1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Aydin Dere
  4. Bajarê pêxemberan: Ruha
Bajarê pêxemberan: Ruha,Bajarê,pêxemberan:,Ruha

Bajarê pêxemberan: Ruha

A+ A-

Di demeke wisa de em ketin ser rêya bajarê Ruhayê ku di dîroka xwe de, ji gelek milet û ?aristaniyan re malovanî kiriye. Rêya kevin a diçe bajêr guheriye, hin herêm ji ber ku di çarçoveya Projeya GAPê de,  di bin avê de mane,  em mecbûr man bi qasî nîv saetê bi tevî wesayîta xwe li Ferîbotê siwar bin, pi?tre rêwitiya xwe berdewam bikin.  Pi?tî demeke din em li de?ta Heranê ne. Me herêmên çiyayî yên Semsûrê li pi?t xwe hî?tin û em di de?teke rast de bi pê? ve diçûn. Wê gavê di bin tava hîvê de, ne serê de?tê û ne dawiya wê xuya dikir. Em her ku bi pê? diketin, de?ta Heranê li pê?iya me ewqas berfireh dibû. Pi?tî demekê em gihî?tine wê qenaetê ku ev rê bê dawî  ye.

Di gerdûna bêdawî de, xemla hîvê, ronahiya kadiz û ya sitêrkan diçûrisîn. Tirîncên ?evê ronahiyeke zîvîn dida ser axa bi bereket a de?ta Heranê. Axê belkî jî herî zêde li vê derê xwe? bêhn dida. De?t ewqas sereraste bu li ti aliyê ût û bûta çiyayan xuya nedikir. Ji dûr ve lambeyên hin gundên nas û nenas diçurisîn, ji bilî hin dengên seyan, bêdengiyeke bi xof hebû. Em di hin gund û bajarokên piçûk re derbas bûn. Pi?tî rêwîtiyeke ?e? saetan  em bi ?ev gihî?tin nava bajêr. Berê ku em bêhna xwe bidin, me xwest em gola efsaneyî ya bi masî  bi çavên ?evê jî  bibînin.

Li devereke rast û fireh  turbe û goristan hatine ava kirin û hawîrdorê wan jî bi avê hatiye girtin. Li hundur jî gola bi masî bi hostayiyeke mezin a mîmarî hatiye saz kirin. Mekan xwedî atmosfereke mîstik û bi efsûn e. Kafeterya û hewzeyên li wê derê  heta derengê ?evê ji ziyaretvanan re xizmetê dikin. Hin Xwaringehên li  baxçeyê mezin, xwarinên bi nav û deng  ên Ruhayê pê?kesî mu?teriyên xwe dikin. Li baxçe mirov dibîne ku hin ziyaretvanên herêmî û biyanî derketine gerê, hin kes berê xwe dane turbeyan dua dikin, hin kes jî ji bo tevger û dansa masiyan bibînin xwarinê davêjin nava golê.

"Kesên van masiyan bixwin dimirin".

Li gorî efsaneyekê, ev masî pîroz in û nayêne xwarin. Tê gotin ku kesên van masiyan bixwin dimirin. Li ser zinarên li hemberî golê, Keleha Ruhayê heye ku di salên 240an de (pi?tî Îsa) hatiye ava kirin. Ev keleh ji aliyê xwe yê dîrokî ve rengeke watedar û cuda dide vê mekana pîroz. Keleha Ruhayê  li ba?ûrê bajêr li  ser zinarê zaxor hatiye ava kirin. Aliyê wê yê bajêr kendal e. Li her sê aliyên din jî xendeq hatine vekirin û  di sedsalên borî de av lê tijî bûye. Bedena Kelehê ji kevirên ?ehkirî hatiye çêkirin û xwedî 25 bircan e. Bilindahiya wê di nava 7 û 10 metreyan e û dirêjahiya wê jî bi qasî  1500 metreyan e.  Li navenda kelehê 2 sitûn hene ku di heman demê de kîtabe (nivîstek) ne jî. Bilindahiya  wan bi qasî 17 metreyî ye.

