Beroşa Kurdan,Beroşa,Kurdan

Beroşa Kurdan

A+ A-

Mirov dikare ji bo van hemû modelan bêje modela  êzingan an jî modela darê.
Lê Baxçelî û Baykal tenê li ser yek awaye kî dişixulin.
Ne beroşê, ne jî êzingan qebûl nakin.
Dibêjin em goştê hev bixwen jî, em nahêlin xwarinek ji kurdan pêktê bipije.
Baxçelî dibêje: Ezê bi qulpekî beroşê, Baykalê bi qulpê din yê beroşê bigire û emê beroşê di şêrşengê (uçurum)netewperestiyê de bigindirînin.
Ya rastî yê di beroşê de dikelin em in.
Belê di serî de yê dikele zimanê me ye.
Kurd baş dizanin ku di vê beroşê de perwerdeyiha zimanê zikmakî tunebe, tu çi êzingî davê jî binî bavê jê, wê beroşê nekele.
Ji bo me kurdan mijarek din a nîqaşê jî  beroş bixwe ye.
Bê beroş xwarin çênabe.
Beroşa Kurdan Kurdistan e.
Bê Kurdistan zimanê me jî na(kele)gere.
Xala din a herî girîng jî  hesinê beroşê ye.
Wek hûn jî dizanin hesinê beroşê di 1980 bi destê darbeya faşîst a îlonê ji bafûnekî genî hatiye çêkirin.  Divê ev bafûn li gor pêdiwiyên îro biguhere. Heta divê em herdû Qulpan jî biguherînin, di şûna wan de  Pasûrê bi cîh bikin,
Gelo Kurd çi dixwazin?
Wek qutilkên Mêrdînê, wek Buryanê Sêrtê, xwarineke bi ekil em dixwazin.
Heqê me jî heye ku em bi azadî, bi serbilindî, weke mirovan li dora beroşa xwe rûnin û pariyek nan bixwen, ne wisa?.

Ji bo Aram

Ji bo hemû camêriya te:
Bi gotinekê: Spas
Bi du gotinan: Mala te ava
Bi sê gotinan : Mala te û bavê te ava.
Tu apê me, tu kirîwê me yê herî hêja yî.
Di ayîna herî dawiyê ya Ermenekî Amedê de, em li gel te ne.
Em gelek şan e ku me  fileyek î wek te şêrîn nas kir.
Ê bi xwedê mirina te gelek giran e.
Bila îsa Mesîh bi te re be.
Oxirbe Mamoste Aram, oxirbe Mamê Tigran, oxirbe.

Mem MÎRXAN


Gotinên miftehî :