Berfîna Newrozê,berfîna,newrozê

Berfîna Newrozê

A+ A-

Hevdeh bihar derbas bûn 

hevdeh keser kom bûn 

û hevdeh gul çilmisîn 

 ji gulîstana dilê min.


Hevdeh carî 

min hevdeh hêstirên çavan barandin 

bi ser kesera di qefesa sînga min de kombûyî ve 

û hevdeh hêvî şîn bûn 

li ser dilê min.


Hevdeh caran 

min sê dendikên kibrîtê vêxistin 

û di nav ronahiya wan de wenda bûm 

keserên min mane ji derve.


Hevdeh Newroz 

ketim nav hevdeh bîran. 


Di kûrahî û tariya hevdeh bîran de 

wenda bûm 

û min hevdeh xewn dîn.


Ne mîna xewnan bûn 

diêşiyam, dikeliyam, dikeniyam, digiriyam, diqêriyam. 

Ji min pê ve kesekî nedît giriyên min 

û ne jî kesî bihîst dengê min 

lê ez dijiyam di wan xewnan de.


Li kela zilmê gurzê li destê Kawa bûm.

Li Meya Farqînê bûm 

di destê min de qevdek gul 

 û min Newroza valahiya xwe 

ya çil salan pîroz dikir.


Li Nisêbînê bûm 

dirûşma li ser lêvên serhildêran bûm.


Li Cizîrê 

kevirê li destê zarokan bûm.


Li Amedê 

di nav tariya mirinê de 

sê kibrîtên li destê Mazlûman bûm.


Li ser Kela Amedê 

qêrîna di sînga Zekiye de kombûyî bûm.


Li xerîbiyê 

hêstirê li çavê dayika Reh?an, Ronahî û Bêrîvan bûm.


Li zîndanan Sema bûm. 

Agir û Agirî li ser laşê min bilind dibûn ji nû ve 

û dibûme mizgîniya Newrozê.


Li Helebçeyê zarok bûm 

di hembêza Newrozê de şehîd ketim.


Li çiyan guleya tifinga egîdan bûm 

di eniya gemariyê de daçikandî.


Li kolanên welatê xwe 

du tiliyên li hewa bûm 

laşê min ê teze bû xurê panzêran.


Li nav dilê dayikan 

hêrs bûm 

tilîlî bûm


Li Zagrosan 

hêvî bûm


Li giravan 

fîlozofî


Li çiyan û baniyan 

deşt, zozan, gelî, newal, kuçe û kolanan 

li ser milan, 

 li nav dilan 

kesk bûm ji rengê çiyan 

sor bûm ji agirê Zerdeşt û xwîna şehîdan 

zer bûm ji roja welat 

û hil dibûm ji çiyan 

xewnereşka dijmin bûm ez.


Li ser pênûsa Xanî Mem bûm 

li Newrozan Zîn.


Li dilê Kurdistanê paytexta rengîn 

bi sedhezaran dil 

û yek qêrînek bûm li ser zimanan: 

"Bijî Azadî!"


Û Hevdeh carî lerizîm 

hevdeh carî li xwe verqilîm.

Hevdeh keserên din kom bûn di dilê min de.


Dîsa Newroz e li welatê min. 

Hevdeh hêvî şîn dibin 

hevdeh ken datînin ser rûyê min.


Ax xwezî berfîneke temen kin bûma 

li Zagrosan 

û hema tenê carek 

min serê xwe bilind bikira ji nav berfê 

û ji kana xwe 

ji wê bilindahiyê 

temaşe bikira li Amedê...


Mahabad Felat ARDA 

20 Adar 2008 

[email protected]


Gotinên miftehî :