Aba aba abaaaa !,Aba,aba,abaaaa,!

Aba aba abaaaa !

A+ A-

Li devê deriyê mala keran sekiniye. Jinika xwefiroş çawa ku wî dibîne gazî wî dike:

- Hela were şêrgele ! Xortê lal radibe diçe cem jinikê. Jinik dibêj:

- Tu çi dixwazî ?

Lawik bi destê xwe nîşana hevşabûnê dike û dibêje:

- Aba aba aabaaaa! Jinik jî radibe bi destê xwe nîşana pereyan dike û dibêje:

- Pereyê te heye? Lawik serê xwe li ba dike û dibêje "aba abaa aabaaa" Jinik dinihêre ku perê wî tune, têr jêre çêran dike. Dibêje "hey min devê de te nizanim çi kiro, madem pere tune tu hatiyî çi?"

Xortê lal radibe diçe cem jineke din. Lê ew jî pirsa pereyan dike û piştî ku dinihêre pere tune, têr ji lawik re çêran dike û der dike. Lawik derdikeve derve. Li ber deriyê din jineke din heye. Jinik gazî wî dike, derdê wî dipirse. Lalo dîsa bi destê xwe nîşan dike û dibêje:

- Aba abaa aabaaa!

Jinik dibêje de qey hatiye heta vir niha perê wî jî heye û dibe hundir. Piştî karê Lalo xelas dibe, jinik pereyan dixwaze. Lê Lalo serê xwe li ba dike û dibêje:

- Abaa abaa abaaa!

Jinik radibe gazî du mirovên qewad dike, wekî zebelahan. Dibêje vî lalî ji haletê wî ve daleqînin.

Lalo ji haletan ve dadiliqînin. Li hewa li dora xwe zîz dibe, ziman erînekê dikêşe, çav li hev diqelibin, serî gêj dibe.

Roj derbas dibin, heftiyek du heftî diçin. Jinik lê dinihêre dîsa Lalo hatiye. Dîsa bi destê xwe nîşana hevşabûnê dike û dibêje:

- Aba abaa aabaa! Jinik vê carê hesabê xwe dike û pêşîn pereyan dixwaze. Lê Lalo dîsa serê xwe kil dike û tiliya xwe ber bi tawana xanî ve bilind dike û nîşana daleqandinê dike û dibêje:

- Aba ... Aba aba, abaaaaa! (Yanî dîsa min daleqîne, ez razî me).


Gotinên miftehî :