1. Tekst

  2. Hevpeyvîn

  3. Ezîzê Cewo
  4. AWIR’EK LI SER BÛYERÊN PANZDEH SAL BERÊ
AWIR’EK LI SER BÛYERÊN PANZDEH SAL BERÊ,awir,ek,li,ser,bûyerên,panzdeh,sal,berê

AWIR’EK LI SER BÛYERÊN PANZDEH SAL BERÊ

A+ A-

Ev hevp’eyvîn, a ku pêşnîyarî bala xwendevan tê kirin, 15 sal berê pêk hatye. Di wê da gelek pirsgirêkên k’urdên êzdî yên dervayî welêt û pirsên êzdîtîyê hatine govtûgokirin. Gelek pirsgirêkên heyî bi hûrbînî hatine govtûgokirin, nirxandin û r’êyên ç’areserîya wan hatine destnîşankirin… Lê, eger mirov piştî dehsal û nîvekê wan pirsan binihêr’e, gelo wê çi derê hole? Gelo ew pirsgirêkên heyî berbi ç’areserîyê va çûne, an ew, çiqas çûye, k’ûrtir bûne?

Ez hêvîdar im, piştî xwendina vê hevp’eyvînê, xwendevanên meyê bikribin r’ewşa berê û ya îro bînin ber hev û encamekê derxin, lê sazî û r’êxistinên meyê jî (bi t’aybet, Fêdêratsîona Êzdîyên K’urdistanê) wê wan binirxînin û li ser encamên wan nirxandinan di k’arên xwe yên r’êxistinî û t’evgerî da wan pirsan jî bikin armanca k’arên xwe yên pêşerojê… K. M.

Fermo, ew hevp’eyvîna:

K’URDÊN ÊZDÎ ZÊDETIRÎ PÊNC HEZAR SALAN OLA XWE P’ARASTINE

Cotmeha sala 2000-an şanda Fêdêratsîona Êzdîyên K’urdistanê di Ewropayê da hatibû R’ûssîyayê. Ew şand ji Almanîyayê hatibû, û di nûnerîya wê da berpirsyarê Fêdêrat’sîonê Hesen Dût’ar û P’îr Feqîr Elî bûn. Dema hevdîtinên bi k’urdên êzdî r’a di derbarê dîroka kevntirîn ola gelê k’urd û pirsgirêkên p’arastina wê govtûgo û gengeşîyên berfireh pêk hatin. Piştî bidawîanîna r’êwîtîya di nava gel da şanda Fêdêrat’sîonê bû mêvana r’êdaktsîona r’ojnameya “Axîna welat”. Di hewayeke serbest û azad da di navbera me da gotûbêjek pêk hat, bi hinek kurtkirinên biç’ûka va em wê pêşnîyarî xwendevanên xwe dikin.*

“Axîna welat”: – Di sêrî da, em we silav dikin û dibêjin: “Hûn bi xêr hatine r’êdakt’sîona me!” Dema ger’a xwe hûn r’astî k’urdên derveyî welêt hatin, di nav wan da wisa jî hevdîtinên we bi k’urdên êzdî r’a pêk hatin. Piştî jiyana ji welêt dûr a ewqas demdirêj, we êzdîyên Sovêta berê çawa dîtin? Dîtina wan çi bandor li ser we hîşt?

P’îr Feqîr Elî: – Bandoreke erênî bû. Mirov bi sedsalan di nav net’ewên dinê da bijî û di heman demê da ol, ziman, r’abûn-r’ûniştin, kevneşopî û çanda xwe ya xweser bip’arêze, dîyardeyek e, ya ku mirov pê dilxweş dibe. Ji bo gelê xwe mirov dilşad dibe. Û, eger hinek kêmasî, pirsgirêk hene jî, ew ji nezanîna dîroka xwe tê. Lê bi giştî em dilxweş in. Lêbelê, dive em ji bo pêşer’ojê r’aman bikin. Berê pêşin em dive ji bo wê serê xwe bêşînin, k’a emê çawa destanînên xwe yên net’ewî ji bo nivşên tên biparêzin, xwedîbikin.

