1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Mahabad Felat
  4. AKP û Pêvajoya Nû
AKP û Pêvajoya Nû,akp,û,pêvajoya,nû

AKP û Pêvajoya Nû

A+ A-

Projeya sîstema cîhanê

Ev demek dirêj e ku bi hewldanên sîstema desthilatdar a cîhanê, di bin navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de, li herêmê tevlîhevî û guherandinên mezin dibin. Sîstema Kapîtalîzm-Emperyalîzmê, dema projeyek amade dike, hesabê xwe û 40-50 salî dike, amadekariyên xwe li gor wê dike, têkiliyên xwe li gor wê datîne, an jî diafirîne. Ev armanca guherandina sîstemê, li gel hemû tevger, bûyer, qewmîn, têkilî û amadekariyên wê ve, bê guman ku bandorê li ser hemû gelên herêmê û mêzînên cîhanê dike. Bi gotineke din, ev demek dirêj e ku di vê sîstema cîhanê de erdhejek ku bi destê sîstemê bi xwe ve, ji bo dirêjkirina temenê xwe, ango guherandina kirasê xwe, hatiye afirandin tê jiyan. Navenda vê erdhejê Rojhilata Navîn e. Sedemên ku navend ew herêm e grîng in bê guman.

Di nav vê tevlîheviyê de, her hêz û dewlet hewl dide ku ji xwe re ciyek bi dest bixe, ango ciyên heyî berfirehtir bike. Her wiha têkilî, rêxistin û hêzên din ku bi destê sîstema desthilatdar ve têne afirandin û bihêzkirin jî, hene û cî bi cî bandorên grîng dikin.

Tevgera Azadiyê, di nav vê erdhej û tevlîheviya mezin de ku destê kê di berîka kê de ye ne diyar e, bi tenê ye, ango ji ber gelek sedemên ku dikarine bêne nêqaşkirin, bi tenê hatiye hiştin. Li gel vê tenêbûnê jî, ji ber xeta Serokatiya xwe û îdeolojî, bawerî û girêdana xurt a kadroyên vê tevgerê û ya gel, li gel hemû hewldanên sîstemê û bi wan ve girêdayî yên dijminan, rê li ber pêşkeftina Tevgera Azadiyê, heya niha jî nikaribuye bê girtin. Pêvajoya 35 salî û radeya ku niha Tevgera Azadiyê gihîştiyê, îsbata vê rastiyê ne.

Armanca esasî ya dewleta tirk û AKPê

Divê bê zanîn ku dijminên gelê kurd tu carî bi dilê xwe, bi daxwaza xwe ango ji ber ”demokratî” û ”rêza xwe ya li hemberî mafên mirovan” dev ji tunekirina xiyalên azadiyê û tevgerên li ser vê bingehê şîn bûne, bernedaye û tawîzan nedaye. Îroj jî, li Bakurê Kurdistanê eger dewlet li gor xwe hin tawîzan dide, ev ji ber çend tiştên berçav in ku ji derveyê vîna dijmin bi pêş ketine û dijmin neçar kirine. Tevgera 35 salî û hêz û girêdana mezin a gelê kurd, hebûna parçeyek azad a li Başûrê welêt û destkeftiyên li Rojava û pêşkeftina bidestxistina parçeyek dinî axa azad û konjuktura cîhanê. Ev hemî bûne sedem ku kurd, li gel hemî mafên xwe yên mirovahî ve, êdî nikarine bêne înkarkirin û tu tiştek dê nikaribe mîna berê bê domandin. Ev gavên lawaz û ne ji dil ku her çendî bêhna xapandinê jê tê jî, radestkirin û pejirandina vê rastiyê ye, ne tiştek din e. Lê li gel vê rastiyê jî, dê her di nav hewldanên tunekirinê ango xapandinê de bin da ev pêvajo li ser wan biha rûnenê, ango bi awayê herî erzan xwe ji vê pêvajoyê, rizgar bikin. Dewleta tirk û hukûmeta AKPê, ji bo vê yekê, ji destê wan çi hat, hêz û destekên mezin ên sîstema cîhanê jî dane pişt xwe û kirin. Operasyonên leşkerî yên pir mezin li dar xistin. Li derveyê welêt, li dijî Tevgera Azadiyê suîqastên grîng li dar xistin. Her wiha bi dehan caran hewl dan ji bo li dijî pêşengên vê tevgerê suîqastan li dar bixin, lê li nav welêt bi giranî bi ser neketin. Her wiha 10 hezar siyasetmedarên kurd dîl girtin, hewl dan bêhn li siyaseta legal a kurd biçikînin û ji aliyê leşkerî ve jî derbeyên mezin li Tevgerê bixin ku li ser maseya ´lihevkirinê´, destê Tevgerê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lawaz bikin.

