1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. SERPÊHATIYA MISTOYÊ TOFAN Û CEMÎLE XANIMÊ
SERPÊHATIYA MISTOYÊ TOFAN Û CEMÎLE XANIMÊ,serpêhatiya,mistoyê,tofan,û,cemîle,xanimê

SERPÊHATIYA MISTOYÊ TOFAN Û CEMÎLE XANIMÊ

Ev serpêhatiya pê behsbikim tenê beşekî ji rastiyên civaka me ne

A+ A-

 

 Mordem Zel

 

Serpêhatiya Mistoyê Tofan her çiqas di nav xwe de, bêbextiyê, îxanetê û qelaşiyê bihewîne jî, di aliyê mêrxasiyê de jî serpêhatiyekê nimûneyî ye.

 

Çîroka Mistoyê Tofan di leşkeriyê de destpê dike, li gelî û çiyayên sîpanê bi dawî dibe. 

 

Mistoyê Tofan, bi eslê xwe ji navçeya Panosa Agiriyê ye. Navê jina wî Cemîle navê zarokê wî Kerem û Çerxî ne. 

 

Misto, leşkeriya xwe li bajarekî bakurê Kurdistanê li Qersê kiriye.

 

Piştî çûna leşkeriyê, Qasoyê cîranê wî bi navbeynkariya jinikekî cîran Cemîleya jina wî direvîne.

 

Birayekî Mistoyê Tofan ê biçûk hebûye, navê wî Huso bûye. 

 

Piştî Cemîleya jina wî bi Qaso re direve, Huso, bi rêya nameyê vê agahiya ne ji xêrê, ji Misto re dişîne leşkeriyê.

 

Nameger dema nameyê digîne ber destê Misto, nizane bê ka çi agahiyên bixêr an ne bixêr di nameyê hene, lê mizgîniya xwe jê dixwaze.

 

Misto, destê xwe li bêrika xwe digerîne pênc panot pereyê wî heye, derdixîne wî jî dide nameger.

 

Piştî nameyê dixwîne qehr û qotikên îxanetê dikevin dilê wî û wek baranê hêstiran bi ser nameyê de dibarîne. 

 

Di nameyê de Husoyê birayê wî dibêje;

 

"Jina te bi Qasoyê cîran re reviya ye. Kerem û Çerxî jî, di mal de sêwî bêxwedî ma ne."

 

Misto, nameyê digire û derbasî qonaxa serpêlê leşkerî dibe û nameyê li ser maseyê wî datîne.

 

Dema serpêl nameyê dixwîne, serê xwe bi ser de dihejîne û ji Misto re dibêje;

 

"Vêga serpêlên xerîb li vêderê hene. Tu here ders û talîm û nîzamê bidîne, serê sibehê seet di 08:00'an de dîsa were."

 

Serê sibehê Misto, dîsa diçe qonaxa serpêl.

 

Serpêl, kaxizekî destûrnameyê ya mehek û panzdeh rojan, ji ber xwe dertîne û dide destê Misto. Dibêje; 

 

"Here ji depoxaneyê çekekê bi dilê xwe bigire û here heyfa xwe bigire. Ger tu biçî û venegerî ez ê demildest kaxizê fîrariyê li dû te bişînim."

 

Misto, diçe ji depoxaneyê çekekî bi dilê xwe digire, davêje milê xwe û dikeve ser rêya Erzeromê.

 

Ji Qersê heta xwe digîne Erzeromê, 12 rojên wî derbas dibin.

 

Dema tê xeraca Erzeromê êdî dibe şev.

 

Dipirse bê ka otobosê Panosê mane nemane, dibêjin otobos neman e. 

 

Destê xwe li bêrika xwe digerîne, mêze dike pereyî wî jî qet tuneye ku texsiyekî bigire.

 

Serê xwe dike nav destê xwe û li goşeyekî xeracê disekine.