Hesen Dût’ar: – K’urdên êzdî dused salî zêdetir e, ku li ser axa R’ûsîyayê dijîn. Û xwe p’arastine. Em bi vê serbilind in. Lê, helbet, pirsgirêk hene. Ji bo ku ji vir û pêva jî em xwe bip’arêzin, dive em bêhtir bi t’evger bin. Helbet, k’urdên êzdî, yên ku di Ermenîstan û Gurcistanê da li ser hev di cîhekî da mane û bi wî awahî derfetên wan hebûne, ku nirxên xwe yên net’ewî bip’arêzin. Îro r’ewşeke dinê li hole ye. Gelê me li t’evahîya cîhanê belav bûye. K’urd îro bi sedan, heya bi hezaran kîlomêtran ji hev dûr dijîn. Eger gel bi t’evger nînbe, wê demê piştî 50 salî wê êdî t’aybetmendîyeke net’ewî nemîne. Ew bêt’avetyeke mezin dide me. Em jî di welatên bîyanîyan da dijîn û dizanin, p’eyva “p’enaber” tê çi wat’eyê. Ji bo wê jî ezê dubare bibêjim: “Bit’evgerbûn û p’erwerdeya bi r’uhê net’ewî wek av û hewayê, pêwîst in!

Divê giranîya xwe bidin ser p’erwerdeya ciwanan, ên ku, wek ku tê zanîn, bi hêsanî tên bişavtin. Li vir r’ola sereke divê r’ewşenbîrên k’urd ên êzdî bilîzin. Eger em wê pêk neynin dîrokê me efû neke. Ya me, dîrokeke me ya kevnar heye – dîroka têk’oşînê û berxwedanê. Eger em hemû wî k’arî bihêlin, wek ku dibêjin, çawa diçe, bila wisa jî her’e, emê gunehk’arîyeke mezin bikin.

Gelê me pênc hezar salan ola xwe ya kevnar p’arastye. Lê naha em pêvajoyeke berovajîyî wê dibînin. Gelek k’urdên êzdî ola xwe jibîr dikine, heya hinek diçin ser olên dinê. Eger ew ji êzdîtîyê dûr bik’evin, ewê r’ehên xwe yên net’ewî winda bikin, wê demê hîç êzdîyatîyek jî wê nemîne. Em, êzdî, divê r’ewşê r’ast qîmet bikin. An na, ewê ne hêjayî navê me, dîroka me û berxwedana me be. Em divê, her tiştê ji destê me tê, bikin, ji bo ku cîhê xweyî hêja di cîhanê da bigirin. Li dijî gelê me gelek lîstikên nep’ak tên lîstin. Gelek neyarên me hewl didin ola êzdî bikin malê k’ir’în-firotanê. Ji ber wê jî, ew k’î jî hebe: erk’darekî olî be, an r’ayedarekî mirîd be, divê bi hêvşandineke t’aybet li ola xwe û nirxên xweye net’ewî xwedî derk’eve. Êzdîtî ne t’enê nav e, ew mêranî ye, paqijî, mirovî û r’astî ye. Em dive t’enê weha ola xwe têbigihîjin. Ji bo ku êzdîtî wek ol bê p’ejirandin û hebe, mercekî ne kêm girîng heye: t’enê bi gotina – ez êzdî me, ji bo ku mirov êzdîbe, t’êrê nake, û em gelek caran bi wî awahî ola xwe bêqîmet dikin. Felsefeya êzdîtîyê, felsefeya mirovî ye, felsefeya jîyanê ye. Lê, binihêr’in, em bi berekê va wan nirxan bêqîmet dikin. Û ew berê pêşin ji wê tê, ku em ola xwe baş nizanin. Lê di jîyana r’ojane da hê jî kevnemayîyên berê hene – konsêrvatîzma (muhefezekarîya) ku tê zanîn. Em dive bi ç’avê siyaseta mezin li cîhanê binihêr’in. Eger em, êzdî, nirxên dîrokî yên gelê xwe nehêvşînin û nep’arêzin, emê xiyanetê bikin!”

