1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. XEWN Û XEYALA XWEZGÎNÎTIYÊ
XEWN Û XEYALA XWEZGÎNÎTIYÊ,xewn,û,xeyala,xwezgînîtiyê

XEWN Û XEYALA XWEZGÎNÎTIYÊ

A+ A-

 

 

 

Seet, 18.37...

Ev demeke dirêj e, ez li nûçeyan nanêrim, rojnameyan naxwînim û her wiha ji nîqaşên siyasî jî dûr im.

Tenê bi ziman, wêje û helbestan re eleqeder im. 

Li gor plansaziya min, dema seet bibûya şeşê êvarê wextê xwendina min a pirtûkan dihat. 

 

Ez ji şerabê jî hez dikim. Ji berê de xeyaleke min hebû. Dema bibûma xwedîxanî, min ê şeraba Sûryaniyan ji mal kêm nekira. Jixwe tenê ew xeyala min bi cih hatibû. Qedeha şeraba min li ser masê bû û di destê min de jî pirtûka Fyodor Dostoyevskî ya bi navê "Qumarbaz" hebû. 

 

Ji nişkê ve pêjna dêrî hat. Ez rabûm, min derî vekir. Ez kî bibînim baş e? Min dî va mamoste Qasoyê Kirboranî û Mordemê Licî li ber derî ne.

 

 

-Hûn bi xêr hatin mamoste, kerem bikin derbasî hundir bibin.

 

Qaso: 

- Na, em narûnin, karê me heye. Hema lez bike, cilên xwe biguherîne û hinekên xweşik li xwe bike! Kek Mordem dê di rê de ji te re mijarê vebêje. 

 

Bi lez û bez ez çûme odeya xwe, min kincên xwe yên herî xweşik li xwe kirin û em derketin; 

lê min pir mereq dikir bê ka mijar çi ye û … 

 

Mordem: 

- Şero, mizgîniya min li te; mamoste ji te re keçikek dîtiye, em niha diçin wê ji te re bixwazin. Ez ji te mizgîniya xwe dixwazim pişt re ha! 

 

- Mamoste Xwedê kî dîsa Mordemo çi vexwariye wisa vêlavêla xeber dide?! Tu dibêjî qey bi şeraba min vexwarî ew serxweş bûye. 

 

 

Qaso:

 

- Kek Mordem rast dibêje Şero can, min ji te re keçikek dîtiye û em niha diçin em ê wê ji te re bixwazin. 

 

Heçku di kanûna ewil de aveke sar bi serê min de kirin, wisa ji xwe re qerisîm. 

 

-Mamoste keçika çi, xwestina çi yaw? Ma ev we çawa bêyî min ev biryar girt?! Ma kîlokek sêv e qey em herin û bisitînin? Û jixwe ez ji yekê hez dikim ji bilî wê jî bi ti kesê re nazewicim. 

 

Qaso: 

- Şero de ka bes biştexile lo, te hetka xwe li ser tevna civakî biriye. Hero dil berdidî yekê, ez navê wan bihejmêrim dê bibe şeveq û hê jî xilas nabin. Mêro hê dibêje nizam çi û nizam çi... Ez te ji vê belayê xilas dikim dîno, hê tu xwe nerazî dikî hek! 

 

Mordem: 

- Mamoste rast dibêje. Divê tu jî êdî dev ji wan çewtiyên xwe berdî Şero û êdî bizewicî bipergal tev bigerî. 

 

- Tew, keçelo kumê min li serê te... Bavo ka pêşî tu bizewice û pişt re were van şîretan li min bike birê min! 

 

Mordem beşişî û bi kelecan got: 

- Jixwe daweta min jî vê meha bê ye. Min go ez ê ji te re surprîzê bikim; hewceyî surprîzê nema, vêca heke îşê te jî çêbibe belkî em bi hev re daweta xwe bikin. 

 

Qaso: 

- Weke kek Mordem gotî ji bo we her duyan êdî jiyaneke bipergal lazim e. 

 

-Hûn rast dibêjin lê çima we bêyî min ev kar kiriye, qenebe we ji min re bigota da min xwe amade bikira! Ma ecela we çi bû bavo? 

 

Qaso: 

- Mereqan neke Şero; ez keçikê nas dikim, pir xweşik û şîrîn e. Temenê wê jî hê bîst û çar e, jina malan e, ha ev zend û bendên wê ne, dikare di rojekê de deh teşt nan çêke û komek kuflet hilêne û deyne. Ya kin tam li derba te ye. Navê wê jî Narîn e. 

