1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Siya xapandinê û wergirtin
Siya xapandinê û wergirtin,siya,xapandinê,û,wergirtin

Siya xapandinê û wergirtin

A+ A-

Ji bo ku ez bikanim bigîhîjim rastiya bingehê vê peyvê, ez hinek li ser wateya têgîna latînî = „sensus“ bi grêkî =αντίληψη (antilipsî), bi fransozî û îngîlîzî =perception. Bi zimanê almanî „wahrnehmung“ rawestiyam. Farisan jî peyva erebî „îdrak“ ji erbî wergirtine, her çendî ne di wê wateyê de jî be, ji bo vê têgînê bikartînin. Tirk jî lêkereke nû ku ji lêkera „almak“ afirandine, kirine „algilamak“ û kurtiya wê „algi“ bikartînin.

Gelo em ê bikanin kîjan lêkerî yan jî peyvî ji bo vê têgîna ku ji bo me pir girîng e, ji bo dek û dolabên dagirkeran ragihandinê bikarbînin? Min ev têgînana hemû bi wateyên wan ê bingehîn ve di ber çavan re derbas kir. Her wiha min li lêkerên wan ên di wateya lêkera „têgîhîştinê“ de tên bikaranîn jî nêrî. Mînak fransî = “comprenre“, almanî = verstehen, ingilizi = understand, farsî =fehmîden, tirkî „amlamak.“ Yanê ev têgîn ji lêkera têgîhîştinê nehatiye çêkirin.

Di nava van zimanan de ya hêrî zêde nêzîkê kurdî têgîna zimanê almanî ye. Em wê berê verisînin û di nava hevokan de bikarbînin.

wahrnehmen /Warnehmung ji pêşgîna „wahr“ (wer /rast) û lêkera „nehmen“ (girtin) pêk tê.

Berê pêşgîna têgîna alman „wahr“ = rast  „wer e“  

Di hevokê de:  Ist es wahr? = Gelo were ye? (gelo rast e?) Wahr oder nicht wahr = Wer e ne wer e /wisa ne wisa. /rast ne rast.. Er denkt, daß di sache wahr ist = Ji wî wetrê ev tişt rast e! ….

Bingehê peyva „Wahr“ û wer yek e.

Wahrnehmen: Bê ku rastî û hebûna wê ya rast lêkolînê bi awayê tê dîtin û gotin girtin /wergirtin. Wêneyê li ber çav xuya dike, bê ku rastiya paşxana wê pirsînê wergirtin, wê weke rastî be, têgîhîştin 

Em di kurdî de dibêjin: Te ew tiştên min şand wergirt?

Li gel wê em dibêjin; min wer (wisa, wilo) fêmkir /ez wer (wisa, wilo, bi wî awayî) têgîhîştim. Yanê bi awayê min li ber çavên xwe dît, bi guhên xwe bihîst ew tişt, diyarde, vegotin bê lêpirsînekê ew wergirt.

Lêkera „têgîhîştinê“ rengê vê lêker û têgînê jî piçek werbigire, hineke din kûrwate ye. Di wateya tiştê ku mirov bi hemû aliyan, bi bingehê rastiya wê ve fêm dike de ye. Bêgûman weteya wê ya „sayîkî“ femkirinê jî heye, lê ne bi tevahî.

Percepion /algi /Wahrnehmung bi giranî ne rastiyê, di wateya bê ku paşxana tişt, pêkhate û diyardeyan lêkolînê, bes bi awayê xuya dike wergirtin de ye.

Mijara reklaman, dek û dolabên hêzên siyasî û hilbijartinan, derewên dewletên dagirker weke mînak: Bikaranîna peyvên, gawir, terorîst, cudaxwaz, ajanên dijmin û gawiran, qehremanî û pîroziya eshebe, serokên dewletan, şêxên tarîqatan tev de „hokusfokusa“ xapandina ku ji bo wergirtina mejiyên murîdan tê bikaranîn.

Di cihanê de bê hîjmar mînakên wergirtineke xapandinê afirandin heye. Xwerû jî çapemenî, medya civakî, teknîkên nû di vî warî de pir baş tên bikaranîn. 

Rastî ev e. Ev awa bikaranîn ne ya gundê min e. Bi hêviya di ronahiya vê rastiyê de ev lêkera wergirtinê, peyva wergirî werin bikaranîne.


Gotinên miftehî :