1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. ?anogerên kurd çima nikarin bên ba hev?
?anogerên kurd çima nikarin bên ba hev?,?anogerên,kurd,çima,nikarin,bên,ba,hev?

?anogerên kurd çima nikarin bên ba hev?

A+ A-

Gelo 27ê meha adarê ti?tek tîne bîra we? Roja Teatra Cîhanê di nav kurdan de tê çi wateyê?Ev dîrok di nav çand û hunera gelên cîhanê de cîyekî mezin digire. Di nav çanda gelê cîhanê de her çiqas cîhek mezin bigire jî, mixabin di nav gelê kurd de, hê jî zêde rûmet nabîne. Lê dema mirov di diroka kurd de li destpêka ?anoyê dinihêre, girîngî û wateya vê rojê jî tê dîtin. ?ano him neynika jîyanê ye him jî ?ewqdana asta ?aristaniya gelan e. Kurd jî bi sedan sal in bi efsane û rîtûelên xwe ve çand û hunera xwe heya îroj anîne. Di rîtûel, çîrok û destanên Kurdan de mirov dikare rastî ?anoyê bê û ev li her bajar, navçe û gundên Kurdîstanê carnan li ser zimanê dengbêjekî, carnan li dewetekî û carnan jî di efsaneyek, ango çîrokekê de derte pê? mirov. Lê cara yekem Kurdan di sedsala 21an de ?anoya diramatîk naskirin. Memê Alan teksta ?anoya kurdan a yekem e û ji alîyê Ebdurrehîm Rehmî ve di sala 1918an de hatiye nivîsandin. Dûre li Rojhilatê Kurdîstanê di sala 1946an de muzîkalek bi navê "Dayika Nî?tîman" hat amadekirin. Ev muzîkal li ser bingeha vegotina dram, ê? û parçebûna gelê kurd û Kurdistanê hatibû honan.Li Bakurê Kurdîstanê jî, cara yekem di sala 1959an de Musa Anter li Zîndana Eskerî ya Harbiyeyê, piyesa bi navê "Birîna Re?" nivîsî.Lê bi taybet ?anoya kurdî bi awayekî sîstematîk, di sala 1990î de, li Bakure Kurdîstanê ji aliye Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve hat pê?xistin û di nav gel de hat naskirin. NÇM di nav xwe de Koma Teatra Jîyana Nû damezirand û cara yekem ?anoya Kurd bi awayekî profesyonelî hate amadekirin. Lê pi?tî lîstika ?anoyê, êrî?ên devleta tirk jî li ser NÇMê zedetir bûn. Li dij wan bi dehan doz hatin vekirin û di bin siya qamçiya zilmê ya dewletê de, lê bi serbilindî li ser dikê man û heya îroj hatin.Dewlet hê jî êrî?ên xwe didomîne û naxwaze bi tu awayî ?anoya kurdî bibîne. Lewra ku ?ano bi zimanê Kurdî bê lîstin, dê ew di nav xwe de çand û hunera Kurdî jî bijîne û ev jî ji bo devleta Tirk tirseke mezin e. Lê ?anogerên kurd her li ber xwe didin û ev rawestana wan a li dijî bêtehemulî û êrî?ên dewletê pir grîng û pîroz e.Her çendî gelê kurd xwedî çand, dîrok û mîtolojiyeke pir kevin û dewlemend be jî, bi awayekî profesyonel û sîstematîk, hunera honandina vê dewlemendiyê di nav kurdan de pir lawaz bû û ?anoya kurd a îroyîn jî, li ser vê bingeha lawaz, bêderfetî û bi berxwedana li hember êrî?an, gihî?t vê rew?ê. Lê ev rew? dikaribû pir pir ba?tir bûna. ?anoger û saziyên Kurd ên kar û xebatên çand û hunere dikin, mixabin her çiqas li dijî êrî?an radiwestin û li ber xwe didin jî, ji bo çareserkirina bêprojebûniya xwe û ?erê navxweyî, ne di nav hewldanên berbiçav de ne. Di vî warî de zêde li ber xwe nadin û naxwazin li ber xwe jî bidin. Lê mîna ku Seydayê Cegrxwîn jî dibêje: "Wekî ?