1. Tekst

  2. Zanistî

  3. Ezîzê Cewo
  4. ZERDEŞTÎ DI EYNEYA DÎROKA K’URDISTANÊ DA – DANEYÊN JIBÎRKIRÎ
ZERDEŞTÎ DI EYNEYA DÎROKA K’URDISTANÊ DA –   DANEYÊN JIBÎRKIRÎ,zerdeştî,di,eyneya,dîroka,k,urdistanê,da,daneyên,jibîrkirî

ZERDEŞTÎ DI EYNEYA DÎROKA K’URDISTANÊ DA – DANEYÊN JIBÎRKIRÎ

A+ A-

Ezîz ê Cewo (Azîz Mamoyan)

Piştî weşana p’irtûka me a “Zerdeşt Pêxember (Rûpelên dîroka “wimdbûyî”...)”[1]gotar, name, peyam û şiroveyên xwendevanan dan xuyan, ku di nava civaka k’urdî da helwest û têgihîştineke yekawa û yekr’engî li hember vê mijarê nîne. Eger hinek r’ewşenbîr û mitaledarên k’urd, wisa jî xwendevanên dilêşên dêroka net’ewî bi baldarîyeke mezin weşana wê berhema me pêşbazî kirin, nêrînên xwe anîn zimên, lêbelê ji pirsên hinek xwendevanan jî dîyar bû, ku, her çiqas di nava  gel da li hember pirsa zerdeştîyêr’ûdaneke hestyarî ya piştheşî heye jî, lê dîsa, bi giştî kêmasîya zanîyarî û danayên di derbarê vê ola  pêşîyan a kevnar da xwe dide xuyan (ango, nexwendîtîyek a olî li holê ye!), Ji hêla dinê va di vê pirsê da ew qalib, ên ku ji hêla “dîroknûsên”sîstêmên desthilatdar va hatine danîn û hewldanên qewalên(mîssîonêr)bawerîyên bîyanî di têgihîştina mijarê da hinek pirs derdixin holê û r’ola xwe ya neyînî di têgihîştina wê da dilîzin...   

Bi r’astî, piştî weşana p’irtûka navborî di destpêkê da me digot, ku hemû dane û  zanîyarîyên dîrokî, yên ku ji bo têgihîştina pirsê pêdivîya wan hebûye, li ber destan in, encamên analîzên zanistî jî hene, gelê k’urd û bîra wî ya net’ewî bi xwe li holê ne, ji vê û  pêva ji bo têgihîştina r’astîyên dîrokî êdî pêdivî bi çi dikare hebe? Lê, her çiqas em di vê zanebûna pirsê da bûn jî, dîsa jî, ji bo ku r’ewşa wan mirovan a derûnî û hestî têbigihîjin,  ên ku di navberê da mane, me bi xwe hewl da, xwe daynin şûna wan, û hewl bidin,  bi çavê wan li wan bi xwe binihêr’im û wan r’astîyan derxin zanebûnê, yên ku di nava wan da bêbawerîyê çê dikin...  

Û di encamê da piştî hinek analîz û nirxandinan me dît, ku ev mirovana ewqasî gunehê xwe nînin, çiqas ku ew propaganda ji hêla hinek komikên bi hinek derdorên îslamîya siyasîva girêdayî hewl didin mejîyê wan t’evlihev bikin. Lewra jî em dem bi dem dîsa vediger’yan ser vê mijarê û di nava dîroka derbazbûyî da dane û r’astîyên dinê jî diger’yan, ên ku, dibe ku ji bala me der mabin, an jî me zêde giringî nedabe wan...

… Wek ku tê bîra xwendevanên hêja, di Beşê I ê pirtûka xwe ya navborî da (r’ûpelên  15 – 21) me di derbarê jîyan û erkdarîya Zrdeşt P’êxember û di derbarê bîrûbawerîya zerdeştîyê da, bi giştî, zanîyarîyên dîrokî anîbûn. Me di derbarê wê bandorê da gotibû, ya ku bîrûbawerîya Zerdeşt P’êxember li ser r’amana rewanî ya mirovahîyê hiştye... 