Tu şik û guman tune ku, armanca herî bingehîn a AKPê û dewleta tirk, xapandin û tunekirina Tevgera Azadiyê û pê re jî xiyal û daxwazên azadiya gelê kurd e. Dema ev bûn, ji xwe tiştek din ku kurdan ji mehandina nav sîstema dewleta tirk biparêze û rizgar bike, namîne. Dewlet ji xwe vê hesabê dike, hemû polîtîkayên xwe, heya bi uslûba xwe ve, li gor vê armancê dihone û bikar tîne. Lê caran dikarin neçar bimînin û jahra zirgêjnokê (baldiran) jî vexwin. Lewra her tişt li gor daxwaz û armancên wan nameşe.

Li dijî pêvajoyê, helwestên neyînî

Hezar mixabin ku gelek kurdên ji derveyê Tevgera Azadiyê, bûne navgîn û lîstokên van polîtîkayên dewleta tirk. Her wiha Hukûmeta Başûr, ji ber gelek tirs û fikarên xwe û daxwazên sîstemê, pirê caran aşkere piştgirî da van polîtîkayên AKPê yên kambax ku ev yek jî bû hêviyek ji bo dijminan û têkiliyên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê, li ser van hêviyan honan û bi pêş xistin. Ev hemî jî, ji bo afirandina ”çareserî”yeke ji derveyê Tevgera Azadiyê û li ser bingeha tunekirina Tevgera Azadiyê, hatin kirin û hîn jî ev polîtîka bi hemû germahiya xwe ve di rojeva dewletê de ye. Lewra dewleta tirk jî kurdên xwe durust kiriye. Çiqasî bi hêz û bandor in, ew jî nîqaşeke din e, lê hezar mixabin ku hemî jî pişt ne tenê ji AKPê lê ji Hukûmeta Başûr jî digirin û ji aliyê sîstemê ve, bi rêya Başûr, têne fînansekirin. Hin ji wan, êdî raste rast bi destê AKPê têne fînansekirin.

Ev helwestên neyînî, pêvajoya sala 1999an, dema dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne bîra mirovan. Wê demê jî, çi di nav Tevgerê de, çi di nav gel de û çi jî ji dervayê tevgerê tirs û gumanên mezin çê bûbûn. Mêjiyê gelekan tevlîhev bû û bi vê mêjiyê tevlîhev, ji nav tevgerê bi xwe jî gelek kes veqetiyan, hewl dan li dijî bi taybet Serokatiya Tevgerê xwe birêxstin bikin, Serokayetiya Tevgerê bi ajaniya dewleta tirk tewanbar kirin ku ev yek bû benîşta li devê kes û derdorên ji derveyê tevgerê jî. Êrîşên pir qirêj dibûn û ev êrîş hemî destên dijmin ango dewleta tirk xurt dikir û dibû argumantên mezin ku dikarîbû li dijî Tevgera Azadiyê û Serokayetiya wê bikar bîne. Gelek caran û bi taybet jî di dem û pêvajoyên wiha girîng de, gelek kes û derdorên ji derveyê Tevgera azadiyê, ji ber niyetên xwe yên subjektîf û analîzên şaş, li dijî Tevgera Azadiyê, ketine xizmeta polîtîkayên dijmin. Îro jî car din pêvajoyeke nû heye û dîsa hin serî tevlîhev in. Bi vê tevîheviyê hewl didin tiştna bikin, lê dê dîsa mîna pêvajoya 1999an, bi kiryarên xwe ve xizmeta polîtîkayên dijmin bikin. Her wiha çewa ku ji sala 1999an ve, di nav vî 14 salî de bi pêşkeftina Tevgera Azadiyê û rêxistinkirina mezin a gelê kurd a li derdora Xeta Serokayetiyê, rastiya nêrîn, rawestan û tevgera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştrast bû, kesên li dijî wî û Tevgera wî dijminahî dikirin jî, li ciyê xwe man, neguherîn û bi qasî serê derziyê ne di nêrînên xwe û ne jî di jiyana xwe ya ferdî de bi pêş neketin, dijberî wê di nav xwe de riziyan, dê di vê pêvajoya nû de jî heman tişt xwe dubare bike, ji bo hemu aliyan.

Pêvajoyên nû

Tevgerên mezin û têkoşînên dûvedirêj, bê guman ku gelek caran di gelek pêvajoyên nû re derbas dibin û neçar dimînin li gor pêvajoya nû rê û rêbazên xwe, uslûba xwe biguherin. Ango ji bo pêşkeftinê, timî di nav guherandinekê de ne. An na dê tune bibin. Guherîn, motora pêşxistina jiyanê ye. Ev rastî bê guman ku ji bo Tevgera Azadiyê jî zêde zêde derbas dibe. Tişta ku tevgera Azadiyê, di bin xeta Serokayetiya xwe de dike jî, ev e. Her wiha, tu kes û hêz, bi qasî vê Tevgerê, dijminê xwe baş nas nake ku ev jî yek ji sedema herî bingehîn a pêşketina vê tevgerê ye. Loma jî, hesab û armancên dijmin çi dibin bila bibin, ya grîng ji bo me divê helwest û rawestana Tevgera Azadiyê be. Dijmin ji bo manipulekirina civaka kurd û ya xwe jî, ji destê wê çi bê dê bike û dê hemû derfetên di destê xwe de bikar bîne, ango dê derfetan ji bo vê biafirîne ku ji xwe van tiştan li navenda polîtîkayên xwe daye rûniştandin. Ew dijmin e, karê xwe dike. Ya dikeve ser milê me hemuyan ku em bi tu awayî bi zimanê dijmin nexapin û nekin bingeha nêrîn û analîzên xwe.

