1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Besiva ji bo 100 peyvên Selîm Temo
Besiva ji bo 100 peyvên Selîm Temo,besiva,ji,bo,100,peyvên,selîm,temo

Besiva ji bo 100 peyvên Selîm Temo

A+ A-

Der barê angaşta birêz Selîm Temo de, ku wî di konferansa li ser Mehmed Uzun de ya li Zanîngeha Bilgiyê kiribû, di malpera Diyarnameyê de gengeşiyek dest pê kir ku hîn jî berdewam e. Wî gotibû ku ji berhemên Mehmed Uzun hezar peyv berhev kirine ku di tu ferhengan de nîn in.

Li ser gotina wî, birêz Dawid Rebiwar serî li fikir û nêrîna min jî xist. Min jî daxwaz kir ku birêz Selîm Temo wan hezar peyvan ji me re diyar bike ku em jî ji wan agahdar bibin, heta em karibin ji wan sûd wergirin û di çapa nû ya ferhengê de bi cih bikin. Li hêla din çend nivîskarên ku tevî vê nîqaşê bûn navê min û xebata min a ferhengê jî bi nav kirin û bi ser de ji min jî hat xwestin ku ez jî raman û hizirên xwe der barê vê angaştê de aşkera bikim. Piştî ku Selîm Temo di nivîsa xwe ya Diyarnameyê de "100" peyv weşandin, min jî rahişt ferhenga Kurdî-Tirkî ya ku min amade kiriye û ez li wan peyv û biwêjan geriyam. Min divê ez bibêjim ku hejmar ji bo min girîng e û dema ez rastî peyveke nû ya ku min hay jê nîn e têm, ji kêfan ez nizanim çi bikim.

Te dît dibêjin, eger baskê min hebûna ez ê bifiriyama. Eynî wisan. Carek ew lîste ne sed peyv e. Di lîsteyê de 99 made hene ku sê jê jî dubare ne û li rastê dimîne 96 made. Yeka din jî bi awayê "dipandin" heye ku bi ya me ew jî awê kişandî ya lêkera "pandin, pan an jî payîn" e. Bi vî awayî li rastê dimîne 95 made.Niha jî ez dê li gorî rêza alfabetîk li ser van "bêje"yan rawestim û yên ku min ew di ferhenga xwe de dîtine aşkera bikim. Paşê jî ew awayên destnîşankirî ku di ferhengê de nîn in diyar bikim. Lê ji ber ku peyv tenê li ber destê me ne û bi awayê bikarhatî yê di nav hevokê de ne tune ne, heye ku em şaşiyan jî bikin. Ligel vê rewşê jî dîsan ez dixwazim wan bêjeyan diyar bikim. Lê ez dê di çar beşan de li ser vê lîsteyê rawestim û pêşî ji peyvên ku bi şêwe û teşeyên hatine pêşkêşkirin dest pê bikim.

Beşa yekemîn
Di vê beşê de ez ê wan bêjeyên ku wekî hatine destnîşankirin di ferhengê de hene, derpêş bikim: Bêrê, berik, bûr, cax, cêrî, cobir, dijberî, girs, gokmeydan, helsor, heste, hewa, hoy, hurme, jûr, kab, kelekel, kepîr, kepir, kewandî, kud, kurtedem, mak, max, mêkewEv 25 peyv bi vî awayî di ferhengê de min dîtin. Li ser peyva "berik" ku wek "berrik" hatiye destnîşankirin hewcedarî bi çend gotinan heye. Di zimanê me yê nivîskî de der barê tîpa dubare de nelihevkirinek heye.

Ez di xebatên xwe de tîpa dubare (şede) bi kar naynim. Loma ne wek "berrik" lê belê mîna "berik" ev peyv heye ku min di pênc xalan de cih daye vê peyvê ku ew ji aliyê bilêvkirinê û wateyê ve ji hev cihê ne.Li hêla din, di ferhengê de peyva "girs" cih girtiye, lê belê di wateya "yığın" de "girse" heye. Dîsan peyva "kepîr" heye, lê ne di wateya "uçurum" de "kepir" cih girtiye.

Beşa duyemîn

Ez niha jî dixwazim li ser wan peyvan bisekinim ku îcar bi şêweyeke din di ferhenga min de cih girtine.bingorî: Bi vî awayî di ferhengê de cih negirtiye. Lê wek bingor kirin heye.binikî: Peyvên binik û binkî hene.bîrkok: Ez nizanim gelo ev peyv di çi wateyê de ye.