“Axîna welat”: – Mêvanên hêja, me axavtina xwe bi zanebûn bi wê destpêkir, lê tiştê girîngtir jî hene. Rêxistina we di Ewropayê û Welêt da k’arekî mezin û girîng kirye û îro jî pêk tîne. Û mirov dikare ewî k’arî li vira – di welatên Sovêta berê da jî, bidomîne. Wek ku tê zanîn ola êzdî di nav gelên dinê da nine. Ev jî tê wê wat’eyê, ku êzdî bi net’ewa xwe k’urd in, û ola êzdî jî k’urdistanî ye.

Hesen Dût’ar: – Belê, nave r’êxistina me wat’eya xwe heye. Hejmara me, mirovên ku êzdîtîyê dip’erêzin, di nav k’urdan da kêm e. Çiqas jî em bibêjin, ku em êzdî ne, lê eger ew ji k’urdîtîyê dûr be, bi wê r’a ne yekgirtî be, ewê bibe wek dara bê r’eh û bê ber. Êzdîtî ne net’ew e. Ew bawerî ye, ol e, wek bûddayî, xirîstîanî û îslam. Net’ew, Welat û bawerî tiştne ji hev cuda ne. Wek mînak, ola xrîstîanî heye û gelên xrîstîan hene, an misulmanî heye û welatên misulman hene. Her yek ji wan olan di hinek dewletan da belav bûne, Navên wan gelan ne xirîstîan an misulman in. Her gelek nave xwe ye. Ev ne t’enê ji bo êzdîyan wisan e, ew ji bo elewîyan jî heman tişt e. Elewî hem di T’irkîyayê da hene, hem jî di Îranê da. Û ew hemû wek net’ew xwe k’urd dizanin.

Hinek bi nizanibûn, lê yên dine jî bi mabest wan herdu têgehan – gel û olê, t’evî hev dikin. Ew p’ir’ bi t’ehlûke ye. Ji bilî wê, ji net’ewên dinê jî pispor hene, yên ku ferzên (kanon) ola me baş dizanin û ji ber wê jî deynê me ye, ku, hîç nebe, li hember xwe bi xwe nebin pêk’enî. Ola me êzdîtî ye, net’ewa me – k’urd.

P’îr Feqîr Elî: – K’urdistan xaka hemû k’urdan e. Di destpêkê da êzdîtî ola hemû k’urdan a bingehîn bûye. Ma ne, ji demên kevnar va, K’urdistan cîhekî bihuştî bûye li r’û cîhanê. Ew bihûşt ji bo hemû k’urdan e jî – ew ji çi olê dibin, bila bibin. Em dive li hemû t’evgerên olî jî bi r’êzdarî binihêr’in, lê li ser her tiştî r’a, divê r’ehên net’ewî bip’arêzin. Li bal me jimêjva hatye gotin: “Xwîn nabe av!” K’urd bi xwînê yek in. Bawerî paşê tê.

“Axîna welat”: – K’urdistan di cîhanê da cîhê xwe yê t’aybet heye. Hene gel, ên ku du olên wan hene. Lê di nav k’urdan da musulman hene, di nav misulmanan da sunnî, şiî, elewî hene, hene k’urdên êzdî, xrîstîan, wisa jî yê yehûdî. Ev hemû wê çawa bikaribin di nav hev da, bi hev r’a bijîn? Di pêşer’ojê da wê p’evçûnên olî di nav k’urdan da dernek’evin?

P’îr Feqîr Elî: – Dema di têk’oşîna xwe ya net’ewî ya r’izgarîxwaz da k’urd serxwebûnê bi dest bînin, divê hemû ol azad bêne daxuyandin. Paşer’oj divê dubare nebe. Dutîretî û nak’okî neyarên me kirine nava gelê k’urd. Ji talebextr’a, ew ji wan r’a li hev hatye, ji ber ku ewan dutîretîya me ji bo berjewendîyên xwe bik’aranîne.

“Axîna welat”: – Baş e, lê naha pirseke dinê. Tu, wek erk’darekî olî, baş dizanî, ku di dîrokê da êzdî gelek caran hatine p’erç’iqandin. Û îro, dema dewleta me bi xwe nîne, gelek r’êxistin û t’evgerên welatp’arêz hene, r’ewş, her çiqas hindik be jî, berbi başîyê va hatye guhar’tin. Tu garantîya pêşveçûnên wan pêvajoyan di çi da dibînî?

