1. Tekst

  2. Gotar

  3. Wezîrê Kaşaxî
  4. “ZERDEŞT PÊXEMBER (RÛPELÊN DÎROKA “WINDABÛYΔ...)”
“ZERDEŞT PÊXEMBER (RÛPELÊN DÎROKA “WINDABÛYΔ...)”,zerdeşt,pêxember,rûpelên,dîroka,windabûyî

“ZERDEŞT PÊXEMBER (RÛPELÊN DÎROKA “WINDABÛYΔ...)”

A+ A-

Pirtûka nû!

 

 

EZÎZÊ CEWO:

“ZERDEŞT PÊXEMBER (RÛPELÊN DÎROKA “WINDABÛYΔ...)”

 

DiweşanênARYENda pirtûka Ezîz ê Cewoya “ZerdeştPêxember(Rûpelêndîrokawindabûyî…)” bi zimanê kurdî derket ronahîyê. 

Jibowanxwendevanan, ênkubikarênlêgerînî ûefrandarîyênxudanê pirtûkê ranasin, wê balkêş be, ka, geloçibûyesedem, kuewmirov, ê kutevahîyaruhû ramanênxwevazimanzane, berê xwedayemijaradîrokî û pirsênolî yênbihezarsalanlihevalyayî û tevlihev?

Û evpirtûkawî neyayekeme, akumamostadîyarî vê mijarê kirye! 

Piştî kudiWeşanênZanîngehaDewletê yaSankt-Pêtêrbûrgê daberhemawî zanistî ya“Taybetmendîyên rêzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak zimanê hindewropî di kurdî da” ronahî dît, evaêdî pirtûkawî yaduduyanediderbarê pirsêndîrokakevnarû olî da…

Wehaxudanê pirtûkê bixwedipêşgotinavê pirtûkaxwedaevê yekê çawavedibêje: Di dîroka mirovahîyê da her zanîyarî û agahîyên di derbarê wan bûyeran da, ên ku di demên kevnar û sedsalên navîn da pêk hatine, yekawa û rast negihîştine nivşên vê serdema me. Gelek rûpelên dîrokê an hatine windakirin, an lêpovajî û tewşkirin, an jî hinekên dinê ew agahî û zanîyarî li ser xwe nivîsîne – ji bo xwe kirine hebûn û mîras ... 

Gelek zanîyarî û daneyên di derbarê bûyerên dîrokî da wisa hatine lêpovajîkirin, ku mirov nikare serederîyê li wan bike û tê bigihîje, ka, gelo, rastî li ku ye, û derew – li ku! Heya wisa bûye, ku ew agahî, zanîyarî û daneyên dîrokî bi şêwazê xwe yê lêpovajî û tewş va hatine, gihîştine me, û mirovahîyê jî ew hemû wek rastîyên dîrokî pejirandine û dîroka xwe li ser wê bingeha wan nivîsîye. Û nivşên nû yên gel û welatên cuda jî îro li ser bingeha wan dîroka cîhanê û dîrokên gel û welatên xwe dixwînin û hîn dibin, û hê haş pê nînin jî, ku ew tiştên ew fêr dibin, ne hemû rastî ne... 

Rewşeke weha (kêm an zêde!) hema-hema di dîrokên hemû gel û welatan da hene  – ew serdest dibin, an bindest, hîç ferq nake. Lê, eger gelên serdest, ên xwedî dewlet û derfet, înstîtûtên wan ê lêkolînî-lêgerînî yên akadêmî hene, navend û sazîyên lêgerînî yên dinê jî ji bo wê armancê lêgerînan pêk tînin, û ew bi berekê va dîrokên xwe ji nû va sererast dikin û dinivîsin, ... lêbelê rewşa gelên bindest ên bê dewlet bi bingehîn ji ya van gelên navborî cuda dibe – wek ku dîrokên wan hatine lêpovajî û tewşkirin, ew wisa bê guhartin di wê rewşê da jî dimînin. Û heya, eger hinek hewlên hinek lêgerînineran hene jî, yên ku bi piranîya xwe va êntûzîastênamator in (fedekarên dilxwaz û dilgerm!), ew di çarçoveyeke teng da dimînin û nikarin di nava goveka netewî-giştî da belav bibin û bikevin bingeha perwerdeya netewî, jixwe, di vê rewşê da, mirov nikare di derbarê goveka cîhanî da tiştekî bibîje...

Û li ser asta cîhanî, di nava vê govekê da, rewşa dîroka kevnar û ya sedsalên navîn a gelê kurd jî, bi bingehîn, wek ku hebûye, wisa jî malwêran li holê ye – şelandî, talankirî, herçê mayî jî –lêpovajî û çewtkirî! ...

Di vî warî da jî, helbet, hewlên hinek kesên kurd ên lêgerîner ên fedekar û dilxwaz jî hene, lê wek ku li jorê hate gotin, ew di nava govekek a teng da dimînin, nagihîjin girseya civakê. Û sedema sereke jî ji bo vê ew e, ku beşekî wan lêgerînan ê mezin jî ne bi zimanê kurdî pêk hatine û îro jî pêk tên...