… Wisa jî me ji bo agahî û zanîyarîyên dîrokî yên di derbarê pêwendîyên gelê k’urdû zerdeştîyêda p’areke cuda veqetand. Me wisa jî di derbarê şopên wê bîrûbawerîya kevnar di jîyana k’urdên îroyîn da nirxandin, û pirsa helwesta taybet a kurdên hemdemî li hember ola pêşîyan nirxand.  

Û, lewra jî, ji ber ku k’urd peyhatîyên medên kevnar ên r’astedêr in,[2] û ola  

zerdeştîyê bi xwe jî di Medya kevnarda pêk hatye û pêşkevteye, ev jî bi serê xwe di wê 

derbarê da dibêje, ku zerdeştîyênyekem med (kurd)bûne… 

Û bi lêger’înên me yên zanistî yên p’ir’şêwaz û p’ir’alî ev r’astyana derxistin holê: 

– zerdeştî, wek bîrûbawerî, di Medyayê da pêk hatye û di nav gelê wê da belav bûye, û, bi xwezayî, yên med(kurd)bûne zerdeştîyên yekem; 

– ev bîrûbawerî li ser bingeha wan bawerîyan pêk hatye, yên ku êdî berî wê di Medyayaêda hebûne;  

– ji wan gelan, ên ku di dema xwe da zerdeştîp’ejirandine, t’enê kurd in, ên ku heya îro jî di nava wan da gelek asa (norm) ûferzên zerdeştîyê û nirxên r’ewanî yên wê bîrûbawerîyê bi giştî zêndî mane, her çiqas, zêdetirî 1350 salan berê bi zora şûr olek a bîyanî li stûyê gelê k’urd hatye alandin.    

Mirov dikare bibêje, ji ber ku  zerdeştî, wek ol, li ser bingeha bîrûbawerîyên gel ên berî xwe pêk hatye, ew ji bo kurdandîyarbûneke xwezayî ya r’ewşa r’ewanî-hizirî bûye, lewra jî dagerkerên bîyanî ne bi şûr, ne jî bi sotin û wêranîyan nikaribûne ewê t’une bikin, ji  ber ku, wek ku di dema xwe da r’ojhilatzanê navdar Dyakonov gotye, “… piranîya wan bawerîyan û dirozgeyên ayînî zerdeştîyê jinûva ji ber xwe dernexistine, ewê ew ji nava bawerîyên gelêrî yên berî xwe hildane, yên ku wê demê kêm-zêde êdî amade bûne... ”[3]  

Û, dibe ku, ji ber wê jî, hê di k’ûrahîya demên kevnar da gelek fîlozof-ezdazananZerdeştwek rêformatorekî gewre û fîlozofê mîstîkek naskirine, yê ku şêwazekî abstrakt ê felsefî daye ola îranî ya kevnar… 

Û, dibe ku, lewra jî, di nava wan gelên cîhanê da, yên ku di dema xwe da zerdeştîp’ejirandibûne, t’enê di nava gelê kurdda ye, ku wisa bi xwezayî mêla wan a li hember zerdeştîyê heya îro jî wisa zêndî maye... An jî, dibe ku mirov bikaribe bi awayekî dinê bibêje, ku zerdeştîdi nava k’urdên îroyîn da dengvegera cîhana rewanî ya pêşîyên wan e.  

Dibe ku lewra jî heya naha di cîhana îslamê da k’urdan wek misulmanên “ne rast”dihejmêrin, an jî wan hîç wek misulamn jî nap’ejirînin, û dibêjin, ku mirov t’enê wê demê dikare k’urdan misulman nas bike, eger li r’û cîhanê hîç misulmanek jî nemîne. Ewana vekirî kurdan zerdeştî nav dikin, ên ku, bi gotina wana, hîç p’êwendîyeke wan bi bawerîya Xwedêr’a nîne û divê bê hêvişandin “bêne tunekirin”... 

Helbet, mirov evê helwestê heya r’adeyekê dikare tê bigihîje, lewra ku, wek ku me li jorê jî git, di nava kurdanda gelek asa (norm) ûferzên zerdeştîyê û nirxên r’ewanî yên wê bîrûbawerîyê bi giştî zêndî mane, û ev jî nahêle, ku k’urd heya dawîyê dêmê xwe yê net’ewî di nava girseya îslamî da winda bike...  

