WÊJE Û NÎSK,wêje,û,nîsk

WÊJE Û NÎSK

Mirov li ser rastiya xwe şîn nebe, ango ji wê rastiyê bi dûr bikeve, dirize, giyan vediguheze û ji ber nikare bibe tiştekî din jî, dibe sosretgerandî

A+ A-

 

 

”Her dar li ser koka xwe şîn dibe”

 

Belê her dar li ser koka xwe şîn dibe û adana xwe ji axa li ser şîn bûye digire; ax wê adanê ji taybetmendiya xwezaya xwe, ji mîneralên bi ava ji çiyayên wî welatî herikîne, ji hewa, berf û barana wî welatî digire û enerjiya roja wî welatî di nav xwe de kom dike, bi van hemiyan şîn dibe, ber dide, berik dide, gul dide, kulîlk dide. Ev hemû bi hev re, dibine reng, teşe û çêja wê darê. Ev pêvajo û encama xwezayî ye. Loma ku dema darekê ji koka xwe ve bê rakirin û li ciyekî din ji nû ve bê çandin, yan dirize, yan jî mêweyên wê darê heman çêjî nadin, tamesarkî ne êdî. 

 

Heman tişt ji bo hemû caneweran û ji bo mirovan jî derbas dibe bê guman. Lê mirov xwedî taybetmendiyek in ku dikarin li dijî gelek rûdanên xwezayî li ber xwe bidin. Heya, caran wan rûdanan bi karû bi kêr bînin. Ew êdî dimîne li ser mirovan. Çendî xwe nas bikin, hay ji rastiya xwe hebin, bi wê rastiyê re girêdayî bin, rûdanan û encamên wan nas bikin û rast binirxînin, analîz bikin, ew çendî bi hêz in li hemberî tevger û rûdanên xwezayî û derxweyî. Aha wê demê mirov li ser kîjan parzemînê be jî, şansê mirov heye mîna xwe binîne û heya xwe xurttir jî bike. 

 

Çewa ku dar adana xwe ji axê digire, wêje jî adana xwe ji çîrokên li ser wê axê hatine jiyîn digre. Jiyana gelekî, çîroka wî gelî ye û çîrok rê li ber encaman vedike, reng, teşe û çêj dide civaka xwe. Ango çîroka mirov çi be, reng, teşe û çêja mirov jî ew e. Kurdan çîroka xwe bi tevger û rûdanên xwezayî honan, di destpêkê de û tiştekî pir xweşik jê afirî, cewherek, mirovahiya saf, giyana mirovahiyê. Piştre me û vê cîhana bi çîrokên derxwezayî teşe girtiye li hev nekir. Ji me dizîn, ji me girtin, ji me birin, li ser me şîn bû ev cîhan lê tim li me xerab geriya. Îroj jî tiştek neguheriye di bingeha xwe de û em hê jî êşa vê rastiya kambax a destpêka vê çîrokê dikşînin. Ew roj û îroj e, çîroka me veguhezî êşê û me hêza xwe êdî ji êşa xwe girt.

 

Mirov li ser rastiya xwe şîn nebe, ango ji wê rastiyê bi dûr bikeve, dirize, giyan vediguheze û ji ber nikare bibe tiştekî din jî, dibe sosretgerandî.

 

Mirov dikare li ser zemîneka ne rast û ne pak şîn bûbe. Wê demê jî divê mirov dîsa bi rastiya xwe baş bizane ku bikaribe li dijî hemû kambaxiyên rê li ber pêşkeftinê digirin rast têbikoşe û rê li ber pêşkeftinê veke. Lewre mirov ji ber taybetiya xwe ya navborî, xwediyên wê hêzê ne û dikarin biguherin, veguhezin. 

 

Cîhana rojava, li ser hovîtî û barbariyên herî erjeng ên dîrokê şîn bû. Ji serdema paganan heya serdema Romayê, şer û xiyanetên ji bo desthilatdariyê ya navxweyî ya îngilizan û ya îngilizan li dijî îskoçan, êrîş û barbariyên Vîkîngan û bi taybet jî serdema Engîzîsyonê (Inquisition) ya ji destpêka 1200î heya nîveka salên 1600î, li welatên Ewropayê û li nav cîhana xirîstiyan, zêdetir ji 400 salî bi milyonan mirov bi şêwazên herî erjeng hatin kuştin. Jiyana rojava jîyaneke barbarî bû. 

