1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Türkmen / Tirkman û Xapandin
Türkmen / Tirkman û Xapandin,türkmen,tirkman,û,xapandin

Türkmen / Tirkman û Xapandin

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Dewleta tirk her peyv û bûyareyên dîrokî di nava çarçoveya ideolojiya netewdewleta xwe ya li ser bingehê tirkayetiya afirandî şirove dike, yan jî bi wê ve girê dide. Di vî warî de xwerû jî peyva „tirkmen (türkmen)“ kirine weke hevîrê tirkbûnê, berê her kesî, her kom û eşîrî dikin tirkmen, li pey jî şiraq bi mîzurika destana ga /Öküz (oguz) ve girê didin û dikin „tirk,“ lema divê ev peyva „tirkmen“ bi her aliyê ve were vekirin. Da em bikanin bi zelalî li vê dekbaziya dilsafan xapandinê yan jî serîşûştina nivşên li pey têbigîhîjin, ji bo vê jî divê em bi hin aliyan ve rastiya vê têgîna ku kirinin benîştê pêva zeliqandinê vekin.

 

1 - Em berê çavkaniyên hetanî salên heştêyî (darbeya leşkerî) çend mînakan bigirin:

 

Çavkaniyên qaşo zanyarên tirkan ya herî kevn hevana Kaşgarli Mahmud e. Ew kesê ku qaşomaşo qopiyeke nivîsa wî heye (orjina wê li piyasê tine), anegorî wê qopyayê ew vê peyvê bi çîrokeke ji hişan der şirove dike (bê belge, tenê vegotin e, yanê çîîîîîîîrçîrok e.) Wî wiha nivîsîye:

„Dema Îskenderê mezin berê xwe daye welatê tirkan, serkarê tirkan yê li Balsagunê rûniştiye bi gelê xwe re berbi rojhilat ve kişyaye. Li wir tenê 22 kes mane, demekê dû re du kesên din jî li wan kesan zêdebûne, Iskenderê Mekadoni ji van kesên weke tirkan xuyakirine re bi farisî „Türk-manend“gotiye. Û navê tirkmenan wisa derçûye û ketiye zimanan. (1, 2, 3)“ Çi belgeyek zanistî /Tewlo dilo!

 

Têbinî:

1 – Îskender berê xwe nedaye navenda Asyayê, daye Hîndîstanê

2 – Îskender ne bi farisî, bi devokeke herêma Mekadonyayê diaxivî..

3 - Ev idiaya Kaşgari di ti belgeyeke dîrokî de û heta nîşaneyeke wê jî tine. Ti dîrokzan behsa mijareyeke wisa nake. Lê dema serkarên netewdewleta tirk ji tengalê bavêje dibe neeee!

4 – Li ser dîroka tirkan ya wê serdemê ti belgehên li ber dest tinene.

5 – „Türk-manend“ ne di wateya dişibe tirkan, tê wateya yên ku di nava tirkan de mane. Lêkera farsî „manend“ bi kurdî „man /mayîn e.“

 

Aksözlük di hemu mijareyan de hewl dide ku rastiya peyvan di nava çarçoveya  zanistî de şirove bike: Bi dîtina min Aksözlük mijarê bê kêmasî zelal dike. Em şiroveya  Aksözlük ya bi vekirina navê Çepnî re navê Tirkmenan jî zelal dike bigirin:

„Türkmen (= terkmen) navê civakeke koçber yê li Anatolyayê ye. Civaka Çepniyan demeke dirêj li dij niştecihbûnê li ber xwe daye û cihê xwe bê navber terk kirine. Ji ber vê jî ji wan re „Terk-men“ gotine. Ev peyva „terk-men“ ya bi aliyê îraniyan ve hatiye bikaranîn, di pêvajoya demê re rengê „tirkmen û türkmen girtiye. Yanê di kurdî de forma „tirkman“ û di tirkî de jî „Türkmen“ girtiye.“ (4)

 

Seven Nişanyan jî weke hemû etimologên Tirk vê peyvê wiha şirove dike:

„Peyva Türkmen ji peyva farsî „turkmàn “ترکمان hatiye girtin (Nîşanyan jî peyva Mandin /manend şaş wergerandiye tirkî û wiha gotiye ; „benzemek“ yanî „şibîn“ wek wê xuyakirin. Rastiya wê mayin e, di nava wan de mayine) (5)

 

Kemal Paşazade Ahmet Şemsüddin di berhema xwe ya „Dekayiku`l – Hakayik ku berê sala 1533 an nivîsiye de peyva tirkmen wiha şirove dike: „Tûrkmân´a dayu Türke benzedugunden oturu Türkmendurler“ (ji ber ku tirkmen dişibin tirkan lema navê wan bûye tirkmen.) Ango ne tirk in, lê qaşomaşo dişibin wan....