Belê, mirov heya radeyekê dikare ewê têbigihîje, lê ya here balk’êş, ya ku mirov matma dike, û dilê wî pê dêşe jî, ew e, ku îro ne ku t’enê nûnerên  îslama siyasî û  “faşîzama kesk”li dijî bîrûbawerîya zerdeştîyêne, ya ku mezinahîya wê ji hêla bîrewarên gewre yên mirovahîyê va bilind hatye qîmetkiri(bi hûrbînî di beşê yekem – “Pêxemberê Xwedê”yêp’irtûka navborî da bixwînin!) , lê wisa jî di nava gelê me da hinek mirov derk’etine, yên ku vekirî heya dijî wê gotinê t’enê jî dertên, ku gelê kurddi dîrokê da p’êwendîya xwe bi ola zerdeştîyêr’a hebûye.[4]   

Piştî wê, ku di tîrmeha ala 2015an da gotara me ya Çima, divê yên êzdî bibin 

êzîdî-sofî, û êzdîtî bê tunekirin û ji holê rabe?[5]r’onahî dît,gelek xwendevanên me di nameyên xwe da helwesta xwe ya matmabûnê dîyar kirin: “...Em nikarin bawer bikin, ku ew kes, ên ku helwesteke weha li hember zerdeştîyê didin xuyan, pêwendîya xwe bi êzdîtîyê ra hebin, ewana bêhtir krîpto-ereb in(erebên veşartî. – E. C.)û li dijî ramana netewî û zêndîkirina xwetêgihîştina netewî ya gelê me derdikevin”.– Helbet, wê demê meji bo wan wek bersîv nivîsî, ku, ji bo wê, ji bo ku mirov nêrîneke weha li ser vê pirsê bîne zimên, ne merc e, ku ew ereb be, ku di cîhanê da erebên wisa jî hene, yên ku bi awayekî dinê raman dikin, ku ne hemû ereb misulman in, ku di cîhanê da wisa jî erebên xrîstîan hene... Ku nêzîkbûneke wisa rûdana helwesta misulmanîyê ye, hem li hember ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê, hem jî, li hember zerdeştîyê... 

Helbet, eger gotina van mirovan ne ku di derbarê êzdîtîyê, lê di derbarê êzîdîtîyê (yêzîdîzm)da ye, wek şaxê sofîtîyê yê îslamê,  wê demê, belê, ewana heya r’adeyekê r’ast in.  Em dibêjin – “heya radeyekê”, lewra ku, her çi jî di dîrokê da hatye serê êzdîtîyê, kirasê îslamê jî li stûyê wê danîne û ew kirine êzdîdîtîya (yêzîdîzm)sofîtî jî, lê dîsa şopên zerdeştîyêdi nava vî şêwazê dawîyê da jî hatine p’arastin. Mînak, di nava qewlên êzîdîtîyêda heya îro jî qewlek bi navê “Qewlê Zerdeşt” heye (ew jî – derdorê 140 r’êzî!), ew jî, wek ku tê xuyan, hê berî  rêformên” bi navê Şêx Adî va girêdayî di êzdîtîyêda hebûye... 

Lêbelê, ji nivîsara vê qewlê tê xuyan, ku bi demê r’a ew wisa werguhar’tine, ku di wê da gelek têgeh û ferzên doktrîna êzîdîtîyê (yêzîdîzmê)hene. Û ew jî heşmendî ye, lewra ku di şaxê sofîtîya îslamêda ewê qewlê divê kirasê wê wergirta (gotinê Hoşeng Biroka tên bîra we, yê ku yek ji îdêologên wî şaxî tê hejmartin? Bala xwe bidinê, k’a ew çi dinivîse: “...Her gava ku zanayek, lêkolînvanek, teyologek yan dîroknasekî Êzîdî rastiya Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berzdi Êzîdiyatiyê de, ku wê demê netewayetî û sînorên wê nas nedikirin, bike, ...”[6])...  

Her çi jî hebe, k’a em bi hev r’a çend r’êzên ji wê qewlê bixwînin:

   ... Zerdeşt got: «Ya Xwedê tu xwedayî! 

   Tu layîqê medih û senayî, 

   Tu kesê bê kesayî, 

   Tu mefera bê meferayî! 

