1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Bidestxistina rayeka lêkeran -1
Bidestxistina rayeka lêkeran -1,bidestxistina,rayeka,lêkeran,1

Bidestxistina rayeka lêkeran -1

A+ A-

Lêker, ji rayek û qertafan pêk tên. Di zimanê me de, du rayekên (ango kokên) lêkeran hene. Ev rayekên hanê jî di demên cuda de, tên bikaranîn. Bi gotineke din, rewşa bikaranîna wan ji hev cihê ye.

Her wiha, digel vê qasê di zimanê me de, rayeka lêkeran jî diguhere. Di rayekê de, ne tenê dengdêr her wiha dengdar jî li dengên din dadigerin. Ev rewş, taybetiyeke zimanê me ye ku em jê re tewanga lêkeran dibêjin. Ji ber ku mijar û dabaşa nivîsa me ne li ser tewangê ye, em dê li ser vê yekê ranewestin û jê behs nekin.Gava em raderê (mesderê) ji lêkerê bikin, em rayeka ji bo demên borî bi dest dixin. Lêker gerguhêz an negerguhêz be ferq nake, rewş her ev e.

Hemin gotin hatiye serê, ji niha bi şûn de ez dê ji bo vê rayekê, gotina rayeka dema borî jî bi kar bînin. Gava em vê rayekê ji bo demên borî bikêşin û biçevînin, em dê bibînin ku tu guherînek di dengdar û dengdêrên vê rayekê de çênabin. Bi awayekî giştî, qertafên (pirtikên) demê, tên dawiya vê rayekê. Wekî, ji bilî çîrokiya dema niha, çîrokiya dema niha ya hevedudanî, çîrokiya dema bê û çîrokiya dema bê ya hevedudanî.Bidestxistina vê rayeka ji bo demên borî gelek hêsan û sanayî ye. Tê de qet gelş û alozî nîn e. Lê belê, rayeka ku ji bo dema niha, dema bê û raweya fermanî tê bidestxistin, hinek na, têra xwe zor û çetîn e. Gêjahiyên wê hene. Ji ber ku guherîna dengan di vê rayekê de diqewime. Ji lew re jî, tewanga lêkeran tenê di vê rayekê de çêdibe.Em dê ji berêvkî ve, xal bi xal bi mijara xwe de herin û li gorî mijar û dabaşê li ser rayekên lêkeran û guherînên dengan ên di wan de rawestin. Em dê tenê qîma xwe bi aşkerakirina rewşê neînin, heta ji me bê û zanîna me têrî bike, em dê lê bixebitin ku rêzikên heyî tespît û formûle bikin.

Pêşî em mijara xwe ji du aliyan ve hildin dest. Sedem jî ev e ku, du cure raderên me hene. Em dê bi navbernavan bi mijarên xwe de herin, da ku mijar hêsan bibin û serwextiya ji mijarê sivik bibe.A) Lêkerên ku radera wan /-in/ e.Wekî tê zanîn, di kurmancî de radera lêkeran an /-in/ e an jî bi tenê /-n/ ye. Ji lew re li gorî radera lêkerê em nikanin ji aliyê şêweyê ve lêkerên xwe bisenifînin. Ji ber ku di dema bidestxistina rayeka lêkeran ên ji bo dema niha de, (ji niha pê de ez ê ji bo rayeka demên niha, bê û raweya fermanî wiha bibêjim) hem deng ji rayeka lêkerê dikevin û hem jî deng li dengekî din dadigerin, loma min serî li riyeke wiha xist ku, ez di bin du rasernavan de vê mijarê hildim dest û li ser wan hûr bibim.

