1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Asta sêyemîn a grevên birçîbûnê
Asta sêyemîn a grevên birçîbûnê,asta,sêyemîn,a,grevên,birçîbûnê

Asta sêyemîn a grevên birçîbûnê

A+ A-

Di demên çalakî û xebatê de belkî tişta herî ne xweş rexne ye. Lê demên krîz, alozî, pirsgirêk û tevliheviyan de jî tişta herî baş nirxandin e. Birêvebirin hunermendî ye.

Asta Sêyemîn a Grevên Birçîbûnê

Ji roja 63'mîn û pê ve, Grevên Birçîbûnê ketin asta sêyemîn. Ji vir û pê ve tenê şaşiyek dikare van çalakiyan, hewildanan û serkeftiyan têk bibe. Ew şaşî çi ye? Kî dizane! Zanîn ew e, ku mirov ji bo şaşiyekê neke, her tiştî bi pîvan û nirxandin bike.

Asta sêyemîn çi ye?

Di vê çalakiyê de asta yekemîn, nirxandinên girtiyan, pêşniyazên wan û piştî nîqaşên wan, biryara grevên birçîbûnê bû. Asta duyem jî lêxwedîderketin, dengvedan, destekirin û pêşvebirin bû. Asta sêyem, ew ast e ku êdî ji grevê veger çêbibin jî dê seqetî çêbibin û li pêşiyê hevdîtin, muzakere û lihevhatinek xuya nake û êdî dema biryara dawî ye. Di roja 63'mîn de asta duyemîn jî li dawiyê ma û biryara "Tekane rê berxwedan e" derket.

Ji vê gavê û pê ve nîqaş û rexne nema tên dîtin. Lê ji bo çalakî bi serkeftin bi dawî bibe, nirxandinên kûr û berfireh tên kirin. Hema di her astê de, di her gavê de, her tişt bi pîvan, zelalkirî û bi nirxandin tên kirin. Birêvebirin di vê astê de hunermendiya herî bilind e. Lihevkirina deng û rengan, lihevkirina pîvan û perçan, lihevkirina armanc û kirinê hunermendî ye û ev jî karê herî giran ê rêveberiyê ye.

Nirxandin, texmînkirina pêşerojê ye.
Di asta sêyemîn a grevên birçîbûnê de dikarin çi bibin? Dewleta ku her roj bi riya doktor û rêveberiyên girtîgehan rewşa girtiyan dişopîne, gelo dikare mudaxaleyekê bike an na? Dikare mudaxaleyeke çawa di çav xwe re rake? Gelo dewlet, heke mudaxaleyekê amade dike, difikire ku bi vê mudaxaleyê çalakiyê çawa têk bibe? Armanc şikandina hêviyan e, an şikandina îrade û biryariyê ye? Li şûna vê, ji bo dewlet dest ji mudaxaleyan berde dikare tabloyeke çawa were çêkirin? Heke mudaxale dîsa jî çêbûn, ji bo îrade û biryar neşikê û dewlet xwe nexapîne, divê tabloyeke çawa were çêkirin?

Asta sêyemîn a grevên birçîbûnê, ji alî birêvebirinê ve asta herî zehmet û tevlihev e. Dilînî di asta herî bilind de ne. Gelek ji me, yên girtiyên kevin, di van grevan de mane û jiyane. Dema hevalekî mirov can dide, atomên bedena mirov dixwazin biteqin, mirov dixwaze hêzek wisa wê katê di dest mirov de hebe, ku mirov di asta herî bilind de bertekê nîşan bide. Heke hêz hebe, belkî mirov ji zalimekî xerabtir tiştan bike, belkî mirov ji wan bêhtir dil û canan bêşîne. Dilînî di asta herî bilind de mejî, fikr û ramanan bloke dikin û mirov naxwaze ku tu tiştekî li gor mejî, li gor mirovahiyê, li gor pîvanan bike.

Ew asta ku mirov bi serê xwe tevdigere û derdikeve dervê çerxa civakî, birêxistinî û tişta biryar li ser hatiye dayin. Ew zerarê dide her tiştî.