Di derbarê hinek rûpelên lêpovajî û tewşkirî yên dîroka kevnar a gelê kurd da, mamosta gotina xwe didomîne, min di pirtûka xwe ya “Êzdîtî: Divê mirov rastîya wê li ku bigere” (Amed – 2017) da li ser bingeha lêgerînên zanistî bi berfirehî nirxandinên cihêreng pêkanîne û bi rêya vebijartin (analîz) û ravekirinên dîrokî-zamanzanî-êtîmolojî bingeh û sedemên wan lêpovajîkirin û tewşkirinan derxistine ronahîyê...

Hema wê demê jî, dema min lêgerînên xwe di warê çavkanîyên kevnar da pêk tanîn, ewana gav bi gav ez berbi kûrahîya dîroka kevnar a gelê me va birim û berê min dane bingehên zerdeştîyê û dîroka pêkhatina wê ola kevnar a nebînayî... Û her çiqas çû, ez bi bawer bûm, ku hem dîroka jîyana Zerdeşt Pêxember, hem ya pêkhatin û belavbûna ola zerdeştîyê jî mîna dîroka gelê kurd hatye lêpovajî û tewşkirin... Ku ew tişt, ên ku di nava dîroka cîhanê ya kevneşopî da di derbarê Zerdeşt Pêxember û bîrûbawerîya wî ya nebînayî da hatye nivîsîn, di gelek pirsan da ne anegorî rastîyên dîrokî û heşmandîya pêşkevtina dîroka wê demê bi xwe ye. Û dema mirov wan zanîyarîyan, ên ku di dîroka kevneşopî da hene, bi yên hinek çavkanîyên kevnar hemberî hev dike (yên ku bi sedemên cuda ji bo wê mijarê nehatine lêgerandin!), dibîne, ku ewqas şaxên serpêhatî û jînenîgarîyên Zerdeşt Pêxember, ewqas cî, herêm û welat, ên ku di dîroka kevneşopî da wek cîyê pêkhatin û belavbûna destpêkî ya zerdeştîyê tê destnîşankirin, ji hêla têgihîştina tomerî-giştî va tu bingeheke xwe bi rastîyê ra nînin û ne anegorî heşmendîya pêşkevtina dîrokê ya wê serdemê ne...

Û piştî wê, ew demeke dirêj bû, ku ruh û rewan û ramanên min bi zerdeştîyê va gîro bibûn – wek fênomêneke bîrewarî-felsefî û olî ya tevahîya mirovahîyê… Û dawîya dawîyê ew gîrodarîya min bi encam bû û wek berhemeke lêgerînî pêk hat … 

Û di vê lêgerîna xwe da, ji bo ku rastî derê ronahîyê, min li ser bingeha zanîyarî, dane û çavkanîyên dîrokî, yên ku heya naha di sîyê da mabûn (an hiştibûn?!), lêgerînên zanistî yên piralî û berfireh pêk anîn (yên dîrokî, zimanzanî-êtîmolojî, kronolojî, heşmendî ...), ji bo ku bikaribim bersîvên van û pirsên dinê bibînim:

– Zerdeşt Pêxember di çi serdema dîrokî da û di çi welatî da ji dêya xwe bûye û erka xwe ya pêxemberîyê pêk anîye?

– Zerdeşt Pêxember“Avêsta”bi çi zimanî nivîsye;

– Divê mirov bingehên zerdeştîyê li ku bigere?

– Çi pêwendîyên zerdeştîyê bi gelê kurd ra hene?

Û bersîvên van û gelek pirsên dinê di goveka vê lêgerînê da gav bi gav bi zanistî hatine ravekirin û bi zanîyarî û danayên dîrokî, bi agahîyên çavkanîyên kevnar hatine xinêkirin û peyitandin...– Mamosta Ezîz ê Cewo di vê derbarê da bi vî awayî gotina xwe tomar dike!

… Ji bo şopandin û lêgerînên rûpelên dîroka cîhana kevnar mamosta pergal û rêbazên teknolojîyên hemdemî bikar nayne, ewqasî ewî hildaye û zanîyarî û danayên dîyar û ne dîyar ên çavkanîyên demên cuda û ew di nava govekekê da bi zanistî nirxandine – ji hêla dîrokî-hemberhevkiri va, zimanzanî-êtîmolojî, heşmendî û kronolojîva, û di encamê da berhemeke weha balkêş derketye! 

Baldarîya xwendevanan hema ji sernivîsa pirtûkê va geş dibe, rastir dibe, mirov bibêje, ji jorenûsa wê ya giştî va: “Awirek berbi cîhana kevnar va...” û ji gotina rûsan a kevnar va:“Wisa tevlîhev e, wisa di nav nehênîyan da veşartî ye, wek dîroka medên kevnar”, ya ku bûye peyamnivîska pirtûkê (êpîgraf) ... Û ev hemû bala xwendevîn dikişîne ser mijarê û heya rêzika dawîyê hemrêwîtîyî ji wî ra dike. Û mamosta Ezîz ê Cewoxwendevanên dilmayî nahêle... Ji wî ra li hev hatye, bersîvên gelek pirsên di derbarê jîyan û şuxulvanîya Pêxemberê mezin – Zerdeştda û wisa jî yên di derbarê sêwirîn û  belavbûna bîrûbawerîya zerdeştîyêda bide, yên ku derketine holê... 

