê hêstir pêketîbûn de da. Bi zêdebûna agir re dûman reştir dibûn. Êdî min çend metre dûrî xwe nedidît. Min ezîtiya xwe bi tevahî dabû ser guhê xwe. Peywirekê mezin diketin ser guhê min; cihê ku dengê teqîna tifingê jê dihat min tespît dikir û bi guleyekî milîsek an eskerek dikuştin. Bi vê hêza derasayî şaşwaz dibûm û aqilê min vê serkeftinê nedigirtin. Te digot qey di laşê min de însanek din jî heye. Min seh kir ku ji aliyê min ê rastê de dengê giranî û xiştîniya lingê yekî tê min cihê xwe guherand; ez derbasî pişta dareka gûzê ya ji hewrê kevnaretir ku deh panzdeh metre dûrî min bûn bûm û min xwe veşart. Bi bîstek şûnda di nav dûmanê de qeretûnê merivekî ber bi min ve dihat xuya kir. Min wî nasnekir, lê dişibiyan Hesen Axa. Li bendê sekinîm ku bêtir ber bi min ve bê. Bi nêzîkbûna wî re min guleyekî pê ve da. Camêr di nav bêdengiyê de bi ser berfê de ket. Min got qey Hesen Axa ye û ez bazdam ser. Camêr bi dev û rû ketibû ser berfê. Şaşika serê wî firî bû ketibû nav kutla deviyê. Min bi porê wî yê dirêj ê di nav xwînê de mabû girt, serê wî bilind kir û li rûçavên wî nihêrîm. Ev ne Hesen Axa bû. Gundîyekê bi navê Kazim bû. Min wî baş nasdikirin. Du meh berê di dawetekî de ez pê re lîstika çirê lîstibûm. Bi awayekî min wî xafil kiribû û bi lêdanê min wî avêtibûn nav loda sergoyê. Kazimê ku hê nû ketibûn sî saliya xwe, kesekî reben û belengaz bû. Sûreta wî qasî nav destê meriv biçûk bû. Zêde nediaxivî, tim bêdeng bû. Hesen Axa bi awayekî wî xapandibûn û wî kiribû pêlîstoka ber destê xwe. Pê xemgîn bûm ku di şûna Hesen Axa de min wî kuştibû. Min xwest ez çeka Kazim ku ketibû binê laşê wî derxînim, min hew dît guleyekî di bin lingê min de, di berfê de giç bû.

 

Ji bo girtina tifinga wî dema min çênebû, lê min rextê wî yê tije ku li nava wî girêdayî bû deranî. Weke çirikê xwîn jê diçûyan. Min digot qey mirî ye. Gava min rextê wî vekir bi nalînî Kazim çavê xwe vekir û li min nihêrî. Min lûleya tifinga xwe kir serê Kazim. Gava min dît ji çavên Kazim hêstir têne xwarê, dilê min pê şewitî; min tifingê neteqand. Bi bayê bezê ji wê derê dûr ketim. Di ser serê min û kêleka min de vîzavîza guleyan bûn li darên derdorê diketin tê de dieliqiyan. Bi vî awayî zêde nikaribûm birevim, divê min ewilî ji xwe re cihekî sîpergirtinê bidîtana ku hetanî leşker û milîs ji dû min biqetiyana. Piştre bi qerbûna şevê re ez ê bireviyama. Min bi zorê xwe avêt pişta zinarekê biçûk û ketim sîpêrê. Bi têketina sîperê re ez vereşiyam. Ji dûmanê hêstirê çavên min weke laserê diherikiyan. Vereşiyam, vereşiyam, vereşiyam. Te digot qet hemû organên hundirê min dikirin derkevin der. Min seh kir ku dengê xiştîniya lingan tê min xwe da hev û ketim sîperê sekinîm. Min xwe amade kir ku ew însanê ber bi min ve dihat tenê bi guleyekî bikujim. Min li şewata li hember ku weke gogê gilok bûbû mêze kir. Şewat hêdî hêdî ditefiyan; mal, kadîn, axur, tu tiştek nehiştîbûn hemî paqij kiribû. Ez dizanibûm, newa dê û xwişka min û Zel di nav agir de bûbûn xwelî. Ji bona min wan xilas nekiribû, min xwe bi xwe dixwarin û min dikirin ez dinyayê bikim qada dojehê. Gelo li ku bûn ev Hesen Axa? Navberekê fikirîm ji bo kuştina wî, ji sîpera xwe derkevim bikevim êrişa hemberî. Her çi bû nizanim, di ev fikrê xwe de bihurîm. Divê min ji bo kuştina xwe fersendê nedana wan. Hewce dikirin ji bo tola dê û xwişka xwe û Zel'ê bigirim ez bijîm. Min berê tifinga xwe bi aliyê ku ewilî gule li min hat teqandin ve kir û min pê ve da. Yekê kir qajînî û got; "Ay dayê ez mirim!" Êdî ez nikaribûm li vê derê zêde bimînim. Tev de sê heb fişekê min mabûn. Divê ez bireviyama. Min tifinga xwe girt destê xwe yê rastê û reviyam.

 

 

BEŞA DUYEMÎN

 

Şeveka tarî û zilamat; ji bilî dengê barana ku li derî û şibakê dixe û dengê şîrqîna birûskê ya bi navber tu dengekî din nayê. Bi lembeya qazaxiyê ya ku min girtibû destê xwe diçim sindoqa ku çeka bavê min tê de veşartî ye derxînim. Şîrîn'a xwişka min ligel min e. Hê ez yanzdeh donzdeh salî heme tune me. Xwişka min hê pir biçûk e. Dengê dilê xwe yê dikir kutekut dibihîzim. Xwişka min, bi destê xwe yê rastê bi şalwarê min ê bi deh cihan pînekirî girtiye û dike pistepist; "Kekê, em nekevin wê wetaqê! Di wê odeyê de xeybane û cin û perî hene!" Li rûçavên wê dinêrim. Ji tirsana çavên wê ji çalikên xwe derketine der. Dibînim ku deneyê bi qasî qama însanekî bilind ku li kîlerê, li kêleka sindoqa ku çeka bavê min tê de veşartî ye, weke qapaxa qûşxaneyeka av tê de bikele dilîze. Piştî pêbehskirina dêya min ku gotibû cin û periyên di dene de razayî bi şevê derdikevin der û şûnda ez newêrabûm biçim kîlera ku ev dene û sindoq tê de bûn. Şîrîn xwe dide pay min û dibêje; "Qapaxên deneyan dilîzin Kekê!" Ji tirsana hişkobiringo dibim. Mîzê bi xwe de dikim. Qapaxa yek ji deneyan vedibe û ji hundirê wê xeybaneyekî dişibe însan, goştê wî riziyayî bêhna mirarê dide, li her aliyê wî bi hezaran kurmên biçûk belavbûne digerin derdikeve.

