1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. ‘ARTÊŞA AZAD’ ÇİQASÎ AZAD E
‘ARTÊŞA AZAD’ ÇİQASÎ AZAD E,artêşa,azad,çi̇qasî,azad,e

‘ARTÊŞA AZAD’ ÇİQASÎ AZAD E

A+ A-

Rizoyê XERZÎ

Bi destpêka serhidana gelê Sûriyeyê re û gava pêşî ya veguhertina vê serhildanê ji xwepêşandanên aşityane ber bi çekdarbûnê ve navê Artêşa Azad hat bihîstin. Bê guman yek ji sedemên bingehîn ên peydabûna Artêşa Azad a Sûriyeyê ew bû ku rejîma Sûriyeyê destwerdana leşkerî li wan xwepêşandanên aştiyane kir.

Di destpêka avabûna vê artêşê de piraniya kesên ku tevli vê artêşê bûn ji leşkerên ku nexwestin tevli kuştina sivîlan bibin an jî ciwanên ku xwestin li dijî êrîşên rejîmê parastina xwe bikin pêk dihat. Bi demê re û bi destwerdana hin welatên wekî Qeter, Siûdiyê û Tirkiyeyê ya karê vê artêşê ew ji armancên wê hatin dûrxistin û gelek kesên ku bi rastî dixwestin li gorî armanca avakirina vê artêşê tevbigerin hatin dûrxistin. Wekî mînak berpirsê payebilind ê artêşa azad ê bi navê Husên Hermûş hat idiakirin ku ji Tirkiyeyê hatiye radestkirin bo rejîma Sûriyeyê.

Her wiha ji ber destwerdana van welatan gelek komikên cuda bi vî navî hatin avakirin û her komek ji wan ji yên cuda difikire û cuda tevdigere. Lewre jî em dibînin ku hin kom ji wan li kêleka kurdan Kobanê diparêzin. Hin kom ji wan êrîşî destkeftiyên kurdan dikin wekî li êrîşên li bajarê Serêkaniyê hatin jiyîn. Hin kom li gorî berjewendiyên wan welatên ku wan fînanse dikin tevdigerin. Bi gotineke din êdî dema navê Artêşa Azad tê gotin mirov nikare behsa artêşeke hevgirtî ya xwedî yekhelwest û yekarmanc bike.

Di dema dawî de gelek komikên ku li ser Artêşa Azad dihatin hesibandin tevli nava çeteyên DAIŞ’ê bûn, hin komik tevli Eniya El Nusra ya girêdayî El Qaîdeyê bûn. Mînaka dawî ya vê tevlibûnê li Idlibê hat jiyîn û ji gelek deverên di bin kontrola xwe de vekişiyan ji bo çekdarên El Nusra tê de bi cih bibin. Ne tenê ji wan deveran vekişiyan lê hemû çek û cebilxaneyên xwe yên ku ji welatên cuda bi dest xistibûn ji Nusra re hiştin.

Niha pêvajoyeke bihêzkirina El Nusra ya wekî destpêka DAIŞ’ê tê kirin û wekî ku li şûna DAIŞ’ê ew tê amadekirin. Bi gotineke din mirov dema behsa Artêşa Azad dike êdî divê mirov van kom û komikan tevan li ber çavan bigire û li wê gorê nêzîkatiya xwe bi wan re li ser vê bingehê ava bike. Ji destpêkê de tenê aliyê ku ev hişyarî dikirin û li gorî wan balansan tevgeriyan partiya Yekitiya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel bûn.

Wan ji destpêkê de ev sergêjî û tevliheviya di nava Artêşa Azad de didîtin û li gorî wê yekê nêzîkatiyên xwe bi wan re saz dikirin. Lewre jî wan qedera gelê kurd û herêma xwe li hêviya vê hêzê nehiştin û hêza parastina xwe bi xwe ava kirin.


Gotinên miftehî :