Li gorî rîwayetan, li  Ruhayê gelek pêxember jiyane, lê ji wan Hz. Îbrahîm bûye weke sembola bajêr. ?ikefta ku tê gotin Hz. Îbrahîm lê ji dayik bûye û camiya ku li kêlaka ?ikeftê hatiye ava kirin, li navenda bajêr in.  Ziyaretvan di dema serdana wê mekanê de, bi dengê bilind û nizim dua dikin û hêviyên xwe tînin ziman. Efsaneya Hz. Ibrahîm ji bo her sê olên semawî xwedî girîngiyeke mezin e. Hz. Îbrahim, ji ber ku li hemberî Nemrûd, baweriya yekbûna yezdan parast, îro hem ola Musevî, hem ya Xiristiyanan û hem jî ola Îslamê xwedî li  wî û baweriya wî derdikevin. Lêkolînên Teolojîk û olî jî qebûl dikin ku Hezretî Îbrahîm bingeha van hersê olên mezin e ku hersê jî ji Rojhilata navîn derketine. Ev der û gelek deverên din ên dîrokî, li gel ewqas aliyên xwe yên mîtolojîk û pîroz, mixabin li cihanê ba? nehatine nasandin. Lê dîsa jî  salê ji sedhezarî zêdetir, ziyaretvanên herêmî û yên biyanî tên serdana  Ruhayê û ev jî  ji bo bajêr dibe hatiniyeke girîng.

Efsaneya gola bi masî

Di derheqê pîroziya gola bi masî de, di nav gel de pir  gotin hene. Li gorî Rîwayetekî, rojekî munecimên Nemrûd jê re dibêjin ku di pê?erojê de wê lawikek were dinê û wê textê wî ji dest bigire. Li ser vê yekê, Nemrûd biryar digire ku hemû zarokên di wan rojan de bêne dinyê werine ku?tin. Ji gel re jî tê gotin ku her kes divê zarokên xwe bîne teslîm bike. Dema ku tê bihîstin zarokên hatine teslîm kirin tev hatine ku?tin, hin  kes weke berê  zarokên xwe nabin teslîm nakin. Ji ber vê yekê jî, le?kerên Nemrûd davêjin ser malan û zarokên nûhatî dibin û bi xwînxwarî dikujin. Di dema van bûyeran de, dayika Hz. Îbrahîm Nuna jî bi zaro ye. Di sala 2100an de (beriya Îsa) bi dizî diçe xwe davêje ?ikefta ku îro di Camiya Dergah de ye û Hz. Îbrahim li wê derê bi dizî tîne dinyê. Dûre, tim bi bahaneya ku biçe dotina pez, diçe kurê xwe Îbrahîm dimijîne. Li gor hin gotinan, Îbrahîm ji aliyê xezalan ve jî hatiye mijandin. Bavê Îbrahîm, Azerê Mozopotamî jî hostayê pûtên Nemrûd e. Kurê wî Îbrahîm dema mezin dibe, li hemberî Qiralê zalim ê pûtperest  Nemrut derdikeve û  fikra  yekxwedayî diparêze.

Ev serhildana Îbrahîm bi salan dajo û fikra wî ya ji bo yekxwedayî di nava gel de belav dibe. Rojekê dema  Îbrahîm pûtan hildiwe?îne, Nemrûd gelek aciz dibe û dixwaze Hz. Îbrahîm bigire û ceza bike. Pi?tî têko?îneke dûr û dirêj  Îbrahîm tê girtin û li gor cezayê wî jî, divê bê ?ewitandin. Êdî pê?î li serhildana Îbrahîm hatibû girtin. Kesên li hember Nemrûd, hinek ji wan xwe dispêrin çiyayan hinek ji wan ji hêrsan xwe dikujin. Ji bo bibe êbret, Nemrûd dixwaze ?ewitandina Îbrahîm ji aliyê gelê herêmê ve were tema?e kirin. Li ser vê yekê hem kesên alîgirên Îbrahîm di nava ?înê de, hem kesên alîgirên Nemrûd di nava ?ahiyê de tev li meydanê kom dibin. Ji ber ku ji berê ve hatiye îlan kirin ku Hz. Îbrahîm wê were ?ewitandin, heyecaneke ewqas mezin derdikeve ku dengên girî û qêrînên kêfxwe?iyê tevlihev dibin. Nemrûd, ji bo li merasîma ?ewitandinê ba? tema?e bike, li ser kelehê ji bo xwe texteke taybet dide çêkirin. Pi?tre bi fermana Nemrûd hemû dar û berên li herêma Ruhayê têne berhev kirin û li cihê gola îro weke girekî mezin kom dikin. Ji bo Hz. Îbrahîm  bavêjin nava agir li bakurê kelê 2 stûnên mezin tên çêkirin. Werîsên qalind ku bi van  stûnan ve têne girêdan weke Mancinîq têne bikaranîn. Dema le?kerên Nemrûd, Hz. Îbrahîm bi alikariya van mancinîqan  davêjin nava agir baranek xurt a nedîtî dibare û hem agir vedimire, hem jî herêm dibe gol. Êzingên lodkirî jî tev dibin masî.  Di dema ?ewitandina Îbrahîm de, Zelixa ku zirkeça Nemrûd e û a?iqê Îbrahîm e, bi qêrin û feryadê, dike nake nikare pê?î li bûyerê bigire, loma bi ?ev û bi roj digirî. Li gorî efsaneyê hêsirên çavên wê  weke lehiyê diherikin û dibe goleke piçûk. Lewma îro li kêleka gola Xelîl Îbrahîm goleke din a piçûk  heye.