 

Tevî xwişka xwe em direvin xwe dispêrin pêşiya şibaka aliyê rojhilatê wetaqê. Bi bazdanê re lembeya qazaxiyê ji destê min dikeve erdê, qazaxiya tê de dirjî û bi alawiya agirê wê re sindoqa ku tifinga bavê min tê de ye pê dikeve. Ji sindoqa ku alawî pê dikeve dêwekê qirase yê weke ûc derdikeve û bi dengekî kirêt diqîre, dinale û dibêje "Mirin!" Qajînî bi min dikeve, dibêjim; "Ev Hesen Axa ye Dayê!" Di çavekê min de dêw, di çavekê min de Hesen Axa. Hîqehîqekê erd û ezman dilerizîne. Qajînî dikim dibêjim; "Dayê!"

 

 

Min hew dît camêrekê li ber serê min sekinandî got; "Sekan be kurê min! Sekan be!" Gelo ez li ku derê me? Min çavê xwe vekir û li kalepîrê kêleka xwe mêze kir. Li holê ne mala min, ne sindoqa tifinga bavê min tê de veşartî, ne jî ew xeybaneyê weke ûc hebûn. Di wetaqeka biçûk de, ez li ser doşekeka heriyê ya li ser sedrê raxistî dirêjketî bûm. Li kêleka min, di kursiyekî ji dara mazî çêkirî de rûniştî, kesekê kinik ê rûspî yê rîfirfirî, çavê wî yê rastê bi tebeqeyeka êşekê giran nixumandî, digel çavên girtî dû ji qelûna xwe ya bi qasî nîv metreyî dirêj a ji dara gûzê derdixistin. Tênegihîştim bê ka razayî bû yan difikiriya. Bi dîtina kalê rûspî re min fêmkir ku tiştên min dîtibû xew bûn. Lê, ev der ku bû gelo? Ez bi çi awayî hatibûm vê derê? Ev camêrê rûspî kî bû? Min serê xwe ji ser balgîfê bilind kir û derdora xwe raçav kir. Serê min bi awayekî bobelat diêşa û weke sûlavê dikir xwişexwiş. Zirîqên rojê di şibaka kêleka min de odeyê bi ronahiya xwe tije dikirin. Li derve ewrekî şipşîn, bi qasî navekî berf hebû.

 

Bayê ku hêdîka dihat, cemeda bi guliyên dara gûzê ya pêşiya şibakê ve qeşam girtibû dileqandin, bêzar û bênavber berfê virda wêda dipûkand û bi ser hevdû ve diqelibandin. Min hêz da xwe û ji ser cihê xwe rabûm. Wê çaxê Çemê Miradê yê ku di nav behra berfê de bi awayekî bêdeng û bêkêf diheriya tevî Koyê Spî yê li berpalê wî weke bûkeka bûkanî lê be, xêzeka ber bi ebediyê ve dirêj dikirin. Li lûtkeya Koyê Spî virtoneyeke dijwar çêbûbûn û berfê dipûkandin. Çiya weke dêwekê birîndar dengên ecêb derdixist, dizûriya û dinaliya. Bêtir li jêr, xaniyên yekqat duqat ên gundê ku li berpalên hember Çemê Miradê bû bi berfê hatibû pêçandin û di nav xwezayê de weke reşahiyekî xuya dikirin. Min ev gund nasdikirin. Berî wextan bi Silêmanê Bazirgan re me gelek caran ji bo firotinê garana dewaran ji vî gundî biribû Paloyê. Carekê jî bi boneya şev li me qeriya bû me li vêderê bêhna xwe dabû. Yê ku em li mala wî bûbûn mêvan, şêxekî bawermend ê koka xwe bi pêxemberan ve girêdabûn. Min li ser kursiya ber agirê kuçikê çavên xwe dabû serhev, patronê min ê bêbawerî Silêmanê Bazirgan û Şêx jî hetanî nîvê şevê niqaş kiribûn. Hat bîra min ku gava Silêman gotibû, "Jiyana rûyê erdê ji aliyê hin kesên di gerstêrkên din de dijîn hatiye çêkirin" şêx weke gule lêkeve ji cihê bilind bûbû. Gelo ew şêx hê jî sax bû? Ez li camêrê rûspî yê li kêleka min bi çavê girtî cixare dikişandin nihêrîm. Çavê min li ber ronahiya li şibakê dixist venedibû. Hêdî hêdî min xwe dida hev û tiştên jiyabûm dihat bîra min. Gelo tiştên dihat bîra min rast bûn? Bi rastî jî dê û xwişka min û Zel'ê di nav malê de ganî ganî şewitandibû? Gelo ez bi milîs û eskeran re ketibûm şer? An tiştên dihatin bîra min bermahiyên piştî dîtina kabûsekê bû? Gelo ew qîrînên di ser û guhê min de dikirin zingînî yê kî bûn?

 

La ew dîmenê Kazim ê li erdê dirêjketî; qey ew jî xewn û xeyal bû? Di wê kêliyê de ku min dît destê min ê çepê mipmor bûye, min got qey dilê min perçe bû. Hesen Axa yê ku linga xwe dabû ser destê min hat bîra min. Demê tiştên dihatin bîra min ne bermahiyên dîtina kabûsekê; hemû rast bûn. Hat bîra min ku tarîtiyê digirtin ser wetaqê, kalê rûspî çavê xwe vedikir û ji pîra malê ku bi satileka paxir di derî de diketin hundir tiştekî digotin... Piştre nizanim, nayê bîra min. Ez di xwe ve çûme.

 

 

Gava ez hatim ser hemdê xwe êdî nîvro bi alî ketibû. Di wetaqê te bi tena serê xwe bûm. A rastî ez ne bi tenê bûm. Ji bilî min pisîkekî pûrto jî di odeyê de hebû; di nav guliyê dara gûzê ya li pêşiya şibakê de li beytikên hev digerandin temaşe dikirin. Hêdî hêdî ez ji nav cih rabûm. Di pişt û zikê min û ling û çengê min de êş hebûn lê zêde min aciz nedikirin. Ez dikaribûm li ser piya bigerim. Min kincê xwe yê ku hatibû şûştin û li ser sedrê hatibû danîn min li xwe kir. Min qonderê xwe di bin sedrê de dît. Agirê kûçikê tefiya bû. Bi tefandina agir re ode jî cemidî bû. Min di şibakê de li derve mêze kir. Bapûkê berfa lûtkeya Koyê Spî pekandibû anîbû kiribû nava gund. Bayê bi vîzevîz berfê dipûkandin weke bablîsokê li ezman dizivirandin. Beriya ku ez ji xwe ve çûbûm, ew kalê rûspî yê li kêleka min rûniştî di xewê ve çûbû, tevî jineka pîr bi qasî sî çil heb mêşin dibirin ser Çemê Miradê av didan. Mange li pêş, mêşin li dû wan rêzkirî dimeşiyan. Bayê berfa ku top dikirin bi ser mêşinan de dipûkandin, mêşinan dikirin paşvegerin, lê kalê rûspî yê di destê wî de gopal, ser û çavê wî bi pûşiyê girtîbû nedihiştin mêşin şûnda vegerin, pîrê jî pê re alîkarî dikirin. Bi qasî çend deqeyan min li wan temaşe kir. Di nav guliyên dara biyê ya weke kevira almasê qeşa girtibûn û dibiriqiyan de çend heb qijikan hevdû digerandin.