Eger ew di wateya bîra avê de be, wek "bîr" û "bîrik" di ferhengê de cih girtiye. Lê ger xwedî wateya kesê ku tiştan zû ji bîr dike be, îcar mîna "bîrok, bîrker, bîrkor, bîrsar" di ferhengê de heye.

celab: Eger ew ne peyveke din be; wek celeb heyecawtarî: Ev peyv heke navê cureyekî baharatan be, di ferhengê de wek "cehterî, catirî" heye.
çarpî: Heke ev peyv ji aliyê wateyê ve çarling be, awayê wê yê rast çarpê heye, lê belê ku di wateya çarlepkan de be îcar wek çarpîk di ferhengê de heye.çav bi çav: Mîna "çav bi çav li hev nihêrtin" heye.
çîqeçîk: wekî çîq heye, lê ger mebest ji vê peyvê teqlîda dengê çûk û çivîkan be, awayên çîk, çîveçîv û wîçewîç di ferhengê de hene.
çevbêtirs: Di ferhengê de bi awayê çavnetirs heye ku di zargotina me de bi hêsanî em rast lê tên. Ji şêweya çavbêtirs bêhna tirkî tê.
çinçinkirî: Bi şeklê çînçînkirî di ferhengê de heye. Ez bi xwe rastî awayê "çin" an jî "çinçin" nehatime. Ji min kirê ew şaş hatiye bikaranîn û îhtimal e ku ew "çînçînkirî" be.
destxwîn: Awayê destbixwîn di ferhengê de cih girtiye ku ev di zargotina me de heye û rasttir e ji şêweya "destxwîn".
devhesp: Ku di heman wateyî de bin, mîna devhespok heye.
dilronî: wek "dilronîker" heyedipandin: Eger ev halê kişandî ya lêkera "pan"a gerguhêz be, wek "pandin" di ferhengê de heye.
dirbî: Eger ev jî hemwateya "derpê, derpî" be di ferhengê de heye.
fehîdkar: Di ferhengê de wek fihêdkar, fedîkar heye. Her wiha em di devokên kurmancî de rastî van awayên bilêvkirinê jî tên: Fehît, fehîtok, fehîtoyî, fehêt, fêhêt, fêhêtayî, fêhêtoyî, fihêd, fedok û fedî.
ferkizandin: Wek "ferqizandin" heye. Ez wisan texmîn dikim ku di vê lêkerê de dengên "k" û "q" bi hev hatine guhartin. Bi gotina kurt, wek şaşiyeke rastnivîsê ji min re xuya dike.
ferkizî: Wek "ferqizî" heye.
ferxecewr: Peyvên "ferx" û "cewr" cuda hene. Ev gotina hevedudanî ji min re xerîb tê.
gihîjok: Bi şêweyên "guhîj, givîj û gîjok" di ferhengê de hene.
guvîj: wek givîj û guhîj heye.
heşînok: Eger ev navê reng û morîka nezerê be wek "hêşînok" heye.

Ji ber çi ez wisan dibêjim, ez dixwazim diyar bikim. Ez pir rast lê têm ku di zimanê nivîskî de jî hin kes dengê "ê" û "e" tevî hev dikin, an jî li gorî devoka xwe dinivîsin. Mînak: hejmar û hêjmar, hejar û hêjar, nêrîn û nerîn….hevirge (hevêrk):  Di ferhengê de hevêrk û hevêrke heye.

jêkdûrî: Tenê wek "jêk" heye ku ev jî peyveke hevedudanî ya "ji+êk" hatiye pê. Her wiha "jêkdûrî" jî sînonîma "jihevdûrî" yan jî "jevdûrî" ye û di ferhengê de tenê "jevdûrî" heye.
kavcal: Di ferhengê de "kevjal, kêvjar, kêfşing" hene ku sînonîmên hev in.kevûk: wek "kevok" heye ku ev şêwe di zimanê devkî û nivîskî de zêde berbelav e.koşek: (Eger sînonîmê hev bin) di ferhengê de "koşik" heye.

kupik: Gelo ev ne "kûpik" beşkurdunde: Sînonîmên wê yên wekî "kurdonde, kurdûnde û kordunde" di ferhengê de hene.
kurkirik: Di ferhengê de "kurkurik" heye. Lê ji ber ez wateya peyvê nizanim, nikarim bibêjim ev jî sînonîma wê ye. Her wiha dibe ku hemwateya "kirkirk" be jî.
lêvbûn: Gelo heye ku ev berginda "bilêvbûn"ê ango telafûzkirinê be, yan jî , ne "levabûn" ango parîkirin beş!lojin: Di ferhengê de hemwateyên wê "rojing û rojîn" hene. Lê ew nîn e. Em dizanin ku di zimanê me de dengên "l" û "r" bi hev diguherin. Mîna alîkarî û arîkarî. Jixwe ji bo kuleka ronîkirinê di kurmancî de "rojîn" jî tê gotin. Ew cihê ku roj tê re dikeve hundirû. Lewma rojîn, an jî rojing ji awayê "lojin" rasttir e. Bi ya min qet nebe di zimanê nivîskî de divê ku ew bê tercihkirin.Kurtasiya gotinê, 32 made ji vê lîsteya hanê jî, bi vî awayî di ferhengê de cih girtine.

