1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Bersiva Eskerê Boyîk: Dema Hareman derbas bû!..
Bersiva Eskerê Boyîk: Dema Hareman derbas bû!..,Bersiva,Eskerê,Boyîk:,Dema,Hareman,derbas,bû!..

Bersiva Eskerê Boyîk: Dema Hareman derbas bû!..

A+ A-

"?êr ?êr e çi jin e çi mêr e!" Ev demeke dirêj e min dixwest wek jineke kurd li ser rew?a jinên kurd û zilm û zora li ser wan binivîsim. Mixabin jinên kurdan wek jinên bindest him ji aliye malbatên xwe, him aliyê dijminên xwe him ji aliyê "mêr"an ve têne pelçiqandin. Heya niha nav çar dîwarên malê de ji bo "mêr" xwarin amadekirin, paqijkirin û zarok mezin kirin, bû karê jinê. Her ti?t ji bo dilxwe?kirina "mêr"an bû. Jin bû namûs û diviya ji nav çar dîwaran derneketa û xizmeta "mêrê xwe" ba? bikira. Dema derbiketa derve û ji xeynî "mêrê xwe" li kesekî din binihêriya, an jî biaxiviya, îcar "namûs" ji dest diçû û diviya ew jin bihata ku?tin. Dema bihata kuþtin "namûsa mêr" xelas dibû. Her kesek jî zane ku îroj jin li hîn deverên Kurdistanê di bin nave namûsê de ji aliyê mêr, an bav û birayên xwe ve tên ku?tin û bi piranî jî navê xwekujiyê (întixar) lê dikin û hesab jî nadine tu kesekî. Li Dergû?a ?aristaniyê erf û edetên ereban ên qirêj û pa?verû li ser navê îslamiyetê hatine pêkanin û jin pêþî bûne "harema mêran" û pa?ê bûne "milk" û "namûs"a mêran. Pa?ê "mêran" navê "harem"ê kirin "zewac" û bi 4 jinan re bi dilekî rehet "zewicîn". Lewre ew "jinên" wan bûn. Ew ên ku derfet û îmkanên wan hebûn jî, pirtir jin anîn û di bin navê "Zewac"ê de "harem"a xwe zêde kirin. 364 jinên Nasruddewle, padî?ahê Dewleta Merwaniyan hebû û ev encamên îslamiyetê bûn. Lewra beriya îslamiyetê çandeke weha ya kurdan tunebû û rola jina kurd di nav civakê de kêmasî bi qasî rola mêrê, grîng bû. Her wiha navê jinê jîn bû û a?tî bû. Dema jin ?ara xwe davêtine nava ?erekî ew ?er radiwestiya. Jin ne tenê di nav malan de, lê di nav civakê û rêberiya civakê de bûn jî. Bi hatina islamiyetê re devên jinan hatin klît û morkirin. Pê re çav jî li jinan hatin morkirin!.. Û jin di nav sedsalan de çavtirsî bûn. Mêran zor û pêkutiyê mîna ?ûrê Demokles li ser serê jinan girt. Mêr bû "axa" yê "harem"ê. Tu mafekî jinê tune bû ku bikaribe li dijî, an li ber "mêr" biaxive û nêrînên xwe, daxwaz û armancên xwe bêje. Ji xwe nedikarî armanceka "jinê" hebe jî. Ji bo jiyanê yek sedemeke jinê bi tenê hebû ku ew jî koletî û xizmeta "mêr" bû. Erka jinê ew bû ku zarokên kurîn ji mêran re bînin û xizmeteke ba? bidine wan. Ev ê?, zor û zilm li ser jinê bi hezaran salan waha berdevam kir û hîn jî bi temamî ne?ikestiye. Cî bi cî, bi giranî jî didome.Her çiqas pi?ti salan dem û dewran hatine guhartin jî, di nav malên kurdan de rola jinê zêde neguherî. Dîsa "mêr" desthilatdar bû û her biryarî jî "WÎ" dida. Qedera jinê di nav du lêvên "mêr" de bû. Pi?tî salên 90î, jin jî ji bo azadiya xwe li dijî desthilatdariya mêran û mîlîtarîzmê têko?iyan û tevlî tevgera kurd bûn. Di nav demeke kin de jin jî bi serê xwe bûn tevger û ji bo azadî û a?tiyê derketine kolanan, mafên xwe û gelê xwe parastin. Di vê têko?înê de jin û mêrên kurd ên azadîxwaz mil dane hev, ji hev hêz girtin û li dijî dijmin bûne yek deng. Jinên kurd him ji bo netewa xwe û azadiya xwe, him jî li dijî erf û edetên ereban ên paþverû têko?iyan, ?er kirin. Lê diyar e ev têko?îna jinan, mêrên pa?verû aciz kiriye. Hê jî "mêrên" ku hesreta "harem"an dik?înin hene û azadiya jinan diyar e ku ew gelek aciz kirine. Min nivîsa birêz Eskerê Boyîk xwend û ya rastî ez ecêb mam. Ev demek e di Amida kurd de li ser asîmîlasyon û otoasimilasyonê nivîs tên we?andin. Rew?enbîrên kurd li ser mijarê nêrînên xwe dinivîsin û rê li ber otoasîmîlasyonê çawa dikare be girtin, pê?niyazan dikin. Birêz Eskerê Boyîk jî xwestiye li ser mijarê binivîse, lê diyar e zîhniyeta xwe ya ve?arî daye dest. Pi?tî ew qasî têko?