Welato!,welato

Welato!

A+ A-

 

Hacî Demîr

Di dergûşa te de zîndanî û dîl im

di ciwaniya sirûşta te de bi çar zara dinalim

di şevên te yên şînê de stêrek melûl im

di erdnîgariya te de bê sitar û mal im

bi çar zara bê ziman û lal im

şepirze derbeder û bê delîl im

ji derdê destûdarê jiyanê bêhal û kal im

Dîl im, dinalim, melûl im, bêhalim, lal im, bê delîl im, kal im...

heya mirinê desta ji te nahêlim

bi çîya, dar û berên te re hogir û heval im

cotyarek xwedî sond û bê emsal im

dê aqar û beyarên te ji dirk û stirîya vemal im

bi parêzim xepar bikim û bikêl im

lawê te welatî'me aza û şîr helal im

li hemberî dijmin û nemerda rim û mertal im

peyrewê Hucam, Egîd, Mamerîş û Rûstemê Zal im.

16.08.2019

 


Gotinên miftehî :