 

Di wê kêliyê de cîpekî di wê derê de derbas dibe. Ajokarê cîpê Misto bi çek û rextê leşkerî, bi tena serê xwe dibîne û bi ser de vedigere. Ji Misto re dibêje; 

 

"Birako, xêre di vê seetê de tu bi çek û rext û bi tena serê xwe li vêderê sekinî?"

 

Misto, ji serî heta binî behsa serboriya xwe jê re dike. Ajoker pê xemgîn dibe û dibêje;

 

"Namûsa me hemûyan yek e." Misto li kêleka xwe siwar dike û dibe li nav Panosê li taxekî datîne. 

 

Pênce panot pere jî dike bêrika Misto û dibêje;

 

"De here xwedê îş û karê te li hev bîne."

 

Misto, ji Panosê dikeve ser rê û dirban, ber bi gundê xwe ve diçe. Di rê de rastî Husoyê birayê xwe tê.

 

Dema çav bi Huso dixe, destê xwe davêje stûyê wî û hêstiran dibarîne. Ji Huso dipirse bê ka;

 

"Çi heye çi tune?"

 

Huso, dibêje; 

 

"Jina te bi Qasoyê cîran re reviya, Kerem û Çerxî jî di mal de bêxwedî ne. Emrê min biçûk e, hê ez zarok im, diya me kor e çavê wê nabîne, qeweta min pê nayê ez Qaso bikujim, piştî tu hatî here tu heyfa me hilîne."

 

Di axaftina wan de, Misto, bala xwe dide, mêze dike çar erebe ji gundê Cemîle xanimê derketin. Ji Huso re dibêje;

 

"Here pêşiya wan ji min re nanekî bîne, halê min ji birçîna qet tune."

 

Huso dibêje;

 

"Ew gundiyê Qaso ne, ew ê min nasbikin tu here çêtir e, ji bo çekê te fermî ne ew ê te nasnekin. Lê, bi kurmancî neaxive bi tirkî bêje ez birçî me"

 

Misto, çeka xwe digire diçe serê rê rûdine, bala xwe dide yekê ji seyareya pêşî li ya paşî kir qêrîn;

 

"Lawo Qaso, malmîrato, bi xwedê peyakî wayê li ser rê rûniştî ye, şêl û fesala Misto ye, lo Misto nîne?"

 

Qaso dibêje;

 

"Min di pozê bavê Misto de gao, Misto, wayê ta li Qersê ders û talîm û nîzamê dibîne, ka ew çi zane di nava min û kewa gozel de heroj çi kêf û henek hene."

 

 

Wê çaxê Mistoyê Tofan tifînga xwe ya berno ji milê xwe datîne û xwe bi xwe dibêje:

 

"Xwedê seyda bavê Kerem, kekê Çerxî ji jor de anî."

 

Misto, çavê xwe yê çepê digire û çavê rastê dide ser nîşanê. Derba davêje qapaxa serê Qaso bi ser stûyê gamêşî re dadixe û diçe, serê wî ji gewdeyê wî diqetîne. Ji re dibêje;

 

"Tu nizanî Qasooo! Tu hêlîna xwe çêkî li heft ezmanê jorîn, ew ê Mistoyê Tofan hêlîna te hilbikêşîne."

 

Huso, digirî dibêje qey Misto, ji bo nan mêrê xelkê kuşt. 

 

Misto bang li Huso dike;

 

"Birako tu negrî nelorîne, wê derê bilind e bila kesekî te nebîne, ka were ecebê giran li ber çavê xwe bidîne. Xwedê seyda Kerem kekê Çerxî çawa ji jor de tîne"

 

 

Misto, bi destê Huso digire û dîsa dikevin ser rê. Di berbanga sibehê de digîne jêrê gundê Cemîle xanimê disekinin.

 

Misto, ji Huso re dibêje;

 

"Tu nobeta min bigir." Û ew radikeve.

 

 

Huso, tifingê digire û nobetê digerîne, Misto jî dikeve xewa şêrîn.

 

Huso mêze dike, Cemîle xanim bi bejna xwe ya zirav daye pêşiya qîz û bûkan diçin kereng an.

