1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Bedbextiya kurdan bêbextiya cîranên wan e
Bedbextiya kurdan bêbextiya cîranên wan e,bedbextiya,kurdan,bêbextiya,cîranên,wan,e

Bedbextiya kurdan bêbextiya cîranên wan e

A+ A-

Samî TAN

Ji 15’ê rezberê bi vir de bala hemû mirovên azadîxwaz li ser Kobaniyê ye. Êdî ne tenê dilê kurdan ji bo Kobaniyê hildavêje, dilê hemû mirovên azadîxwaz ji bo vî bajarî hildavêje. Di dîroka kurdan de ji bilî qirkirina Helebçeyê tu bûyerên têkildarî wan ewende di rojeva cîhanê de cih negirtibû. Cudatiya Helebçe û Kobaniyê jî malûmî her kesî ye. Li Helebçeyê hêzên faşîst ên Sedam bi çekên kîmyewî qirkirinek pêk anîbû, zêdetirî pênc hezar kesan hatibûn şehîdkirin.

Îcar rewş cuda ye, îcar şervanên YPG û YPJ’ê li dijî êrîşên tund û hovanê yên çeteyên Daîşê li ber xwe didin. Ev liberxwedan heke bi ser bikeve, dê çarenûsa kurdan a bi sedan salan ji binî ve biguhere. Ev çarenûsa ku ji hêla dagirker û hevalbendên wan ên navneteweyî ve hatiye nivîsandin, dê yekser biguhere. Êdî dê zarokên kurdan çavên xwe li cîhaneke ronaktir vekin. Belkî ne tenê zarokên kurdan, dê zarokên vê erdnîgariya bi navê Rojhilata Navîn bibînin ku jiyaneke pevreyî ya bêyî şer û lêkdan, bêyî kuştin û qirkirin pêkan e. Şoreşa Rojava nîşaneya vê yekê ye.

Lê mixabin welatê kurdan ji hêla hêzên desthilatdar ên cîhanê ve li çar neyarên dirinde hatiye belavkirin; çar aliyê kurdan neyar in. Serkêşiya vê neyartiyê komara kurên Osmên dike. Heta niha nevîçirkên Enver Paşa, niha jî nevîçirkên Evdilhemîd heta ji wan tê, nahêlin ku ev çarenûsa xerab biguhere û kurd bi bextê xwe şa bibin. Bi kurtasî bedbextiya kurdan, bêbextiya welatên dagirker û hevalbendên wan e.

Van hêzên dagirker civaka xwe jî li dijî kurdan û azadiya gelê kurd perwerde kiriye. Bala xwe bidin kuçe û kolanên metropolên Tirkiyeyê. Li bajarên ku hejmara kurdan li wan kêm e, li ku derê kurd derdikevin kolanan li pêşberî xwe digel hêzên dewletê yên dirinde, hêzên faşîst jî dibînin. Heta niha bi dehan kurdên azadîxwaz ji hêla hêzên dewletê û van faşîstên dirinde ve hatine şehîdkirin.

Belkî tê bîra we, berî du mehan hêzên Daîşê Şingal dagir kiribû, li wir jî bi sedan mirovên sivîl bi destên çeteyan hatibûn şehîdkirin. Çîrokên serborî û serpêhatiya kesên ku ji qirkirinê rizgar bûbûn gelekî balkêş bûn. Ji ber ku awayê qirkirinê gelekî dişibiya, qirkirinên li Dêrsim û Zîlanê.

Ewên ku ji qirkirinê rizgar bûbûn jî dîsa wekî Zîlan û Dêrsimê bi piranî ji bin cendekên kuştiyan derketibûn. Di nav gotinên lêqewmiyan de tiştekî din jî hebû. Wan digot, “Cîranên me yên ereb bêbextî li me kir, tevî çeteyên Daîşê, wan jî êrîşî me kir.” Mixabin îro cîranên kurdan li kurdan bêbextî dikin.

Hinek aliyên cuda jî hene. Berê piraniya raperîn û serhildanên kurdan ji ber xiyaneta navxweyî têk diçûn, ji Kela Dimdimê heta raperînên mîna Şêx Seîd û Agirî, hinek hoz û eşîrên kurdan xwe dida aliyê zordar û dagirkeran. Lê îro kurd li seranserî cîhanê ji aliyê hest û dilînê ve bûne yek. Hemû wekî hev nafikirin, hemû ne ji bîr û baweriyekê ne, hemû ne ji hoz û eşîrekê ne, lê hemû ji bo rizgariya Kobanî hewld didin, dilê wan ji bo Kobanî hildavêje. Ev yek jî cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye.

Tiştê ku me kurdan rizgar bike, ev yekîtî û hevgirtin e. Divê em bi tu awayî cudatiyên hizr û ramanî nekin hinceta dubendî û neyartiyê. Hê jî di nav me de hinek kurdên di guhê gê de hene, hê jî hinek dûvikên dûv hebanê, destikên neyaran peyda dibin. Lê belê divê em doza azadî û hevgirtinê bidin pêş. Em xerabiyê bi qenciyê terbiye bikin. Em nehêlin ku yek kurd jî xwe bide aliyê neyaran. Her wiha dilê hemû mirovên azadîxwaz jî ji bo Kobaniyê hildavêje, divê em ji bîr nekin ku doza azadiya gelê kurd, di rastiya xwe de doza azadiya hemû mirovên azadîxwaz e.