1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Serbilindiya netewa Kurd GARÊ
Serbilindiya netewa Kurd GARÊ,serbilindiya,netewa,kurd,garê

Serbilindiya netewa Kurd GARÊ

A+ A-

Bêguman hemû çiyayên welatê me xwedanê taybetiyên stratejîk û jiyanê ne. Li ser û dor çiyayên me bi dehan destan, mîtolojî û mijareyên romanan hene. Lê hin çiya û şaxên çiyan hene, wekî kilîta dîrokî û bihuşta jiyanê, jînê li pê girtinê ne. Xakurk, Biradostan, Qendîl, Metînan, Cûdî, bi giştî navenda çiyayên Zagrosan tim bingehê jiyanê bûne. Dema tevahiya Ewropê di bin qeşayê de bû, Zagrosan warê jiyanê, bingehê li pê mayina mirovahiyê bû. 

 

Hemû Zanyar di wê baweriyê de ne ku Homo Sapîns ên wek kalikê mirovbûnê tê zanîn, li ser Zagrosan re derbasê Asya û Ewropayê, her wiha Amêriqayê bûne. Anegorî zanistiya berdest gelên Îndo German (Ewropa) li Zagrosan jiyane, zimanê xwe afirandine û ji wir li cihanê belevbûne. Kovara Spektrum der Wissenschaft û Der Spîgel (almanî) çend caran ev mijar di nava rûpelên xwe de weşand. Andrew Collin di berheme xwe ye bi navê „Di nava Ariya Ferişteyan de“ (from the ashes of angels), li gel wan gelek kavîlên dirokî wekî Newala Çolî, Girê Mirazan, kavîl û rolyefên di nava şikeftên li ber sîngên çiya û geliyên Zagrosan de, vê rastiyê bê kêmasî li ber çavan radixîne. Hemû antropolog jî di vê têgihîştinê de ne.

 

Li gel vê rastiya çiyayê Zagrosan û şaxên wê wekî Garê, li hemberê hemû êrişên hovane û cinawirîyên ji Asûran bigire hetanî Persan, ji Skenderê Mezin, Sikît û hetanî hatina deh hezaran, Erebê çolistanê yên wehş, Imparatoriya Roma, Moxol hetanî Osmanî û Îngîlîzan gelê Kurd ji êrişan parastiye û hetanî vê roja me aniye. Niha dagirkerên Tirk hewl didin ku çiyan dagir bikin wehşan di wan çiyan de bi cih bikin û bi rêya wan Kurdan têk bibin. Ji bo vbikane vê têkbirinê daxe qada jiyanê, Kurdan li dij Kurdan bikartîne. Em dizanin ku ev ne metodeke nû ye, Asuran gelek Kurdên bi xwe ve girêdabû, Darîos jî kesê bi navê Taxmas Pada bikaranîn. Mixabin ku ev metod îro bi navê Kurdan jî tê bikaranîn.

 

Di dîrokê de çiyayên Garê

 

Em ji tabletên Sumeran têdigîhîjin ku navê vê herêmê di dema Sumeran de Uruk e, Navê hewlêrê jî Urbilen e. Di Tabletên Asûran de tê ragihandin ku ev der welatê gelê „Daduşa û Aşnûna“ ye. Yanê gelekî ji bingehên Kurdan. Sala 612 berê Mîladê ev dever bê şer tevê Medan dibe, yanê heman gel bûn û li hev kirin. Piştî serhildanên Mediyan yên li dij Dariosê xwînxwar û sextekar, gelê li herêma Gare, Xakurk û Biradostan di rêveberiya Strantaxma  de bi salan li çiyayê Garê û Zagrosan eman nedane Darios I.

 

Skenderê Mezin li Gauga Mela artêşa Persan tar û mar dike, berê xwe dide devera Garê, lê nikane têkeve we herêmê, diçe di Bexdayê re derbasê Pesiyayê dibe.  Dema Part tên bi gelê herêmê re li hev dikin di navbera wan de jî şer çênabe.

