1. Tekst

  2. Komputer

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Armanca DMOZ'ê çi ye?
Armanca DMOZ'ê çi ye?,armanca,dmoz,ê,çi,ye

Armanca DMOZ'ê çi ye?

A+ A-

Di înternetê de bi milyonan malper hene. Êdî pir zehmet e mirov riya xwe di vê cîhanê de bibîne. Ji ber wê DMOZ rehbereke girîng e. DMOZ jî malperên ku di qada xwe de bi tenê ne, xwe dane nîşan, bi şeml û şemala xwe û bi kalîteya naverokên xwe cuda hildibijêre.

DMOZ bi vî rengî reklama malperên herî baş dike. Ji wan re dibe destek. Helbet vê reklamê ji bo mêvanên malperê, ango ji bo kesên dikevin malperan nake. Vê reklamê ji bo motorên lêgerînê yên wekî Google, Yahoo, Bing û hin wekî din dike. Heke malper li DMOZ’ê hatibe tomarkirin, motorên lêgerînê dibêje “nexwe ev malperek ku naverokên wê bi kalîte ne” û wê malperê derdixe pêş.

Yanî ku malpera we di DMOZ’ê de hatibe tomarkirin ev ji bo malpera we di Google de derkeve asta herî bilind, destekek pir mezin e.

Hinek malper digel ku hîn di DMOZ’ê de nehatine tomarkirin jî di Google’ê de yekemîn in. Hinek malper jî tevî ku endam in, lê di Google’ê de bi qasî wan dernakevin pêş, li jêrtir xuya dikin. Ev jî dibe, lê ev ne hêsan e û pir zehmet e. Heke malpera mirov endamê DMOZ’ê be mirov hîn zûtir û bêzehmet derdikeve wê astê. Ya din jî, malperek ku endamê DMOZ’ê be dê nekeve jêr, lê ya din dikare piştre şûna xwe ji yên din re bihêle.

Mînak, tu malperekê çêdikî li ser perwerdeyê. Ji ber ku di înternetê de gotina “perwerde” zêde tune, Google di danegeha xwe de malpera te wekî navnîşanek perwerdeyê tomar dike. Dema yek li perwerdeyê digere jî Google malpera te nîşan dide. Û malpera te jî ne endamê DMOZ’ê ye. Dîsa jî yekemîn e.

Lê piştre hin malperên din ên kurdî gotar û naverokên te ji ber digirin û li cem xwe jî diweşînin. Malperên wan di DMOZ’ê de jî tomarkirî ne. Di demek nêzîk de tu dibînî ku Google êdî di perwerdeyê de wan malperan derdixe pêş. Yanî endamiya DMOZ’ê ji bo Google û motorên din pir girîng e û pîvan e.


Wateya DMOZ'ê
Der barê DMOZ'ê de


Gotinên miftehî :