1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmet Gulabî Dere
  4. AKP û Dewlet Hevpar in
AKP û Dewlet Hevpar in,akp,û,dewlet,hevpar,kurd,tirk,akp,tirkiye

AKP û Dewlet Hevpar in

A+ A-

Piştî hatina komên aştiyê her ku diçe rojeva lidora pirsgirêka kurd û armanca dewleta tirk « zelal » dibe. Bi awayeke giştî ez dikarim bêjim ku Tirkiye di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hê bibiryar nin e. Weke parçeyeke dewletê  AKP û hikûmeta wî jî di heman mijarê de xwediyê nêzîkatiyeke zelal nîn e.

Di derbarê pêvajoya xwedêgiravî « Demokratîk Açilim »ê de ez ji mêj ve dibêjim ku li pişt wê leystokên mezin yên AKP’ê hene. Çawa ku tê zanîn ew ne projeya çareseriya pirsgirêka kurd an jî a pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê ye. Her wiha ew tenê ji aliyê dewleta tirk ve jî nehatiye lipêşxistin, di pişt wê de hêzên navneteweyî hene. (Min di nivîsa xwe a borî de balê kişandibû ser heman mijarê)

Ji mehekê vir ve, bi taybetî  ji 19’ê Cotmehê vir ve, bi hatina komên aştiyê rûyê rast yê dewleta tirk û her wiha yê AKP’ê baştir derketiye holê. Beriya 19’ê Cotmehê li Tirkiyeyê atmosfereke binvala çêbûbû  û piraniya raya giştî bawer dikir ku wê bûyerên baş biqewimin. Hin derdor ketibûn nava xeyalên ultra (pir mezin û bêbingeh) û xwe ji bo paşerojekê pembe amade dikirin. Hê  jî heman xeyal di nava hin derdoran de heye û bandora wê jî kêm nîn e.


Ji destpêka meha Mijdarê vir ve derketiye  holê ku dewleta tirk û AKP weke dihatin naskirin nîn in. Hemû daxwazên dewletê û ên AKP li ser esasê binpêkirina Hêza Rizgariya Gelê Kurd hatine çêkirin. Çendî giraniya xetên sor ên dewleta tirk ji holê rabibin jî, di mijara çareseriyeke demokratîk de hê jî nakokiyên ciddî hene. Ev rastî bi me baş dide xûyan ku hê jî hebûna gelê kurd û nasnameya wî ji aliyê zihniyeta dewletê ve nayê tehemûlkirin.

Bila kes xwe nexapîne, di nêzîkatiya fermî a dewleta tirk de hê li pêşiya guhertin û veguhertinê dîwarekî pir bilind heye. Ji bo ku ev dîwar hilweşe hê pêwîstî bi têkoşînekê demdirêj heye. Dibe ku hin kes, an jî derdor vê rastiyê qebûl nakin û nexwezin xwe ji nava xeyalên pembe derxin, lê belê divê were zanîn ku ti xeyal nikarin rastiyan biguherînin.

* * *

Navenda AKP’ê û hemû saziyên wê ketina nava hewldanan da ku bi raya giştî bidin fêmkirin CHP û MHP lipêşiya pêvajoya demokratîk astengiyan çêdikin ji ber vê ew nikare Tirkiyeyê berbi rewşeke aramî ve bibe. CHP û MHP bûne dîwarê parastina AKP. Li gorî min ev nêzîkatiya AKP’ê xeteriyekê mezin di nava xwe de diparêze. Di van rojan de rayedarên KCK’ê jî balê dikêşînin ser vê nêzîkatiya bixeter a AKP.

Li gorî ku ez dibînim Erdogan û Partiya wî projeya « Demokratîk Açilim »ê xistine pîlana duyemîn. Hemû armanca vê partiyê ev e ; qezenckirina hilbijartinên serokkomartiyê ku wê di sala 2011’an de pêkwerin û pişt re jî serkeftina hilbijartinên giştî ku wê di sala 2012’an de pêkwerin. Dibe ku bi hewldanên tevgera kurd hin gavên aştiyane werin avêtin, lê belê ez bixwe nikarim bêjim ku wê beriya 2012’an ji bo pirsgirêka kurd çareseriyeke maqul were dîtin. Helbet ne kurd û ne jî hêzên demokratîk ker ker di mala xwe de rûnanin, ji demên borî pir cudatir wê tekoşîn lipêşbikeve. Berpirsyartiya me hemûyan jî ew e ku em nehêlin keda ji aliyê mîlyonan ve hatiye meşandin bê encam bimîne.