1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Awayê Nivîsîna Qertafa Dema Bê
Awayê Nivîsîna Qertafa Dema Bê,awayê,nivîsîna,qertafa,dema,bê

Awayê Nivîsîna Qertafa Dema Bê

A+ A-

Di zimanê me yê niviskî de qertafa dema bê bi awayên ji hev cihe tê nivîsandin. Heta her redaksiyona weşanekê der barê awayê nivîsîna vê qertafê de xwedî biryarekê ye.

Niviskar bi awayekî dinivîsîne, redaksiyon bi awayeki din ji xwe re sererast dike. Ev yek jî dibe sedema tevlîhevî û nerazîbûnan.Tiştekî balkêş e, tenê der bare vê qertafa hanê de du awayen nivîsînê hene. Qertafên demê yên din hemû bi lêkerê ve tên nivîsandin. Tenê ev qertafa dema bê yan bi cînavkê ve yan jî bi tena sere xwe tê nivîsandin. Divê ev cudatî ji holê rabe.Niha em li ser ve yekê rawestin û ramana xwe derpêş bikin. Di zimanê me de deh cureyên peyvê hene ku nemir Celadet Bedirxan ew bi navê "birên qisetê" navandine.

Em van cureyên peyvan (ango texlîtên bêjeyan) bidin xuyakirin: Navdêr, veqetandek, pronav (cînavk), jimarnav, lêker, rengdêr, hoker, daçek, gihanek û baneşan.Ji van her pêncên pêşîn guhêrbar û her pêncên din jî neguhêrbar in. Di nav van birên qisetê de tenê veqetandek bi tena sere xwe nayên nivîsandin. Lê her neh cureyên din bi sere xwe ne û bi peyvên din ve nayên nivîsandin. Ji bilî ku gava bi wan navên hevedudanî û dariştî bên çêkirin. Wekî din jî hin awarte hene. Li aliyê din, ew ji cureyên peyvan cuda tên nivîsandin. Vekîta wan ango rastnivîsa wan wiha ye. Ligel vê yekê, gava terkîb bên çêkirin, an jî peyv bên tewandin, dengin bi hin cureyên peyvan ve dibin.Em dikarin encameke wiha ji ve rewşê derxin. Nexwe ji ber ku cînavk jî cureyeke peyvê ye,  ji bilî ku di hin rewşan de qertafa tewangê lê zêde dibe, dive ku ew bi tena serê xwe be. Lê  mixabin nemir Celadet Bedirxan qertafa dema bê "ê" bi cinavkê ve nivîsiye, îcar gava ku qertafa dema bê mina "dê" bi kar aniye, ji cînavkê cuda nivîsiye. Her wiha gava ku ev qertafa dema bê wekî "wê" tê bikaranîn jî dîsan, bi tena serê xwe tê nivîsandin.

Em wiha bibêjin: Qertafa dema bê di rastiya xwe de "dê" ye, lê bi awayeki giştî mîna "ê" tê bikaranîn. Îcar carinan mîna "wê" jî tê bilêvkirin ku ev şêwe tenê ji bo kesê sêyemin ê yekejimar û yê pirejimar tê bikaranîn.Li vir pirs ev e, gava ev qertaf wek "ê" tê bikaranîn bi cînavkê ve, lê belê gava wek "dê" û  "wê" tê bikaranîn, îcar ji cînavkê cuda tê nivîsandin.Çimaş Bi ya min tu sedemeke rêzimanî  û ya wateyî nîn e.

Ji bo hin kesan bûye adet an jî, li gorî hin kesan di zimanê devkî de gava ev qertaf mîna "ê" tê bikaranîn, wekî bi cînavkê ve be, tê bilêvkirin, loma jî bi cinavkê ve tê nivîsandin.Vekita zimanekî li gorî zimanê devkî nabe ku bê tespîtkirin. Ji bo vekîtê divê ku rêziman esas  be. Jixwe pîrê vî karî Celadet Bedirxan bi xwe jî di Hawarê de, (hejmara 28, rûpel 11) der barê vekitê de wiha dibêje: "Qeydeyên vekîtê ji tevayiya gramêrê dertên.

Di bihevebûna bêjeyan de qeyda gelemper ew e ko her bêje bi serê xwe tête nivîsandin û bi bêjeyên din ve nabin; ji hin awartan pê ve." Bi rastî jî gava em li gorî zimanê devkî vekîta xwe tespît bikin, gerek em niha dev ji gelek  rêzik û qaydeyên xwe yên vekitê berdin.

Hema bala xwe bidinê ku hemû qertafên lêkera bûnê,  em di dema kişandina navdêr û rengdêran de cuda dinivîsin, lê di wexta bilêvkirinê de mîna ku pê ve bin, em dixwînin û bi lêv dikin. Nexwe, divê em xwe bispêrin gramerê, ne ku awayê zimanê devkî ji xwe re rast û durist bibînin.Wek encam; hewce ye ku em qertafa dema bê (ê, dê û wê) ji cînavkê cuda binivîsin. Jixwe em tev qertafa dema bê "dê" û "wê" (ku ev ji "ew ê" pêk hatiye) ji cînavkê cihê dinivîsin.

Lê bi tenê di warê awayê nivîsîna qertafa dema bê "ê" de cudahî heye. Hin ji me bi cînavkê ve û hin ji me jî, ji cînavkê cihê dinivîsin. Bi ya min gerek ew jî, ji cînavkê cuda bê nivîsandin. Ji bo ku bi cînavkê ve bê nivîsandin ez sedemeke mantiqî nabînim. Eger "dê" be jixwe em cuda dinivîsin, lê eger bi awaye "ê" be em bi cînavkê ve dinivîsin, gava pê ve be gelo wateyeke  din jê diçeş Na. Hinceta ku ji aliyê telafûzê ve wisan sivik e jî, bi ya min ne rast e. Çimkî em nikarin xwe bispêrin rêzik û qaydeyên zimanê devkî.Sûd û kelk di dubarekirinê de heye.

Ji bo mijar û dabaşa vekît û rastnîvîsê jî, divê ku em xwe bisperin rezikên rêziman û gramerê. Rênîşander û rênima divê ku ev rêziken rêzimanê bin. Ne tiştên tercîhî û subjektîf bin ku ev li gorî kesan guhêrbar in.