ZAGROS,zagros

ZAGROS

(Ji bo bîranîna komkujiya ŞENGALê, ya ZERGELÎ û berxwedana bêhempa!)

A+ A-

 

Mahabad Felat 

Roj ji ser min bilind dibe bi ser Kevana Zêrîn  

Bilind im ez Zarg û Za Roj, Qeletûkana şîrîn 
Kanî Ceng im, Zergelê, Enzê, Qendîla pîrozîn 
Seriyekî min li Wan, bi seriyê din Hurmuzîn 


Merd im Dalamper im, Zengene me, Zana û Zerd im 
Sûsa û Şandyar, Ansan û Cermo, Xakûrk û Xinêr 
Dola Ayşê, Berde Nazê, Berde Sorê, Kelaşîn  
Kanî Ceng im, zayîna kurd im, dayika merd im 


Pirsa min bikin ji Îskender û ji Ksenephon  
Bila bêje Muqeddime li ser min vebûne kon 
Lê Kurdistan im ez hêlîna cinan a periyan 
Li dijî zilmê bi rim im, bi mertal dibime don 


Şengal im, Enzê me, Zergelî me û tême birîn 
Ew nebiyên Ehrîman in tûran, dirinde, hovîn 
Li nav dilê xwe vedişêrim zarokên xwe germîn 
Bi lehengiya şervanên xwe ji nû ve şên û şîn 


Li ser qûntarên min şîn bûn genim û ce yekem car 
Kedî bûn hesp, pez, dewar, zarokên min vedîtin ar 
Bûme şaristanî û mirovanî, ziman û zar 
Zanîn û zanyarî, bê şik, bê guman ez im bihar 


2018-08-02


Gotinên miftehî :