 

Di wê kêliyê de weke Zel'ê bidînim; dilê min şewitî, çavê min tije bûn. Nexwe min çiqas zêde jê hesdikirin. Zel niha li bin dara bîyê sekinandî bû. Li ser wê ew kincên qirêj ê bi xwînê şil ku şeva min wê ji recmê xilas kiribû hebûn. Ji lingê wê yê tazî û perçekirî xwîn duniqutiyan. Ser û çavê wê werimî bû, çavên wê xuya nedikirin. Xwîna ji serê wê yê şikandî dihatin, bi ser rûyê wê de diniziliyan ser singê wê. Ji bin dara biyê hat pêşiya şibakê li min nihêrî. Niha di navbera me de tenê camekê şibakê hebû. Ji min ve baş dixuya. Digiriyan. Derketim derve, lê Zel nexuya bû. Weke kefa sabûnê bûbû helm û wenda bûbû. Têgihîştim ku xeyal dibînim, min di nav berfê de çong da erdê û kûrekûr giriyam. Kalê rûspî, ji bo anîna giyayê ku biharê rêsî kiriye, xwestiye hilkişe Koyê Spî di qelşikeka zinar de min nîvqerisî dîtiye û li tawikê kiriye aniye malê. Bi guhdarkirina wî re min hewl da tiştên ez jiya bûm bibîrbînim. Lê tu tiştekî neket bîra min. Ev demnasî ji bo min tune bû. Piştî şerê bi milîs û cendirmeyan re ku ez reviyabûm şûnda tiştekê din nedihat bîra min. Gelo ez bi çi awayî û di çend rojan de hatibûm vêderê? Ji bona min xilas kiribû, ez ji kalê rûspî xweşhal nebûm. Heke min xilas nekirana, ez ê niha tune bûma. Minê êşa ku vêga dikişandin nekişandana. Hêstirê çavên min diniqutiyan nav tasa şorbeya nîskan ku pîrê bi tevlîheviya gûlîkê çêkiribû, destê min ê kevçiya dar girtibû dileriziyan, niqirîskan qirika min dixitimandin. Ev halê min, kalo û pîrê pir xemgîn dikirin. Kalo ji min, "Ez kî me, ji ku têm, li serê çiya li çi digerim, çima digrîm?" pirs kir; min bêrsivê nedayê. Wî jî di pirsa xwe de îsrar nekir. Hewl da ku tasa tije şorbe bigre destê xwe û bi kevçiyan bi min bide xwarin. Min devê xwe vedikirin û digirtin, lê ez ne di ferqa şorbeyê de, ne jî di ferqa Kalo de bûm.

 

Qîrîna dê û xwişka min û Zel'ê di serê min de olan didan, dîmenên şewata xaniyê min di ber çavê min de yekoyek diçû. Kalo û Pîrê berêvarê mêşinên ku di axurê de bûn berdan derve. Kalo, lekanên ji dara lepîkê kir lingê xwe û berfa cihekê bi qasî bêderê pên kir. Min xwest pê re alîkarî bikim, lê wî got: "Tu nexweş î" û nexwest ez alîkarî bikim. Min jî zêde dirêj nekir. Her derê min diêşa. Te digot qey dîreka dilê min şikiya ye, bi zehmetî li ser piya disekiniyam. Kalo û Pîrê li derve dixebitiyan. Ez li pêşiya şibakê rûniştim û min li wan temaşe kir. Piştî Kalo berfê pên kir, çû ji kadînê du rêsî giya anî avêt ber mêşinan. Bi bîstek şûnda Kalo û Pîrê hatin hundir. Biriyê Kalo, tevî por û simêlê wî yê spî û dirêj di bin şaşika wî de derketibûn der û qeşa girtibûn. Bi têketina hundir re lepikên xwe yê ji mûyê bizinan çêkirî derxist, bi mîxê ber kuçikê ve daliqand. Min şalwarê xwe yê kevn ê qirêj û şil guherand û min jê pirs kir: "Ev bû çend rojin ez li mala we me?"

 

"Şeş, heft roj filan e, min ji bîr kir"

 

Pîrê, bi gotinên Kalo keniya û got: "Mêro tam xirifî ye, ev bu heşt rojin tu li mala me yî kurê min."

 

"Ewqas çê bû?"

 

"Erê."

 

"Ka qey te aqil di serê min de hiştî ye xanim? Kevir li ber pitepita te diteqe. Helal be ji min re ku ewqas salin min li ber xwe daye û hişê xwe nexwarî ye."

 

"De haydê bila wisa be. Çi bê serê te, tu ji min dizanî."

 

"Ez ê başqe ji kî bizanibim. Te ez xwarim qedandin."

 

"Zêde bi derengî nekeve, zû veger."

 

"Qey xanim, civîn xilas nebe ez bêm? Gava mêşinan giyayê xwe xwarin wan bike axurê. Ji bîr neke şibaka axurê bigre. Doh rûviyekî di şibakê de ketiye hundir hemû mirîşkê Emer fetisandî ye. Divê em baldar bin."

 

Min axaftina Kalo birî û got? "Civîna çi heye?"

 

"Şêx Seîd hatiye gund. Ew ê ji gundiyan re axaftinê bike. Ez jî diçim guhdariya wî bikim. Heke tu xwe baş hîs dikî, dikarî bi min re werî."

 

Min got: "Erê, ez baş im. Dixwazim bêm guhdariya Şêx Seîd bikim."

 

Bi vê agahiyê hatim ser hemdê û pê kêfxweş bûm. Li ezmanan li Şêx Seîd digeriyam, xwedê wî li erdê dabû. Encax ew dikaribû alîkariya min bike. Mala min şewitî bû, dê û xwişka min û Zel tê de ganî ganî şewitî bûn. Ez dizanibûm, bi boneya min esker û milîsan kuştibû niha di derbarê min de lêgerîn hatibû destpêkirin. Ez dizanibûm heke min bigirtana dê darda bikirana. Min ê çi bikirana? Ez ê bi ku derê ve biçûma? Di vê dinyaya mezin de bi tena serê xwe mabûm. Ewqas bêkêf, ewqas bêçare û bêhêz bûm ku taqetê min nemabû xwe bikujim. Kalo şalwarê xwe yê nû yê Pîrê jê re anî li xwe kir û hat herdû destê xwe danî ser pêlê min û şidand.