 

Di Berhema şîkar de

 

Ji gotara dîrokzan Ayşe Hûr ya bi serenavê „Kurdên di biryarnameya Şîkar de“ wiha dinivîse: Ez di encamê de têgîhîştim ku peyva „TÜRKMEN“ ne naveke etnîk, tenê peyveke sosyolojîkê bi koçberiyê re têkildar e. Anegorî vê berhemê „İsfendiyaroğlu, Menteşeoğlu, Eşrefoğulları, mîritiya Ertena (Eratna) mîrîtiyên Kurdan e. Her wiha di wê de têgîneke wiha weke „Karaman Kurdistan“ balkêş jî heye. Rastî were pirsîn ji bo min tiştek nû bû, Bi salan haya min ji vî aliyê berhemê nebû. Lewra hemu dîrokzanên fermî ji nav belgeyan tiştan anegorî têgîhîştinên xwe hildibijêrin. (6)

 

Tirkmanên li ba me (Serhedê) di nava gel de wiha dihat zanîn

 

Di salên 1950 û 1960 î de hin êl û koçên koçer dihatin, li dor gund û zozanên me dadianîn. Ji van êlan yek qeraçî (bêjingber, mirtiv, aşiq) bûn, wan bêjing dianîn, diran çêdikirin, yanê xwedanê cûre cûre hunerî bûn. Gundiyan ji wan hez dikirin, dihewnadin, bi dil geşta xwe didan wan, heta hinan bi wan re kirîvatî jî danîbûn.

Ji êl û koma din re jî „TIRKMAN“ digotin. Her kesî hevza xwe ji wan dikir, mal û zarokên xwe ji wan diparastin. Lewra ji diziyê bigire hetanî zarok revandinê, her tiştên xirab ji wan dihat. Li hin cihan jî ew rasterast diqewitandin. Peyva „Tirkman“ hê jî bi nerênî tê bikaranîn. Mînak kesên devê xwe nedigirtin, diqêjiyan, çêr dikirin re jî digotin: „Hele li vê tirkmanê binêre!“

 

Di nirxandinên têzên wan ê doktorayê de jî peyva Tirkmen ji etniziteyê bêtir wek koçer tê dîtin.

 

Di têz û nirxandinên wan ên vê dawiyê û doktorayê ku di dergîpark de hatiye weşandin de  jî di wateya koçeriyê de derdikeve pêş:

„...Hin dîrokzanên me dibêjin Mislimanên Mavera un- nehr ji bo ku „tirkên“ bûnin misliman ji tirkên din veqetînin ji wan re „Tirkmen“ gotine. F. Sumar jî dibêje; li navenda Asyayê ji tirkên bûnin misliman re „tirkmen“ gotine...

Anegorî dîtinên Kafesoglu û Pritsak derxistine peş, Tirkmen  navê civakek siyaysî ye. Hin ezbetên Oguz û Karluk jî tevê vê civaka siyasî bûne (Banguoğlu 1960 : 10)

Peyva „yörük“ ji peyvên herî zêde ketiye ber gengeşiyan yek e. Eröz jî (1967 :6) peyva Tirkmen û Yörük“ di heman wateyê de dibîne û dibêje; wateya wan yek e, di wateya danîn û koçkirinê de hatine bikaranîn.....“ (7)

 

Peyva Koç /göç

 

Ji „Yörük û Tirkmenan“ re bi kürdî „koçer“ dibêjin:

„Koç“  peyveke kurdî Arî ye û tê wateya barên ku ji tiştên malê pêktê. Mînak: „Koçên me li zozanê jorîn danine.“ Yan jî weke vê hevokê „Koçên li devê golê daniye koçê kî ne?. Tirkan peyva göç ji peyva zimanê Arî „koç“ wergirtine.

