1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Armanca xwedê çi ye?
Armanca xwedê çi ye?,armanca,xwedê,çi,ye,feza,baqil,jiyan,afirandin

Armanca xwedê çi ye?

A+ A-

Di jiyana me de miheqeq yekî ji me re gotiye "pir nefikire, tê aqilê xwe winda bikî."
We gelek çîrok bihîstine li ser vî awayî, ku filankes bi xwendina zêde, filankes bi evîna zêde, bêvankes bi fikr û ramanên zêde aqilê xwe winda kirine.

Herî kêm carekê we bihîstiye.

Belkî hûn bixwe jî newêrin li pey şopa sedemên vê yekê herin. Gelek caran ji we re jî gotine "huşşş!"
Gelo ji bo vê yekê bû, ku gelek peyamberan xwe li çol û çiyayan qelibandine û ketine şikeftan, bi rojan tî û birçî mane? Gelo li pey bersiva hinek pirsan bûn? An ji reva wan a ji pirsgirêkan bû?

Tu tiştekî wekî zîvirokên hiş û mejiyê mirovan balkêş û ecêb tune.
Li vê cîhanê pirsa herî bêbersîv e mirov. Pirsek e, bingeha pirsgirêkan e. Mînak Sedam Husên qet ne mirovekî xerab bû. We zarokatiya wî bidîta, belkî we ew hembêz bikira û maç bikira. Lê dema ew tofan anî serê birayên me yên kurd, heke we ew bigirta, belkî îcar we ew bi êşkence bikuşta. Yanî mirov dikare bêje "mirovên xerab tune". Lê dema mirov li evqas xerabiyên mirovan dinihêre û dema mirov fam dike ku xerabî di ajoyên zindiyan de hene, îcar mirov dibêje "mirovên baş tune."

Xwendevanê ku niha miç li vê nivîsê dinihêre û hewl dide ku bigihîje encamekê, gelo nizane ku encam ew e ku dê rojekê ez jî, ew jî, ev nivîs û hemû razber ji holê rabin û tiştek nemîne li holê? Hîn li hêviya çi ye? Ez dikarim xwendevan bigihînim encama çi?

Mesele hemû ne man û mirin e jî. Madem ku em hene divê em wateyekê bidin vê hebûna xwe.
Ez ketime pey pirsa "çima em bifikirin em ê dîn bibin?"
Min çend heb kesên welatparêz dîtine ku digotin "ez qet ji Ocalan hez nakim." Bi rastî kesên ku ji Ocalan hez nakin, ji Îsa, Mûsa û Muhamed hez nakin gelekî bala min dikişînin. Min bi meraq ji yekê pirsî, "tu çima jê hez nakî?" Wê di derb de rahişte pirtûkeke Ocalan û nivîsa li ser berga dawî xwend: "Ez li xwedê jî digerim, heke nebînim ez ê li şûnê rûnim."
Aha zîviroka hiş û mejiyê mirovan tiştekî evqasî balkêş e. Gelo min jê re bigota "ma hz. Muhamed jî ne li pey vê pirsê ket şikeftan û bi rojan li serê çiyayan ma?" Ew qîz dixwaze timî xweda hebe, li her derê be û haya wî ji her tiştî hebe.

Dixwaze cenet û cehnime jî hebin. Ne ku pir ji xwe bawer e, ne ku cenet kiriye garantî. Na! Tenê dilê wê mirineke bê encam qebûl nake. Qebûl nake ku mirov bibe ax û bi erdê de biçe. Encameke wisa bi xwe re jî bi hezaran pirsan tîne û dema pirs hemû bê bersiv dimînin, mirov dikarin dîn bibin.

Yê min jî qebûl nake.
Carinan ez dibêjim "lo xwezî bila cehnime hebûya û bila pêşî ez bavêtimayê." Yê min hinekî jî ji bo wê ye ku ev zalim û zulumkarên wekî Sedam di dawiya vî karê xwe de ezabekî bibînin. Ji bo vê daxwaza min bi cih were, ez dikarin cehnimê jî qebûl bikim. Ev karakter karaktera qanûnçêker e jî. Heke ol û pirtûkên olî jî qanûn bin, nexwe hinekî dişube olçêkeran jî. Heke ev ezab û dojeh karê olçêkeran be, nexwe karakter mirov bixwe ye. Nexwe ez jî mirovekî ji rêzê me. Nexwe rewşenbîrî li ku ma?!

Em mirov çima wisa ji jiyaneke bêdawî hez dikin?
Gelo ji bo ku timî em xwe dixin navenda her tiştî?

Lê bersivek min heye: "Heke ez tune bim, her tişt hebe jî ez ê çawa bizanim?" Ez tunebim, ez çi dizanim ku çi heye û çi tune? Dema tunebim, der barê tişta heyî de dikarim çi bêjim?

Yanî em ji bo xwe dixwazin her tiştî. Heke jiyanek bêdawî hebe jî, bila em tê de bin.

Tenê ne ev e.
Li şûna ku em bimrin, birizin û ji holê winda bibin, em dixwazin ku jiyaneke bêdawî hebe.

