1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Armanc tunekirina PKKê ye
Armanc tunekirina PKKê ye,armanc,tunekirina,pkkê,ye

Armanc tunekirina PKKê ye

A+ A-

Armanca dewleta tirk û hukûmeta faşîst AKPê, tunekirin û ji holêrakirina PKKê ye, bi hemû partî, rêxistin, sazî û dezgehên ku li ser bingeha wê şîn bûne ve. Ya rastî, hemû hewldanên vê hukûmetê ku ev deh sal in li ser vê mijarê dide, di bingeha xwe de ji bo biserketina vê armancê bû. Dema ku herî gavên ”erênî” davêtin jî, dîsa polîtîkayek bû ku di xizmeta vê armancê de bû, lê bi ser neket. Dema ev gavên ”erênî” bi ser neketin, (nikaribûn bi ser jî bikevin, lewra ne bi armanca çareseriyeke li gor daxwaz û berjewendiyên gelê kurd, lê ji bo xizmeta polîtîkaya armanca tunekirina Têkoşîna Azadiyê dihatine avêtin) êdî awayên herî zêde têde profesyonel in, ango terora dewletê bi hemû şideta wê û di her warên jiyanê de kirin dewrê.

Heya rastiya vê armanca bingehîn a dewletê û hukûmeta faşîst bi hemû reng û aliyên wê ve neyê dîtin, tu nirxandineke rast û objektîf di vî warî de nikare bê kirin.

Her wiha; bi çi armanc û niyetî dibe bila bibe û ji kî û çi partî, serok, parlamenter, wezîr, rêxistin, dezgeh, dewlet û saziyî tê bila bê; bilêvkirin û daxwaza bêyî şert û şirût çekdanîna PKKê û pesindayîna vê hukûmeta faşîst, an ji bo çareseriyê jê hêvîkirin, bi tenê xizmeta vê poltîkaya tunekirina Tevgera Azadiyê û têkoşîna gelê kurd dike. Loma jî, bi taybet piştî vê kêliyê (lewre em di demeke pir dîrokî û hesas re derbas dibin. Ew qas ku her gotinek dikare di rengê bombeyeke etomî de be) divê tu kesek bêyî şert û şirût vê daxwazê ji PKKê neke, çareseriyê ne di dijminên xwe de lê di gelê xwe û têkoşîna gelê xwe de bibîne û xwe ji pesindana ”pakêtên çareseriyê” yên vê hukûmeta xapînok, derewker û faşîst berde.

Divê bê zanîn ku ne tenê ev hukûmet (lê pir bêtir ev hukûmet) hemû hukûmetên ku hatine û çûne, tunekirina Têkoşîna Azadiyê ji xwe re kirine armanca sereke ku loma jî, di hemû demên şerrawestandinên yekalî de jî, dewletê tu carî operasyonên xwe neda rawestandin.

Ji xwe divê neyê jibîrkirin ku kujer û cenewarekî mîna kîmyasal Necdet, anîn kirin sererkan ku îroj kîmyasal Necdet ji bo komkujiya Roboskiyê dibêje ku ”hemî çekdar û terorîst bûn, heya em gihîştin ciyê bûyerê, wan çek veşartin” Her wiha ji bo dagerkirina Qendîlê sê şertan dide ber hukûmetê ku ev her sê şert jî amadekariyên bikaranîna çekên kîmyewî û komkujiyên mezin in. Ji ber wê ye ku ji niha ve bi devê CHP û hin parlamenter û wezîrên hukûmetê, raya giştî ji bo komkujiyên mezin û kuştina gelek leşkeran ku dikare di van komkujiyan de ew jî wendayî bidin, tê amadekirin.

Bê guman ku di van kiryar û hewldanan de, dewleta tirk ne bi tenê ye. Sîstema cîhanê li pişt wan e. Em hinek bêne serî û bidomînin:

Piştî dewleta tirk û sîstema cîhanê ya împeryalîst îmanê pê anîn ku nikarin PKKê ji aliyê leşkerî ve tune bikin, serî li rêyên din dan û heya niha gelek tişt jî ceribandin.

