Baqê Nîskan,baqê,nîskan,kurdistan,başûr,rojava

Baqê Nîskan

A+ A-

Ji Kurdistana Başûrê Rojava pîrekek ku çûbû Ewropa, li wir jiyana xwe ji dest daye. Xizmên wê rabûne cendekê wê li balefirekê siwar kirine û anîne Başûrê Rojava. Li mala zarokên pîrekê şûnek hatiye lidarxistin.

Wekî hemû şûnan; kî tê dibêje: “Baqî xwedê ye. Qismetê wê heta vir bû. Em ê hemû bimirin” û ber dilê zarokên wê digirin. Bêhtir jî dibêjin: “Binihêre pariyek nanê wê li Ewropa bû, heta ku ew jî nexwar nemir. Çû ew parî jî xwar û mir. Karê xwedê xerîb e, aqlê me nagihîjê.”

Di wê navberê de kesekî ku ji gund hatiye şûna pîrekê, dest bi axaftinê dike:

“Seydayê min bi destûra we be ez ê jî li ser qismet çend gotinan bêjim. Bi rastî min meseleya qismet pir baş fam kiriye.

Ez serê we neêşînim rojekê min kurtanê kerê xwe lê kir, qûş û qayişa wî şidand, têra xwe avêt ser piştê û min berê kerê xwe da daristanê. Lê di wê navberê de min dît ku heşayî hizûr gwê min tê.

Aqilek hate min ku ez hema li hewşokê malê têr birrîm û piştre herim.Lê dîsa jî min got hela ez herim daristanê, li wir berî daran bikim ez ê rûnim destmêja xwe jî bişkînim.

Welhasil î kelam ez gihaştim daristanê. Baweriya we bi xwedê hebe, çavên min li qurmê darekê ket ku hema tiştekî ecêb bû. Koka dareke riziyayî bû û şîpa min jî wisa xweş lê hatibû ku hema min destê xwe avêt destiyê bivir û piff. Yek .. du.. sê û wele min koka xwe giş ji bin erdê derxist.

Her car jî ku ez parçeyekî jê dikim ez bera têra kerê xwe jî didim haaa. Koka darê xelas bû, siwarkirina barê min jî qediyabû.

Min destê xwe avêt doxîna xwe ku li bin darekê rûnim û destnimêja xwe jî bişkînim, lê wele kerê min di bin barê xwe de dikir inte int. Xwe radikişand. Min nihêrî nabe, min got hema ez ê herim li mal gwê xwe bikim.

Vir ê te û wir ê min, ez gihaştim mal. Min got bila ker jî di bin bar de nemîne, min barê wî jî daxist û ez reviyam hewşokê. Te dît li cem me tiwalet tune ne. Min bi qurpika misîn girt û ez ketim hewşo.

Baweriya xwe hebe, hema hema bi qasî ku min çîroka xwe ji we re gotiye, min bin xwe tijî kir û ez rabûm, min cihê xwe guhart lo.

Min dit ji wê de mirîşkek me ya sorik heye, em jê re dibêjin eyşokê. Got vir vir vir û hat li ber wî gûyî sekinî û niq niq niq niq dest bi xwarinê kir.

Min got subhanelaaaa ! Nexwe ev qismetê vê mirîşka reben bû, ji bo wî hawî heta vê saetê min nikaribû li derekê bikim.”

Li ser vê yekê rûniştiyan berdaye wî, ji civatê bi dûr xistine. Melê jî gotiye “ma ev der cihê suhbeta gwê te ye!?”

Welhasilî kelam însan di bin zimanê xwe de veşartî ye. Ya girîng ew e ku tu çawa tînî ziman.