Aha ji bo vê yekê wê keçikê ji wê gotinê hez nedikir û ji Ocalan jî hez nedikir.

Ji ber ku ew naxwaze kes şik û şubheyê têxe fikra hebûna xwedê, cinet û jiyaneke bêdawî.

Hebe jî, tune be jî ew ji îhtamala hebûna xwedê hez dike û naxwaze siya tu tiştekî bide ser vê îhtimal û hêviyê.

Heke bifikire û heke pê de here, îhtimal e ku aqilê xwe, dengeya xwe winda bike.

Yanî dîn nebe jî dê ji dînekî xerabtir bibe. Ji ber ku, ew ji bo cîhaneke din, felsefeyeke cudatir û psîkolojiya wê ne amade ye. Yanî ew nikare tiştekî wisa xwedî bike di mejiyê xwe de.

Zîvirokên hiş û mejiyê mirovan tiştekî ecêb e.
Psîkolojiya mirovan, karaktera mirovan û heta hebûna mirovan bi serê xwe bûyer e.

Di havîneke germ de, ku nivînên we li derve hate raxistin, xwe li ser doşeka xwe, li ser piştê dirêj bikin û serê xwe daynin ser balîfa xwe. Bi îhtamelek mezin di wê roja havînê de dê ewr jî tune be, çik sayî be.

Wê rojê em ê hebin an tune bin, nayê zanîn. Li şûna me hemûyan wisa li asîmanan, li stêrkan binihêre.

Li Rêka Kadizê binihêre. Ew Rêka Kadizê, ew galaksi ye. Niha tu bixwe jî di hundirê wê galaksiyê de yî. Ev roja me, ev cîhana me û hemû stêrkên dora wê, yên ku tu dibînî, hemû di hundirê Rêka Kadizê de ne.

Tu dizanî bê çend heb ROJ hene tê de? Bi milyaran. Tu dizanî ku li dora wan rojan jî Gerstêrkên wekî cîhanê, wekî mars, jupiter û yên din hene? Wiha çavên xwe li ser wan stêrkan bigerîne û bîne bîra xwe ku hinek ji wan ne stêrk in, ne gerstêrk in, ew bixwe ROJ in û hinek ji wan ji ROJ'a me mezintir in jî. Lê ji ber ku pir dûr in, wekî stêrkan dixuyin.

Bifikire... Madem ku bi milyaran ROJ hene di Rêka Kadizê de, nexwe çiqas gerstêrk hene? Trilyon, katrilyon?

Yanî.. Yanî tu fuzeyekê çêkî ku di saniyeyekê de tu herî gerstêrkekê, di saniyeyekê de kontrol bikî û di saniyeyekê de derbasî ya din bibî, 100 sal temenê te têra kontrola Rêka Kadizê nake. Dest ji vê jî berde, tu çûn, kontrol û derbasûna gerstêrka din hemûyî di saniyeyekê de bikî jî, temenê te têra kontrola Rêka Kadizê nake.

Te ev dizanî?

Îcar bifikire, di fezayê de bi milyaran galaksiyên wekî Rêka Kadizê hene. Erê erê, Rêka Kadizê ne bes e, îcar tew bi milyaran wekî wê hene.

De îcar ayeta Qur'anê bîne bîra xwe ku dibêje roja tofana Hz. Nûh asîman qelişî û avê xwe tê re berda xwar û piştre asîman hate girtin û ew Rêka Kadizê şûna qelişandina asîmanan e.

Yanî çi? Yanî bav û kalê me pûş kutane. Bav û kalê me digotin, pîrê ji kadînê ka diziye û li pey wê ka rijiyaye û wisa Rêka Kadizê çêbûye. Em ji vê ayetê jî pê dihesin ku mesele ne ew e, Rêka Kadizê şûna qelîştoka ava Tofana Nûh e. De îcar vî pûşî jî bavêjin nav pûşê bav û kalên me û bihêlin bila bibe gêre. Gêreyek bê berhem.

Qelş û qelîştokên hiş û mejiyê mirovan kûr in. Dibe mirov xwe di wir de winda bike û êdî jê dernekeve.

Ev ne Xurs e, ku em bi pirsê bigihên Xursê. Lê dîsa jî kurmê pirsan tên mirov.

Ez dibêjim gelo, madem ku bi milyaran galaksî hene û bi trilyonan roj û gerstêrk hene, îmkan tune ku li wan deveran jî jiyanek çêbûbe?

Xwendevanê min ê baqil ji niha ve fuzeyên ku diçin ser heyv û marsê tîne hişê xwe. Lê dîsa tê hişê wî, ku bi teleskopan jî mirovan li ser Hey, Jupiter, Venus û hemû yên dora ROJ a me nihêriye, qet avahiyên mezin, derya û bajar naxwiyin.

Xwendevan UFO'yan tîne hişê xwe. Dibêje "madem ku îhtimaleke evqas mezin heye, nexwe UFO rast in."

Rast, an jî ne rast? Gelo îhtimal tune ku li dora wan rojên din, li ser wan gerstêrkên din zindiyên dîroka wan ji ya me dirêjtir, aqilê wan ji yê me pirtir hebin.