Asta sêyemîn, ji aliyê ku pêşiya wê tarî ye û mirov nizane çiqas berdêl dê bên dayin, pir giran e, birêvebirina wê zehmet e. Mirov di rewşên wiha de dikare hemû ked, destkeftî û berxwedanê bi tiştekî ne tişt bide, mirov dikare bi hêsanî bixape. Dîroka gelê kurd bi rewşên wiha tîjî je. Me di dawiya gelek grevan de hev du rexne kiriye û hev du bi rexneyan êşandiye. Ji xwe dil ji mirov re dibêje "bila tişt bi kesî neyê", li aliyê din jî muxatab dibêjin "hinek astengiyên wiha hene, em îro ne amade ne, bila tiştek nebe, em 2 mehên din bi bêhnfirehî çareser bikin". Li aliyekî jî "xema me mirina we ye, hema çi tê serê we bila bê" û li aliyê din "em nahêlin hûn bimirin, kuştinek hebe jî em ê bikin". Ev hemû bi ser mirov ve tên, mirov dibe zombî, wekî petîşoka stewyayî ku mirov dest didê û hemû tovên xwe direşîne ser çavên mirov, mirov dixwaze xwe deşarj bike, beden û mejiyê mirov ewqasî sebrê ranagire êdî.

Asta sêyemîn a girevan ji salên 1995'an heta 2012'an ji aliyê girtiyên kurdan ve pir nehatiye dîtin. Di sala 1995'an de 10 hezar girtî, bi armanca "standina statuya dîlgirtiyên şer" ketin grevên birçîbûnê, lê ew neket asta duyemîn. Di sala 1999'an de, di 15'ê meha duyemîn de, roja ku Komploya Navnetewî bi encam bû, 10 hezar girtî bi hev re ketin grevê, lê tenê 21 rojan dom kir û neket asta duyem. Girtiyên çepên tirk piştî wê ji bo neçin girtiyên F, ketin asta sêyemîn û berdêlên pir giran dan, lê em qet neketin grevan, me ji bo şert û mercên girtîgehê bedena mirova nekir berdêl.

Sedemek heye ku asta duyem û sêyem pir nehatine dîtin, heke ew sedem were famkirin, dê ev çalakî jî çêtir were famkirin.

Tevgera Kurd, ji greva 1981'ê ve êdî nehişt ku çalakiyên girtiyan guhertinên li derve armanc bikin. Ji ber ku ev ne armanceke di zeftê de bû. Rewş ji her alî ve ne pêkan bû û dewletê bi hezaran kes bikuşta jî, dikaribû di ya xwe de israr bikira. Lê îro dewlet ji her alî ve dez-avantajan dijî, kurd jî ji her aliyan ve, di rewşa xwe ya herî baş de ne, ji alî dîrokî ve jî ev wiha ye. Ji ber vê girtiyên kurd konjonktur ji her alî ve rast nirxandine û biryareke krîtîk dane. Girtiyan biryarek daye ku tevger beşdarî wan bûye, dûre gel destek daye û îro ji hemû parçeyên Kurdistanê, ji her ol û bawerî, ji her fikr û ramanê, ji her bîrdozî û partiyan kurd wan diaxivin. Tu carî kurd evqas roj li ser rojevekê ranewestiyane û rojeva xwe neaxivîne.

Heke girtî van 3 xalan bi dewletê bidin qebûlkirin û kirin, ji xwe bingeha şer jî diqede. Dewlet ji kîjan alî ve şer bixwaze jî dê li hewa bimîne û dê jixweber dest ji vî şerê bêwate berde. Îmha û tunekirina kurdan a bi çekdarî dê bibe armancek vala, li hewa.

Lê heke dewlet dest ji vê rik û înada xwe bernede, hingê jî konjonktura cîhanê ya nû dê nikaribe wê hilgire û darê ku natewe, dê bi qirçîn bişikê.

Li gor vê yekê, an dê asta sêyemîn 10-15 rojan bajo û biqede, an jî piştî 15-20 rojan dê dirûv biguhere, dê heta biharê bênavber bidome û berfirehtir bibe û bi biharê re biqede. Ji ber ku asta herî dawî ya liberxwegirtina sîstemê encax heta biharê dom bike. Hikûmet nikare bi şer û pevçûn hilbijartinekê qezenc bike û mecbûr e dawiyê li tevliheviyê bîne. Heke na, dê nikaribe bi serê xwe bibe îqtîdar. Ev jî xala wê ya herî qels û lawaz e.

Nexwe bi nirxandin û birêveberiyeke hunermendî gelên Rojhilata Navîn dê bigihîjin azadiya xwe û êdî zarokên van gelan jî dê wekî gelên Ewropa û Emerîka guhê xwe bidin ser pêşvebirina jiyan, teknolojî û zanistê.