P’îr Feqîr Elî: – Mala Xwedê ava be! Gelê me îro êdî cîhê xwe di civaka cîhanê da girtye û gihîştye têgihîştineke berbiç’av. K’urd, û di sêrî da jî êzdî, bi bawer in û berbi yekîtîya net’ewî va dimeşin. Divê heya serk’evtina dawîyê bitêk’oşin.

“Axîna welat”: – Nêr’îna te, bir’êz Hesen Dût’ar?!

Hesen Dût’ar: – Berê weha bû: ne t’enê du k’urd, bi t’aybet jî k’urdên êzdî û k’urdên elewî bi hev r’a nikaribûn di cîhekî da bûna. Ew ji ber wê bû, ku mirovek t’unebû, ku wan bîne bal hev, di navbera wan da dostanîyê ava bike. Berê çawa bû? Axa hebû, û dijminên me hebûn, yên ku ew axa r’êvadibirin. Piştî sala 1978-an, dema t’evgera me derk’et, k’urdên misulman p’ir’ dihatin bal me. Ewana em bira nav dikirin, bi me r’a nan p’arvedikirin. Em mat’ma dibûn. Ez p’ir’ dixwazim, ku min r’ast têbigihîjin. Em, hemû k’urd, ew ji çi olê dibin, bila bibin, deyndarê vê t’evgerê ne. Û deyndarên lehengên p’akr’ewan in, yên ku jîyana xwe dane r’amana (îdêa) net’ewî ya giştî. Ew bi saya wan bû, ku Yekîtîya êzdîyan, Yekîtîya elewîyan, Yekîtîya misulmanan hatine sazkirin. Berê me t’enê di malê da dikaribû p’eyva êzdî banîya zimên…

Û kesek nikare vê pêvajoyê r’a bibe asteng. Ji ber ku ewê t’evgerê em, k’urdên êzdî, yên misulman û elewî wek net’ewa hevgirtî hejmartin. Û îro bi hezaran dot û lawên gelê me di ç’îyayên K’urdistanê da mil bi mil ji bo serxwebûnê ditêk’oşin. Heya duh nedihate ber hişê me jî, ku keç’a k’urd a misulman û xortê êzdî dikarin bi hevr’a di nava civakekê da bin. Lê di t’evgera me ya r’izgarîya net’ewî da olê cîhê xwe da net’ewyetê. Wek mînak, hemû jî êdî dizanin, ku Bêrîvana êzdî fermandara k’oma gêrîllayan a di herêma Cizîrê da bûye. Stêrêotîpa bêbawerîyê, ya ku ji derva bi destê bîyanîyan li stuyê gelê me alandibûn, hatye şkênandin. Û ew hemû ji hêla PKK û Serokê me Abdullah Ocalan va pêk hatye. Em bi bawer in, ku têk’oşîna ji bo yekîtîya net’ewî, ya ku PKK r’êberîyê lê dike, wê bi serk’evtinî bidome. Êdî pêwîstîya pêşxistina p’êwendîyên civakî-çandî gihîştye. Bila di K’urdistanê da hezar mizgevtan, dêran, stargehên êzdîyan û elewîyan çê bikin. Lê prênsîp û îdîolojîyên cuda ên dijmirovî ji olan destpê nabin, ew ji mirovan destpêdibin…

Naha êdî mirov têdigihîje: eger berê dijminê me em, k’urd li ser bingeha olî dikuştin, lê naha li ser bingeha net’ewî heman tiştî pêk tînin. Berê neyarên gelê k’urd bang dikirin, ku êzdîyan bikujin! Û îro jî t’irk dibêjin – yê ku k’urdan bikuje, wê bê xelatkirin! Va, divê em evê têigihîjin. Neyarê êzdîtîyê dewleta t’irk e. A, ewê di Serhedê, Botanê, Amedê, Mêrdînê û di herêmên dinê yên K’urdistanê da em t’unekirine. Ez bi bawer im, nak’okîyên berê wê dubare nebin. Îro hêzên me yên net’ewî hene, yên ku wê nehêlin ew pêk bê.