Pêşî em ji lêkerên ku radera wan /-in/ e dest pê bikin û van jî di bin çend jêrenavan de bisenifînin. Her wiha bi awayekî serkî be jî, em hin kitekitên wan û taybetiyên wan raxin ber çavan. Bi ya min, bi vî awayî em dê hêsantir karibin ango bişên ku der barê van cure lêkeran de serwext bibin.1) Lêkerên ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin.Sedema ku ez dibêjim lêkerên ku bi /-andin/ê diqedin ev e. A rast min dikaribû bigota, lêkerên ku kîteya wan a dawî /-din/ e, lê çend cure lêkerên me hene ku derveyî vê rêzikê (qaydeyê) ne. Mîna "xwendin", "şandin" û "çandin"ê. Çendî di van lêkeran de /-andin/ heye jî, lê di rastiya xwe de ew cihê ne û bi domana demê re guherîn di wan de çêbûye û ew teşeguherî ne. Li aliyê din, di rayeka van a dema borî de gelş tune ye. Eger radera wan  a /-in/ bê avêtin, rayeka wan a dema borî bi dest dikeve. Lê di dema peydekirina rayeka dema niha ya negerguhêz de gelş heye. Ez dixwazim ku di bin sernavekî din de ji van cure lêkeran behs bikim û li ser wan rawestim. Em niha li vir tenê balê bikêşin ser wan dê baştir be.Lêkerên ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin û kuta dibin, bêawarte tev de lêkerên gerguhêz in, bi gotineke din têper in. Ev taybetiyeke van cure lêkeran e û ji bo kesên ku hê nû hînî zimanê kurdî dibin jî, ev yek ji bo wan hêsaniyek e. Piştî rader ji wan bê avêtin, rayeka wan a dema borî tê bidestxistin. Ev cure lêker, di zimanê me de xwedî rêjeyeke pir a berbiçav in. Ev lêkerên hanê, di rastiya xwe de lêkerên çêkirî, lêkerên dariştî ne.

Bi awayekî giştî an ji navdêrekê an jî, ji rengdêrekê hatine dariştin. Ji bo rewşa gerguhêz bi /-andin/ê û ji bo rewşa negerguhêz jî bi /-în/ê çêbûne. Ligel vê yekê, rêjeya wan kêm be jî, ji bo rewşa gerguhêz bi /-isandin/ û /-ijandin/ê, ji bo rewşa têneper ango negerguhêz jî bi /-isîn/ û /-ijîn/ê jî çêdibin. Mîna lêkerên ku ji "rep" û "germ"ê pêk hatine: rep+isandin û rep+isîn,germ+ijandin û germ+ijîn.Çendî ev lêker lêkerên dariştî bin jî, lê mîna ku ew lêkerên sade bin, tên xuyakirin û ji lew re jî bûne xwedî rêzikên cuda.

Ji ber vê rewşa wan a taybet, averêbûnek di wan de pêk hatiye û ez dibêjim ku ji lêkerên me yên din cuda, rewşeke wan heye. Li aliyê din, di zimanê me de cêwiyên van cure lêkeran hene ku dawiya wan bi /-tin/ê diqedin. Her wiha, bi ya min şêweya wan a seretayî û destpêkê jî, ev awa bi xwe bûye. Mînak: malişandin û malaştintemirandin û temartinguhirandin û guhartinzivirandin û zivartin.Digel van yekan, me gotibû rewşeke cihê ya van lêkeran heye, ku di lêkerên din de em rastî van taybetiyan nayên. Niha em hinek bi kitekit li ser wan rawestin. Ji van cure lêkeran piştî avêtina radera /-in/ê rayeka dema borî ya gerguhêz tê bidestxistin. Piştî ji rayeka dema borî ya gerguhêz dengdara /d/ bikeve û dengdêra /a/yê jî, ku di kîteya dawî de ye, bibe /î/, îcar rayeka dema niha ya gerguhêz tê himatê. Di pey vê yekê de vê carê em rastî rewşeke din tên.

Ew jî ev e: Rayeka dema niha ya gerguhêz wekî ku lêkera raderîn a negerguhêz be tê pejirandin û bi ketina radera /-n/yê rayeka dema borî ya negerguhêz û bi ketina dengê /-î/yê ji heman rayekê, rayeka dema niha ya negerguhêz pêk tê.Ji van cure lêkerên navborî, em çend heban ji wan wek nimûne bidin û awayên wan ên radera dema borî destnîşan bikin: qedandin, standin, afirandin, guhirandin, gerandin, kelandin, qelandin, qewirandin, pejirandin, pekandin, temirandin, zivirandin.Eger em raderên van lêkeran, ku gişt /-in/ in, ji wan bikin, di destê me de rayeka wan a dema borî dimîne: Mînak: qedand (-in), stand (-in), afirand (-in), guhirand (-in), gerand (-in), keland (-in), qeland (-in), qewirand (-in), pejirand (-in), pekand (-in), temirand (-in) û zivirand (-in). Ji bo têgihîştin û zelaliya mijarê, em bi hevokan daxuyaniyên xwe bidomînin.