Lêgerînên kur û piralî yên mamosta encamên pir balkêş di derbarê wê rastîya dîrokî da dane, ku Zerdeşt Pêxember bi xwe medîbûye, ku ew di derdorê nêzîkî qesra padişahê Medyayêda mezin bûye, ku zerdeştî, wek bîrûbawerî, di Medyayêda derketye û pêk hatye, ku medî bi xwe bûne zerdeştîyên yekem, lê ji sala 588 a berî serdema me va, piştî wê ku piştovanê Pêxember, padişahê Medyayê Kavî Vîştaspabîrûbawerîya wî pejirandye, ew di nava gelên wê împêratorîya gewre da belav bûye. Û di encamê da hema li vira jî zerdeştîbûye ola dewletê. 

Peyra mamostadi vê pirtûka xwe da rêzek pirsan dinirxîne, yên ku ji hêla watedarkirina bûyerên dîrokî yên hezarsala yekê ya berî serdema me va balkêş in... Di nava çarçeveya vê lêgerînê da ew li ser astên cuda zanîyarî ûdanayênçavkanîyên demên cuda dinirxîne, digihîje nêrînên encamî yên balkêş û dîtina xwe di derbarê aspêktên cuda ên lêgerînên evê mijarê da tîne zimên...  

Xwendevan di vê pirtûkê da li dû şopa nirxandinê zanistî gav bi gav digihîje wê rastîyê, ku, Zerdeştne ku tenê pêxemberekî gewrebûye, lê wisa jî bîrewarekî gewreyê cîhana kevnar bûye. Ku ramanên wî mirovê mezinaktûalîtîya xwe di van rojên me da jî winda nekirine. Û, her çiqas dewr û zeman me ji serdewrana jîyan û şuxulvanîya Pêxenberê gewrecuda dikin jî, lêbelê mirov ne carekê berbirî rûpelên jînenîgarî û mîrasa wî ya ramanî û rewanî bûne û wê hîn jî berbirî wan bin, û ramanên pîrozqinyata rewanî ûhêza sazûmandarji wir hilçinin...

Peyra ew bale dikişîne ser wê yekê, ku, her çiqas, zerdeştîyêbandoreke dîyar li ser xrîstîanîyê, îslamê ûbîrûbawerîyên dinehiştye, lêbelê, bi taybetmendîya xwe ya sereke va ew ji olên kevneşopî cuda dibe, û ewê cudahîyê weha ravedike:

  – ger di olên kevneşopî da Xwedêxweyî ûpadişahtê hejmartin, û bawermend jî qûlêwî ne (kole, benî, bende, evd), lê, anegorî bîrûbawerîya zerdeştîyêAhûra MazdaXwedayekî bîrewar û rast, qenc û dilovane, û mirov divê xwe li rêya wî bigire, lêbelê, ew di biryara xwe da serbest e, û xwe wek kole an xulamê Xwedêhîs nake…     

Mamosta Ezîz ê Cewohevbeşbûna bingehên giştî yên zerdeştîyêû êzdîtîyêjî ravedike û bi zanistî dipeyitîne: 

– Wek ku di zerdeştîyêda, wisa jî di êzdîtîyêda Roj û Agir, Av û tevahîya Xwezayê

pîroz in... Di zerdeştîyêda Rojdîdara Xwedê ya li ber çavan e, “yê ku ji hemû bilindtiran bilindtrîn e”(“Yasna”, 36.6). Lê di êzdîtîyê da Rojçavkanîya jîyanê ya bêdawî ye û sembola li ber çavan a hebûnaXwedêbi xwe ye...

Jîyana rojane ya êzdîyanû zerdeştîyanbi normên kevneşopî yên terbye-toreyî û exlaqî yên mîna hev tê rêvebirin, û di wê da ahengî ava dibe. Û ew jî anegorî têgeh û ferzên bingehîn ên zerdeştîyê ne: Ramana Qenc, Gotinên Qenc û Karên Qenc... Û mamosta rêzek norm û ferzan tîne, yên ku bi gotinê cuda di jîyana rojane ya civakê da dyar dibin... 

Û piştî vê ew di encamê da nêrênên pir balkêş tîne zimên: “Û, eger mirov bibêje, ku ev hemû ji zerdeştîyê tên, dê ne rast be, lewra ku, zerdeştî bi xwe di Medya kevnar da, li ser bingeha wan bawerîyan pêk hatye, yên ku êdî hebûne, û hema li wir jî ew pêşketye û bûye ola dewletê, wek sîstêmekê. Lê piştî wê, dema di encama derbeya çekdarî da... Împêratorîya Medyayê hate hilweşandin... dibe, lewra jî, bîrûbawerîya zerdeştîyê pêra negîhandye, wek sîstêmeke olî ya giştî, bi wateya olê ya îroyîn va, li ser bîr û rewanê hemû medan bibe serdest... Lêbelê, ji ber ku, bingeha van herdu olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê) yek e, lewra jî, zerdeştî ji bo êzdîyan ne xerîb e. Yên êzdî, wek ku kurdên dinê jî, ewê ola xwe dihejmêrin”.