Aksözlük vê mijarê wiha zelal dike: „Civakên bê niştecîhbûnê dijîn. Bi farsî û kurdî „koç“ (göç) peyva „göç“ a di tirkî de bi vê re têkildar e. Ev nêzîkê hezar salî ye ku di tirkî de jî tê bikaranîn. Baş tê zanîn ku di farsî de „koç kerden, koç-nişîn (göçebe /koçer), koçnişînî (koçberî /göçebelik) tê bikaranîn. Di kurdî de jî koçer, koçber, koçberî, koçmêş, bi rûsî „koçevat /koçevo“, lehkî = Koçownik, ermenîkî koçvor, Taciki kuçmanci. Ev gotin li ser kurdî û farsî re derbasê zimanên tirkî bûye“ (8)

 

Tirkmen û Qerekêçî

 

Min çima ev mijar vekir? Lewra heri zêde hewldane ku bi vê peyva „Tirkmen“ hemû eşîr û ezbetên Kurdan weke eşîrên tirk nîşan bidin. Heta hin eşiran bi vê derewê bawer jî, kirine. Herî zêde jî hewl dane ku „Qerekêçiyan“ wek tirkmen nîşan bidin. Em tenê li gel navê wê çend dîtin û belgeyên kurt, yên rastiyê destnîşan dikin bidin:

 

Em bere hinek li ser navê „karakêçî“ rawestin, ka çi ye, çi nine. Ev peyva hevgîn ji du peyvan pêktê yek „kara“ ya din jî „kêçî“ ye.

„Kara“ gelek zelal e ku rasterast peyveke zimanê Arî ye, di kurdî de wekî „qer“ tê nasîn, ti têkiliya vê peyva „kara“ bi zimanê tirkî re tine, dû re ketiye nava zimanê tirkî.

 

Em li zimanên kevn ên bi zimanê Arî re têkildar binêrin:

 Sumerî = dara /daranu>

kurdîya wê = tarî / tarîtî

 

Di zimanên koma Sankirîst de „kala /kara“

Sindhî  = karu

Tamili = karappu

Di van mînakan de ji xuya dike ku ev peyv  ne tirkî ye, dû re ketiye nava zimanê tirkî

ji bo agahiyên zêde li Aksözlükê binêrin

 

Peyva „keçe“ jî ne peyveke tirkî ye. Ev rasterast peyveke ermenîkî ye û di ti zimanên ku weke zimanên koma tirkî tê binavkirin de tine.

Bi ermeniki= Kaç /gaç (կաճ) /kaçe, yanê ji ermenîkî derbasê zimanê tirkî bûye.

 

Kulav di zimanê koma tirkî de

mogolî = medersen

ozbekî = his kildi

kirgizi = sezildi

kazaxi = sezindî

 

Kêçî = Bizin

Peyva „keçî“ jî bi ihtimaleke mezin ne tirkî ye, ji peyva „kêç“ (pîre) tê, lewra di piraniya devokên Arî de jî ev peyv xwerû di wateya nerihetî û çengdanê de tê bikaranîn „bûz /bizin û kêç!“ Jixwe bizin jî weke kêçan çeng dide. Tirkan nekanîne ku bi kîteyeke peyvên Kaşgarî yan jî bi mogoli û kipçak û çavûşkî  jî ve bizeliqînin.

 

Di zimanên wek koma tirkî tên hesibandin de ev peyva „keçî“ tine, nekanîne bi qulpeke „Orhunyazitlarî ve jî girêbidin.

 

Di zimanên koma tirkî de bizin /keçî

 

Ozbeki =echki (eşkî)

kazaxî = eşkî

Kirgizî = Teke

Moxali = Yamaa

Uyguri = Ocke

 

Eşîra Qerekêçîyan ne tirk in“

 

Prof. Dr. Abdullah Kiranê ku endamê korî perwerdekarê zanîngeha Alparslan a Muşê ye, vê şiroveyê tîne: „Karakêçîlî ne tirk in. Cara yekem Ziya Gökalp ev iddia kiribû. Di nava belgeyên Osmaniyan de Karakêçîlî weke beşeke eşîrên federasyona Milli hatiye destnîşankirin. Cara yekem Ziya Gökalp ev îdîa derxistiye pêş. Bi Xwedê eşîra me Badikan çiqas tirkmen be, Karakêçîlî jî ewqas tirkmen in, hew!“