 

Huso, hêdîka lingê xwe li lingê Mistoyê birayê xwe dixe û dibêje; 

 

"Misto bira, hela rabe ecebê giran li ber çavê xwe bidîne. Xwedê çawa seyda bavê Kerem kekê Çerxî ji jor de tîne."

 

 

Misto weka aşê bivirî çavê xwe vedike ji xewa şêrîn û dajone pêşiya refê qîz û bûkan.

 

Bi destê Cemîle xanimê digire û ji nava wan dertîne.

 

Temamê qîz û bûkan rûdinin û dikin şîn û girîn.

 

Misto, dibêje;

 

"Xwengê karê min bi we tuneye. Ez xort im, Cemîle xanim qîzekî wek kewa gozel e, dilê min ketiyê ez ê ji xwe re wê birevînim ."

 

Cemîle xanim, wê çaxê dibêje;

"Eywax li min rûreşê, min bi xwe kir. Çawa bi herdû destan min rûyê xwe bi tenî kir.

Bi bavê Kerem kekê çerxî re min çawa li dinyayê bêbextî kir."

 

Huso dibêje: Misto bira, dilê minê ji dilan dilezîne, tu were bide xatirê xwedê û rebê jorîn kewa gozel nekuje berde. Li dinyayê gelek kewên gozel hene ji xwe re bîne."

 

Misto dibêjê;

 

"Huso lawo, îro birayê te vê sibehê bênamûsê mêra nîne."

 

Fişekê dide devê bernoya ecem û fîstanê naylon di xwînê de dixemilîne.

 

Cemîle xanim, gava dikeve erdê, destê xwe davêje stûyê Misto bi ser xwe de dikişîne û herdû çavê wî radimûse. Dibêje;

 

"Ez ketime bextê xwedayê rebê jorîn, tu wan moriyê stûyê min biqetîne. Sebebê min jinika cîrana me ye, tu here wê bikuje bila qetla min ji te re helal be. Weleh sûcê te tuneye, sûcê min e."

 

Mistoyê Tofan, piştî Qaso û Cemîle xanimê, jinika cêrîn jî dikuje û dibe mehkûm û fîrarê dewletê, xwe çiyayê sîpanê xelatê digire.

 

Bi mehan leşkerên qereqola Xelatê li dû digerin û di dawî de wî dikujin.

 

 

 

 

JI DEVÊ SIDOYÊ BOZO GOTINÊN KLAMÊ..

 

 

Dibê postecî dibê, Misto bi serê bavê te kim, têlek te hatiye ka mizgîna min derîne.

De gava postecî keko wer dibê, waya destê xwe li cêba xwe digerîne pênc panotê Misto hene mizgîniya postecî dertîne.

Eman eman eman eman lo fîroro

Wî qereqola gidî xelatê hukmatê cimûryetê lê neyaro

Xwezî ji xêra xwedê bavê kerem kekê çerxî ji firyariyê Mistoyê Tofan vegeriyan bihata malo

 

Gava gidî postecî wele mektûba wî didiyê tê têla xwe dixwîne

Hêstira di çavê belek de keko dibarîne

Husoyê birayê wî nivîsandiye

Dibêje jina te reviyaye bi Qasoyê ciranê te re Çerxî û Kerem di mal da bêxwedî ne

Lawo eskerî naqede were lêxe heyfa xwe hilîne dîsa here yuzbaşiyê xwe bibîne

 

Wele gava dere keko gidî vê sibehê mektuba xwe li ber daîreya yuzbaşyê xwe li ser masa wî datîne

Yuzbaşî têla Misto ku dixwîne gidî serê xwe bi ser de dihejîne

Dibê Misto here ders û telîma xwe li nîzamiyê bibîne 

Sûbayê xerîb li ba me rûniştî ne

Sibê di heştan de were yuzbaşiyê xwe bibîne

 

Misto ders û telîm û nîzamê dibîne gelo gidî vê sibehê di heştan de tê yuzbaşiyê xwe dibîne