Rojava tê jibîrkirin

Dema analîzên pêvajoya nû tên kirin, rewşa Rojava tê jibîrkirin, ango nayê ziman. Lê yek ji sedem û bazariya mezin a li ser maseya vê pêvajoyê, Rojava ye. Li Rojavayê welêt pêşkeftinên dîrokî dibin û ne sîstem û ne jî dewleta tirk, li gel hemû daxwaz û helwdanên xwe ve jî, nikarin rê li ber vê pêşkeftinê bigirin. Ev yek her çendî destê Tevgera Azadiyê li dijî dewleta tirk xurt dike jî, ji aliyê din ve bi destê dewleta tirk birêxistinkirin, fînansekirin û biçekkirina çeteyan û êrîşên li dijî deverên di bin kontrola PYDê de, li Rojava dibe sedema aloziyan û cî bi cî rewşa erênî dike nav xetereyekê. Polîtîka, li gel dirûtiyê, bazarî ye, ango bazirganî ye jî. Divê mirov hoste be di vî karî de ku ev jî bi hestyarî, lave lav û dîlekan, nabe. Bazarî, di nav du hêzên dijber de têne kirin û her alî him neçare li kara xwe bifikire û him neçar e tawîzan bide. Êdî dimîne li ser hostetiya aliyan. Dewleta tirk û hukûmeta AKPê, bi hemû kiryarên xwe ve ku li jor hatine nivîsîn, da xuyakirn ku dê bi tu rengî destûra pêşkeftina sîstema Xweseriya Demokratîk, li gel parastina rewa, nede. Bi vê re, êrîşên xwe yên li dijî Rojava her ku çû xurttir kir. Niha, eger bi rê de ev teker bi awayekî neteqe û ev pêvajo bidome, dê ev yek ji bakur zêdetir bi kêrî Rojava bê ku ev yek ji xala herî grîng a vê bazariyê ye. Dema li Rojava tiştek li gor dilê kurdan ava bibe, ev, bibê nebê dê bandorê li ser her alî bike. Di vê navberê de dê li Bakur jî hin destkeftiyên nû bêne bidestxistin ku dê hukûmet û dewlet êdî nikaribin van destkeftiyan ji destê gelê kurd bigirin. Û ev destkeftiyên nû, dê bibine bingeha avahiyên nû.

Xetereyên vê pêvajoyê dikarin çi bin

Xetereya herî mezin ew e ku AKP car din durûtî bike, hewl bide vê pêvajoyê ji bo armancên xwe bikar bîne. Dikare vê yekê jî bi rêbaza dirêjkirina pêvajoyê û hin provakasyonan pêk bîne. Dikare bi bûyerên sansasyonel, rojevê biguhere û pêvajoyê dirêj bike. Pêvajo dema dirêj bibe, dê di nav xwe de rizandinek biafirîne ku sîstem û dewleta tirk vê yekê baş dizanin û baş pêk tînin. Heya kengî? Heya ku bi desteka BDPê û kurdan, bigihêje armanca avakirina sîstema serokayetiyê ku ev yek ji armanca herî bingehîn a AKPê ye. Bi vê re, dê dewletê bi temamî bikine destê xwe û rewşa xwe ya li hemberî sîstema cîhanê jî xurttir bikin. Ev dê temenê wan dirêj bike. Lewra her çendî sîstem îroj ji ber sedemên polîtîkayên Projeya Mezin a Rojhilata Navîn û di vê çarçoveyê de avakirina îslameke nerm piştgiriya wan dike û wan aniye serî jî, sîstema cîhanê tu carî xwe bi tu kes, hêz û partiyê ve, heta bi heta yê girê nedaye. Roja wan hatiye, xwe ji wan rizgar kiriye. AKP jî vê rastiyê baş dizane û li gor vê hewl dide tedbîrên xwe bigire.

Li hember vê rastiyê û eger AKP bikeve nav heldaneke bi vî rengî, dê Tevgera Azadiyê çi bike? Ez bawer im, ji bo ev yek nebe, Rêberê Gelê Kurd bi zanebûn demeke diyar daniye, ji bo pêvajo nikaribe bê dirêjkirin. Lê li gel vê tedbîrê jî, eger bi hin provakasyonan ku piştre bêjin ”ne me kir, PKKê kir û pêvajo provake bû” ev pêvajo bi rastî jî bi hewldanên dirêjkirinê provake bibe, dê şerek pir germ û berfireh û ne mîna tu dem û carî, dê rû bide. Tiştê ku ji helwest û daxuyaniyan tê famkirin ev e.

Mahabad Felat Arda [email protected] 2013-03-20


Gotinên miftehî :