 

Ji Dante bigire heya Giordano Bruno, Hypatia, Martin Luther, Michelangelo, Sartre, rewşenbîrên welatên rojava bi zanebûna vê rastiyê û li ser rexne û têkoşîna li dijî vê rastiyê berhemên xwe honan û civaka xwe li ser wan berheman veguhezandin, bilind kirin anîn van rojan. Ronesans (Renaissance)  di veguhezîn û pêşkeftina Ewropayê de rola sereke lîst, bingeha xwe ji ked û têkoşîna rewşenbîrên xwe girt. Rewşenbîrên Ewropayê ne tenê nivîsîn û rexne kirin, lê di nav têkoşînê de û heta di nav partî, rêxistin û organîzasyonên siyasî û têkoşer de cî girtin, têkoşiyan, hatine kuştin, hatine şewitandin, wan dane ber keviran, heya ew gurandin û parçeparçekirin. Hin ji wan oldar bûn, lê bi berhemên xwe bûne sembola pêşkeftina civaka xwe. Ango bêyî têkoşîn, bêyî bawerî, bêyî zanîna dîrok, ol, bawerî, çand û hemû rastiyên civaka xwe û hema li ser serê hêsa û zikê têr, ji welatên xwe bi hezaran kîlometer bi dûr, di bin navê rênîşandan, aqilfirotan û rexneyan de nediketin şaşiya pozbilindiyê ku bingeha xwe ji newêrekî û nezaniyê digire.

 

Ronesans, li ser encamên erjeng ên rastiya olê û rexneya wan rastiyan şîn bû. Ev di bin pêşengiya nivîskar û hunermendên welatên Ewropayê de, bi berhem û têkoşîna wan a yekser û di nav de, pêkan bû. Ewropa ji bin zilma dêran derket, ramana skolastîkî şikest û zanyariya pozîtîf û bi zanistê ve girêdayî bi pêş ket, perwerdeyê grîngî girt û belav bû, zanistî û pêşkeftinên teknîkî her ku çû belav bûn, huner û rewşenbîrî derket asta xwe ya herî bilind û rola xwe lîst, încîl li gelek zimanên din hat wergerandin û pêre jî gelek tabû şikestin û wd. Ev hemî pêşkeftina aborî û bilindbûna kalîteya jiyana civakê û veguhezîna rengê civakê jî bi xwe re anîn. Civaka li pêşberî dêr û oldaran serpêl, serê xwe bilind kir û çavên xwe vekir. Ewropa û rewşenbîriya Ewropayê û hemû pêşkeftinên li Ewropayê jî, li gel gelek aliyên dikarin bêne rexnekirin jî, bingeha xwe ji dîroka têkoşîneka pir mezin û dûvedirêj û ji êşên pir erjeng girt. 

 

Mirov divê bi rastiya xwe bizane. Di nav vê rastiyê de, dîrok heye, ol heye, siyaset heye, têkoşîn heye, xiyanet heye, jixwebidûrketin heye, lixwevegerîn heye, hemû rûdan hene. Kurt û kurmancî di nav jiyana civakekê de her tişt pêkan e. Bi înkarî, piçûkdîtinî, xwejêdûrkiriniyê, hele di nav xweşî û dilgeşiya welatên Ewropayê de bi vî rengî ne nivîskarî, ne huner û ne jî rewşenbîrî pêkan e. Mirov dikare ji welatê xwe bi dûr be û dîsa jî berhemdar be. Lê wê demê, divê mirov bi rastiyên xwe re bijî, wan di jiyana xwe de bide rûniştandin.

 

Rewşenbîrî beriya her tiştî bedêldayîn e. 

Ne dîtina nîskekê ye di nav gûyê xwe de!

 

1ê Gulanê, roja karkerên cîhanê li gelê kurd ê kedkar û welatparêz û li hemû mirovahiya pêşverû pîroz be.

 

Mahabad Felat

2019-05-01


Gotinên miftehî :