…Heya îro gelek pirsên dîroka Medya Kevnar bê bersîv mane. Evê rewşê gotina rûsan a kevnar pir baş dide zanîn: “Wisa tevlîhev e, wisa di nav nehênîyan da veşartî ye, wek dîroka medên kevnar”... Lêpovajî ûçewtkirinarastîyên dîroka Medya kevnarji demên kevnar va mane û hatine,  gihîştine heya van rojên me jî. Û yek ji wan lêpovajîkirinanjî pirsa kesayetîya padişahê Medyayê yê bêhempa û nebînayî Kavî Vîştaspa ye... 

… Li vira mamosta Ezîz ê Cewogav bi gav nêzîkî veresandina surên jîyana wî padişahê nebînayî dibe, yê ku di dîrokê da wek piştovanê Zerdeşt Pêxembertê zanîn. 

Weha, di wê derbarê da mamosta bi xwe çi dinivîse: 

... Û vê gavê li pêşîya me, li ser rêya lêgerînînên me pirsek sekinye: “Çima di demnûsî (kronoljî) û dîroknûsîya kevneşopî da navê Kavî Vîştaspa bi bîr naynin?Ma ne, di Gatên Zerdeşt Pêxember bi xwe da pesnê wî tê dayîn, di çavkanîyên ermenîyan ên kevnar û yên hê dereng da medan, padişahê Medyayê yê dawîyê – Îştûvêgû û kurdan bi navê wî didin nasîn û wek nivşên wî nav dikin?!

Çima?

Dema êdî dabeşkirina demî ya serdema mijara lêgerînên me heye, mirov dikare bi rêya hemberhevkirin zanîyarîyên dîrokî û analîzên zanistî pêş va here û dîyar bike, ka bi rastî mabesta wana kîjan padişah bûye?

Naha êdî dîyar e, ku Zerdeşt Pêxember tevahîya jîyana xwe heya sala 550î a (berî 

s.m.) di Medyayê da derbaz kirye û erka xwe ya peyamdarîya bawerîya rast pêk anye… Bi hejmartinên Rîçard FrayPêxemberdi sala 588an a (berî s.m.) Kavî Vîştaspaanye ser bawerîya xwe. Lê anegorî demnûsîya dîrokî ya kevneşopî, di wê demê da Ûvaxşatra/Kîaksar (salên 625 – 585an ên berî s.m.)padşahtîya Medyayêkirye.

Çawa dibe?

Çi dertê hole?

Ji hêlekê va, anegorî hejmartinên Rîçard Fray, dema Kavî Vîştaspazerdeştî pejirandye, sala 588an (a berî s.m.) bûye, lê encamên analîzên hemberhevkirinê yên agahîyên dîrokî didin xuyan, ku Zerdeşt Pêxember di Medyayê da jîyaye û erka xwe ya pêxemberîyê pêk anye. Wisa jî dîyar e, ku Kavî Vîştaspapiştovanê Pêxemberbûye, li wî xwedî derketye û di Gatên xwe da  Zerdeştwî wek piştovanê padişahî û seroknav dike. Di destnivîsên kevnar ên ermenîyan da hem ji medan, hem jî peyhatîyên wan – kurdan ra dibêjin peyhatîyên Vîştaspa. Ango, her tişt di derbarê wê da dibêje, ku piştovanê padişahî yê Zerdeşt  Pêxember û serokê Medyayê Kavî Vîştaspabûye…

Ev hemû heşmendî ye!

Lê mirov çi bi van herdû navan bike: Vîştaspa ûÛvaxşatra/Xvaşatra/Kîaksar?

Li ber çavan e, ku ev hemû dane, ji bilî navan, li hev digirin!

Wê demê ev cudahî ji ku tê?

Ma, gelo, wisa dibe, ku du mirovên cuda di heman demê da padişahtîya heman welatî kiribin?!

Ev tiştekî dûrî heş û sewdayê mirov e!

Dîsa pirsa hebûna navên cuda hê jî pêdivîya xwe bi analîzeke zanistî ya hûrbînî heye…– Mamosta dide zanîn û lêgerînên xwe yên zanistî didomîne, û di encamê da tê ser wê nêrînê, ku:

a) her çiqas di zanista dîrokî da dîtinên dîyar ên kevneşopî di derbarê dîroka Medyayê, Împêratorîya Med û farsan û pehlewîyanda çê bûne jî, lêbelê lêgerînên zanyarîyên dîrokî yên serdemên cuda didin xuyan, ku:

– piştî derbaya xayînane, ya ku ji hêla nevîyê padişahê Medîyayê, satrapê fars Qurûş (Qurûşê II) û malmezinên medî va pêk hatibûye, Împêratorîya Med û farsanderketye ser  sehneya dîrokê, ya ku li ser bingeha Împêratorîya Medyayêû bi kevneşopîyên wê pêk hatye û pêş ketye;

– Împêratorîya Med û farsan, a ku wisa jî, wek Împêratorîya hexamanîyantê zanîn, û heya êrîşa Îskenderê Makêdonî(s. 331ê ya berî s.m.) hebûye, bi sazîya xwe ya dewletê û şêwazê rêvebirîya xwe va dûmahîya Împêratorîya Medyayêbûye;

