1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Amed xewna min a herî şîrin
Amed xewna min a herî şîrin,Amed,xewna,min,a,herî,şîrin

Amed xewna min a herî şîrin

A+ A-

Di dema artêşa islamê de bajar tê dorpêçkirin. Lê serdarê bajêr deriyan digire. Wek hun jî dizanin çar deriyê Qela Diyarbekir hene. Derê Çiyê (Derê Xarpêtê, Derê Ruhayê, Derê Mêrdînê û Derê Nû) bi rojan leşkerên artêşa Xalidbîn Welîd li dora Amedê diçin û tên nikarin têkevin  hundirê Qela Amedê. Xalid Bîn Welîd aqilmendên xwe dicivîne, didin ser hev, didin ber hev çareyekê nabînin.  Rojekê ji leşkerên artêşa îslamê yek kuçikekî li der dibîne. Û hema bazdide ba  Halid Bin Welid.

 Dibêje : “Xêra Xwedê li ser tebe, fermandarê min. Min îro kuçikek li der dît. Bivê nevê ew kuçik ji hundirê vê qeleyê derketiye. Bi destûra we be ezê kuçikê bişopînin. Ger ku min encamek bi destxist ezê cenabê we agahdar bikim.

Belê ew camêr ji sibê heta êvarê ji dûr ve kuçikê dişopîne. Û dinihêre ku kuçik çû nêzî derê çiyê xwe di qulikê ke re kir û çû hundirê qelê.

Leşkerê Artêşa Îslamê hema diçe huzûra Hezretî Halid û dibêje min rêyek dît. Ez dizanim emê çawa têkevin vê Qeleyê. Belê çare tê dîtin. Qumandar çend pêlewanên xwe yê herî xwurt di wê qulikê derbasî  hundir  dike û pêlewan diçin nobedarên ber derî dikujin û derîyan vedikin û  bi vî awayî Amed tê fetih kirin.

Belê berî ku ez Amedê nasbikikim min çîroka wê  naskiribû.

Helbet çûna Amedê ji bom in xeyala herî mezin bû.

Bi sedan caran ez di xewna xwe de diçûm Amedê, li ser sûrên wê digeriyam û bi taybetî  beyî ku ez di deriyê vekirî  re derbasî  nava sûran bibim, di wê qulika ku kuçik tê re derbas bû re diketim hundir. Li ber Mizgefta mezin min bi zerikek  sifir a zincîr pê ve girêdayî  av vedixwar û min hespê xwe li Xana

Hesen Paşa girê dida. Min ji bo xwe ji Nişoyê File bilûrek distand û tevî cotek çaroxan ez vedigeriyam malê.

Xewna min jî weke çîroka bavê min bû.

Min tim heman çîrok didît.

Piştî gelek salan ku êdî çîroka Sîniya Sifir jî li çîrokên bavê min zêde bû. Di payizek zipî zer de min Amed naskir.

Lê ez çi bêjim ew deriyên ku bi şev û biroj nobedar li ber bûn vekirîbûn. Li nêzî Deriyê Çiyê 1935 de bi destura Waliyê wê demê ku qaşo bajar ba nagire dîwarên sûran hatibû hilweşandin û neqebek mezin li taxma Derê Çiyê di sûran de hatibû vekirin. Bi vê mudaxaleyê helbet neqeba herî mezin di dîroka gelê kurd de hatibû vekirin.

Li Xana Hesen Paşa ne hesp mabûn, na nalbend, ne jî nalekî hespan. Dikana Nişoyê Bilurvan bibû dikana dendik firoşiyê.

Û li bajêr bajarekî din zêde bibû.

Carşiya şewitiya ku bavê min sêniya me ya ku deh serî mirov bi rehetî  dikaribû li ser xwarin bixwarana ji vê derê sitandibû hîn li ber xwe dida.

Digot : “min ev sînî bi panotekê sitand. Em ji bo tirpanê çibûn deşta Wêranşarê. Piştî ku em vegeriyan min ev sinî ji Çarşiya şewitî stand. Belê niha jî hîn qelaçî û hostayên alavên  sifir û bafûn çêker hene. Lê ew jî weke sîniya me ya sifirin ji qelayê ketine, kevnare bûne, behna kûrê yê ji wan jî tê.

Lê ez hîn bi şev wê xewna xwe dibînim.

Xalidbîn Welid weke ku li dor sûrên Amedê kon vegirtibe ji min re tê.

Hay zemane ku kuçik derbasî hundirê sûran bibibe.

Tevî ku ez 20 sal e li Amedê dijîm hîn jî hesreta Amedê di dilê min de ye.

Ez ji Amedê tevî silav û hurmetên xwe qevdek (1)Gulên Mihemedî ji we re bi rê dikim.

Mem Mîrxan

(1)
Gulên Mihemedî: Cûreyek gulên Amedê ne. Ji ber bîhna wan a xweş mirov sermest dibe.


Gotinên miftehî :