 

Di sedsala 7 de artêşa erebên hov berê xwe dide vê herêmê, ew êrişên xiristiyanan nakin, heta rê dide ku Metropolîtê Xiristiyana li Musulê cihê xwe veke. Bes, êrişên Kurdan û baweriya Kurdan dikin, li hemberê Kurdan pir bi wehşane tevdigerên. Yanê îslamiya Ereban tenê dijminahiya Kurdan kiriye. Rastî ev e. Ev di nameya Yêzdangart (Yizdangirt / gert) serwerê Sasaniyan de jî zelal dibe. Dema Moxolên hov digihîjin Garê, nikanin têkevin rêzeçiyayên Garê. Osmanî jî ti car nekanine têkevin devera Garê.

 

Çiyayê Garê

 

Em hinek jî çiyayê Garê bidin nasandin. Pisporên heremê dinasin girîngiya stratejîk bûyîna herêma Garê bi hemû taybetiyên wê ve li ber çavan radixînin. Mînak; rêzdar Medet Serhat di rojnameya Yêniozgurpolitîkayê de herêmê wiha dide nasandin:

 

„Mirov di cihê „çiyayê Garê“ de rêze çiyayên Garê bêje, çêtir e. Lewre dema mirov çiyayê Garê bêje, tenê behsa çiyayekî ji dora xwe bilindtir e, dike. Di rastiyê de Garê herêmeke çiyayî ye, ji gelek rêzeçiyan, bi sedan newal, gelî, neqeban û zuxran pêk tê. Li Rojhilat Çemê Zê jî sîngê çiyayê Zagrosan qelaştibe jî, li ser çiyayê Qendîlê re xwe digîhîne kendava Basrayê. Li bakurêrojhilat li ser gelîyê Çemê Xabûrê re xwe digîhîne Heftenînê û Cudî. Li Bakur di ser Şeladizê, Derelok, Amediye, Metîna, Devera Zê re xwe digihîne Avaşîn, Çarçêle ji wir jî hetanî Agiriyê dirêj dibe. Li başûr jî xwe digîhîne Akrê, Şengal û Nînovayê. Di başûrrojava re xwe digihîne Dihok, Çiyayê Spî,, Çiyayê Bêxêr, li ser çemê Tîr (Dicle) re xwe digîhîne Rojava. Her wiha şaxên wê xwe digîhîne cihên pîroz ên Kurdên Êzidî wek Laliş, Xêrê û ser Maxlubê Şêxan re xwe digîhîne Musil û Hewlêrê.“

 

Ev cihê stratejîk ji bo kontrol û Însiyetîfa hemû parçeyên Kurdistanê bi destxistin, di destê xwe de girtin, ji bo serkeftinê cihekî herî stratejîkê bivê nevê ye.  Ji wê:

 

Yek; dagirkerên Tirk ji bo gihîştina xwena xwe ya „Misakî Mîllî,“ niha jî „Ahdî Mîllî“ dizanîn ku eger nekanibin vê herêmê kontrol bikin wê nikanibin li vir ti tiştekî bikin û wê ti car nekanibin bigîhîjin armanc û xewna xwe jî. Ji bo wan hebûn û nebûna PDK ne girîng e, ji xwe her çi û çawa dixwazin, bi wan didin kirin.