– Qurûşê IIbi xwe, û gelek nûnerên binemala hexamanîyan, wek rayedarên dewletê, di nav sazîyaÎmpêratorîya Medyayêda, li ser bingeha çanda medî gihîştine û pêk hatine;

– hemberhevkirin û nirxandinên zanistî yên zanîyarîyên dîrokî didin xuyan, ku Zerdeşt Pêxember medbûye, ew di nava derdorê nêzîkî qesra padişê da gihîştye, lewra ku ew bi xwe ji binemala mogan (rahîban) bûye,û berî dîyarbûna zerdeştîyê di Medyayê da mîrik bi xwe jî di heman demê da mog (rahîb) bûne. Lewra jî, wek ku tê xuyan, pêwendîyên wî yên nêzîk bi malbata padişê û Kavî Vîştaspa bi xwe ra hebûne…

– Zerdeşt Pêxember “Avêsta”di Medyayêda bi zimanê medîsêwirandye, li wira jîerka xwe ya pêxemberîyê pêk anîye, û li wira jî zerdeştîbûye ola dewletê; di vê derbarê dadaneyeke di derbarê kevneşopîyên dîrokî da heye, ya ku dibêje, ku Medyadi dewr û zemanên kevnar da di jîyana siyasî, êkonomî û çandî da xwedî cîyekî berbiçav bûye û li ser xaka  wê zerdeştî bi berfirehî belav bûye

– anegorî lêgerînên zanistî, Zerdeşt erka xwe ya peyamdarîya ola rastîyêdema serdarîya padişahê Medîyayêpêk anye, yê ku, anegorî demnûsîya kevneşopî (kronolojî), navê xwe Ûvaxşatra (Kîaksar)bûye;

b) bi derketina zanîyarîyên nû yên di derbarê hinek rastîyên dîrokî da, yên ku heya naha ji hêla zanîyaran va ji bo vê mijarê nehatibûne bikaranîn, ji bo lêgerînên nû derfet çêbûne, û li ser bingeha wan lêgerînan ev dîtinan derketine holê:

– ew, ku di “Avêstayê”da padişahêMedyayêû piştovanê Zerdeşt Pêxember wek Kavî Vîştaspatê bîranîn, û di çavkanîyên kevnar ên ermenîyan da hem medan (di nav wan da, wisa jî, padişahê wan Îştîvêgû), hem jî kurdanwek peyhatîyên Vîştaspanav kirine ..., delîla wê yekê ne, ku navê wî padişahî yê kesî (yê ku malbatê lê kirye, û ew bi wî navî mezin bûye) Vîştaspabûye; lê ew di demnûsîya kevneşopî da  wek Ûvaxşatra/Xvaşatra(yewn. Kîaksar) hatye bîranîn, û ev jî ji bo wê serdemê tiştekî xwezayî bûye: wê demê, dema kesek ji bo padişahtîyê tacîdar kirine, navekî dinê yê padşahtîyê li wî kirine, û ew nav ji bo wî kesî bûye navê wî yê desthilatdarîyê, û ew kes bi wî navî di cîhanê da wek padişah hatiye naskirin.Û di vê derbarê da li bal Dyakonov agahîyên pêbawer hene...

Eger mirov herçê ku hatye gotin, tomar bike, dikare bibêje, ku Vîştaspanavê kesî yê padişahê Medyayêbûye, ku ew bi wî navî di jiyana malbatî û derdorên nêzîk da hatye naskirin, lê navê wî yê duyem: Ûvaxşatra/Xvaşatra/Kîaksar, navê wî yê padişahtîyê bûye – yê ku dema tacîdarkirinê lê kirine...

– peyva Ûvaxşatra/Xvaşatra, ya ku di dîrokê da wek navê Vîştaspa/Kîaksar tê bîranîn, wek ku tê xuyan, peyveke medî ye û pêwendîya xwe bi têgehapadişah ra heye. Ev peyv û ya farsîya kevnar (zimanê medî) a xšāyaθiya/xşayatîya– padişah û ya hindî ya kšatra/kşatra– xarîzma desthilatê, bi êtîmolojî digihîjin hev; wisa jî, wan peyvan hemberî peyva farsîya kevnar (medî) a  Xšayārša/Xşayarşa– navê padişahê pêncem ê haxemanyan Xşayarşayê I– Ksêrksê Ibikin.

Û ya dinê jî – mamosta Ezîz ê Ceworstîya dîrokî ya here balkêş wê dibîne, ku: Her çiqas, farsan bi delkbazîyan û bi nemamî, bi rêya derbeyê di Medyayê da desthilatdarî hildane destê xwe jî, li ser bingeha wê dewleta xwe ava kirine, bi wê yekê bûne mîratxur û dûmdarên Împêratorîya Medyayê jî, lêbelê ermenîyên cînartu carê fars wek med nas nekirine, her çiqas vasalên wan jî bûne,  lê, berovajî vê,  ji bo ermenîyan bi dîrokî hertim jî med û kurd yek netew bûye...” 