Min qedand, min diqedand, min dê biqedanda, min qedandibûWan stand, min distand, min dê bistanda, min standibûWê afirand, wê diafirand, wê dê biafiranda, wê afirandibûMe guhirand, me diguhirand, me dê biguhiranda, me guhirandibûWan qeland, wan diqeland, wan dê biqelanda, wan qelandibû.Dêhna we kişandibe, tu guherîneke dengan di wexta kişandinê de, di van rayekên lêkeran de çênebûye, tenê qertafên deman li wan zêde bûne, hew.Niha ji van rayekan, îcar em rayeka dema niha ya gerguhêz peyde bikin. Serê pêşîn ji rayeka dema borî dengdara /d/yê tê xistin, piştre jî /a/ya di kîteya dawî ya rayeka mayî de li dengdara /î/yê tê dagerandin. Em bidin xuyakirin ku ev guherîna dengan, taybetiyeke tewanga lêkeran e. Di zimanê me de, di dema kişana lêkeran de, nemaze di rayeka wan a dema niha de, dengdar û dengdêr li dengên din dadigerin.

Em ji vê yekê re dibêjin tewanga lêkeran. Bi gotina kin û kurt, bi vî awayî ji rayeka dema borî ya lêkerên ku bi /-andin/ê diqedin, rayeka dema niha ya gerguhêz tê çêkirin. Bi dayîna nimûneyan, em vê rêzika hanê bişopînin. Lêker bila ev bin: qedandin, afirandin, guhirandin û gerandin. Gihaneka yekemîn, em raderan ji lêkeran bikin. Raderên van lêkeran /-in/ in. Piştî avêtina wan raderan qedand (-in), afirand (-in), guhirand (-in) û gerand (-in) li rastê dimînin.Gihaneka duyemîn, îcar em dengê wan ê dawî ji wan bikin ku ew deng tîpa /d/yê ye: qedan (-d), afiran (-d), guhiran (-d) û geran (-d). Em daxuyaniyekê li ser vê rewşa hanê bidin. Ev rayekên hanê, di rastiya xwe de êdî navdêr in jî, ku ji lêkeran hatine çêkirin. Gava mirov bixwaze ji lêkeran navdêran çêke, ev rêbazeke zimanê me ye û divê bi vê riyê mirov tev bigere. Wekî mînak em çend hevokên nimûneyên yên ku bi van navdêran çêbûne rapêş bikin: afirana cîhanê, gerana me ya li bajêr, guhirana teşeyê deng û hwd.Gihaneka seyemîn jî guherîna dengê /a/ya di kîteya dawî de, bi dengê /î/yê ye. Rewşa dawîn ev e: qedîn (qedan), afirîn (afiran), guhirîn (guheran) û gerîn (geran). Bi vê rewşê em rayeka dema niha ya gerguhêz bi dest dixin. Em dîsan, bi hevokên nimûneyî li mijara xwe bidomînin.Ez diqedînim, ez ê biqedînimEw ê biafirîne, biafirîneEm diguhirînin, em dê biguherîninTu nagerînî, tu dê bigerînîLê belê, li vir tiştek derdikeve pêşberî me. Rayeka dema niya ya gerguhêz, her wiha lêkera raderîn a negerguhêz a van cunre lêkeran e.

