1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Bi Milyonan Kes Ji Rûyê Te Dimrin
Bi Milyonan Kes Ji Rûyê Te Dimrin,Bi,Milyonan,Kes,Ji,Rûyê,Te,Dimrin

Bi Milyonan Kes Ji Rûyê Te Dimrin

A+ A-

Yek çûye çem jinika falvan. Jinikê jê re gotiye:

- Tê rojekê bibî sedema kuştina bi milyonan kesan.

Mêrikê min û te ketiye xayl û fikaran. Hilm lê teng bûye, dinya li ber çavan reş bûye. Biryar daye ku xwe bikuje û bi milyonan kesan ji mirinê xelas bike.

Rabûye çûye ser riya trênê. Xwe li ser riya wê dirêj kiriye. Dema ku trên ji wê de tê, dinihêre ku zarokekî çar salî li ser riya trênê dilîze. Mêrik radibe ser xwe û baz dide, diçe kurrik xelas dike.

Bi kelocan ji lawik dipirse:

- Kurê min tu çi dikî li van deran, navê te çi ye?

Kurêk dibêje:

- Navê min "Adolf" e.