 

  Tu Xwedayê neĉar û bê ĉareyî, 

  Tu Cebarê șikestiyayî, 

  Tu ĥekîmê kul û derdayî!» 

 

  Zerdeşt bi sit’ara ji bê xwe naskirî, 

  Bi şev û ȓojê difikirî, 

  Ya Xwedayê minî ji e’wil ĥeta axirî. 

 

  Xwedayê minî Cebare, 

  Dawî hatibû ferware, 

  Ȓêya baweriyê ji Zerdeştȓa kiribû ferware.[7]

 

Û ev jî bi serê xwe t’enê nine!  

Ya here balkêş hê li pêşîya me ye! 

Hem di nava kurdên zazada, hem jî di nava kurdên êzdîda şaxên zarkî yên têk’sta helbestî ya çermkaxeta(pêrgamênt//parşumen) Silêmanîyê ya sedsala VII hatine parastin, û di wê da jî ji bo r’ewşa bawerîya zerdeştîyêya giran û bêç’re tê lûvandin… Ew p’arç’eyekî berhema helbestvanekî ye, yê ku navê wî negihîştye me.  Wek ku tê xuyan, ew straneke dilkovanî bûye, ya ku di şîn û mehêlên r’ojên heznên giran da ji bo bûyerên trajîk hatyelûvandin, an hatye stran. Ango ev stran-lûvandinek e, di derbarê wê trajêdîyê da, ya ku bi êrîşên erebên zork’ar r’a hatye serê ola zerdeştîyê![8]  

Ev p’arç’eyê vê çermkaxetê destpêka sedsala XX di şkevteke nêzîkî bajarê Silamanîyê da (Başûrê Kurdistanê) hatye dîtin, li ser wî heyşt r’êzên helbestekê hatine p’arastin, ên ku bi tîpên aramêî hatibûne nivîsîn. Piştî ku zanîyaran ew werguhêzî tîpên erebî kirine û xwendine, dîtine, ku ew bi k’urdî hatye nivîsîn. Peyr’a di weşanên cuda da gotar û agahîyên zanistî di derbarê wê nivîsarê da hatine weşandin, di wan da wisa jî wergerên wê yên cuda jî hatine danîn.[9]  

Û îro êdî di hinek weşanan da mirov dikare nimûneyên cuda yên wergera wê peykera nivîskî ya sedsala VII bibîne…  Û her çiqas di hinek cîyan da di navbera wan da hinek cudayî hene jî, lê ji hêla naverokê va hemû jî yek in: di wê da xudanê wê helbestê ji bo êrîşên erêbên zork’ar dilkivanîya xwe tîne zimên û ji bo r’ewşa zerdeştîyê ya giran û bêç’are dilûvîne. 

Weha, nimûneyeke têk’sta wê helbestê ya bi tîpên latînî: 

 

Hormozgan reman, atûran kujan,

Wisan serdewe gewreî gewrekan,

Zorkar arap kerdina xapûr,

Guneî pale heta Şarêzûr.

Jin û kenîkan wê dîl beşînia,

Merd azad li ve rûî hwîna,

Rawestî Zerdûşt ra manûye bêdest,

Bêzîka nayke Hormoz ve hîç kes...[10]

 

Ev jî – naveroka vê têk’stê ya bi nêzîke:  

 

Perestgehên Hurmuz wêran kirine, agirên wan temirandine (kuştine), 

Wisa anîne sere me wan gewrên gewran… 

Erebên zorkar (cîhan) li me kirine tarî 

Gundên (herêma) Palê heta Şahrêzûrê, 

Jin û keçikan wê dîl bişînin, 

Reha mêran wê tam derînin, 

Bawerîya zerdeşt bê xwedî maye, 

Alîkar nabin ne Hurmuz ne hîç kes…

 

Li vira divê bê gotin, ku heya orîjînala vê têk’stê careke dinê, bi baldarî neyê lêger’andin û bi zanistî ji hemû hêlan va neyê analîzkirin û nirxandin, li ser wê bingehê têk’stên heyî neyên sererastkirin, ev hem têkstên heyî, hem jî wergerên wan nêzîke ne. 