 

Kalo got: "Tiştê te xemgîn dike, êşê bi te dida kişandin her çiye ez nizanim kurê min. Lê ji bîr neke, tu êşa ku însan ji bîr neke tune ye. Êşa xwe li demê belav bike. Dem dermanê her tiştî ye! Heke te derdê xwe ji min re bigotana ji bo alîkariyê çi ji destê min bihatana min ê bikirana."

 

Ez di rewşa fêmkirina kûrahiya gotinê wî de nebûm. Ez di dinyaya xwe de fetisî bûm; dîmenên şewata xaniyê min ji ber çavê min nediçû, qîrîna dê û xwişka min û hevala min ji guhê min dernediket. Di derketina derve de, Pîrê ji bo girtina rûçavê min stûmaleka bi rengê xwînê sor bi destê xwe nexşandibû da min. Bi stûmalê min serûçavê xwe nixumand. Lê tu wateyaka vê tune bû, ji jiyanê aciz bûm, min dixwestin ez bimrim.

 

Gava em ji malê dûrketin Pîrê li dû me bang kir: "Zû vegerin!"

Rojên zivistanê kinik in. Roj li ber ava bû; ewrên li ser Koyê Spî hêdî hêdî xwe berjêr berdidan. Gava siya Koyê Spî da ser gund hewa bêtir sar bû. Bayê nedihiştin em çavê xwe vekin, berfa ku topdikirin bi ser me de direşandin, dikirin me bifetisîne. Her çiqas gund li hemberî me, li berpala Çemê Miradê be jî, Kalo di beravê de heta navê çixir li berfê dixistin û ber bi rojhilat ve dimeşiyan. Gund, di bin siya Koyê Spî ya weke cismekî reş da wenda bûbû. Ji pixêriyên xaniyên di bin berfê de wendabûyî dûman bilind dibû û piştre weke helmê li ezman tune dibû. Beriya roj biçe ava tarîtiyê girtibû ser gund. Li qeraxê hember, li tenişta dehlûdirrên di nav berfê de wendabûyî goristanek hebû, di nav goristanê da holikeka reş bala min kişand. Li devê deriyê holikê, li dora agirê ku li ser berfê hatibû vêxistin yekê ciwan û yekê kal du însan disekiniyan. Herhalde ew kesê mirî, ji malbateke halxweş bûye. Nexwe li ser mezelê yekê feqîr û xizan ne pêkan bû holikeka wisa bê çêkirin û çil roj û çil şevan quran bê xwendin. Di urf û adetên me Kurdên Elewî de ev kevneşopî tune bû, lê di nav Kurdên Sunnî de kevneşopiyeke belavbûyî bûn. Li ser mezalan holik an jî çadir dihatin vekirin û çil roj û çil şevan bê navber quran dihat xwendin. Her kes nikaribû vê kevneşopiyê bicîh bîne, hetanî bêjî bi bûhayî li ser dibûn mal. Kalo, dît ku ez çavê xwe ji holika ser mezel nakutim got: "Xortekî di temenê te de bûn. Hefteyekê berê mir"

 

"Çawa mir?"

 

"Bi nexweşiyê ket; tevde sê rojan di nav cih de ma û mir. Tenê yekê bavê xwe bûn."

 

"Xweda rehma xwe lê bika."

 

"Amîn!"

 

Çemê Miradê, vê êvarê weke miriyekî bêdeng bûn. Dehlûdirrên li qeraxên çemê ku cih bi cih firehiya wî bi qasî sed metreyî hebû, ketibûn bin berfê bûbûn weke tepik û tûmik an. Nîv seet şûnda, li ser çem pireyekî derket pêşiya me, wê çaxê têgihîştim ku kalo çima di qeraxê çem de berjor dimeşiya. Li qeraxên vêderê dehlûdirran besterobarê teng kiribû. Her çiqas ev der cihê herî teng ê çem be jî, dirêjiya pireya ji daran çêkirî bi qasî pênce metreyî zêde hebû. Pire, li ser stûnên stûr ê ji dara hevrisê ku li herdû aliyê qeraxên çem di nav avê de giçkirî bû hatibî çêkirin. Firehiya pireyê zêdetirî du metreyan hebû. Hin cih hebû, av bi textikên darên pireyê dibûn û wan balêz dikir. Hem li ser min, hem li ser Kalo bi qasî sê çar pêçî tebeqeya berfê çêbûbû. Gava em gihaştin ser pireyê qefleyek werdekên kovî ji nav çem rabûn; ewqas zêde bûn ku ser pireyê rapêçandin û li dora me dolamalî bûn. Çawa bû nizanim; dema em gihaştin nav pireyê dengekî hat, ji min re got: "Xwe bavêj avê! Av ewqas sare ku, tu yê qet êşê nekişînî û bimirî. Ji vê hêsantir mirin bi destê te nakeve!"

Min fersendê neda xwe ku ez bifikirim. Min bi ya dilê xwe kir û xwe avêt çem. Kalo qîriya got: "Te çi kir kurê min?" Piştre min hew dît li dû min xwe avêt ava weke cemedê. Piştre êdî nayê bîra min. Gava min çavê xwe vekir, ez li ber agirê sobeyeka ji sacê qalind, di nav cih de bûm. Sobeyê dikir çiteçit û sacê wê sorçiko bûbû. Li bin qatiyê wetaqa çarstêla tîk a şibaka wê biçûk ku berê wê bi rojava ve mêze dikir, di qefesê de du heb kew hebûn. Yek ji kewan serê xwe yê sorik ê deqdeqo di nav caxê qefesê de derxistibû li min mêze dikir.

 

 

Kalepîrekî pişta xwe da bû min û li pêşiya şibakê pirtûk dixwendin. Dibêjim qey min vî kalepîrî nasdikirin. Ji min re xerîb nedihat, ez bawer bûm, min wî li cihekî dîtibû. Ji ber ku min ser û çavê wî nedidît ez nizanibûm kî ye? A rastî zêde xemgîn nedibûm ku ez nemiriya bûm. Di nav ew çend deqeyên min xwe ji pireyê avêtibûn Çemê Miradê de, digel hemû xirabî û bêbextiyê, min fêmkiribû ku jiyan dîsa jî pir xweş e. Gava min serê xwe ji nav avê derxist û mêze kir şaşwaz bûm ku heta niha çawa min xweşikiya darên hewr, bî, narewan, sûrdar, mazî û gûz ên di nav dehlûdiran de bi berfê xemiliyayî ferq nekirî ye. Min tu gotinekî nedidît ku bêjim, min çawa xweziya xwe bi werdekên kovî yên di ser çem de difiriyan û bask diçirpandin dianiya û min çawa dixwestin weke wan li jiyanê bûma. Tam di demeke ku min hêviya xwe ji jiyanê birî bû û ronahiya çavê min tarî bûbû de destekî dirêjî min hatibû kirin. Bi herdû destan min xwe li destê ku min paşvedigerandin jiyanê rapêça. Ronahiya lembeya qazaxiyê ya bi mîxê stûnê nav malê ve daliqandî bû tewifî bû û têrê nedikir wetaqê ronî bike. Agirê sobeya vêxistî di devê kuna wê de şewq didan û li ser dîwarên odeyê dilîstin. Gava kalepîrê rûspî yê ku li pêşiya şibakê rûniştî bû ji cihê xwe rabû û berê xwe bi aliyê min ve kir, ez ji nav cihê xwe firqizîm û min kir qîrînî: "Şêx Seîd!" Dît ku ez hatime ser hemdê xwe kêfxweş bû. Bi devkenî hat gel min.

