1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Arîşeyiya Zimên (I)
Arîşeyiya Zimên (I),arîşeyiya,zimên,i

Arîşeyiya Zimên (I)

A+ A-

Ji mêj ve ye ku em bi pirs û arîşeyiya zimên re rû bi rû ne. Heta demekê têkoşîna hebûn û danqebûlkirina Kurdî hat dayîn. Ji roja îro de xuya ye ku ev têkoşîn gihaye encameke jêveneger.

Têkoşîna min dikirand, berpêyî derve dihat dayîn. Her tiştê ku dihat kirin, ji bo dîtina çavên kesên dî, ji bo serwextkirina hiş û mêjiyê kesên dî bû.

Pirsa pêşîn: Gelo vê têkoşînê diviya? Helbet erê. Û her pirsa ku tê kirin jî lêgerînek e. Lêgerîna em qalê dikin jî bi hebûniya mirovî ve girêdayî ye. Hebûniya mirovî, hemû tiştên ku gihajî xwe qebûl dike, awayekî ji awayan rêyeke xwederbiranê ne. Ev yek jî bi cîhana hundirîn ve bestandî ye. Ziman jî sereke û çêtirîn rêya xwederbiranê ye. Loma jî mirov, wek kesek, tê dixebite ku hêlînek çêke ji bo hebûniya xwe. *

Di têkoşînên ku gelek an jî mirovek ji bo xwederbiranê û berpêyî derve dide de, arîşeyên ku bi dizîka berê xwe didin jêrhişê û bi dû re jî dibin arîşeyên mirovî bi xwe, çêdibin. Ji ber ku, di dema têkoşînê de, armanc heyînên derve ne û hin pirsên ku dibin bersiva sedema hebûniya mirovî, li ber bayê berpêyî dervebûnê dikevin û jê “bipaşdexistin”eke jibîrkirî peyde dibe.

Îcar, çi gava ku êdî pirsgirêka mirovî a ji bo serwextkirina hiş û mêjiyê kesên dîtir namîne, wê hingê mirov berê xwe dide xwe. Di vê berêxwedanê de, pirseke dîtir derdikeve pêş û mirov ji xwe dipirse; “ji niha û pê de, ji bo ku ez bi hebûniya xwe bijîm, divê ez xwe bi çi rengî ava bikim?”

Tiştê ku me di têkoşîna ji bo danqebûlkirina hebûna Kurdî û hebûniya Kurdan de kêm hişt, ev arîşe bi xwe ye. Ev arîşe, roja îroyîn bi hişkî li deriyê hişê me dixe. Ev hişkahî, her ku diçe, hişktir dibe; û Kurdiya ku me ew di aşopa xwe de çêdikir, em di xewn û xeyalên xwe de pê dilşa dibûn; lê me li ba xwe jê re hêlînek çênedikir da ku em tê de star bibin; û me ew nedikir sedema hebûniya xwe; me ew nedikir kirûyeke ji xwe; îcar li ber bayê vê “hişkiya” ku ji bayê “bipaşdexistinê” filitiye, dikeve.

Sedema vê hişkiyê hestweriya me a derbar Kurdmancî ye. Em êdî dixwazin pê bijîn; em êdî dixwazin bila ew bibe navgîna sereke a hestwerî û hizirînên me. Lê belê em di cîbicîanîna vê daxwaza xwe de, li xwe dialiqin. Ziman heta ciyekî têrî me dike û em heta ciyekî têrî ziman dikin.

Lê jiyan her ku diçe berfirehiyeke pirber dide xwe.** Di vê berfirehiyê de, ziman û awayê bikaranîna wî, her tim bi rola sereke radibe û ji me dixwaze ku em têrî wê bikin; û vê xwestinê her ku diçe zexta xwe bêtir dike.

Arîşeyiya zimên ku wek sernav e, di vê qonaxê de behsî xeberê ye û divê em bi awayekî rast û durist lê bibin bersiv ku zimanê me, ku hêlîna hebûniya me ava dike, di vê berfirehiya pirber de li ber bayê “qelsketinê” nekeve.

Çi ye rê û rêbazên wê.

Em ê wê jî di nivîsa bê de bi kurtasî deynin mexdera hişê xwe. * Bibîrxistinek ji gotina Heiddeger a “Ziman hêlîna mirovî ye”.

**Ber: Bi Îng: Dimension. Bi Tirkî: Boyut. Pirber: Çok boyutlu (Çavkanî: Ferhenga Têrmên Matematîkê. Zeraq, Dilawer. Warvîn Wenda. Xebata Çapnebûyî)


Gotinên miftehî :