1. Tekst

  2. Zanistî

  3. Yekta Arîn
  4. Zivirîna li dor tavê
Zivirîna li dor tavê,zivirîna,li,dor,tavê

Zivirîna li dor tavê

Îro keştiya me li ser rêgeha dinyayê ya li dor tavê ye ku ev rêgeh çar milyar salî ye

A+ A-

 

Em ê hem di rêgeha xwe de biberdewamî li dor tavê bizivirin hem jî bi hejmaran vê stêrka ku jiyanê ava dike hinek nas bikin, her wiha bi dûrahiya wê jî dibe ku em biveciniqin. Çarmilyar sal e dinyaya me li dor tavê bi aheng û birêkûpêk di halê xwe de dizivire. Dûrahîya tavê ji dinyayê qederê 150 milyon kîlometre ye. Hema hema 400 qatê dûrahiya navbera dinyayê û hîvê ye. 

Em ji navîniya dûrahiya di navbera dinyayê û tavê re yekeya astronomîk dibêjin, ji ber ku di destpêka xebatên astronomîyê de ev şêweya pîvanê pir kêrhatî bû. Ji bo ku ronahî dûrahiya yekeyek rê biçe 8 deqîqe dem derbas dibe. Gava ku em xeberek an nîşanek ji tavê digirin ev tê wateya ku ew xeber 8 deqîqe berê ji tavê derketiye rê. Tîreya tavê teqrîben 1.5 milyon kîlometre ye. 

Dinya bi rihetî dikare di nav raperînek biçuk ku li rûyê tavê rû dide cih bigire. Heger mezinahiya tavê bi qasî gogek basketê bê biçûkkirin wê dinya jî wekî dendikek sêvê biçûk xuya bike. 

Dinya gera xwe ya li dora tavê di salekê de (30,000,000 saniye) temam dike û leza dinyayê jî di saetê de 110,000 kîlometre ye. Ji ber ku erdkêşî bi qewet me li ser rûyê dinyayê digire û bergir (resistance) jî tuneye (ji ber ku dinya di nav vakûma fezayê de ye bergir nîne). Em bê hay beşdarî vê leza derîhed dibin lê di jiyana me ya rojane de tu guherîn rû nade. 



Gotinên miftehî :