... Û helwesta kurdên îro ya li hember zerdeştîyêjî bala mamosta Ezîzê Cewodikişîne. Di vê derbarê da ramanên wî yên balkêş hene: “...Hinek dibêjin, – ew dinivîse, –ku  zerdeştî tomerîya wan normên exlaqî-toreyî ye, yên ku di civaka medî da sazbûne û îro jî di nav kurdan da zêndî ne, hinekên dinê di bingeha Tevgera Rizgarîxwaz a Netewî ya gelê kurd da gelek destpêkên zerdeştîyê dibînin… Û hineke dinê jî rêberê netewî yê gelê kurd Abdullah Ocalan wek Zerdeştê hemdemî nav dikin... Û, bê guman,  eva dîtina jî bingeha xwe heye…

Û ji bo dîtineke weha, pêdivîya kurdan bi îzbatîyên taybet nine, ew wê dibêjin, lewra ku di derbarê van hemûyan da di nav gel da bi xwezayî hatye têgihîştin. Û, ya here sereke, di vê derbarê da dengekî hindurîn vê ji wan ra dibêje, wek ku li jorê hate gotin, ewana evê li ser asta gênêtîkî, bi piştheşî hizir dikin. Û, eger di derbarê wê da li cîyekî tiştekî dixwînin, ewana destxweda ewê hemberî wan hizirdarîyan dikin, yên ku li bal pêşîyên wana bi rêya hilbijartina xwezayî hatibûne sêwirandin. Û li ser vê astê ew têra xwe nêzîkî heşê gelê sade ye. Lewra jî, hizir û ramanên Abdullah Ocalan çiqasî bi felsefî giran bin jî, yek e, gelê sade wana têdigihîje, ji ber ku ew ne ku tenê anegorî hêvîyên wan ên dewr û  zemanan in, lê, her weha, anegorî têgihîştina hindurîn a nirxên rewanî yên mirovî ne…

Û ya balkêş jî ew e, ku, dema hinek di derbarê bîrûbawerîya zerdeştîyê û bîrdozîya Tevgera Rizgarîxwaz a Netewî da diaxivin, ewana hinek têgihîştinên xwe yên bîrûbawerîya zerdeştîyê bi îdêolojîya Abdullah Ocalan şirove dikin...

Her çiqas, ew lêgerînên hinek kesan ên di vî warî da li ser bingeha wan hizir û têgehan pêk tên,  ên ku di weşanên bi zimanên bîyanî da hene (ji ber ku, wergera kurdî ya wê peykera nivîskî – ya “Avêstayê”hê nîne), dîsa jî, ji hêla weşanê û şiroveyên giştî va,  di wana da tiştên balkêş hene û ew hêjayî baldarîyê ne…

Her çi jî hebe, xudanên wan nivîsan ji çi hêlê va jî nêzîkî pirsê bibin, yek e, ew delîl bê guman e, ku di nava civakê da têgehên bingehîn ên bîrûbawerîya zerdeştîyê tên  govtûgokirin, û gelek normên exlaqî-toreyî û naveroka nirxên giştî yên mirovahîyê di nava wê govekê da tên şirovekirin, û ev jî, êdî di derbarê gelek tiştî da dibêje…

Lêbelê, dema mirov hinek binaxeyên bawerîya zerdeştîyê û îdêolojîya Abdullah Ocalan hemberî hev dike, û wana di nava govekekê da dinirxîne, dertê holê, ku:

– eger Zerdeşt Pêxember di dîroka mirovahîyê da cara yekem mafên weke hev ji bo mêr û jinê naskirye, lê Abdullah Ocalan ew bi zanistî ravekirye û bi praktîkî di jîyanê da pêk anîye... 

– Zerdeşt Pêxember kedkarîyê pîroz dibîne û ewê digîhne heya asta xwedayî – wek şêwazekî xizmeta Xwedê li ser erdê. Anegorî bîrûbawerîya wî, cotkarî, xwedîkirina ajalan (rêncberî), avakarî û her şêwazekî karê dinê, yê ku ji bo jîyayna mirov xurtkirina hebûna derfetan misoger dike, ew erka pîroz a mirov e di cîhanê da; lêbelê, ji bo Ocalan şêwazê herî bilind ê karê mirov – ew xizmeta mirov e di hemû warên jîyayna civakî da, li ku divê garantîya mafên weke hev û jîyaneke hêja ji bo hemûyan hebe, û pirsên êkolojîyê yek ji beşên girîng ên îdêolojîya wî ne…

– eger di cîhana rewanî da tê gotin, ku Zerdeşt Pêxember di heş û rewanê mirovan da hizira ji hev cudakirina Dilovanîyê û Zulmê bi cî kirye û bang kirye, ku divê xwe li dilovanîyê bigirin û zulmê red bikin, wisa jî, eger pêwîst be, amade bin, li dijî zulmê têbikoşn – ew çi rengî dibe, bila bibe, lêbelê, anegirî têorîya Ocalan di mafên xwe da hemû gel û mirov divê weke hev bin, û, eger ew mafama tên binpêkirin, ew bi xwe şêwazekî zulmê ye, û, lewra jî, divê li dijî wê lulmê têbikoşin; ewî bi zanistî rê û rêbazên wê têkoşînê dîyar kirine û bi xwe jî rêberîyê lê dike…, 