Beşa sêyemîn

Di vê beşê de jî ez dê li ser navên hevedudanî û terkîban rawestim û nêrîna xwe bibêjim.bîhnfurî: di ferhengê de ev gotina hevedudanî nîn e, Lê divê ku ez balê bikêşim ser du aliyên wê. Yek; peyva "bîhn". Ev bêje di zimanê me yê devkî û yê nivîskî de bi çend şeklan derdikeve pêşberî me. Mîna "bîn, bihn, bihin,bêhn û bîhn". Aliyê duyemîn jî ev e. Di zimanê me de lêkera "fûrîn" heye, bi ya min  îcar ji aliyê rastnivîs û vekîtê ve li rastê şaşiyek heye ku ew ne "furî", lê divê "fûrî" be. Îcar ku peyveke hevedudanî ji van bê çêkirin, divê mirov zimanê nivîskî li ber çav bigire û biryarê li ser "bêhnfûrî" bide. Dimîne ka ev peyv ji aliyê semantîk ve rast e an na.dûvkaniya çav: Di zargotina me de "dûvçik û kanika çav" heye û ev her du peyv jî di ferhengê de hene. Dûvçik ango qemçika çav e û kanik jî ew cih e ku hêstir û rondikên çavên mirov jê derdibin. Îcar ev peyveke hevedudanî "dûvkaniya çav" çêkirî û şaş e.haşer û maşer: Wek "heşir û meşer" cuda hene: Awayên "haşer û maşer" bi ya min bilêvkirina zimanê tirkî ye.karên nehînî: Wek peyv "nehênî" heye, lê bi awayê terkîb bi vî awayî nîn e, îcar di şûnê de "karên nelirê" heye ku ev jî biwêjeke zargotina me ye.kêfa Gurê Manco kirin: "Kêfa gurê pîr kirin" heye û ev rast e: Wek tê zanîn "Gurê Manco" afirandiyekî xeyalî yê zargotina me ye.kewgîrvan: Di zargotina me de "kewgir" heye, lê belê ev şeklê "kewgîrvan" şaş e. Jixwe carek bi paşgira "gir"ê  kirdenav (îsmê fail) hatiye çêkirin, êdî hewce nake ku em parkîta "van"ê jî lê zêde bikin. Lê çi heyf ku di zimanê me yê nivîskî de em rast lê tên xetayên wiha girîng ên tên kirin û hema kî bikeve tengasiyê radihêje paşgira "van"ê û li dawiya peyvekê datîne, bêyî bizanibe bê lê tê an na. Wekî "guhdarvan" û "beşdarvan". Ev nabe…..malraxistin: Di ferhengê de xanî raxistin heye. Eger qest ji vê peyvê hazirkirina nav malê be, bi kurmanciya gewr jê re hazirkirina malê, mala hazir jî tê gotin. Lê raxistina xanî an jî malê, tê wateya bikeyskirina têkberên navmalê, nemaze raxistina cîraxan.marên cû: Ez bi xwe rastî gotina "marê sercûn" hatime û min di ferhengê de, di xala "sercûn" de cih daye vê gotinê. Her wiha bêjeya "cûn" jî di ferhengê de heye. Lê ez rastî awayê "cû" nehatime. Bi ya min, ev "cû" ji "cûn"ê tê.Ev her 8’ên (heştên) hanê jî, ez bi vî çavî li wan dinêrim û dinirxînim