Heke em bi lêkerên nimûneyî berdawamî bi gotin û daxuyaniyên xwe bidin û mijara xwe rave bikin, dê baş be. qedîn afirîn, guhirîn û gerîn ku rayekên dema niha yên gerguhêz ên lêkerên qedandin, afirandin, guhirandin û gerandin in, her wiha, di heman katê de lêkerên negerguhêz ên eynî lêkeran in jî. Ji van rayekan, îcar em rayekên demên borî yên negerguhêz û yên dema niha yên negerguhêz bi dest dixin.Ji bo nimûne: qedîn afirîn, guhirîn û gerîn, bila dîsan lêkerên me yên mînak bin. Em radera wan ku /-n/yê ji wan bikin, em dê rayeka wan a dema borî û heke em ji vê rayekê dengdêra /-î/yê jî ji wan bixînin, hingê rayeka wan a dema niha çêdibe. Di van her du rayekan de tu geherîna dengan pêk nayê. Guherîna denganiyê tenê di dema pêkhatina rayeka dema niha ya gerguhêz de pêk tê.Bi dayîna hin lêkerên mînak, em dabaşa xwe rave bikin: qedîn, afirîn, guhirîn, gerîn, kelîn, qedîn, qewirîn, pejirîn, pekîn, temirîn û zivirîn. Wek merheleya pêşîn em radera wan ji wan bigirin biavêjin û rayeka dema borî ya negerguhêz ji wan peyde bikin. qedî (-n), afirî(-n), guhirî(-n), gerî(-n), kelî(-n), qedî(-n), qewirî(-n), pejirî(-n), pekî(-n), temirî(-n) û zivirî(-n).Ez qedîm, Ew afiriye,Em guhirîneTu negeriyayîAv keliyabû Goşt nediqeliyaEw biqewirînaÇira ditemiriyaLi dorê zivirîbûbûn Wek gihaneka diduyan jî, em îcar dengdêra /î/yê ji rayeka dema borî bixînin û rayeka dema niha ya negerguhêz bi dest bixin. Em awayê mayî, ku piştî hildana qertafa /-n/yê li rastê mane, ew wek nimûne derpêş bikin: qed (-î), afir (-î), guhir (-î), ger (-î), kel(-î), qel (-î), qewir (-î),  pejir(-î) pek (-î),  temir (-î) û zivir (-î).Ev rayekên li jorê, rayekên lêkerên fermanî ne, her wiha di rewşa navdêrê de ne jî, ku ji lêkeran çêbûne.

Bi gotineke din, em dikarin bibêjin jixwe ev peyvên resen in, ku lêker ji wan hatine çêkirin. Li hêla din, bi vî awayî em hem navdêren ku ji lêkeran çêdibin bi dest dixin û hem jî em dikarin wan wek parkîtan (paşgiran), ku ji rayeka fermanî ya lêkerê çêbûne, bi kar bînin û bi wan navdêr û rengdêran jî çêkin. Serê pêşîn em ji bo kêşana demê, wan hildin dest û li ser wan bisekinin. Ez diqedim, ez ê biqedimEw diafire, Ew  ê biafire,Em diguhirin, em ê biguhirinTu nagerî, tu dê negerîAv dikele, av dê bikeleGoşt diqele, goşt dê biqeleEw diqewirin, ew ê biqewirinÇira ditemire, çira dê bitemire,Li dorê dizivire, li dorê bizivire.Li vir ez dixwazim wek agahî bidim zanîn ku, min qertafa dema bê bi zanebûn bi du awayî bi kar anî. Mîna /dê/ û /ê/.

Me got ku bi van rayekan em dikarin navdêr û rengdêran jî çêkin, îcar ji bo wan em çend nimûneyan bidin. Roj+ger, agir+temir, teşe+guhir, balafir+qewir... û hwd.Ji bo lêkerên me yên bi vî teşeyî, ango ji bo lêkerên me yên gerguhêz ên ku dawiya wan bi awayê /-andin/ê diqedin, em dikarin behsa çar rewşa rayekan bikin. Yek ji bo demên borî, yek ji bo dema niha ya di rewşa gerguhêz de, yek dîsan ji bo dema borî ya negerguhêz û ya din jî dîsan ji bo dema niha, lê belê ji bo rewşa negerguhêz.Em careke din hin lêkerên ku me ji bo vê sernavê wek mînak dabûn, hildin dest û sedema van gotinên xwe yên navborî aşkera bikin, lê belê bi awayekî kurtasî. Lêker ev in: qedandin, afirandin, guhirandin, gerandin, temirandin û zivirandin.Gihaneka pêşîn, heke radera /-in/ê ji wan bikeve di dest de rayeka dema borî dimîne. Ji bo vê jî em tenê rewşa wan a rayekê nîşan bidin: qedand, afirand, guhirand, gerand, temirand û zivirand.Gihaneka duyemên, pêşî dengdara li dawiya rayekê dikeve ku ew jî /d/ ye. Bi dû re, îcar dengdêra di kîteya dawî de ku /a/ ye, li dengdêra /î/yê dadigere. Em vê rewşî jî bi awayekî kurt nîşan bidin: qedan (-d), afiran (-d), guhiran (-d), geran (-d), temiran (-d) û ziviran (-d). Di pey vê rewşê de li rastê ev awa dimînin: qedan, afiran, guhiran, gera,  temiran û ziviran.