 

"Tu çawa yî kurê min?"

 

Min kir pistepist û got: "Ez nebaşim."

 

Canê min dixuriya, weke sotikên agir dişewitiya. Şêx Seîd, li kêleka min li ser doşekê rûnişt û destê xwe danî kir ser eniya min.

 

"Canê te hemû bi kul û birînên riziyayî mipmor bûye. Qey pir li te xistin kurê min?"

 

"Tu tiştek nayê bîra min."

 

"Te çima wiha kir kurê min?"

 

"Min çi wiha kir?"

 

"Çima te xwe avêt çem?"

 

"Tu sebebek min ê jiyandinê nema."

 

Şêx Seîd got: "Ev ne tiştekî raste Cem. Digel her tiştî divê tu bijî."

 

Lihîfa li ser min rakir û li birînên min ê riziyayî yên li ser zik û singê min bû mêze kir.

 

"Hewce ye meriv postê mêşinê bigire ser canê te. Nexwe ev kul û birînên riziyayî dê canê te biêşînin."

 

Rabû. Gava çû ber derî vegeriya li min nihêrî. Xwest tiştekî ji min bipirse, lê pirs nekir.

 

"Kalepîrê min xilas kir çawa ye?"

 

"Wekî pola ye. Dibêjî qey pisîka heft rih e. Heftê û pênc salin jiyanê wî têk nebir. Tiştekî pê nayê. Bîstek berê daxmeyê dilîstin."

 

Min got: "Bi vê xweşhal bûm." Lê bi zorê min dengê xwe bihîst. Şêx Saîdê ku wê demê derdiketin der, vegeriya ber bi min ve hat.

 

"Lêgerîna te hatiye derxistin, vêga li te digerin, haya te jê heye Cem?"

 

"Na. Ez pê nizanim."

 

"Tê gotin te Hesen Axa û çar milîs û du cendirme kuştî ye, rast e?"

 

"Kuştina milîs û cendirmeyan tê bîra min, lê bi hejmara wan nizanim. Kuştina Hesen Axa nayê bîra min."

 

Şêx Seîd bi awayekî şaşwaz li rûçavên min nihêrî û got: "Roja ku dê û xwişk û jina te ganî ganî di xaniyê te de hatin şewitandin te Hesen Axa nekuşt Cem?"

"Qey nayê bîra te kengê te Hesen Axa kuşt?"

 

"Na, nayê bîra min. Kengê min Hesen Axa kuştî ye?"

 

"Piştî sê rojan ku xaniyê te hatibû şewitandin te Hesen Axa kuştî ye. Ez pê hesiyam tu bi şevê têketî mala wî û bi xincerê te serê wî ji gewdeyê wî jê kiriye. Qonaxa wî baş tê parastin. Tu çawa ketî hûndir û te Hesen Axa kuşt Cem?"

 

"Min Hesen Axa nekuştî ye ku tiştekî bê bîra min! Tiştekî nayê bîra min."

Şaşwaz bûbûm. Sê roj piştî şewitandina xaniyê min û dê û xwişk û hevala min ez li ku derê bûm gelo? Ez fikirîm lê tu tiştek nehat bîra min. Kî dizane, dibe ku min Hesen Axa kuştibe jî. Lê çima nedihat bîra min. Şêx Seîd digot, min serê Hesen Axa jê kiriye. Gelo tiştekî wisa pêkan bû? Ez fikirîm. Bi awayekî matmayî min li rûçavên Şêx Seîd mêze kir. Heqîqeten jî, min Hesen Axa kuştibû gelo?

 

"Cem, te Hesen Axa kuştî ye. Gundî dibêjin, weke dêlegureka çêlikê xwe wenda bike bi rojan tu li derdora gund zûriya yî"

 

"Nayê bîra min! Tu tiştekî nayê bîra min!"

 

"Tu pir hejiya yî. Bi demê re dê were bîra te."

 

"Min Hesen Axa nekuştî ye!"

 

"Te qet behsa rewşa xwe ji kesê re kir? Niha tu efsaneyekê yî. Lê, kes nizane ku xortekî hijdeh salî Hesen Axa kuştî ye. Te qet behsa serpêhatiyên xwe ji kesî re kir?"

 

"Na. Nayê bîra min bê ka min ji kesî re gotiye an na."

 

Şêx Seîd got: "Ev pir baş e! Ji îro û şûnda êdî divê tu bi navê Cem negerî. Bawerî bi însanan nemaye, dê îxbara te bikin. Divê em navekî nû ji te re bidînin."

 

Riyê xwe xurand û derbasî ber şibakê bû. Se û gur weke bikevin pêşbirkê dizûriyan. Dengê zirrîna kerek jî tevlî dengê wan bû. Şêx Seîd, bi qasî çend deqeyan li heyvika nû ya di ser darên hewran de weke çangilê li ezman derketibû temaşe kir. Siya Şêx Seîd mezin dibûn û nediketin odeyê. Min destê xwe danî ser zikê xwe yê diêşan û fikirîm. Gotinên Şêx Seîd serê min tevlihev kiribû, lê bi kuştina Hesen Axa têr û sertêr kêfxweş bûbûm. Baş e, gelo bi rastî jî min Hesen Axa kuştibû?

 

"Ji niha û şûnda navê te Emîn e Cem. Emîn ciwanekî di temenê te de bû min wî naskir. Mehekî berê rehmet kir. Ji bîr neke, navê te Emîn e. Navê bavê te Mihyadîn e! Du sal berê marî bi bavê te ve da û mir. Dêya te, gava te aniye dinyayê mirî ye. Tu ji gundê Zêverê yî. Bavê te, di ciwaniya xwe de ji navçeya Xinis a Erzeromê hatiye gundê Zêverê. Li gundê Zêverê tu merivên ji malbata te tunene. Ewqas agahî bes in. Te fêm kir?"

 

"Erê. Min fêm kir."

 

"Navê te çi ye?"

 

"Emîn."

 

"Navê bavê te?"

 

"Mihyadîn."

 

"Kengî mir?"

 

"Du sal berê marî pê ve da û mir."

 

"Tu ji kîja gund î?"

