1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Bûbo Jina Xwe Berdide
Bûbo Jina Xwe Berdide,Bûbo,Jina,Xwe,Berdide

Bûbo Jina Xwe Berdide

A+ A-

Gerîla ketine herêma Dêrika Çiyayê Mazî, dest danîne ser her tiştî. Êdî pirsgirêka mirîşkên ku dikeve nav zevî û erdan jî gerîla çareser dikin. Çi mesele hebe dihere ber destê "Yên Ji Me Çêtir".

Rojê Apê Bûbo dihere cem gerîla, dibêje "ez dixwazim jina xwe berdim." Şervan dibêjin "Çima apê delal, xêr e?"

Apê Bûbo dibêje "Yabo heyran, ez bi qurbana biraziyê xwe, ev jinik çi dibîne davêje ji min de. Ev 3 sal in wisa lê hatiye."

Şervanek dibêje "Nexwe çima 3 sal berê te berneda?" Apê Bûbo dibêje:

- Heyra hêj nû sekman bûye, êdî tişta ku davêje li mirov jî dixe, berê li min nediket.


Gotinên miftehî :