1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Şah û Wezîrê Tirk û Şivanê Kurd
Şah û Wezîrê Tirk û Şivanê Kurd,Şah,û,Wezîrê,Tirk,û,Şivanê,Kurd

Şah û Wezîrê Tirk û Şivanê Kurd

A+ A-

Şahê tirk û wezîrê tirk ketine qirika hev. Ew dibêje "ez mezin im", ê din dibêje "ez mezintir im." Şah dibêje "Ez şah im, ez mezintirîn im", wezîr dibêje "artêş di dest min de ye, hêz ez im, tu tenê mohr dikî, ez herî mezin in."

Nîqaşa wan dirêj bûye, rabûne gotine ka em ji hinekan bipirsin. Derketine dervê bajêr ji şivanekî kurd pirsîne:

- Mih mezin e an çêlek?

- Mih mezin e.

- Bizin mezin e, an ga ?

- Ga mezin e.

- Şah mezin e, an wezîr?

- Ez wan herdu heywanan nas nakim ...

Werger: Rêzan Tovjîn