Ax û Sînor,ax,û,sînor

Ax û Sînor

A+ A-

"Axê birîn nekin, şênayiyê biparêzin." Manî

 

Pêşî me destên xwe bikar anîn, dûre bi wan destan me navgînan afirand û ew bi kar anîn. Pir seretayî bû. Lê ji bo kî û li gor çi seretayîş!

 

Ji bo wê demê ev şoreşeke mezin bû. Lewra bi bikaranîna destan û amûrên ku bi wan destan hatine afirandin re, mêjiyê mirovan pêş ket. Ji bo xweparastina li hemberê talûkeyên ji derve û domandina jiyanê, êdî çekeke me hebû û ev ji yên din gelek mezintir bû, mêjiyê me!..

 

Paşê em derbasê jiyaneke dêmanî bûn. Me ji axê û keviran xaniyan lê kir. Axa ku em bi xwe berhemên wê bûn, me ajot. Çand û çandiniyan jê bi dest xist. Ax bûbû debara me êdî û gelek comerd bû. Ji yekî sed, du sed û carnan dikaribû sêsed jî bide.

 

Pêşketina mêjî û jiyana mirovahiyê bi hev ve girêdayî bû. Mêjî jiyanê û jiyanê jî mêjî bi pêş dixist.

 

Me êdî ajel kedî dikirin, hirî dirêsa û kinc didirûtin. Me bêtir li ber xwe dida, li hember sermayê. Bi van re me ji kevir, hestî, baqir û wd. tiştên xeml û arastinê jî çêdikir. Ji bo xwarinê, derdanên me jî hebûn êdî.

 

Jin ji bo me pîroz bûn. Lewra ew jî mîna axê bûn. Ji ber vê me ji axê re digot "dayîk". Ax ji bo me dayîk bû, lewra şên dikir, diafirand û dijiyand.

 

Em bi hev re dijiyan, me bi hev re diçand û hemû hilberînên ji axê li hev parve dikir. Her tişt nû û yekemcar bû ji bo me, her yekemcariyek jî şoreşek bû.

 

Ev hemû pêşkeftin li Heyva Berhemdar hatibûne bidestxistin. Rojhilata Navîn, Mezopotamyaya Jor û bi taybet welatê kurdan Kurdistan, bûne bingeh ji vê şaristaniya mezin re.

 

Ax pîroztirîn bû ji bo me. Lewra her tiştên ku me pê jiyana xwe didomand û asan û aramtir dikir, hemi ji axê bûn. Lê hin pîroziyên me yên din jî hebûn ku bi tirsên me re şîn bûbûn di nav dil û mêjiyên me de û me nedizanî ka ew çi ne.

 

Lê axê çendî comerdiya xwe nîþan da, me jê zêdetir xwest: Hinek din hinek din hinek din!.. Westan û rawestan nîn bûn ji daxwazên me re. Her yek ji me bûbû cenawirek. Ne ji bo debarê, lê ji bo avakirina jiyaneke bê ked.

 

Me dest pê kiribû êdî û em li ser keda kesên din rûniştibûn, ji bo "baştir" bijîn. Û evîn têk diçû bi daxwazên me yên serberdayî û serserî re.

 

Me ax parve dikir û em bûbûne "Xwedî Milk". Xwediyên axa ku em jê hatine!.. Me peymana xwe ya bi ax û xwezayê re yekalî xerab kiribû. Pîroziyên me bûne gorî ji egoyên me yên gemar re. Mêzîn xirab bûbû.

 

"Xwedîtî"yê bi xwe re sînoran jî anîbû. Ax bi sînor bûn êdî, mêjiyên me jî pê re

 

Serdem, serdema zordestî, mirin, talan, êş û rondikên çavan bû. Û evîn têk diçû...

 

Împaratoriyên mezin, li ser zordestî, kuştina evîn û kedê bilind dibûn û bi xwînê dihatine avdan. Her împaratorek, xudayek bû. Mezinahiya axa di bin zordariya wan de, sembol û pîvana mezinahiya wan bû.

 

Di nav demê de, li ser bingeha desthilatdariya axê, pir pergal û sazûman hatin avakirin. Di encamê de ax hate "netewî" kirin. Ax bûbû sembola azadiyê, lewra bi axê re jiyan û azadiya mirovan jî dihatine dagerkirin û diketine binê dest û teserûfa dagerkeran. Û evîn têk diçû...

 

Paşê şoreş çêbûn. Bingeha îdeolojiya van şoreşan jî, ji bo hemû mirovan jiyaneke mirovahî bû. Lê ji bîr kiribûn ku mirovahî jî bingeha xwe ji xwezayê distîne û bêyî xwezayê nikare bijî. Bi tenê "mirovahî"yê ji xwe re bingeh girtin. Encam: Êş, rondik, xelayî, mirina bi milyonan mirovan, talan û wêrankirina xwezayê û şaristaniyê, xerakirina mêzîna ekolojiyê!..

 

Di nava demê de, bi pêşketina sîstema kapîtalîzmê re, mirov gav bi gav ji kedê bi dûr ketin. Bi dûrketina mirovan a ji kedê û hêrs û çavsoriya wan a erzanbidestxistina jiyanê re, mirov ji xweza, ax û evînê jî dûr ketin.

 

Me çekên mezin ên bi tirs û xof afirandin û me mala xwe bi destê xwe wêran kir û mêzîna cîhana xwe xerab kir. Li ser navê "jiyaneke xweştir", me jiyanê kuşt.

 

Di vekirina her gulî de, di hêlîna her çivîkî de, di hostetî û hunera her mozî de, di karkerî û kedkariya mezin a her morîstanî de, di bilindahî û şênahiya her çiyayî de, di delaliya her xezalî de û di her nefesa ku em distînin de wateyên mezin veşarî ne. Em bi xwezayê, ax û jîndarên din re hene.

 

Bi vê munasebetê, ez êrîşên dagirkerên welatê xwe şermezar û protesto dikim û dizanim ku dê ew ax û li gel hemû berhemên xwe, vê yekê ji wan pirs bikin û di nav xwe de nejînin.


Gotinên miftehî :