Îhtimal heye ku tew ew bêmirin bin? Wekî melekan!
Jixwe heke zindiyek ne bêmirin be nikare xwe bigihîne heta vir. Ji ber ku fuzeya wan di saniyeyekê de 300 hezar kîlometir here (yanî bibe tîrêj), dîsa jî ji galaksiya herî nêzîk heta were vir dê bi milyonan sal derbas bibe.


Niha dengê xwendevan tê min ku dibêje "Mêro! Heke zindiyekî ruhber bibe tîrêj, dibe wize (enerji), êdî bibe made jî, nikare bibe ruhber, bibe ruhber jî nikare bibe xwedî dîroka berê."

Hadê em bêjin ew bêmirin e, namire. Lê fuzeya wî? Ma madenek ku qet neguhare heye? Em hemû dizanin, tiştekî ku naguhare heye, ew jî qanûna guhartinê ye, ku dibêje "her tişt diguhare." Madem ku her tişt diguhare, madena fuzeya wan jî dê biguhare. Yanî dê kevin bibe, birize û tu tiştek bi milyonan salan wekî xwe namîne.

Gelo fuzeya wan jî bêmirin be, ebedî be, nabe? Na! Tiştekî ne zindîwer be, nikare bibe ebedî. Ji ber ku di bingeha ebediyetê de guhartin heye.

Û du heb nûçe:
1- Zanyaran di binê deryayê de zindiyek nas kirin ku piştî pîr dibe û tê ber mirinê, xwe nû dike. Ji ber vê jî tu caran namire.
2- Rayedarên îngilistanê xwe amade dikin ku 160 bûyerên UFO yên li Îngilistanê ji gel re aşkere bikin.

Ez li vir dixwazin dawiyê li nivîsa xwe bînim.
Lê xwendevan dixwaze li şûna wî ez bifikirim û encamekê bidim meseleyê. Jixwe dibêje "te ez anîm heta vir, îcar min vegerîne jî."

Gotinek îngilîzan heye, dibêjin "if god is god he is not good, if god is good he is not god." Yanî "heke xwedê xwedê be, jixwe nebaş e. Heke xwedê baş be, jixwe ne xwedê ye."

Çima wisa dibêjin? Îngilîzan ji me pirtir xwendiye, bêsedem wisa nabêjin.

Ez û xwendevan jî bi hev re derdikevin ser riyek wiha û riya xwe didomînin.

Madem ku bi milyaran galaksi hene, bi trilyonan roj û bi katrilyonan jî gerstêrk hene, madem ku îhtimal bi milyaran cîhanên din jî hene û heta îhtimal heye ku bi milyonan cîhanên ji cîhana me pêşketîtir hebin...

Madem ku wisa ye, nabe ku zindiyekî pir baqil û nemir derketibe holê.

Li gor min dibe...
Madem ku dibe, nabe ku wî zindiyî em çêkiribin?
Aha di vir de gotina îngilîzan dîsa tê bîra mirov. Ew jî wekî me fikirîne û hatine vê encamê û gotine "madem ku xwedê heye, çima ev cîhan evqasî xerab e û çima ji kuştina zarokan re bêdeng dimîne?"

Lê mele dibêjin "ji kuştina zarokan re bêdeng namîne, wan zarokan dike çûkê cinetê."

Ka bila mele bixwe qebûl bike ku li cinetê çûk be, ne mirov be! Lê qebûl nake.
Ji ber ku ha mirov miriye û bûye ax û ha mirov bûye heywanek, qet ferk nake. Piştî ku mirov ne di ferqa hebûna xwe de be, ha kevir, ha ax, ha heyvan, çi ferq dike? Ya din jî, gelo kîjan ji wan zarokan qebûl kiriye ku bimrin û bibin çûkê cinetê. Gelo kî heywantiyê bi mirovatiyê dide?

Îcar em dibêjin çima ew zarok dibin çûkên cinetê, bila li wir mirov bin, bila bijîn, çima dibin heywan?

Mele dibêje "tu nikarî wisa bifikirî, xwedê di karê xwe de azad e, tu nikarî wî darizînî."

Aha ji ber vê ye ku îngilîz dibêjin "xwedê an xerab e, an jî ne xwedê ye."

Yanî çi?
Yanî di vê fezayê de kesên ji me baqiltir hebin jî, wan em çênekirine. Jiyana me ne di kontrola wan de ye. Belkî ew jî ji aliyê XWEDÊ ve hatibin afirandin.

Wekî encam:
Ez bixwe baweriya xwe bi xwedê tînim û wî wiha didim nasîn:
Ew heye, li her derê ye, her tişt di kontrola wî deye, lê em jî dikarin hinek tiştan biguharin. Lê em çi jî biguharin, di encamê de ew xwe pêk tîne, yanî em nikarin tiştekî ew qebûl neke, bikin. Tu tiştekî AWARTE tune.

Armancek xwedê heye? Erê! Xwepêkanîn...

Her tişt di vir de veşartî ye. Û ev fikreke materyalîst e.