Ew ê çaxê gidî gava de wele lawo meh û panzde roj îzna Misto ji ba xwe dertîne 

Kaxizekî dide dibê here mîrata depoxanê silehekî bi dilê xwe hilîne 

Misto here lêxe heyfa xwe hilîne dîsa were yuzbaşiyê xwe bibîne

Lo ku tu neyê bi xwedê ez ê fîrariya te heyran li pey te bişînim

 

Misto, wê çaxê gidî gava dere depoxaneyê bernoyê ecem ji navê hiltîne

De donzdeh rojên Misto temam bû keye ser rê dirban tê û dilezîne

Tê Erzeroma rengîn e keko gidî texsî bûhayîne dere otobos temamî çûne

De wele çavê xwe digerîne nagerîne kesekî gilî nas nabîne 

Destê xwe li cêba xwe digerîne perê Misto ku tunîne 

Serê xwe dide ser qûntaxa bernoya ecem îro ji xwe re li goşê xeraçê hêstiran di çavê belek de dibarîne

 

Ew ê çaxê gidî gava şofêrê cîpekî tê dibê xorto tu çima digirî hêstiran dibarînî

Dibê lawo namûsa me giştan yek e

Jina min reviya ye, donzdeh rojê min qediya 

Ez ketime serê rêyan û dirban bi peyatî tême dilezîne

Ez derim texsî bûhayî ne kuro otobos temamî çûne 

Destê xwe li cêba xwe digerînim perê min tunîne.

Şofêrê cîpê radibe keko cîpê vedigerîne Misto li kêleka xwe datîne.

Dajo tê li orta Panosê li taxê datîne, 

Pênsed panotî dike cêba Misto dibê here bila xweda îşê te li hev bîne.

Eman eman eman eman lo fîroro

Qereqola gidî xelatê vê sibekê hukmatê cimûryetê lê neyaro

Xwezî ji xêra xwedê rebavê kerem kekê çerxî ji firyariyê vegeriyan disa bihata malo

 

Gava peya dibe tê rastê Husoyê birayê xwe tê li serê rê dibîne,

Digrî xwe davê stûyê Huso dibê lawo qe çi heye çi tunîne.

Dibê jina te bi Qasoyê cîranê te re reviya ye, Çerxî û Kerem di mal de bê xwedî ne. Malmîrota wexta ji te re lihev bîne

Misto kuro tu hatî here lêxe heyfa xwe bistîne.

Ez zaro me qeweta min pê nayê diyame kor e çav nabîne.

 

De wele Misto gidî bala xwe didiyê çar erebe derketin ji gundê Cemîle xanimê ji wê de têne dilezîne.

Dibê Huso here pêşiya erebeciyan nanekî ji me re bîne halê min ji birçîna qe tunîne. 

Dibê weleh Misto birao wele ew gundiyê Qaso ne, ew ê min nasbikin tu here pêşiyê çekê te resmî ne. 

De here ji xwe re gidî vê sibekê ji xwe re nanekî ji wan bistîne, bi kurmancî xeber nede bi tirkî ji wan re bêje kuro ez birçî me.

Misto dest bi nava bernoyê digire dere serê rê rûdine bala xwe didê erebeciyê pêşî li yê paşî kir qêrîne.

Dibê law gidî lawo malmîrato bi xwedê Qaso peyakî wayê li ser rê rûniştî ye 

Ewiya fesala Misto ye lo Misto nîne?

Qaso dibê min di pozê bavê Misto gao, wayê ta li Qersê ders û talîm û nîzamê dibîne. 

Gidî ew çi zane di nav min û kewa gozel de heroj kêf û henek û qerfî nîne.

Ax gidî wê çaxê Mistoyê Tofan keko tifînga xwe ya berno ji milê xwe datîne.

Dibê xwedê seyda bavê Kerem kekê çerxî çawa ji jor de tîne.

 

Wê çaxê de çavê çepê digire çavê rastê dide ser nîşanê diedilîne, derba ku davêje de qapaxa gidî serê Qaso stiyê gamêş lo pêra ji jor da heltîne.