Li gor hin çavkaniyan koka Hz.Îbrahim digihêje Medan, lê li aliyê din di serî de Cihû, Ereb û Faris jî xwedî li Hz. Îbrahîm derdikevin.


?aristaniya Ruhayê

Li gorî lêkolînên arkeolojik  Ruha  yek ji bajarên herî kevn e û koka wî digihêje 9 hezar sal beriya Îsa. ?aristaniya li Heranê bi fikra yekbûna xweda dest pê dike. Çawa ku hukumdariya Nemrûd li vê derê ajotiye, têko?îna li hemberî wî ya di pê?engiya Hz. Îbrahîm de jî dîsa li ser vê xakê  dewam kiriye. Ruha, berê û pi?tî van efsaneyan jî bûye navenda gelek têko?înan. Di salên 744an de di dema Merwaniyan de, Ruha ji Mezopotamyayê re paytextî kiriye. Dîsa di dîrokê de zanîngeha yekem, li nêzîkê Ruhayê li Heranê hatiye saz kirin. Mîr Cebîr cara yekem li vê derê ke?if kiriyê ku dikare germahiyê wergerîne enerjiyê. Herwiha gelek alim û zanyar li vê derê hatine dinê û perwerde bûne.

Nemrûd vegeriya

Dîrok bi xerîbî û ecêban dagirtiye. Desthilatdarên Tirk li vî bajarî ku bûye dergû?a ?aristaniyê, hebûna gelên Kurd, Asûrî û Keldaniyan ku ji vê ?aristaniyê re rêberî kirine, înkar kiriye. Ziman û çanda wan qedexe kiriye, ji bo koka van gelan qir bike, gelek komkujî pêkanîne, navên gund û bajaran, navên çiya û de?tan guherandine û danîna navên zarokan bi zimanê zikmakî jî qedexe kiriye. Ev Sîstema herî nijadperest ku bi kirinên xwe Nemrûd li pi?t xwe hî?tiye, di roja me de hê jî sûcên dijmirovahî dike. Herwiha têko?îna ji bo hebûnê ya li  hember vê zalimiyê jî  nesekiniye û ev bûye sedema xurtbûna hestên neteweyî û pê?ketina axaftina bi zimanê kurdî, ya di jiyana rojane de.

Rengên Mezopotamyayê

Yek ji gelên ku ji zalimiya li herêmê para xwe girtine jî Asûrî-Suryanî ne. Ew niha bi giranî li herêma di navbera Ruha û Mêrdînê de dijîn. Di komkujiya li hemberî Ermeniyan a sala 1915an de herçend zêde behsa Asûrî û Suryaniyan neyê kirin jî, ew jî bûn hedefa hovîtiyê û bi darê zorê ji herêmê hatin sirgûn kirin. Ev sirgûn ji bo wan destpêka pêvajoya komkujiya sipî bû. Îro ji vî gelê qedîm tenê çend hezar kes li Mezopotamyayê mane, lê bi sedhezaran kesên wan jî, îro li cihanê belav bûne. Hêvî ew e ku ev millet rojekê li xaka xwe vegere û hebûna xwe bi ziman û çanda xwe ve, li warê bav û kalên xwe bidomîne.


 
Aydin Dere
[email protected]

Gotinên miftehî :