1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Bêyî mafê perwerdehiyê kurdî azad nabe
Bêyî mafê perwerdehiyê kurdî azad nabe,Bêyî,mafê,perwerdehiyê,kurdî,azad,nabe

Bêyî mafê perwerdehiyê kurdî azad nabe

A+ A-

Ev demek e, nîqaş û gotûbêjên li ser zimanê kurdî zêde bûn.  Kurd ev du sal in di vî warî de têkoşîneke xurt didin. Îsal bi vebûna dibistanan re li gelek cihan bi dirûşma “Êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin” çalakî hatin lidarxistin.
Rayedarên dewletê ji ber vê yekê gelek aktîvîstên zimanê kurdî girtin. Ji wan Hemîd Dilbahar hê jî di girtîgehê de ye. Çapemeniya tirk ev çalakî bi awayekî baş nedan, hevalên me Mîrza Ronî û Hemîd Dilbahar ji ber ku ji hêla çapemeniya tirk ve wekî hedef hatin nîşandayîn,  hatin girtin.

Lê belê her wekî Yaşar Kemal gotî, “Dê her gel bi zimanê xwe perwerde bibe, êdî Tirkiye nikar ji vê yekê bireve. Her wiha nivîskarê Yenî Þafakê  Kurşat Bumîn û gelek kesên  din jî dibêjin, Tirkiye êdî nikare helwesta xwe ya klasîk li hemberî kurdan û zimanê kurdî bidomîne. Bi kurtasî, êdî ji bilî hinek derdorên faşîst her kes gihîştiyi vê baweriyê ku di nava çend salan de mecbûr e ku di warê perwerdehî  û weşana kurdî de hinek gavên berbiçav bavêje.

Lê belê pergala ku li ser bingeha red û înkarê ava bûye. Berê dagirkeran dixwest pêşî îradeya kurdan bişikînin, piştre gavan bavêjin.  Niha jî d ixwazin van gavên di warê zimanê kurdî de li dijî têkoşîna kurdan wekî çek bi kar bînin. Lewre jî li aliyekî têkoşîna gelê kurd a ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî terorîze dike, li aliyê din jî bi hinek gavên beravêtî propogandaya xwe dike. Heke mirov bala xwe bide nîqaş û nirxandinên ku di çapemeniya di Tirkiyeyê de derketine, mirov dikare vê yekê bi awayekî zelal bibîne. Ev demek e, ez nûçe û nirxandinên di vî warî de berhev dikim. Ez dixwazin ji wan nûçe û nirxandinan hinekan bêşîrove pêşkêşî we bikim. Dema mirov nûçeyan li pey hev rêz  dike, ew helwesta rayedar û aqilmendên dewletê zelal xuya dike.

- Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê rojnameyên bi kurdî û pêvekên wê nedan girtiyan û îmha kirin. (Rojnameya Tarafê)

- Weşana Azadiya Welat ji bo mehekê hate r awestandin. (Evrensel)

- Di weşana televîzyona kurdî de  biryara dawîn: Weşana Bijî AKP serbest e. (Bîrgun)

- Roja 1’ê rêbendanê TRT dest bi weşana 24 saetan a kurdî dike. Ji beşdaran Orhan Mîroglu ji ber ku di hilbijartina 22’yê tîrmeha 2007’an de bi kurdî xeber daye, şeş  meh ceza xwariye. (Yalçin Doðan)

- D oza ku ji ber axaftina bi kurdî li Leyla Zana û Osman Baydemîr hatibû vekirin dom kir. (DÎHA)

- Seroka Komîsyona rajêrîn a  Mafên Mirovan a Parlementoyê Ewropayê  Helene Flautre got, “Em dozên ku ji ber kurdî li mirovan têne vekirin fêm  nakin. (Taraf)

- Mebûsê DTP’ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk ji bo ku beşa ziman û wêjeya kurdî li zanîngeha vebe, pêşniyar-qanûnek da meclisê.  Çapxaneya Meclisê karta pîrozbahiyê ya Ozçelîk ji ber ku bi kurdî ye, çap nekir, ya  çapkirî jî belav nekir. Her wiha peyv û hevokên bi kurdî yên ku di axaftina Ozçelîk de derbas bûn, wekî axêver bi zimanekî ku nayê zanîn peyivî di zabitên meclisê de cih girt. (DÎHA)