Li vira, dibe ku pirs derê hole: “Ev mînahevîya helwest, têgihîştin û watedarkirina jîyana mirov ji ku tê?”– Wek ku tê xuyanê, dijwar mirov bikaribe bersîveke yekawa ji bo vê pirsê bibîne…Lêbelê, mirov dikare bibêje, ew, ku Abdullah Ocalan di dema xwe da hinek tişt di derbarê zerdeştîyê da xwendibin jî, ewê dê nikaribûya bandora xwe li ser têgihîştin û dîtinên wî yên gerdûnî bihişta, lewra ku, ya yekem, Ocalan wek têorêtîk û siyasetmeder li ser bingeha sotsîalîzma zanistî pêk hatye, û, ya duyem, wê demê di wî welatê misulmanîyê da (Tirkîya) zerdeştî nikaribû di nava gel da ewqasî naskirî û pêkan bûya, ku di jîyana wî da cîyê xwe hebûya.

Li vira mirov tenê dikaribû bi bawer bigota,  ku, her çiqas, piranîya kurdan îro  misulman in, lê gelek deremên (êlêmênt) asa, norm û ferzên bawerîyên kevnar ên gelê kurd (heya yên berî zerdeştîyê jî!) di civaka kurdî da zêndî mane û tên parastin, û hema di wê civakê da jî Ocalan gihîştye, mezin bûye û wek kesayetîyeke têgihîştî pêk hatye. Û, wek ku tê xuyanê, evan mercana, wisa jî rewşa civakî û siyasî ya ku wê demê di Komara Tirkîyayê da serdest bûye, perwerdeya wî ya siyasetmederîyê, û bîra wî ya gênêtîkî, ji bo ku têorîzan (theorist) û têkoşerekî ji bo mafên gelan ê weke wî pêk bê, bûne bingeh…

Ev herdu kesayetîyên gewre (Zerdeşt û Ocalaan) zarokên heman gelî yên serdemên cuda bûne. Û,anegorî wê jî, di serdemekê da (dewra VI a berî s.m.) pêxemberekî gewre pêk hatye, lê di ya dinê da (nîveka dûyem a dewra XX – destpka a XXI a s.m.) – têorêtîzan,stratêg û rêberekî gewre…   

Û ev jî hemû nine! Di vê pirtûkê da mamosta Ezîz ê Cewocarna ravekirinên bi zanistî teqaz ji bo pirsên dinê yên tevlihev dibîne, yên ku, qey bibêjî, bersîvên wan êdî hatine dayîn û li br çavan in…

Û, ji bilî van!

Dibe ku, piranîya xwendevanan, hîç nebe, carekê têrmînên “zimanê farsî yê kevnar”“zimanê Avêstayê” yan “zimanê avêstî”bihîstibe yan xwendibe, û ew wek tiştne xwezayî pejirandibe. Lê, wek ku tê xuyan, li vira her tişt wisa yekawa neîne…

 

Weha şiroveyên mamosta di wê derbarê da:... ma ne nivîsara bizmarî ya li ser zinêr, a ku bi fermana Darîûsê I e (d. 521 – 485 ên berî s.m.), li Bîsêtûnê hatye nivîsîn, ev jî di navçeya başûr-rojhilatê Êkbatana paytexta Medyayê da ye (Hemedana îroyîn – di Rojhilatê Kurdistanê da). Û 30 salî pey derbeya xayînane ya Qurûşê duyem ra ev nivîsara bi çi zimanî dikaribû bihata nivîsîn? Ew jî wê demê, dema ew dewlet bi xwe Împêratorîya Med û farsan bûye!

 … Û, gelo, bi zanistî (bixwîne – bi heşmendî!) çiqasî rast bûye, dema deşîfrekirina wan nivîsaran matêrîalên hemberhevkirinî yên zaravên zimanê kurdî bi kar neanîne? Û, bi giştî, ew çiqasî zanistî ye, ku wî zimanî, yê ku ew nivîsarana pê hatine lêkirin, wek “farsîya kevnar” nav kirine? – Li ser wê bingehê, ji ber ku ew nivîsarana di nav sînorên dewleta farsan da hatine dîtin? 

Ka, gelo ev çiqasî heşmendî ye?

Bi heman şêweyî, wek ku dilê wan xwestye, hildane û zimanê Pirtûka Pîroz a zerdeştîyê“avêstî” navkirine. Weha, di wê derbarê da, ka ew yek çawa pêk hatye, S. N. Sokolov çi dinivîse: “... Avêsta rêyeke dûr û dirêj derbaz bûye: di destpêkê da bi kevneşopîya zarkî, lê paşê bi ya nivîskî. Xala jêderî ya wê kevneşopîyê, ... mirov dijwar bikaribe derxe zanebûnê, û  lewra jî, zimanê vê peykerê divê, bi mercî, zimanê Avêstayê, an jî “avêstî” bê navkirin...”.

Û, hema wisa, ji xwe ra hildane û ew nav lê kirine…!

Li ber çavan e, ku herdu têrmîn jî (“farsîya kevnar”û “zimanê avêstî”) mercî ne û bingeheke wan a zanistî nîne”.