“Axîna welat”: –Dema li vira bi hinek k’urdan r’a diaxivî, ewana bi bir’yar dubare dikin: “Em êzdî ne!” – Lê, gelo, k’urd k’î ne, nizanin. Em mînakekê bînin. Zar’ok, a ku di malbeta xrîstîanan da hatye cîhanê, xirîstîan nayê hejmartin, heya ser wê merasima mêrûnê (tehfil) neyê pêkanîn, heya ew Êncîlê hîn nebe, heya ji bawerî û r’a û r’izmên olî r’a r’êz negire. Wisa jî ya misulmanan e. Bi dîtina min, gelek tişt pêk tên, ji ber ku di pirsên olî da em nexwendî ne. Û k’î divê van hemûyan bide fêrkirin, ji gel r’a bawerîya olê şirove bike? Erk’darên ola me ne t’enê dive li ser şînan amade bin, mirîyan bişon, k’efen bikin û bispêrine axê, lê mîna P’îr Feqîr Elî kevezanê (gopal) xwe hildin destê xwe û her’in nava gel, dîrok û wat’eya ola êzdî şirove bikin. Tu çawa li vê dinihêr’î?

Hesen Dût’ar: – Erê, ez bi vê dîtinê r’a me. Divê bi k’ûrahî p’erwerdeya ola me bê bicîhanîn. Divê ewê bikin destanîna t’evahîya gel, dive p’irtûkan, kovaran, r’ojnameyan biweşînin. Ne t’enê erk’darên olî, lê wisa jî gelê sade (miîd) dive ola xwe bizanibin. Ew hemû, çi ku li jorê hate gotin, bi xwe jî yek ji r’êbazên k’arê Fêdêrat’sîona me ye. Ola îzdî ne wisa oleke sade ye, ya ku bi hêsanî bê têgihîştin. Oldarên me divê bikaribin bawerîya ola xwe vebêjin û bidin p’ejirandin. Bi mêt’odên kevnbûyî meşandina k’ar bêwat’e ye. Her oldarek divê dîroka gel, bingehên ola xwe baş bizanibe, ferz û kanonên olî ji bo wê nehatine sêwirandin, ku t’enê şêx û p’îr wan bizanibin, Lê wisa jî dive mirîd wan baş bizanibin. Helbet di xerîbîyê da ji bo p’arastina ola me mirov r’astî dijwarîyan tê. Em divê têk’ilîyên bi Welêt r’a xurt bikin, ma ne, ew ola bi xwe li wira sêwirîye. Îro êdî gelekên ji me ji civaka xwe qut bûne û k’etine bin bandora olên dinê. Ev gunehk’arî ye! Êdî dem pêr’a gihîştye, ku em hemû di bin ala Fêdêrat’sîona Êzdîyên K’urdistanê da bibin yek. Eger r’êxistina me nînbûya, ne P’îr Feqîr Elî, ne jî ez, emê îro ne di nava we da bûna. Em divê p’ir’ bên bal hev. Divê em wisa bikin, ku jihevbelabûna me bi dawî bibe. Ya sereke gel e û têk’oşîna ji bo yekîtîya net’ewî ye. Gelek oldarên me ji bo welatê xwe jîyana xwe dane. Em dive li zimanê xweyî k’urdî xwedî derk’evin û wî bip’arêzin. Windakirina zimên, tê wat’eya windakirina ola êzdî.

“Axîna welat”: – Kekê p’îr, pirseke me ya konkrêt ji bo te heye. Di nav êzdîyan da yên wisa hene, yên ku nizanin, k’a ew ji çi net’ewê ne, ola xwe nizanin, bi gotinekê, nizanin, k’a ew k’î ne! Hinek dibêjin: “Em êzdî ne, ne k’urd in!” – Wek erk’darekî olî, di derbarê vê da tu çi dikarî bibêjî?

P’îr Feqîr Elî: – Ew ji nizanibûna pirsê tê. Şêx û p’îrên we divê gel bêhtir r’onî bikin, p’ir’ her’in nava gelê sade. R’êyeke dinê nîne. Eger têk’ilîyên bê navber hebin, her tiştê serer’ast bibe.

“Axîna welat”: – Spas, kekê pîr. Lê naha pirsa min ji bo birêz Hesen Dût’ar e:

– Mirov çawa dikare têgehên ol û Welat, Welat û gel şirovebike?