 

Abdullah Kıran

@ProfesorKIRAN

 

„Eşîreta Karakêçiyan di sedsala 17. de ezbetek eşîra Cerabî bûn. Cerabî eşîrekî Kurd bû. Cerabî ji heremên din weke koçber hatibûn navçeya Cerablusê (Navê Cerablusê ji navê wan tê). Dema serwerê Osmanî Murat. 4. bi serkeftinî ji sefera Misirê vedigere, Cerabîyên li herêmê wî û artêşa wî bi dilxweşî pêşwazî dikin. Li ser vê Muratê 4.  dixwaze gundê Zibinî û Tilgoran ji wan re diyarî bike. Lê Eşîra Cerabû xwedanê keriyên bizinan bûne, nexwastine niştecîh bin û bi çandiniyê re mijûl bin. Muradê 4. an ji ber xwedîkirina bizinan navê „Karakêçîler“ li wan dike. Ew roj e ev roj e, ji wan re Karakêçîlî dibêjin.“ (9)

 

Encam:

 

Divê mirov tenê bi pirseşan û peyva „na lo?“ nêzikê idîayên dagirkeran  xwerû jî, netewdewleta tirk û diroka wan bibe. Lewre nivîs û belgeyên wan tenê di nava çerçoveya ideolojiya netewdewletê de ye. Xwerû jî netew dewleta tirk her tiştê xwe li ser derewan dane rûniştin, Mînak

 

Rewşenbîrê tirk yê bi navudeng Fikret Başkaya li ser dîroka netewdewleta tirk ya fermî wiha dinivîse: „Dîroka fermî versiyoneke dîroka derew, tehrîfat, tinehesibandin [occultation], bi navê wê bangnekirin (heta qedexe kirin) sansur û oto sansurê ye. Têgîhîştina civakê anegorî pediviyên çîna serdest ji nû ve hatiye dagirtin. Ji ber vê jî dîroka ku nivşên nû fêrdibin, ne dîroka rast, ya li ser bingehê derewan, ya vexwendî ye....

[3]Fikret Başkaya: “Resmi Tarih Tartışmaları-7”, Özgür Üniversite Yayınları, Ankara. (10)

 

Di vî warî de gelek agahî û belge hene. Bes wisa kurt çêtir e. Yanê Tirkman /türkmen, yörük tenê peyvên sosyolojîk in. Mirov dikane ji koçerên ereban, ewropiyan û yên çînan, heta yên Afrîqayîyan re jî „Tirkman, yoruk û koçer“ bibêje. Ew bi van gotinan nabin tirk. Li aliyê din lêkolînên genologên cihanê hene, min çendî car nivîsandine. Li Anatolyayê genên asyatîk pir kêm in, li dora ji % 5-7 in. Ev jî nayê wê wateyê ku ew tirk in. Heta genên Afganan jî asyatîk tên hesibandin.

Bi hêviya têgîhîştinê.

 

Hin çavkani

 

Notên min ên bi salan ji berhemên cûda hatine wergirtin. (di arşîva min de)

Hin gotarên min yên neweşandî û weşandî.

https://www.altayli.net/turkmen-adi-manasi-ve-mahiyeti.html (1)

https://www.turkcenindirilisi.com/turk-tarihi/turkmen-sozcugunun-kokeni-turkmenistan-hakkinda-bilgiler-h8351.html (2)

https://www.turkcenindirilisi.com/turk-tarihi/turkmen-sozcugunun-kokeni-turkmenistan-hakkinda-bilgiler-h8351.html (3)

http://aksozluk.org/cepni (4)

https://www.nisanyansozluk.com/kelime/T%C3%BCrkmen (5)https://www.bitlisname.com/sikarinin-karamannamesinde-kurtler/ (6)

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/326550# (7)

http://aksozluk.org/gocebe (8)

http://aksozluk.org/kara-2

https://www.bernamegeh.com/karakeci-asireti/ (9)

https://dunyalilar.org/resmi-tarih-anlayislari-nesnel-gerceklik.html/ (10)


Gotinên miftehî :