Dajo ser cenazê kûçik serê wî ji gewdeyê wî diqetîne dibê lawo meriv çawa jina mêrikê esker lo direvîne.

Tu nizanî gidî malmîrato, tu hêlîna xwe çêkî li heft ezmanê jorîn bi xwedê Mistoyê Tofan ew ê hêlîna te hilbikişîne

 

De Huso giroya go mi digo Misto mêrekî başe ji bo nanekî mêrê xelkê kuşt hela li min û li vê yekê heyfa mezin li erdê dimîne.

Misto dibê Huso bira megrî kuro xwe li wê derê bilind e bila keskî te nebîne, hela were ecebê giran li ber çavê xwe bidîne.

Xwedê seyda Kerem gidî kekê Çerxî çawa ji jor de tîne.

Eman eman eman eman lo fîroro.

Wey qereqola gidî xelatê malxirabo hukmatê cimûryetê lê neyaro.

Xwezî ji xêra xwedê bavê kerem kekê çerxî ji firyariyê vegeriyan Mistê Tofan bihata malo.

 

De wele Misto bi destê Huso digire dilezîne sihetekî ji sibê re dimîne tê binê gundê Cemîle xanim, kewa gozel de disekine li wê derê dimêzê dibê tu nobeta min bigerîne. 

Huso tifingê nobetê digire digerîne gidî Misto dikeve xewa şêrîne

De rojekî bejnekî bilind bala xwe dayê Cemîle xanim kewa gozel li pêşiya qîzan û bûkan, têne derin kerengan lo dilezîne.

Li pêşiya qîzan û bûkan dibê ji halê dilê xwe de dolirîne

De wê çaxê Huso hêdîka nîgê xwe li nigê Mistoyê birayê xwe dixîne. 

Dibê Misto bira rabe hela ecebê giran li ber çavê xwe bidîne. 

Xwedê seyda bavê Kerem kekê Çerxî ji jor de tîne.

Misto weka aşê bivirî kuro li berçavê xwe vedike ji xewa şêrîne.

Dajo nava refê qîzan û bûkan bi destê kewa gozel digire ji nav dertîne.

 

Temamê qîzan û bûkan rûniştine dikirin şîn û girîne.

Go xwengê karê min bi tu evdê xwedê tunîne, ez xortim Cemîle xanim kewa gozel îro qîz e, dilê min ketiye ez ê ji xwe re ji serê derdan re birevînim.

Ax Cemîle xanim kewa gozel wê çaxê dibe eywax li min rûreşê, min bi xwe kir.

Çawa bi herdû destan min gelo rûyê xwe tenî kir.

Bi bavê Kerem kekê çerxî re minê çawa li dinyayê bêbextî kir.

 

Huso dibê lo lo gidî Misto bira dilê minê ji dilan dilezîne.

Tu were bide xatirê xwedê û rebê vî jorîne. De lawo tu kewa gozel nekuje berde, de îro gelek jin li dinyayê hene ji xwe re bîne. 

Misto dibê Huso lawo îro birayê te vê sibekê bênamûsê mêra nîne, tu ji min re pên derba li devê bernoya ecem dixîne fîstanê naylon di xwînê de dixemlîne 

Cemîle xanim gava dikeve destê xwe davêje stûyê Misto bi ser xwe de tîne herdû çavê Misto radimûse. 

Dibê ketime bextê xwedê rebê jorîne malmîrato tu moriyê stûyê min biqetîne.

Sebebê min jina cîranê me Cemîle ye tu wê bikuje, qetla min ji te re helal be, wele sûcê min e sûcê te tunîne.

Eman eman eman eman lo fîroro

Qereqola xelatê hukmatê gidî romê lê neyaro

Xwezî ji xêra xwedê bavê kerem kekê çerxî ji firyariyê vegeriyan dîsa bihata malo

 

Lînka klamê

https://youtu.be/ewDZZyDks0I

 

07.04.2019 Licê