Belê,  wek ku tê xuyan, di vî p’arç’eyê helbestê ne ku t’enê di derbarê bûyerên tirajîk ên wêrank’ar ên sedsala VII da tê vegotin, ên ku di dema  êrîşên ereban ên ser Kurdistanê û Îranê r’ûdane, lê wisa jî r’ewşa bêç’are ya bawerîya Zerdeşt p’êxember tîne ber ç’avan.[11]   

Û li vira pirseke heşmendî dertê pêş: “Şaxên zarkî yên vê stran-lûvandina şînî ya li  ser rewşa bawerîya Zerdeşt pêxember di nav kurdên zaza û ên êzdî hatine parastin – çima?” 

Pirs hrêtorîk e!

Emê li vir vê pirsa hrêtorîk bihêlin û berê xwe bidin dîroka wan şaxên zarkî yên wê peykera wêjeyî ya sedsala VII. Ji bo ku ev hemû baş bê têgihîştin, em binihêr’in, ka Nûrî Dêrsimî di vê derbarê da çi dibêje: 

“...Ji sala 90î ya hîcrî va, wan artêşên Ereb-îslamî, yên ku êrîş birin ser rojhilat û bakur, li rojhilatê Anatolîyayê dawî li desthilatdariya Îranê û ya gelên li Îranê anîn û di dawiyê da gelê Dêrsimê jî di sala mîladî ya 669an de ji bin destê rûman ketin bin destê ereban. 

Kurdên Dêrsimî li dijî ereban li ber xwe dan û nebûne musulman, ola xwe ya zerdeştî domandin û parastin. Rêvebiriya ereban li ser Dêrsimê bandor nekiriye, lê herêmên din ên Kurdistanê bi darê zorê ji neçarîyê îslamiyet pejirandine. 

Heya van demên dawîyê jî di nav kurdan da ev stran-lûvandina li jêr di şînan da dihatin gotin: 

Hurmuzgan ruman

Atiran kujan

Hoşan şarewe gevre gevregan

Zorkari arep kirdine Habur

Gihane pala paşe şarizor

Jin u kenikan ve dil beşinan

Merdi aza dilên ji ruye hevnan

Raveştê Zerdeşt maye bêdest

Bizika na kit Hurmuz ve hiç kes

                                     Sal – 669[12]

 Em dibêjin, li vir êdî hîç şiroveyek jî pêwîst nake, her tişt bi zelalî hatye gotin. Lêbelê, li vira tiştê balk’êş jî ew e, ku şaxekî vê stran-lûvandinê bi zazayekî r’a hatye derk’etye Ermenîstana Sovêtê, lê şaxekî dinê jî, hê berî wê, di nava êzdîyan da hebûye, û ew jî, piştî demeke dirêj bi hinek guhar’tinan va di nava êzdîyên Ermenîstanê da daye der. 

Weha, sala 1968an zimanzanê k’urd Mak’sîmê Xemo (Mak’sîm Xamoyan) şaxekî zarkî yê nivîsara ç’ermk’axeta Silêmanîyê ji zarê nivîsk’arê k’urd ê navdar Erebê Şemo (Şamîlov) nivîsye. Û, eger mirov wê hesab hilde, ku Erebê Şemo bi xwe ji malbeteke şêxên êzdîyan bûye, û, wek ku tê xuyan, wî ew têkst di malbatê da bihîstiye, habûna wê girîngtir û watedartir dibe. 

Weha, ew:

Li me hatin ereban

Li me kirin gewrî gewran

Birin zar, jin û qîz

Ew gewrî gewran welat li me kirin wêran…

 

Û piştî salekê, sala 1969an heman Mak’sîmê Xemo ji zarê Tîgranê Zaza yê binecîyê demekê yê gundê P’îran (Lûçna naha) ê navçeya Baharmadan a herêma Amedê  nivîsye, yê ku wê demê di bin navê Tîgran Poxosyan da di bajarê Abovyanê yê Ermenîstana Sovêtê da jîya bûye. Tîgranê Zaza ew şax dema di K’urdistanê da jîyabûye, di nava civaka k’urdên zaza da bihîstibûye û, wek zazayekî, ew ezbere dizanibûye. 