Dewleta tirk û sîstema cîhanê ku serkêşiya wê DYA û Îngilîstan dikin, ev demek dirêj e ku hewl didin di nav kurdên bakur de û bi rêberî û serkêşiya başûr li dijî PKKê alternatîfan biafirînin. Ji ber di warê leşkerî de nedikarîn alternatîfek durust bikin, lewra ji bilî PKKê tu rêxistineke çekdar a din tune bû li bakur, hewl dan ji nav PKKê hêzek veqetînin û bikine alternatîf. Belê hêzeke grîng veqetandin, fînanse kirin, hemû destekê dane wan, lê ew jî nebû. Di çi warî de PKK bi rêxistin be; çand, huner, siyaseta legal û îlegal, weşan, medya û hemû sazî û dezgehên civakî, hewl dan ku ew jî di wan waran de kurdên ji derveyê PKKê bi rêxistin bikin û bikine alternatîf, lê ew jî negirt, lewra tu hêza ne wan partî, sazî û dezgehên ne legal û ne jî yên îlegal li bakur nîne.

Li gel van rastiyan jî, sîstem bi biryar e û hewldanên xwe didomîne, ji ber wekî din çareya wan jî nîne û dê van hewldanên xwe, bi berfirehî û dersên ku di nav demê de derxistine, bidomînin. Lewra hebûna PKKê ne li gor berjewendiyên wan e û PKK bi tu rengî xwe nake bin îrade û kontrola wan. Ji xwe roja ku vê yekê bike dê tune bibe. Ji ber ku PKK li ser rastiya gelê xwe û bi hêza gelê xwe şîn bûye, hêz girtiye û bûye gel bi xwe.

Tişta ku ev sîstem herî zêde û xweşik bi kar tîne jî, dem bi xwe ye. Pir xweş analîza demê û di nav demê de pêşketin û paşketina civakan û mirovan dike. Li gor wê û ji bo berjewendiyên xwe bê guman, çareseriyan bi pêş dixe, taktîk û stratejiyan bi pêş dixe, hesabê salên dirêj dike û li gor van hemuyan jî gavan davêje. Bi gotineke din, li gor hêrs û moralê xwe ya wê rojê, ya wê kêliyê tevnagere ku siyaset jî ji xwe ne ev e.

Ji ber wê jî divê tu kurdek dilsoz bi taybet jî di vê dema dîrokî de bi hestên xwe tevnegere, bi zimanê hukûmetê rexne li Tevgera Azadiyê negire û tu hêvî ji vê hukûmeta faşîst neke. Lewre sibe ev hukûmet an hukûmeteka din a vê dewletê bê li ser maseya çareseriyê rûnê û mafên vî gelî li gor daxwaza vî gelî bide jî, dê ne ji xêra bavê xwe re, lê ji ber neçariya li hember têkoşîna vî gelî dê vê gavê bavêje. Yê ku ji dijminê xwe hêviyek bike yan nezan e ku ev jî xetereyeke mezin e, yan jî bi zanebûn di xizmeta dijmin de ye û provakasyon û manîpulasyonan dike ku yên wiha mixabin di nav me kurdan de kêm jî nînin.

Gotineke min a dawî û piçûk jî ji birêz Mesûd Barzanî û Hukûmeta Başûr re ye: Pesindana vê hukûmetê û hevalbendiya wê, her wiha piştgiriya wê û mîna çareserî pêşandana wê ji bo kurdên bakur, divê ne kar û erka we be. Ji bîr nekin ku xwîna bi hezaran zarok, jin, kal, pîr û ciwanên kurd li ser destê vê hukûmetê ye û armanca wê ya sereke tunekirina tevgera li bakur e. Belê mirov di roja teng de ji yarê diya xwe re dikare bêje bavo, lê ne li ser xwîn û tunekirina birayê xwe.

Mahabad Felat Arda 2012-06-21 [email protected]


Gotinên miftehî :