în û hele ji aliyê kesekî ne ereb ve çawa dibe ku hê jî erf û edetên ereban ên gemmar û pa?verû wek erf û edetên kurdan têne nî?andan û parastin. Lê diyar e ji azadiya jinan û daxwazên jinan gelek aciz bûye. Ev mêjiyê serdestiyê ye û lewra jî ne mêjiyeke azad û rew?enbîr e. Ez vê nivîsê ne ji bo ku bi birêz Boyîk re bikevime polemîkekê dinivîsim. Ez tenê dixwazim ew camêr bizane da textê axatiyê rûxiya ye û êdî jin ne kole ne. Derketina kuçe û kolanan ji bo jinan çiqas serbilindiyeke mezin be, ew qas ji bo mirovên desthilatdar tirseke mezin e, lewra dengê azadiyê her tim axa û desthilatdaran tirsandiye. Gotara ku di bin nave "Dayika Kurd û Ziman" de nivîsiye, bi rastî jî sosreteke eceb e. Di bin nave parastina dayika kurd de heqareta herî mezin li dayika kurd dike, koletiyê layiqê dayika kurd dibîne û navê vê jî datîne "parastina malbatiyê". Rola jinê ne tenê nava malê ye û jinên kurd xwe li her deverî îsbat kirine û zimanên li nav çar dîwaran girtî, derxistine ronikahiya rojê û nav civak e. Jinên kurd çiqas azad û serkeftî bin, wê Kurdistan jî ew qas bikare azad be û zarokên kurd wek kurdekî mezin bibin. Lê mixabin birez Boyik ne ji bo azadiya zimanê kurd dibêje, ew ji bo berjewendiyên xwe biparêze, li gor xwe rêbazek dîtiye û jin kiriye nav çar dîwaran, navê wê jî daniye "erf, edet û namûsa Kurdan". Namûsa kurdan ew e ku li ba?ûr serle?ker in, karsaz û karbidestên hukûmetê ne, hemû xwedî e?îrên mezin in, keçikên ciwan ên kurd li ba xwe didine kar kirin, bi wan re têkilî datînin, dema ku têkiliya wan derdikeve holê jî, ji bo mêr û malbat û e?îr rezîl nebe, keçikê dibin dikujin, wenda dikin, kes nizane çi bi serî de hatiye. Bi sedan bûyerên weha bûne li ba?ûr ku tu kesek cesaret jî nake du gotinan li ser vê yekê bêje? Ka birêz Boyîk, ji kerema xwe re ji min re bêje, li Bakur û Ba?ûr, jin çima xwe dikujin, xwe di?ewitînin û rola ew jina ku xwe dikuje di nav malbatê de û civakê de çi bûye? Gelo ew jina ku hûn xiyal dikin a nav malbatê bûne, yan jina li kuçe û kolanan ji bo maf û azadiya xwe û gelê xwe têko?iyane bûne?!! Hûn civakeke girtî û fetisandî dixwazin ku ev jî di koletiya jinê de tê temsîlkirin. Lê ji bîr nekin ku nexwe?înên herî genî jî di civak û malbatên weha de peyda dibin. Bi hezaran mînakên van ti?tan hene. Ka biçin Batmanê, gelo jin çima xwe dikujin hîn bibin û pa?ê bên em biaxivin!.. Gotinên birêz Boyîk ecêbeke giran e û heqaretek mezin li jinên kurd kiriye. Ez wek jineke kurd wê gotara sosret ?ermezar dikim. Boyik weha dibêje: "Û bi rastî ji jina Kurd, keça Kurd, heta pîrejina Kurd jî ji malbetê neban kirin, qetandin, derxistin kûçe û kolanên bajaran. Hela hinek serokan nivîsên xwe yên wa gotî "mejûyî" de ev yek wek destanîna bilind hesab kirin. Bê bingeh, bê pê?deçûyîn û perwerde, bin navê wekehevî, demokiratiya sivik, an bi zorê, bi propaganda sexte jinê ji nirxên morala miletiyê ya qedîm qetandin, tevî hinek wa gotî "azadiya" xwe re bi hezaran problemên nêgatîv anîn nav malbata Kurd." "Îro, dema em halê gelê xwe û wî a?ê asîmlasyonê li Kurdistana Bakur dinhêrin, dijwer nîne bê zanîn ku wezîfa pîreka Kurd a pîroz, weletparêzî, ya here jorîn parastina malbata wê ye. Di nava zarokan de parastina ziman, xeyset û nirxên kurdewariyê, nav û namûsa jina kurd a qedîmî ye... ?erm timî xemla xeyseta jina Kurd bûye." Birez Boyik dibeje ku "?erm timî xemla xeysata jina Kurd buye" Bi rastî min jî wek jineke kurd ?erm kir. Lê min li ser navê birêz Boyîk ?erm kir. Çawa dibe ku mirov ew qas di dema "harem"ê de bijî û hê jî wan daxwazên xwe bi politikayeke gundayetî û qirej û di bin navê "welatparêzî" û "zimanparêzî" de bipareze? Ev camêr li gor xwe wezîfeyên jinên kurd jî diyar kirine: Li gor wî wezîfeya jinên kurd a herî pîroz, parastina malbatê û xizmeta "mer"an e. Ez bawer im êdi kesek lingê birêz Boyîk na?o û xizmeta wî nake, loma weha hêrs bûye. Di nav aciziyeke mezin de ye û vê aciziya xwe jî di bin navê parastina zimanê dayikê de vedi?êre. Birez Boyîk ez bawer im hûn hê jî agahdar nînin, lê ez dixwazim piçek agahî bidim we: Em êdî di sedsala bist û yekan de ne û çawa ku jinên cîhanê di nav siyaset, çand, huner, pe?ketina teknolojî û hwd. de cih digirin, jinen kurd jî him bi tecrûbeyên xwe yên salên serdestiya mêran, him jî bi têko?îna gelê xwe ve, bi serbilindiyeke mezin pê?ve diçin. 2007-11-09