 

- Mamoste hey Xwedê jê razî, ne em diçin keçikê ji min re bixwazin ne ji te re! Ma qey beleheq gotine: "Tama devê herkesî ji hev cuda ye"? Û ya paşî, em di sedsala bîst û yekemîn de dijîn. Heta keç û kur hevdu nas nekin, çawa çêdibe karê zewacê? Xelkê bi vî şeklî keçik dixwastin lê ew ma di sala kevirpenîr de! 

 

Qaso: 

- Bes e loo, de bes e wî! Te serê me bir. Jixwe va em hatin ber deriyê mala keçikê. Meyzê, meyzê! Di mal de deng ji te dernekeve ha! Hema bê em çi bibêjin tu jî bêje "Belê!" 

 

Mordem pê li zîlê kir. Derî li me vekirin û em derbasî hundir bûn. Jixwe haya wan ji hatina me hebû û amadekeriya xwe jî kiribûn. 

 

Mamoste jî du gostîlkên zêr standibûn, di berîka wî de bûn. Heçku dizaniya dê Narînê bidene me û em ê li wir erêkirina xwe bibirin. 

 

Welhasil pirsa hal û hewalên hev kirin û hebekê ji xwe re civat germ kirin. Ez jî li koncikekê me û deng jî ji min dernakeve. Nikarim ji şerman serê xwe jî bilind bikim û her ku diçe kelecana min zêde dibe. Min dît carekê Qaso weha ji bavê keçikê re got: 

 

- Em ji bo karekî xêrê li vir in. Bi destura Xweda û bi qewlê Pêxemberê wî, em keçika we Narînê ji Şeroyê me re dixwazin! 

 

Bavê Narînê: 

- Hûn li ser çavan hatine. Heke Xwedê kiribe em ê jî bidin. Nesîb, qismet... Lê em Şeroyê we nas nakin. Çi dike û bi çi karî re eleqeder e?

 

Mordem: 

- Şeroyê me helbestvan e, helbestan dinivîse û dixwîne. Hele hele dema helbesta Yehya Omerî ya bi navê "Bi wê Qur'anê" dixwîne mirov dihele, dihele... 

 

Mamoste hêdîka devê xwe bire ber guhê Mordem û gotiyê: 

- Hiş be kekê Mordem yaw, hiş tu çi dibêjî gidî? Tu dê niha karê me xira bikî wî. Ma qey te sitrana "Ay lê Nûrê" di xwestina dergistiya xwe de ji xezûrê xwe re xwend?! Qurbana te, îşê me xira neke, Xwedê îman kamil kirî... 

 

Qaso: 

- Belê Şeroyê me di karê sazkirina serayên dartewl û şînî de dixebite. Perene baş qazanç dike bi kedeke helal. Xaniyê wî jî heye. Ji malbata xwe dûr e, bi tena serê xwe dijî, rewşa wî baş e welhasil. 

 

Ez êdî hew dikarim xwe ragirim. Ji kelecanê sor bûme, ji xwêdanê laşê min şil û pil bûye û ji aliyekî ve jî ez Narînê mereq dikim hema zû dixwazim wê bibînim. 

 

Bavê Narînê: 

- Ê de baş e. Ma em ê çi bibêjin? Li ser xêrê be êdî, Narîn bûka we ye. Ji we re pîroz û bimbarek be. 

 

Mordem: 

- Şero rabe destê xezûrê xwe ramûse. 

 

Ez rabûm min destê wî maçî kir û min hewl da ez destê mamoste jî maçî bikim lê nehêla. 

 

Diya Narînê: 

- Keça min, de vêca qehwan bîne. 

 

Ji ber ku ez ê Narînê bibînim hebekê şa bûbûm, lê ji kelecanê hindik maye ji xwe biçim û dilê min bixume, rengek tê min û yek diçe. 

 

Mordem: 

- Rabe lawo destê xesîyê jî maçî bike. De rabe! 

 

Bi dengê hevalê xwe yê "De rabe!" ez rabûm, lê çi rabim! Dinêrim li derdora min çar pênc hevalên mim ên kar... 

 

Yek dibêje: "Xêr e Şero, çi bûye?" 

Yek dibêje: "Te kabûsek dît qey?" 

Yekî din dibêje: "Çi ye qêreqêra te, te em tirsandin?" 

 

Li derdora xwe dinêrim, li xopana Tekirdaxê me. 

 

Narînoka min ma di dilê min de, min nedît. 

 

Mordem Zel

05.10.2019 Amed

 

(Vebêj: Şervan Azad)


Gotinên miftehî :