Hesen Dût’ar: – Gel û ol bêyî hev nabin. Lê ol divê bêhtir azad be. Ew divê monopolîya erk’darên olî nîn be. Divê olê di nav kir’în-firotanên siyasî da bik’ar neynin. Ola êzdî divê xizmeta yekkirin û p’arastina net’ewê bike, ne ku p’arç’ebûnê û belavbûnê ji gel r’a bîne. Di dirozgeyeke me da tê gotin:

Ez çûm dîwana Xwedayî,

Li vir min dît eşq û şahî,

Serê her tiştî t’ifaq û t’evahî…

Lê em, ji talebex r’a, hê negihîştine yekîtîyê û levhatinekê. Eger em ferzên ola xwe bi pîrozî pêk bînin, wê demê emê di gelek tiştan da bigihîjin serk’evtinê. Eger gel bê Welat û bê yekîtî ye, ewê nikaribe ne xwe, ne jî ola xwe bip’arêze. Em divê civaka xwe bigihînin hev. Îro şansek heye, û em dive wî ji destê xwe bernedin. Eger têk’oşîna me bi ser nek’eve, ewê bê wat’eya mirina me.

“Axîna welat”: – Tu dixwazî bibêjî, ku garantîya p’arastina her gelekî hebûna dewleta net’ewî ye?

Hesen Dût’ar: – Tu r’ast têgihîştî. Em, dibe ku bikaribin di xerîbîyê da 50 salî jî bimînin. Lê bêyî Welêt emê winda bibin. Cîgeha ola êzdî K’urdistan e. Hemû pîrozgehên ola êzdî li wir in.

“Axîna welat”: – Biborîne, ku axavtina te dibir’im. Êzdîyên vê derê t’enê pîrozgeha Lalişê dizanin. Êdî li k’îjan herêmên K’urdisatnê qubeyên êzdîyan hene?

Hesen Dût’ar: – Me di kovara xwe ya “Laliş” da lîsteya t’am ya wan qubeyan weşandye. Ewana li derdorên Mûsilê hene, li Batmanê, Xerzanê, Mêrdînê, Heskîfê, li deşta Bişêrîyê û li deverên dinê. Pîrozgehên ola êzdî li t’evaya ç’îyayên K’urdistanê hene.

“Axîna welat”: – Spas ji bo wan agahîyan. Di dawîyê da weyê bixwasta çi ji xwendevanê me r’a bigota?

Hesen Dût’ar: –Em p’ir’ xweşhal û dilşad in ji bo vê hevdîtina me. Helbet ji bo hemû daxwezan demê t’êrê nekira, lê gava yekem hatye avîtin, destpêkeke baş hatye danîn. Ji vir û pêva jî dive ev p’êwendîyên me bên pêşxistin. Û ya sereke, û ewê ji bo her êzdîyekî deynê pîroz be, ku her mirovekî xalifî r’izgar bikin. Di nav êzdîyan da yên wisa jî hene, yên oleke dine hildane. Em divê bibin yek û vê olê ji windabûnê bip’arêzin. P’îr Feqîr Elî: – Bi t’aybet pêwîst e, ku guhdarîya me li ser wan be, yên ku bi sedemên cuda ji van hemûyan dir’evin. Ji bo wê, ji bo ku ew xwe nas bikin, dive em hemû bi hev r’a k’arbikin. Ew deynê me ye.

“Axîna welat”: – Spas ji bo vê hevdîtinê, em serk’evtin û sadîyê ji we r’a dixwazin!

Hevp’eyvîn Korda Mad pêk anî. R’ojnameya “Axîna welat”, berfanbara sala 2000-an

________________ 


 * Ji ber ku ev hevp’eyvîn di dema xwe da di beşê r’ojnameya “Axîna welat” yê r’ûsî da ("Стон Родины") hatye weşandin, ji bo xwendevanên k’urdîaxêv ew ji r’ûsî hatye wergerandin.

Wergera ji r’ûsî min bi xwe pêk anye. Korda Mad (Ezîz ê Cewo)

Di wêne da:

Ji ç’epê berbi r’astê: xudanê hevp’eyvînê, P’îr Feqîr Elî, Hesen Dût’ar û Emerê biç’ûk.