Weha, ew şaxa:

Hormozgan rîman adiryan kêşyan

Wisan serdawa gewrî gewran

Zorkar arap kirdine zapûr

Gune pale taha Şeherazûr

Jinan-kenîkan vê dîl bêşîne

mêrd azat le vê ruî hîna

bêcihra nahîka Hormoz.[13]

 

Balk’êş e, ne!? Ew nivîsar (têk’st) a li ser wî p’arç’eyê ç’ermk’axetê, yê ku li derdorên Silêmanîyê hatibûye dîtin, şaxê wê yê zarkî di nava k’urdên zaza da ger’yaye, ew di dema r’ojên heznan û şînan-mehêlan da lûvandine, û ewê xwe di nav k’urdan da parastye, bi k’urdên êzdî r’a derbazî Ermenîstanê jî bûye?! – Bala xwe bidin erdnîgarîya belavbûna wê: herêma Soran– Amed– Dêrsim– Serhed– Ermenîstan! Û ev jî ne hemû ye!

Ev tê çi wat’eyê? Gelo ev govenîya wê nine, ku, her çiqas hinek bawerîyên kevnar (ên wek êzdîtîyê) di K’urdistanê da xweserîyeke xwe p’arastibûne, beşekî giran ê gelê k’urd di bin zulm û zordarîyê û metirsîya t’unekirinê da îslam p’ejirandibûne, cî-cîna k’urdan li dijî îslamê heya dereng ber xwe daye (wek Dêrsimê), lê dîsa zerdeştî ji bo van hemûyan nirxekî r’ewanî yê giştî bûye, û hemûyan xwe di wê bîrûbawerîyê da dîtine?! 

Gelo dem nine, ku k’urd vê r’ewşê bi zanistî wat’edar bikin?! 

… Û,eger mirov bi ç’avekeî zanîyarî wan nimûneyên zargotina gelê me, dua-drozgeyên olî, yên ku di dema xwe da hatine berevkirin û weşandin, bi baldarî bixwîne, dê dîsa gelek şopên bûyer û pêkhatinên dîroka me yên kevnar bibîne û derxe r’onahîyê. 

Lê îro mirov dikare bi bawer bibêje, ku ev “Qewlê Zerdeşt”û şaxên zarkî yên têk’sta ç’erm’kaxeta Silêmanîyê ya  sedsala VII govenîya wê yekê ne, ku zerdeştîne t’enê di Medya kevnar da li ser bingeha bîrûbawerîyên gelêrî yên berî xwe wek ol pêk hatye, lê ew wisa jî di nava gelê k’urd da (çi êzdî, çi elewî, çi misulman!) bi bawerîyên binecî yên xwezayp’erest r’a t’evayî di nav gel da belav bibûye û hatibûye p’ejiriandin, û şopên wê piştî êrîşên Îskederê Makêdonîjî, û peyr’a jî, piştî êkspansîya erebî-îslamîjî di nava gel da zêndî mane... 

Û ya dawîyê – careke dinê van r’êzan bi baldarî bixwînin:  

Hormozgan reman, atûran kujan,

Wisan serdewe gewreî gewrekan,

Zorkar arap kerdina xapûr,

Guneî pale heta Şarêzûr.

Jin û kenîkan wê dîl beşînia,

Merd azad li ve rûî hwîna,

Rawestî Zerdûşt ra manûye bêdest,

Bêzîka nayke Hormoz ve hîç kes! ...  

 

Ev tiştekî nayne bîra we, gelo? 

Tuyê qey bibêjî, ew di derbarê bûyerên Kobanîyê, Şengalê ûEfînêda hatye nivîsîn!...

Ev her p’arç’eyek e – p’arç’eyekî dîroka gelê me! Lê çiqas p’arç’e, hê negihîştine ber 

destê me? Eger mirov wan hemûyan berev bike, bigihîne hev, dê dîmenê dîroka gelê me ya piştî sedsala VII derê ber ç’avan!... 

___________________

 [1]Ezîz ê Cewo:“Zerdeşt pêxember (Rûpelên dîroka “windabûyî”...)”, weşanên ARYEN – 2018

[2]Li p’ara 5em a Beşê duyem a p’irtûka nvborî binihêr’in – r’û.: 41 – 50; Wisa jî: Ezîz ê Cewo: “Ezdazanê ermenî yê destpêka sedsala XX di derbarê êzdîyan û êzdîtîyê da”– http://www.amidakurd.net/ku/tekst/ezdazanê_ermenî_yê_destpêka_sedsala_xx_di_derbarê_êzdîyan_û_êzdîtîyê_da

[3]Дьяконов И.  М., История Мидии, М. – Л., 1956 //Dyakonov. Î. M. “Dîroka Medyayê”, M. –L., 1956, rû. 45 – 55.