 

"Zêver."

 

"Bijî. Bavê te ji ku derê hatiye gundê Zêverê?"

 

"Ji navçeya Xinis a Erzeromê."

 

"Pir baş e. Gotinên min baş bike serê xwe. Niha ez ê biçim mêşinekî serjê bikim. Divê em postê wê bigrin ser te."

 

Dema di derî de derdiketin derve sekinî. "Wê rojê gava tu çûyî Pîr Elî hê jî di nav çembera te xêzkiribû de bûn an çûbûn?"

 

"Neçûbûn, di nav helqeyê de bûn."

 

Şêx Seîd, serê xwe hejand û got: Ez ne şaş bûm e."

 

Bi derketina Şêx Seîd re min xwe bi xwe kire pistepist û got, Emîn. Lê ev nav ji min re pir xerîb dihatin...

Wê şevê mêşinekî serjê kirin û min kirin nav postê wê yê germ. Di serî de her tişt baş xuya dikir. Piştî nîv seetî germahiyekî li ser min çêbû û canê min şewitand. Te digot qey bi hezaran zelû bi canê min ve zeliqîne û dikin min bikujin. Weke avê ji her aliyê min xwêdanê dikir xwarê. Te digot qey min nekirine nav postê mêşinê, berevajî min kirine nav postê jîjoyê.

 

Bi sedan derzî di canê min de diçûn, nefesa min diçikiya. Ji ber vê êşê min li ber xwe neda û bi qareqar min xwest ji nav post derkevim. Bi vê hewldana min re, werîs bi maxan ve girêdan wek hêlekanê çêkirin û min tê de hejandin. Şêx Seîd ji ber serê min neçû. Behsa hin tiştan ji min re dikir, bi xewliya di destê xwe de xwêdana eniya xwe paqij dikir, hêlekanê dihejandin û bi kesên li wetaqê bûn re diaxiviyan. Demekê şûnda êşa li ser canê min rabû, xewekî şîrîn xwe li çavên min pêça; hêdî hêdî çavên min hatin girtin. Bi hejandina hêlekanê re Şêx Seîd, dest bi strandina klamekî evîndariyê kiribû. Ji dil û can disitriyan. Gava hişyar bûm êdî nava rojê bû. Tu êşekî di canê min de nema bû. Gava min ji çermê mêşinê deranîn min xwe baştir hîs kir. Ez bi mûcîzeya çermê mêşînê matmayî mam. Birîn û morbûnên ser laşê min xweş bûbûn. Piştî derxistina ji çermê mêşinê min kirin leganeka paxir û bi ava germ şûştin. Li ser daxwaza Şêx Seîd ew ciwanê gofîl ê ku di temenê min de min dişûştin têr û tije laşê min lûfik kir û gemirand. Piştî şûştinê, min şalwar, îşlik û qazaxê sor û hêşînî yê weke neqşê kilîmên Wanê ku Şêx Seîd ji min re şandibû min li xwe kir. Min kincê xwe jî kir heqîba xwe ya ku dabûne min. Ew rûspiyê ku li Koyê Spî di şikeftê de min dîtibûn û anîbû malê, piştre ji Çemê Miradê xilas kiribû çeka min a di şikeftê de li kêleka min dîtibû anîbû malê bi şevê anîbû dabû Şêx Seîd. Şêx Seîd jî çeka min anîbû dabû ber heqîba min. Min cîda tifinga xwe naskir. Min gotibû qey wenda bûye. Di kêliya ku min dixwestin derkevim der de, bi xwendina kewên di qefesê de, ji derketina der bihûrîm û min guhdariya dengê wan ê xweş kir. Di wê kêliyê da Şêx Seîd têkete wetaqê.;

 

Ûsivê Çerkez jî, li kêleka wî bû; Demekê şûnda fêr bûm ku Ûsivê Çerkez yawerê wî ye, Ûsiv, merivekî li dora pênce salî, yekê navbejnî yê bedenşêr û xûnerm bû. Gava li dû Şêx Seîd kete odeyê di destê wî de serpûşiyekî nû hebû.

 

Şêx Seîd ji min re got: "Emîn, niha tu çawa yî kurê min?"

 

"Postê mêşinê ji te re baş hat?

 

"Erê."

 

"Baş e. Heta çend rojan dê tiştekî te nemîne."

 

Şêx Seîd min û Ûsiv da nasîn û got: "Evaya Ûsiv e. Herkes jê re Ûsivê Çerkez dibêje. Ûsiv efendî, navê vî xortê hanê jî Emîn e."

 

Min li rûçavê Ûsiv mêze kir û bi serê xwe silavê dayê. Ûsiv jî bi heman şêwazê silavê da min. Destê xwe yê rastê da ser singê xwe û xwe xwar kir. Şêx Seîd serpûşiya di destê Ûsiv de jê girt û da min.

 

"Ev egala seriyan, salekî berê dixtor Fûat ê dostê min li Amedê diyarî min kiribû. Min qet bikarneanî. Ez jî diyariyê te dikim. Li serê xwe girêde. Ew ê serê te germ bigire."

 

"Spas dikim."

 

Şêx Seîd got: "Ne tiştekî girîng e Emînê min. Bi destûra te be, ez ê egalê li serê te bipêçim.

 

Bi destê xwe egalê li serê min pêça.

 

"Tu dixwazî çi bikî Emîn?"

 

"Heke ji bo we nebe pirsgirêk dixwazim bi we re bigerim ezbenî."

 

"Evaya pir zehmet e! Karekî dijwar e. Divê tu baş bifikirî û biryara xwe bidî. Dixwazî te bi merivekî xwe re bişînim binxeta Başûr an Rojava."

 

"Ez naxwazim bi derekî ve birevim ezbenî. Dixwazim bimînim û ji bo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî piştgiriyê bidim we. Pêdiviya min bi zanyarî û tercubeyên we heye. Destûr bidin li gel we bimînim û bi we re bigerim."

 

"Başe Emîn, piştgirî û hebûna ciwanekî wek te dê min kêfxweş bike û hêzê bide min. Hêvîdarim dê xewn û xeyalên me pêk werin Emîn! Pêdiviya vê xakê bi ciwanên wek te heye."

 

"Spas dikim ezbenî."

 

Min hewl da ku destê wî ramûsim, lê destê xwe neda maçkirin. Bi awayekî dostane çend caran ko li min anî û ez maçî kirim.

 

"Gorê te yê rês hene Emîn?

 

Min gorê xwe pê nîşan da û gotim: "Erê ezbenî."

 

"Baş e. Lê hewcedariya te bi coteka din jî heye. Gava gorê te şil bibin divê tu biguherînî. Ûsiv!"

 

"Keremke ezbenî."

 

"Ji bîr neke, cotekî gorê rês bide Emîn."

 

Ûsiv got: "Dibe. Ez ê peyda bikim.

 

"Hadê em biçin. Tu amadeyî Emîn?"