Em guherîna dengdêra /a/yê bi dengdêra /î/yê jî di rayekên ku di destê me de mane, pêk bînin: qedîn, stîn, afirîn, guhirîn, gerîn, kelîn, qelîn, qewirîn, pejirîn, pekîn, temirîn û zivirîn.Ev ên hanê, rayekên dema niha yên lêkerên gerguhêz in ku bi /-andin/ê diqedin. Li vir tiştekî balkêş heye ku ji cure lêkerên me yên din cihê dibe.Gihaneka sêyem; em vê rewşê jî bi rayeka dema niha ya gerguhêz bidin xuyakirin: qedîn, afirîn, guhirîn, gerîn, temirîn û zivirîn.

Ewilî em radera wan ji wan bikin ku tenê /-n/ ye. Em vê kirina hanê jî destnîşan bikin: qedî (-n), afirî (-n), guhirî (-n), gerî (-n), temirî (-n) û zivirî (-n). Li rastê ev halê wan dimîne û ev jî rayekên demên borî ne. qedî, afirî, guhirî, gerî, temirî û zivirî.

Ev êdî rayeka dema borî ya negerguhêz e.Gihaneka çarem: Piştî ku ji rayeka dema borî dengdêra /î/yê bê avêtin îcar rayeka dema niha ya negerguhêz pêk tê. Em vê yekî jî diyar bikin: qed (-î), afir (-î), guhir (-î), ger (-î), temir (-î)  û zivir (-î). Em halê dawî careke din pêşkêş bikin û bidin xuyakirin ku ev rayeka dema niha ya negerguhêz e: qed, afir, guhir, ger, kel, qel, qewir, pejir, pek, temir û zivir.Piştî diyarkirina vê rewşê îcar em balê bikêşin ser riyeke din a bidestxistina van rayekan. Em dikarin ji bo bi destxistina rayekên van cure lêkeran serî li riyeke din jî bidin. Heke em /-andin/ê ji van lêkeran bigirin biavêjin, wê gavê rayeka lêkerê ya negerguhêz bi dest dikeve.

Bi dayîna heman lêkerên mînak, em dabaşa xwe ronî bikin: qed (-andin), afir (-andin), guhir (-andin), ger (-andin), temir (-andin) û zivir (-andin). Em awayê mayî, ku piştî hildana qertafa /-andin/ li rastê mane, ew wek nimûne derpêş bikin: qed, afir, guhir, ger, temir û zivir. Em îcar ji vê, awayê bidestxistina rayeka dema borî ya negerguhêz bi dest bixin. Em qertafa /-î/yê li ser rayeka dema niha ya negerguhêz zêde bikin, rayeka dema borî ya negerguhêz çêdibe.

Em vê yekê nîşan bidin: Qed+î, afir+î, guhir+î, ger+î, temir+î û zivir+î.Merheleya din jî ev e: Em /-n/yê li van rayekan zêde bikin, wê gavê jî rayeka dema niha ya gerguhêz tê himatê. Mînak: Qedî+n, afirî+n, guhirî+n, gerî+n, temirî+n û zivirî+n.Ji bo ku em rayeka dema borî ya gerguhêz ji van lêkerên ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin çêbikin, em tenê radera /-in/ê ji wan dikin ew qas. Mînak: qedand (in), afirand (-in), guhirand (-in), gerand (-in), temirand (-in) û zivirand (-in).Em gotin û daxuyaniyên xwe yên der barê lêkerên ku bi /-andin/ê diqedin, bi awayekî hêsan formûle bikin:I) Bi hilanîna radera /-in/ê, rayeka demên borî bi dest tê xistin, ku ev rayek ji bo rewşa gerguhêz e.II) Ji lêkerê, bi avêtina /-andin/ê, rayeka dema niha ya negerguhêz bi dest tê xistin.III) Bi avêtina dengê dawî ji rayeka demên borî û bi guhartina dengdêra /a/ya di kîteya dawî ya vê rayekê de bi dengdêra /î/yê, an jî bi gotineke din, bi zêdekirina /-în/ê li rayeka dema niha ya negerguhêz, îcar rayeka dema niha ya gerguhêz tê çêkirin. IV) Lêkera raderîn a lêkerên ku bi /-andinê/ê diqedin, hem rayeka dema niha ya gerguhêz e û hem jî lêkera raderîn a heman lêkerê ya negerguhêz e. V) Ev cure lêkerên me, ji bilî lêkerên wekî "xwendin", "çandin" û "şandin"ê gişt xwedî rêzik in û bidestxistina rayekên wan ên deman gelek hêsan in û rêzikî ne.

Didome ...


Gotinên miftehî :