Helbet, bi vê pirs bi dawî nabin, û ew pirsên dinê jî, yên ku dertên hole, mamosta Ezîz ê Cewobersîvên wan ên heşmendî dibîne! Û yek ji wan jî pirsa di wê derbarê daye: “Ka gelo çawa bûye, ku dema komploya li dijî padşahê dawîyê yê Medyayê – Îştîvêgû (Astîag) malmezin û giregirên welêt piştgirîya padişahê xwe nekirine, lê berovajî wê, xwe didin terefê nevîyê wî Qurûşê delkbaz, û ev jî desthilatdarîyê hiltîne destê xwe û di encamê da xala dawîyê di dîroka wê împêratorîya bi hêz da datîne?”–  Û ji bo vê pirsê, ya ku heya îro jî tavetîyê nade gelekan, li bal mamosta şiroveya heşmendî heye: “... Wek kû êdî hatye gotin,– mamosta dinivîse, – zerdeştî di Medya kevnar da saz bûye û ji sala 588an a berî serdema me va, dema padişahê Medyayê – piştovanê Pêxember, Kavî Vîştaspa (Kîaksar) ew pejirandye, di nav gel da belav bibe … Di dema padişahtîya  Kavî Vîştaspa da jî zerdeştî bûye ola dewletê. Peyra ev bîrûbawerî di nava gelên cuda yê împêratorîya Medyayê da jî belav bûye.

Û, piştî çar salan, dema Kavî Vîştaspa (Kîaksar) dimire, şahzadeyê ciwan, Îşûvêgûyê padişahê pêşerojê yê Medyayê jî êdî bibûye bawermendekî bi bawer ê ola zerdeştîyê, û di jîyana xwe da bi tundî asa (norm) û ferzên wê olê şopandine…

Di vê serdemê da, eger mirovek padişahê dewleta koledarîyê be û, di heman demê da, di derbarê cîhanê da xwedî dîtin û bîrewarîyên weha be, bi xwezayî, bi evê rewşa xwe va, ewê dijî  berjewendîyên tevahîya mirovên wê sîstêam koledarîyê yên derdorên xwe bûye… Lê, ya here sereke, rewşeke weha, bi xwezayî, bi pergal û sazûmanîya koledarîyê bi xwe ra di nava nakokîyan da bûye, û evê jî di çarenûsa wî da rola xwe ya sereke lîstye û di encamê da, wisa jî – di çarenûsa Împêratorîya Medyayê bi xwe da…

Lewra jî, dema Qurûşê fars ê vassal (ê ku dê paşê bibe Qurûşê II), torinê Îştûvêgû li dijî kalikê xwe amadekarîyên delkbazîyê dike, malmezinên medî (ên koledar!) bi hêsane derbazî terefê wî dibin, lewra ku, Îştûvêgû “...xwastye, hemûyan fêrî jîyana bi şêwazekî hevbeş bike, ku divê hebûna kesekî ya cuda nînbe, lê divê her tişt ji bo hemûyan giştî-tomerî be. Her gotineke wî, her karekî wî vekiriî, li ber çavan bûye. Tu ramanên wî yên bi dizî û veşartî nînbûne, û her tiştê ku di dilê wî da hebûye, ewî li ber hemûyan  vekirî anye zimên: û ewî  biryar dabûye, ku mafê  dostan heye, şev û roj bikevin bal wî û derên. Û ev jî, wek ku tê gotin, qencîya wî ya neqenc bûye”.

Û mamosta bi şopdarî rûpelên tevlihev û di nava sur û sêran da pêçayî yên dîroka Medya Kevnarbi berekê va analîz dike û bi delîlên misoger bersîva wan pirsan dide, yên ku dertên pêşîya wî... 

Di lêgerînên xwe da  ew bi wê prênsîpê tevdigere, ku: “Di dîrokê da hîç tiştek jî bê şop winda nabe!”– û lêgerînên rastîyên dîrokî yên lêpovajî û tewşkirî pêk tîne, wan bi zanistî analîz dike û rûpelên “windabûyî”yên dîrokê vedjinîne...

Û, her çiqas, pirtûk bi xwe berhemeke lêgerînên zanistî ye, lêbelê, bi saya şêwazê vegotin-pêşkêşkirina matêrîyalan, xwendevan xwe di sowbeta bi lêgerîner ra hîs dike, dibe beşdarê karên lêgerînên wî û destê wî/wê ji pirtûkê nabe... 

Lê divê bê gotin, ku me nikaribû hemû pirsgirêkan wergirin nava goveka vê dazanînê – mirov divê pirtûkê bi xwe bibîne û bixwîne! 

Û ji bo wan, ên ku bixwazin vê pirtûkê destbînin, em jêdera wê pêşnîyar dikin, ji bo ku ew bikaribin bi rêya wê pirtûkê sparîş bikin:http://www.pirtukakurdi.com/Ezize-Cewo  

 

Wezîrê Kaşaxî

Şirovegerê siyasî yê malpera Kurdistan today

Cotmeh – 2018.

_________________

Ev gotar bi zimanê rûsî malpera Kurdistan todayda hatye weşandin, çavkanî: http://kurdistan.today/aziz-e-dzhavo-prorok-zaratushtra-stranicy-poteryannoj-istorii/40338/ ?fbclid=IwAR3hBSIP5V4BR10WaMgyOJthhjyoLKItbfwWNS_dCGJtvsQVKymJts_Dj4Q