 

Du; dema em li şerên nabera mîrîtî û eşîrên Kurdan dinêrin, bi zelalî dibînin ku ji bo ji beg, mîrîtî û eşîrên kurd ên din parastina heremê, yan jî herêmek bi destxistinê, tim alîkarî ji hin dagirkeran xwastine, yan jî bi dagirkeran re hevkarî kirine. Mînak dema Bedirxaniyan êrişê Seid Begê kir, Şerefxan ê Betlîsê êrişê mîrîtiya li Milazgir û Xinûsê kir. Dema Îdrîsî Betlîsî  fermannameya Yavuz wergirt. Ji bo ku PDK bikane Hewlêrê ji destê YNK ê derxe, bi tevê leşkerên Saddam ket Hewlêrî û îro Hewlêr keleha PDK an e. PDK jî ev mînakana wek hobûneke dîroka xwe wergirt û xwest vê cihê stratejîk jî bi rêya dagirkerên Tirk têke bin destê xwe. Tirkan ev niyeta PDK dizanî û ev pir baş bikaranîn. Beri bi riya çapemeniya başûr ji bo sorkirina şerê navxweyî bi alîkarîya PDK kir neva tevgerê. Li pey trolerên xwe yên bakur bikaranîn, heta Îsmaîl Bêşîkçîyê êdî nikane rastiyan ji hev derxe jî, xist nava bangaşiya Kurdan li hev sorkirinê.

 

Sê: Dema bangaşiyên bi rêya troler û bêbextan şerê navxweyî dernexist, vê carê Dagirkerên Tirk bi fermî ketin nava Tevgerê. Wezîrê parastinê Hulusî Akar bi teve Sererkanê xwe şandin paytextê Iraqê Bexda û Hewlêrê. Ji bo erêkirina Ewropê û NATO yê girtinê, Hulusî Akar şandin Ewropê. Ew bi wezirê parastinê ya Alman re peyîvî, Ev mijar di parlementoya Alman de bû mijareye gengeşiyên tund. Di dawiyê de wezîrê karê derve yê Almanyayê li ser pirsiyarya parlementeran wiha bersiv da; „Ev razekî dewletê ye, em li ser vê mijarê ti gotinekê nabêjin!“ Yanê ewqas aşîkar e. Rayedarên dewleta Tirk bi telefonan bi NATO yê re jî ket nava têkiliyê û di encama van hevdîtinan de bi bedengiyeke ewropiyan a wekî bêdengiya dagirkirina Efrînê, bi def û zurne, bi hêviyeke bi teknîk û dostên xwe bawer û bi xewnên „Ahdî Mîllî“ bi hemû teknîka xwe ve bi hovane êrişê Garê kir. Di TV eyên wan de xewnên mirîşkan dihat ziman.

 

Lê lê lê Têkçûn

Xwena „Ahdî Mîllî“ têkçû

Hêviya Reîs a roja çarşemiyê mizgînî dayîn û wek koçekan reqisandinê têkçû.

Hêviyên derdorên bi Saddam re ketibû Hewlerê û Hewlêr ji destê YNK derxistibû têkçû

Hêviyên Ewropa û Natoyê têkçû.

Hêviyê Troler û cehşên bakur têkçû.

Bi vê re hêvî û navê Îsmail Beşîkçî jî têkçû.

Demekê di şerê Zê û Zagrosan de sererkanê wan gotibû: „Mîna ku em ji nava rûn muyekê bikişînin, me eskêrê xwe ji wir bi paş ve vekişand!“ Lê ev bû nîşaneya têkçûna dewleta wan.

 

Hin çavkanî:

 

Herodot „Hystorie“

Xanephon „Anabasis“

Lekolînên min, j bo ramanên „Serwerê Med Aştiyago“ û „Neviyê Aştiyago Gaumada“

http://docplayer.org/37370258-Das-phantom-des-medischen-grossreichs-und-die-behistun-inschrift-von-robert-rollinger.html

https://www.welt.de/geschichte/article168823308/Ein-Wunder-oeffnete-Alexander-dem-Grossen-den-Irak.html

http://menadoc.bibliothek.uni-halle.de/dmg/periodical/tpage/76061?lang=de

https://islamansiklopedisi.org.tr/kadisiye-savasi

Yeniozgurpolitîka gazetesî.

https://groups.google.com/g/turkiye-icin-el-ele/c/ULt7MVt1zKg


Gotinên miftehî :