1. Tekst

  2. Gotar

  3. Feratê Dengizî
  4. Bi dil û çavên Yaşar Kemalî Feqî
Bi dil û çavên Yaşar Kemalî Feqî,bi,dil,û,çavên,yaşar,kemalî,feqî

Bi dil û çavên Yaşar Kemalî Feqî

A+ A-

Feqî bi pey teyrekî mucîzewî ketiye; teyrekî ku deng, şekl û şemala wî derasayî, nayê şibandin û nayê şayesandin. Xweşikî û newaya dengê wî nayê ser zar û zimanan… Wek teyrikê cinetê ye, ma kurd nabêjin “zarokên ku bi zarotiya xwe dimirin teyrikê cinetê, teyrê cinetê” ne. Herê, ew aşiq, mecnûn, dildar û dilsotîner û dilşewatê wî teyrî ye, yê teyrê heqîqetê, yê teyran e, loma ew “Feqiyê Teyran” e.

Gava ku mirov li Feqiyê Teyran î hemdem guhdarî dike; yên ku xwedî dil û guhen hessas û hestewar in, têdigihîjin û fêhmdikin ku Feqî bi pey dengê evînê ketiye; ew evîna ku ketiye nav zarê û newaya teyrekî/ê; teyrekî/e bi şêweya xwe teyrê tawis, zimrûdî anka, teyrê sîmur an jî teyrê bihuştê. Ev bixwe şanî me dide ku dil li pey ‘azadiyê ye û azadî rastî ye û rastî jî evîn e.’

Îro jî wisa: ma ne, (33+12+13+30 hezar+….) dil, dilên zarokî = mirovbûn, hebûn, herhebûn û azadî ye.

De ka em dora peyvê bidin Feqiyê Teyran î hemedem; “Teyrek li ser zar û zimanan bû. Ev teyrekî/e wisa mucîze bû ku dengê wî/ê dihat bihîstin lê ew nedihat dîtin. Tenê yên dilên wan pak û paqij, ên qenc, ên welî ew deng dibihîstin. Ên ku ew deng dibihîstin êdî bêmirin bûn. Ji roja ku dinya ava bûye û vir ve yên ku dengê teyrî bihîstine lê geriyane, heya dawiya emrê xwe jî lê geriyane, lê ew nedîtine, peyde nekirine.

Hêvî niqutî dilê her mirovê ku kilama teyrî guhdarî kir. Ji heft salî heya heftê salî her kes sêwirî ku li wî dengî guhdarî bike û li wî teyrî bigere. Û gelek ciwan ketin ser rêyan. Hinan berê xwe da qiraxa Behra Medan, çiyayên Amanosan, Torosan û Çukurovayê, hînan berê xwe dan Behra Wanê, hinan çîyayên Zagros û çiyayên Şingalê dan ber xwe û hinek çûn Lalêşa Nûranî.

Feqî xort bû, ciwan û lihevhatî. Çav gir î xezalî, reh reş î qijik î ber bi keskî û devliken bû, ken tenik. Bi şalûşapik, ling bi çaroxên nexşenerm î ji çermê negonê; yên ku ew ditîn ji ser hiş diçûn. Mîna merivekî efsûnî…

Yek ji wanên pêşîn ku dixwestin wî dengî bibihîsin û ji bo vê ji Cizîrê dabûn rê jî Feqî bû. Pêşî berê xwe da çiyayên Amanosan….” – Yaşar Kemal; (Ciyê) Ku Mûristan Lê Avê Vedixwe; Kurteçîrokeke Giravê 2 ; rp.335-336 –

Û piştî hêz û kedeke bêhempa, ger û hezar belayan Feqî teyrî dibîne û wî dengê bihuştî dibihîse. Xwe digihîjîne rastiyê, ew rastiya ku evîn e û ew evîna ku azadî ye.

Û êdî ji zarê hemû teyran fêhm dike û ew jî ji wî…

Ew êdî bêmirin e.

Ew êdî Feqiye Teyran e.

Hezar xweziya min bi wî…

Feratê DENGIZÎ