êr û pilingan em diçin hev / ji meydanê rûvî penêr hilanî". Kesek bi kesekî qayîl nabê!..Van salên dawî gelek komên ?anoyê hatin avakirin. Teatra Jiyana Nû, Seyri-Mesel, Teatra Avesta, Teatra Arsen Poladov, Teatro Mezopotamya, Teatra Arzeba, Teatrên Bajêr ên Amedê û wd. Lê mirov dema li têkîliyên nav van koman dinihêre, bi tu awayî nêzî hev û du nabin û gelek caran jî hev û du qebûl nakin. Mirov di nav ?anogerên Kurd de jî tekîliyeke germ nabînê. Dema mirov li ?onoyên cîhanê dinihêre, pi?tî demekê her komek bi serê xwe dibe saziyêk, an jî dibistaneke ?anoyê, an jî ya çandê. Û kadroyên yekem jî, her yek ji wan dibine mamosteyek û ?agirtên nû digihêjînin, bêyî ku hesûdiyan bikin û hev û du re? bikin. Lewra ji xwe û hunera xwe bawer in!.. Lê ?anogerên kurd bi salan e ku nikarin pirsgirekên xwe, di nav xwe de, bi hev û du re, li ser bingeheke rast û hunermendî û rew?enbîrî, çareser bikin. Ji ber vê jî, heya niha bi tu awayî projeyeke hevkar bi hev re çê nekirine û projeyeke waha nekirine rojeva xwe jî. Demek berê konferansek amade kirin û li ser pirsgirêkên xwe axivîn. Di dema vê konferansê de, bi rasti jî gelek hevî bi min û gelek kesan re çebûn. Lê mixabin ku di konferansê de herkesek rabû tengasî, bêperebûn, bêderfetî û ê?ên dilê xwe anî ziman û runi?t. Di dawiya konferansê de ez li benda projeyekê bûm, lê ew proje bi tu awayî nehat rojevê, ji ber ku projeyek tunebû. Ji bilî pirsgirêkan, ti?tek din nehatibû axaftin. Dema ?anoger ji konferansê derketin jî, hêrsa wan a li hemberî hev û du her zedetir bû. Piçek germahî hebe di navbera wan de, ew jî çû. ?anoger bi van awir, nêrîn, nêzîkayî û bi kurtayî rew?a xwe ya dema konferansê û pi?tî konferansê, bûn mijara ?anoyeke trajî-komîk.Ti?tek din û bi taybet jî, di van salên dawî de hin ?anogerên nû, ji ber xwe ve û bi keda xwe derketin, an jî li ser daxwazên xwe hatin di saziyan de cî girtin. Hinek ji wan bi pê? jî ketin, ev ciyê dilxwe?iyê ye bê guman û xwezî hejmara wan pir zêdetir bûna. Lê hezar mixabin ku yek ji van ?anogerên nû, ji aliyê yên kevin ve xwe? nehatin dîtin, nehatin qebûlkirin. Mîna reqîb hatin dîtin. Lê yên nû jî ketin kêmasiyeke mezin û keda ?anogerên beriya xwe nedîtin, li hember keda wan rêz negirtin, keda wan piçûk dîtin. Hinek jî di bin navê "teatra modern" de pozbilindî kirin. Pi?tî demekê, vê carê ?erê navbera ?anogerên kevin û ?anogerên nû dest pê kir û ev jî bû ser barê ser ê van pirsgirêkan. ?anogerên nû çi bilîzin û çiqasî xwe? jî bilîzin, dîsa jî ji rexneyên hi?k ku bi pê? naxin û nabin alîkar, xelas nabin. Lê ev bi bejna ?anogerên kevin û xwedî tecrube nakeve. Ew divê mîna mamoste bin ji yên nû re û alîkariya wan bikin, rexneyên ku dikare pê? bixe bigirin. Yên nû jî bikaribin û bizanibin li van rexneyan gohdarî bikin, encaman jê derxînin û xwe li ser bingeha van rexneyan bi pê? bixin û ji keda ?anogerên kevin re rêz bigirin. Dema herdu alî jî li hemberî hev rêzdar bin û armanc ne berjewendî û fikarên ?exsî, lê pê?ketina ?anoya kurd be, wê demê dê tu pirsgirêk jî nemînin û dema pirsgirêk derkevin jî, dê bikaribin bi rengekî rasttir çareser bibin. Ev pirsgirêk ne tenê ji ber bêperebûn, bêderfetbûn û erî?ên devletê rû didin. Beriya her ti?tî divê ?anoger di nav xwe de hev û du qebûl bikin. Ev pirsgirêk ji bo her be?ên çand û hunera kurdî derbas dibin, lê ?ano zedê di nav kurdan de nehatiye naskirin. Ji ber ve jî, be?eke hunerê ya hassas e.  Berî ku sazî li ?anoya Kurd xwedî derkevin, divê ?anoger li xwe xwedî derkevin, bikaribin hev û du ragirin, ji hev hez bikin, ji hev re bi tehammul bin ku bikaribin bi hev û du re jî kar bikin û kar pê? bixin. Heya mirov ji hev û du hez neke, mirov nikare bi hev re kar jî bike û bi ser bikeve. Ez hevî dikim ku di demek kin de ?anogerên kurd di nav xwe de pirsgirêkên xwe bi awayekî ?areza çareser bikin û bi projeyên mezin derkevin pe? gelê kurd. Bi vê hêviyê Roja Teatra Cîhanê li hemû ?anogeran pîroz dikim. 26/03/2008