 

"Erê, amade me."

 

"Tu dikarî bikevî ser rê?"

 

"Erê."

 

Ûsiv got: "Em ê biçin kuderê ezbenî?"

 

"Em ê biçin Pîranê."

 

"Pîranê çiqas dûr e gelo, em ê di çend rojan de bigîne wê derê?"

 

"Heke rewşa hewayê baş be du rojan şûnda em li Pîranê ne."

 

Em bi çil siwar û ewqas jî peya ketin rê. Gava em birêketin êdî ezman reştarî bûbû; hema hema dibariyan. Ba nedihatin lê ji sermana helma devê me li hewa dicemidiyan. Te digot qey ji ezman cemed dibariyan. Beytik û qijikên li gel gundiyan mabûn li hember sermaya dijwar li ber xwe nedidan û xwe li hundirê xaniyan diqelibandin. Yên di derê xanî û kadînan diman jî di nav berfê de tepetep diketin erdê. Bi destpêka rojê re gundiyan bi sedan beytik û qijikên nîvriho berhev kiribûn anîbûn malê. Bi hezaran gundî hetanî derê gund bi me re meşiyan. Şêx Seîd, li hespekî çaqteşî yê weke berfê çîlspî siwar bûbû. Nebiyê Gimgimî jî li hespekî gewr bûbû û di pêşiya Şêx Seîd de dimeşiyan.

 

Bi dehan şêx û meleyên xwedî eşîr li dû Şêx Seîd bûn. Di nav wan de yê herî ciwan ez bûm. Yê min jî qantireka ciwan a bêxulq ku zînekî fitolokirî li ser pişta wê bû dabûn min. Peyayên di lingê wan de lekan hebûn di pêşiya hespan de dimeşiyan û çixirê çêdikirin. Digel çêkirina çixirê dîsa jî hespan zehmetî dikêşandin ku bimeşin. Qantira ez lê siwar bûm jî, ji çixirê derdiketin diketin nav berfa xam.

 

Di destpêka rojê de em gihaştin Pîranê; berfê bi xilêle lê dikirin. Mijeka kore girtibû ser Pîranê, heta deştê tevahiya heremê pêçabû. Bi zehmetî me çend metre pêşiya xwe didîtin. Hesp û qantir hemû di nav xwêdanê de mabûn. Ji bona bi hêsanî di nav berfê de bimeşin, siwar ji ser pişta wan peya bûbûn û bi peyatî dimeşiyan. Di têketina Pîranê de, bi qasî sêsed çarsed kesan bi lêdana def û zirneyan me pêşwazî kirin. Ev helwest û şêwaza pêşwazîkirina ewqas însanan a di destpêka rojê de min şaşwaz kir. Bi sedan kal û pîr, jin û mêr, keç û xort û zar û zîç ji bo dîtin û ramûsandina destê Şêx Seîd di pêşwaziyê de bûn. Xelkê Pîranê bi rîtm û ahenga def û zirneyan ketibû milê hev, diqîriyan û bi reqs û govendê dîlanê digerandin. Evdilrehîm Efendî yê birayê Şêx Seîd ku sergovendiya dîlanê dikirin, ji dîlanê derket û bi hefsarê hespê Şêx Seîd girt û ew da sekinandin. Şêx Seîd ji hespê xwe daket xwarê û têra dilê xwe birayê xwe hembêz kir. Bi dîtin û şahidiya vê rewşa hestiyarî, hêstir ketin çavê min. Di demekê de ku tevî Silêmanê Bazirgan em çûbûn Rihayê û piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj em vegeriyabûn malê, Şîrîna xwişka min jî wisa ko li min anîbûn û min hembêz kiribûn.

 

 

Germahiya ew qolên wê yê biçûçik, min di hûndirê qefesa singê xwe de hîs kir. Hêstiran ji çavên min kirin xwarê. Ji bo kes nebîne bi lez û bez min hêstirên xwe paqij kir. Kî dizane, di nav pêtên agir de ew laşê ter û ciwan ê xwişka min a delal çawa şewitî bû û çi êşê kişandibû. Ax! Ax, dê ev derdê wê min bihelandana. Şêx Seîd, min bi Evdilrehîmê birayê xwe nîşan da û got: "Li vî xortê hêja miqate be. Wî biparêze. Ciwanekî gelek baş e."

Hema di cîda min xwe da hev û bi xwarkirina serî min silavê da Evdilrehîm. Bi qasî çend deqeyan li rûçavên min nihêrî.

 

"Navê te çi ye?"

 

Şêx Seîd beriya min got: "Emîn." Gotibû qey ez ê bişelipînim.

 

Evdilrehîm devê xwe bir bin guhê Şêx Seîd û got: "Ev xortê ciwan ew e?"

 

Şêx Seîd got: "Erê, ew e."

Evdilrehîm li rûçavên min nihêrî û mizicî.

 

Got: "Bi nasîna te şanaz bûm Emîn."

 

Çiqasî dişibiyan Şêx Seîd; bejnûbala wî, sûreta wî, awirên wî, mîmîkên wî, heta riyê wî jî dişibiyan yê Şêx Seîd. Evdilrehîm, weke Şêx Seîdê beriya panzdeh salan bûn; parî bi kîlo û riyê wî reş bûn. Camêrekî kal, dirêj ê neqelew li ber lingê Şêx Seîd xwe avêt ser berfê, Şêx Seîd, bi herdû destan kalepîrê li nav berfê çong dabû rakir ser piya û sûretên wî yê çongdayî ramûsiya. Ji kelecana xwe wendakirinê egala serê kalepîr ji serê wî ket xwarê; keçikeka li dora deh salî, bejnzirav, porê wê bi ser çavê de de hatibû xwarê, egalê ji erdê rakir û da destê camêrê kal. Camêrekî sî salî yê hevtûzik bi ser çavê wî yê rastê de dileqiyan, di nav pêla qerebalixê de dikirin qîreqîr û dest dihejandin digot: "Şêxê min! Şêxê min!"

 

Yekî navsere yê ji çongê berjêr çaqa wî jêkirî, cil û bergên qerpol lê di nav berfê de bi yek lingî weke kulî çil dikirin û dixwestin nêzîkê Şêx Seîd bibe. Jineka pîr a dirêj, di heta wê de zarokekî pênc şeş salî hat, li pêşiya Şêx Seîd di nav berfê de sebiyê xwe danî kir erdê û xwe avêt lingê Şêx Seîd. Beriya min Evdilrehîm bi çepilê jinikê girt rakir ser piya. Hêstir ji çavên jinikê weke şirika baranê dihatin xwarê.

 

"Alîkarî min be Şêxê min."

 

"Ji min çi dixwazî xatûn?"

 

"Dixwazim li neviyê min binêrî."

 

Şêx Seîd got: "Çi qiseya neviyê te ye" û xwe xwar kir sebî ji nav berfê rakir kir hemêza xwe.