[4]Ezîz ê Cewo,Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê tunekirin û ji holê rabe?http://www.amidakurd.org/ku/tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_ êzdîtî_bê_ t_unekirin_û_ji_holê_r_abe; û rojnameya “Pênûsa nû”, hejmar: 39 – 44 – http: //www.penusanu. comEzîz ê Cewo, “Êzdîtî: Divê mirov rastîya wê li ku bigere”, Amed – 2017/АзизэДжаво, Эздианство: Гденадоискатьправдуонём?,Амад– 2017, стр.231 – 258 

[5]Ezîz ê Cewo,Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê tunekirin û ji holê rabe?http://www.amidakurd.org/ku/tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_ êzdîtî_bê_ t_unekirin_û_ji_holê_r_abe; û rojnameya “Pênûsa nû”, hejmar: 39 – 44 – http: //www.penusanu. com.  

[6]Di heman cîyî da.

[7]Têmûrê Meso,“Newşe dînê êzîdîyan”  («Езидскаярелигиознаяпоэзия») – 2018 – https://freedocs.xyz/pdf-486055056, rû. 699.

[8]АкоповГБ., ЕщёоСулейманийскомпергаменте– «Вестникобщественныхнаук», Ереван, 1968, №8, с. 94—108//Akopov G. B.: “Dîsa di derbarê çermkaxeta Silêmanîyê da” – “Agahînameya zanistên civakî”, Yêrêvan, 1968, №8, rû.: 94 - 108; ХамоянМУ., ОдвухизустныхвариантахтекстасулейманийскогопергаментаVII века. См. Труды Самаркандского государственного университета имени Алишера Навои. Новая серия, выпуск № 225. Вопросы фразеологии, стилистики и грамматического строя восточных языков. Самарканд – 1972, стр. 82 -89//XamoyanM. Û.: “Di derbarê du şaxên zarkî yên têksta çermkaxeta Silêmanîyê ya sedsala VII da”. Binihêre: Berhemên Zanîngeha dewletê ya Semerqendê ya ser navê Elîşêr Nevoî. Hejmara 225, Pirsên frazêologîyê, stîlîstîkê b pergala rêzimanî ya zimanên Rojhilatê. Semerqend – 1972, rû.: 82 – 89.  

[9]Di vê derbarê da bi hûrbînî di gotarên Akopov G. B. û Xamoyan M. Û. da – nasî 8.; Akopov di gotara xwe da navê van mirovan û berhemên wan tîne, yên ku li ser vê mijarê nivîsîne: Huseyn Huznî Mûkrîanî, R’eşîd Yasêmî, M. Kêyvan, Şêx Mardûx, Nûrî dêrsimî, M. B. R’ûdênko…

[10]Helbet,wek ku me êdî gotye, mînakên vê nivîsarê yên bi tîpên erebî jî hene, û eger derfet çê bibûna, mirov ew û orîjînala wê ya bi tîpên aramêî hember hev bikirana, wê demê dê bersîvên gelek pirsan derk’etana holê ...

[11]Nuri Dersimi: “Kurdistan tarihinde Dersim“. Halep, 1952, s.: 22 - 23//Nûrî Dêrsimî: “ Dêrsim di dîroka K’urdistanê da“. Heleb, 1952, r’û.: 22 – 23.

[12]Ev r’êzên helbestê di sêrî da di r’ûpelê 23an ê p’irtûka Nûrî Dêrsimî ya navborî da tê danîn (nasîya 11.), lê di dawîyê da, dema êdî p’irtûk ji bo weşanê amade bûye, ew dibîne, ku di nîvsara wê da şaşî hene, lewra jî ew di dawîya pirtûkê da (r’. 340) evî şêwazê serer’astkirî datîne.

[13]Ev erdu nimûne jî – di gotara Maksîm Xamoyan a navborî da, nasî: 8.

 

27. 02. 2019

Pyatîgorsk/R’ûsîya