1. Tekst

  2. Daxuyanî

  3. Mehmet Yilmaz
  4. Axaftina Merasîma Xelata Rûmetê
Axaftina Merasîma Xelata Rûmetê,axaftina,merasîma,xelata,rûmetê

Axaftina Merasîma Xelata Rûmetê

A+ A-

METNA AXAFTINA MIN
A LI SER NAVÊ KOMELAYA NIVÎSKARÊN KURD AMEDÊ
YA JI BO MERASÎMA XELATA RUMETÊ    

Gelî mêvanên ezîz û bi rûmet, ez li ser navê Komelaya Nivîskarên Kurd ji bo beşdarbûna we ya merasîma xelata rûmetê ji bo helbestvan Ehmedê Huseynî, dibêjim: Hûn tev bi xêr hatin.

Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd, Ji bo ked û xebata wî ya çandî û rewşenbîrî û bi taybetî ji bo fedakarî û dilşewata wî ya ji bo Rojava, vê xelata rumetê layîqî helbestvan Ehmedê Huseynî dibînin.

Ey hosteyê helbestê, ey mîrê gotinê, ey nûnerê kurdan ê li dîwana felsefeya dinyayê, ey hogirê Heydger, Nietzsche û Spînoza, ey hilweşînerê sînoran, ê ku di şevên tarî de sînor qetandin û navê dayikê li vî welatî kir.  

Te got:

Ne Serxet ne Binxet, ne Rojhilat ne Rojava, ne Başûr û ne Bakur;  

Navê vir Kurdistan e, Kurdistan!

Ey mamoste, Em wekî Reveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê, dibêjin:

Ji bo ked û xebata te ya çandî û rewşenbîrî, ji bo şoreşgeriya te ya Kurdistanî, tu yê vê diyariya me, li ser navê xwe, vê wekî xelata rûmetê û ji bo me jî; wekî ku me wazîfeya xwe ya biratîya Rojava tam bi cih neaniye, li ser navê biratiya Rojava, wekî lêborîna me qebûl bike.

Gelî rêzdaran

Em ê îro pirsekê ji xwe bikin.

Gelo ji bo Rojava tiştê me kiriye bes e, yan ne bes e?

Eger em Bakurî, Alman, Îngilîz, Ereb an Afrîkî bûna, tiştê me kiribû bes bû. Lê mixabin em Kurd in, em Kurdên Bakur in...

- Gelo em zanin; Cegerxwîn, Celadet Elî Bedîrxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Memduh Selîm Beg û bi hezaran Kurd gava li ser rûyê dinyayê cih ji wan re nema, li Rojava bûn mêvanê rûmetê?

- Gelo em zanin; gava Rojava bi kul û kedera xemgîn dibe, bi çavekî tijî hêsir li Bakur dinere?

- Gelo em zanin; ku Rojava bi çavên birayekî mezin li Bakur dinere?

- Gelo em zanin; ku di şoreşa Bakur de heft-heşt hezar şehîdên Rojava heye?

De bibêjin xwişk û birano, îro tiştê ku me ji bo Rojava kiriye,  bes e yan ne bese?