1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Azmûna herî mezin jiyan bixwe ye
Azmûna herî  mezin jiyan bixwe ye,Azmûna,herî,,mezin,jiyan,bixwe,ye

Azmûna herî mezin jiyan bixwe ye

A+ A-

Sistema Universiteyê hemû ideolojî û birdozî jî tevlî hev kirin.
Yên ku herî dijberê  sistema  OSSyê ye ji zarokên xwe re mamosteyên taybet digire,.
Yên ku li hemberî xwendina bi pereyan e, di dibistananên de ji zarokan pereyan berhev dike,
Yên ku li hember sistema dersxaneyan e, roj tê di dersxaneyan de mamostetiyê dike.
Belê vê sitemê;
Hemû zanîna me,
Bîrdoziya me,
Baweriya me tevlî hev kir.
Tiştekî hevpar heye:
Dema di van azmûnan de  ciwanek bi ser dikeve , tew ku di tirkiyê de dikeve rêza yekemin:
Ji dibistana xwe re,
Ji dersxaneya xwe re,
Ji malbata xwe re,
ji bajarê xwe re dibe rûmeta herî mezin.
Yek dibêje cîranê me bû,
Yê din dibêje hevalê zarokê me bû,
Yên dîtir dibêje heta evarê me bi bavê wî re kaxiz dilîstin.
Çiroka ezê ji we re vebêjim jî yek ji van çîrokan e.
Du sal berê bi navê Serhat Varol Guneş zarokekî Amedî di azmûna OSS de li tevayî Tirkiyê bû yekemîn.
Ev tiştên me li jor me gotin yeko yeko ji bo wî jî hatin gotin.
Ji dersxaneyê heta şaredariyan ew di nav xelatan de hiştin.
Wêneyê wî li bilboardan xistin.
Û di encamê de Serhat kete Zaningeha Rojhitanavîn, Beşa Mihendiziya Elektrîk û Elektronîkê.
Pêrar jî xwuşka wî  Zaningeha Dicleyê, beşa  Doktori yê qezenc kir.
Çiroka me ne çîroka Serhat ne jî ya xweşka wî ya doktor e.
Ya bavê wan,  Mamoste Burhanettin e.
Mamoste piştî 26 sal mamostetiyê bi alikariya kurê xwe yê şampiyon, ji bo azmûna OSSyê xwe amade kir.
Û sala par kete azmûna OSSyê.
Ku der qeznc kir hûn dizanin.
Wî jî Zaningeha Dicleyê beşa Doktoriyê qezenc kir.
Niha Keça wî di pola duyemîn de, ew jî di pola yeke min de dixwîne.

Encam: Mirov bi gelemperî dikare bêje azmûna herî mezin jiyan bixwe ye,
Minakên wek mamoste Burhanetîn ji civakê re, ji ciwanan re dibe hêvî, dibe serkeftina ders a herî baş a jiyanê.

Mem Mîrxan