Beşa çaremîn

A rast min dixwest ez li ser van peyvên mayî jî, nemaze hin ji wan ên hevedudanî jî çend tiştan binivîsim, lê ji ber ku nivîs dirêj nebe, ez hewcedarî pê nabînim. Hema ez bi awayekî kin û kurt bibêjim ku ev peyvên li jêrê di ferhenga ku min amade kiriye de, nîn in:Alega, bacanî, bahûn, balşox, bêguhêr, bêhnatî, bêrkevanî, besttijî, cotedil, çermkerî, damîş, dengsar, dêqehp, diqilandin, ezreqî, garisî, gelevînî, girane, gula mihemedî, gulmêw, hefrî, helekesk, hemdanî, hûlîlk, înik, îşkencehez, îşkencexwaz, kezebxur, kurtqusiyayî, lêvtarî, meretest:Li ber destê min 5 hezar peyv hene ku min ew di ferhengê de bi cih nekirine û ez misêwa peyvan li wan zêde dikim. Min ev peyv jî ji nivîsar, berhem û zargotinê berhev kirine. Lê ji ber ku der barê wateya wan de ez xwedî guman bûme yan jî min başebaş bi mehneya wan nizanibûye min ew di ferhengê de bi cih nekiribûn. Min peyva bahûn (bahûn: kevçiyekî bahûn) û gula mihemedî jî di nav vê lîsteya banka xwe ya peyvan de dîtin.Di encamê de ez hez dikim ku der barê çend xalên ku ji bo min girîng in, tiştinan bibêjim. Gelo gava ku em ferhengên xwe amade bikin em dê zimanê nivîskî ji xwe re hîm û bingeh bibînin an jî zimanê devkîş Eger em ferhengên berhevkariyê saz bikin bi ya min hewce ye ku em devokên zimanê xwe li ber çav bigirin û navê ferhenga berhevkariyê lê deynin. Li hêla din îcar em tenê ferhenga vesehîkirinê (ku tirk jê re dibêjin tarama sözlüğü) durist bikin pêwîst e ku em peyvên nivîskar tomar û qeyd bikin.Gava ku ez berhemeke nivîskarekî dixwînim û peyv û biwêjan, gotinên pêşiyan ji wan derdixim ez bi hendaze nêzîkî li wan dikim û heta ji min tê, helbet li gor zanîn û tecrûbeya xwe, bi hûrbînî û nişmîtî li ser wan radiwestim. Ji lew re nemaze li ser nivîskarên me yên bakur bandor û hînkariya zimanê tirkî gelek heye. Kêm nivîskar ji vê rewşê xwe filitandine. Her wiha nivîskarên me gelek peyvan (cureyên wan çi dibe ew zane, nemaze peyvên hevedudanî û yên kirdenav) çêdikin, bêyî ku ew ji taybetî û teknîka zimanê kurdî agahdar bin. Ez nabêjim bila qet peyvan çênekin, na, jixwe gava mirov dest avêt nivîsandinê bivê nevê mirov dibe midaxilê zimên.Birêz Mehmed Uzun jî ji wan kesan e ku tesîra zimanê tirkî li ser heye. Min di hejmara 13’an a kovara W’yê de nivîsek bi navê "Der barê zimanê Mehmed Uzun de çend têbinî" weşand û ji romana wî ya "Hawara Dîcleyê II" gelek nimûne wergirtin, bi tevî nîşandana hejmara rûpelan û ez li ser wan hûr bûm. Min bi awayekî aşkera tesîra zimanê tirkî ya li ser şêwaz û fikirîna wî ya bi zimanê kurdî xuya û destnîşan kir. Ez naxwazim zêde dirêj bikim, kesê ku meraq dike dikare û dişê dêhn û bala xwe bide wê nivîsara min.  Tengasî û alaziyên me hene. Jixwe baş tê zanîn ku hîn zimanê me yê nivîskî ji hêla rastnivîs û vekîtê ve nekemiliye û xwedî gelş û gelemşeyan e. Li vir ez naxwazim bikevin nav kitekitan behs ji hewcedariyên ji bo pêkanîna ferhengan bikim. Kesên ku serê xwe bi vî warî diêşînin pir hindik ji wan pîvaneyan haydar û agahdar in. Rê û dirb diyar û aşkera ne.Li dawiyê ez dixwazim bibêjim ku min bi xwe ji vê gengeşiya navborî gelek sûd û kelk wergirt. Ev yek bikêrî min hat. Ez ji hemû kesên ku tevî vê nîqaşê bûne, digel ku ez ji şêwaz û islûba hin kesan ne razî me jî, spasên xwe pêşkêşî wan dikim. Her wiha, her kesê ku bi vî zimanê tehdedîtî û qedexekirî dinivîse û berheman diafirîne, xizmetê ji zimanê kurdî re dike û ji bo bipêşxistin, peresandin, geşepêdan û standardkirina wî xwedî ked û hedê ye. Derdê me pir e, loma gotinên ku hewce ye bên gotin jî zêde ne. Ez bi ew qasî qîma xwe tînim. Paşê eger hewce bike em dikanin ji tiştên din ên bi vê mijar û dabaşê re eleqedar in, bibêjin û vebêjin.