 

"Neviyê min xeber nade. Ji kerema xwe li ser bixwînî."

 

Şêx Seîd, bi ser jinikê ve qîriya: "Xatûn. Xatûn qey ez pifînok im?"

 

Sûreta wî sor û sorçiko bû. Ev roja çaran bû ez pê re bûm, yekemcar min didît ewqas hêrs dibû.

 

"Neviyê xwe bibe Amedê bi dixtor nîşan bide. Here cem dixtor Fûadê dostê min. Silavên min jê re bêje, dê li neviyê te venêre."

 

Pîrê got: "Ez ê çawa dixtor Fûad bidînim?"

 

Şêx Seîd sebiyê di hemêza xwe de maç kir û wî dirêjî pîrê kir û got: "Li Amedê ji kî bipirsî dê mala wî bi te nîşan bidin."

 

Dêlikekî tevî çar cewrikê xwe ketibû nav qerebalixa însanan û pîs pîs ewçaewçê dikirin. Gava em ketin nava xanî û kuçeyên teng ê Pîranê yên bi berfê girtî, hejmara însanên kom bûbûn zêdetirî hezarî bûn. Şêx Seîd, di nav vê qerebalixê de bi hevsarê hespê xwe girtibû û hêdî hêdî dimeşiyan. Ez û Nebiyê Gimgimî jî hema li dû Şêx Seîd dimeşiyan. Nebî çavên xwe çar vekiribû. Elî Rizayê kurê Şêx Seîd ku hê nû ji Stembolê hatibû jî, bi qat û rîbatên xwe yên reş, li gundekî nêzîkê Pîranê tevî me bûbû û li kêleka me bû.

 

Min, ji Elî Riza pirsî: "Stembolê xweş e?"

Elî Riza hespê xwe yê bi qasî sê pêçî berf li ser pişta wî da sekinandin û li rûçavên min nihêrî.

 

"Stembol, çîrokek efsûnî ye! Gotina xweş têra îfadekirina Stembolê nake."

 

"Min xwe nêzîkê Elî Riza da: "Ji bo dîtinê ez ê rojekî biçim Stembolê."

 

Elî Riza, destê xwe yê rastê avêt ser pêlê min û got: "Heke careke din biçim Stembolê tu jî bi min re were."

 

Bi kêfxweşî qîriyam: "Ji dil dibêjî?"

 

"Erê, ji dil dibêjim."

 

"Tu yê kengê biçî Stembolê?"

 

"Heke rewşekî awarte çênebe du meh şûnda ez ê vegerim Stembolê."

 

"Min got: "Hêvîdarim dê tersîtî çênebe!"

Di wê kêliyê de hat bîra min ku lêgerîna min hatibû derxistin. Kêfa min di qursaxê min de ma. Bi rûkenî min xwest li Elî Riza binêrim, lê rûçikê min tehl bû.

 

Elî Riza got: "Em ê bi hevdû re biçin Stembolê." Tevde çar pênc salan ji min mezintir bûn. Awirên wî kûr û bi tesîr bûn. Xwedî kesayetiyeke rêveber û otoroter bû. Bi sekna xwe, ziman û awirên xwe, dikaribû xwe bi kal û pîran jî bida qebûlkirin. Bi taybet pêşbinî û kûrahiya hîsiyatên wî yên di derbarê siberojê de bala min kişandibû. Di rê de ji bo em neçin Pîranê têr û tijî bi bavê xwe re nîqaşê kiribû, lê Şêx Seîd îqna nekiribû. Însanên di têketina Pîranê de me bi reqs û govendê pêşwazî kiribûn, niha li navenda Pîranê, di kuçe û kolanan de mil bi mil ketibûn rêzegovendê, ji kêfan dikirin qîreqîr, xwe li ser berfê digevizandin û zarok bi guloberfkan dilîstin. Car caran hin kesên kal jî tevlî zarokan dibûn û bi wan re lîstika guloberfkan dilîstin.

 

Daholvanê kal ê qamkinik û kufo bi ser piştê xwe avêtibûn ser berfê, daholê dabû ser zikê xwe û lê didan, zirnevanê qamdirêj û bi simil jî digel sar û sermayê di nav xwêdanê de mabû. Ji aliyekî de li zirnê dixistin, li aliyekî jî govend digirtin.

Rûspiyekî ebûcalik ê nêzîkê sedsalî, egala serê xwe vekiribû wekî destmalê girtibû destê xwe û ketibû serê govendê xwe dihejandin û diqîriyan: "Bijî Şêx Seîd!"

Bi qêrîna ev kalepîrê hanê re, bi hezaran kesên di kuçe û kolanên Pîranê de bûn bi hev re qîrînî dikirin û derûdorê didan welweleyê. Qefla me ya di tevahiya şevê de rê meşiyabû gava têkete nav Pîranê di rewşeke pir xirab da bû. Di qeflê de çend kesên nexweş hebûn; hin hevalên me jî hebûn, dest û lingê wan qerisî bûn. Rewşa nexweşekî qet baş nebûn. Kesên di nav qefla me da ketibû nav Pîranê bûbû weke bûka berfê. Rî û simil, dev û poz û çav û biriyê hemû însanan wekî yê Şêx Seîd qeşa girtibû. Rewşa heywanan ji ya me xirabtir bûn. Li ser pişta hesp û qantiran bi qasî du santîm tora qeşayê çêbûbû, qeşa bi mûyê wan ve weke meşlûlan şingilî bûn. Rewşa min jî, ji ya hevalên min çêtir nebûn; ji sermana diranê min lihev diketin, lêvê min diricifiyan, dest û lingê min weke bi jilêtê bêne perçekirin diêşan, vê êşê dilê min perçe dikirin. Bi dîtina vê rewşa min re, Evdilrehîm qefleyê bi awayekî komî, pênc heb, deh heb li nav malan belav kir. Şêx Seîd, min jî ligel xwe bir qonaxa Evdilrehîmê birayê xwe. Qonaxa Evdilrehîm, li navenda Pîranê, di nav bexçeyekî darên fêkiyan de, derdora wê bi dîwarekî bilind ê keviran honandî, hawirdora hewşa girtî, yek li rojhilat, yek li rojava, yek li başûr, yek li bakur, bi pevgihîştina çar avahiyan hatibû çêkirin. Qonaxekî du qat a xweşik bû. Têketina hewşa qonaxê, di deriyekî bi qasî paytonek û parxêlek bi hêsanî tê de derbas bibin, mezin, fireh û bilind de pêkan bû.

 

Niha, qonaxa ku zêdetirî bi nîv metre berfê pêçayî bûn û binê hewşa wê bi xiçîkên rengoreng hatibû raxistin, bi xîçikan lê wêneyên derasayî yên neysizî hatibû çêkirin.

 

Dê bidome..

 

Gotinên miftehî :